ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 28 Kanûn 2025
  • |
img
* Ciwanan, di nava salê de ji qeyûman bigire heta binçavkirin û girtinan, ji tiryak heta fihûşê, ji bişaftinê heta komployê, li dijî her tiştî bûn pêşengên berxwedanê û çalakiyên herî girseyî yên salên dawî li dar xistin. (PANORAMA)
 
* Hiqûqnasên ku bal kişandin ser 11'emîn Pakêta Darazê ku girtiyên siyasî li derveyî çarçoveya wê hatine hiştin, diyar kirin ku pakêt li gorî bendewariyan nîn e û pirsîn: “Gelo ev pakêt bi rastî berhema hişmendiyekî demokratîk e?”
 
* Ji xeta 51 kîlometreyî ya Kanala Şamran a dîrokî tenê 3 kîlometre ji aliyê DSÎ’yê ve ji şaredariyê re hate dewrkirin, beşek mezin a ava wê jî ji bo HES’ê hate veqetandin. Ev rewş bû sedema hişkbûna baxçeyên dîrokî û zirar dîtina kanalê. Şaredariya Artemêtê ji bo dewrkirina kanalê hewildanên xwe didomîne.
 
* Hevseroka KATDER’ê Makbule Yavuzer diyar kir ku “Divê azadiya fîzîkî ya muzakerevanê sereke yê aştiyê, Rêberê me bê misogerkirin. Ji bo vê yekê, divê hemû gel beşdarî mîtînga ku dê di 4’ê Çileyê de bê lidarxistin bibin.”
 
* Li Pirsûsê, kevirên parkeyê yên ku şaredarî pê kolanan çêdike, ji aliyê DEDAŞ’ê ve bi hinceta "xurtkirina trafoyan" tên kolandin û xirakirin. DEDAŞ’ê ragihand ku rexmê cezayên pereyan ên şaredariyê jî dê li kolanan xebatên kolandinê bidomînin.
 
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol dê were şopandin. 
 
* 34 kesên 14 sal berê li Roboskê hatin qetilkirin dê bi beşdariya hevserokên giştî yên DBP û DEM Partiyê li ser gorên xwe bên bibîranîn. (12.30) ZINDÎ
 
* Bi boneya salvegera Komkujiya Roboskê dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayin. (12.30-19.00)