Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya

  • rojane
  • 09:22 28 Kanûn 2025
  • |

ŞIRNEX - Ji duh ve li Elkê berf dibare û navçe di bin berfê de ma. Li deverên bilind ên navçeyê zêdetirî metreyek berf bariya. 

Ji duh ve ye li navçeya Elkê ya Şirnexê berf dibare û navçe di bin berfê de winda bû. Li deverên bilind ên navçeyê zêdetirî metreyeke berfê bariyaye. Ji ber berfa zêde, rêyên gelek gundan hatin girtin. Germahiya hewayê jî 5 pileyan ket bin sifrê. Ji ber berfa zêde û mijê, gelek wesayît di rê de man.