Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan

  • rojane
  • 13:02 28 Kanûn 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li rojhilatê Kurdistanê aşût kete xwarê û du kolberên di bin aşûtê de man jiyana xwe ji dest dan. 

 
Li bajarê Serdeştê yê rojhilatê Kurdistanê aşût kete xwarê û du kolberên di bin aşûtê de man, jiyana xwe ji dest dan. Li gorî nûçeya Kolbernewsê; kolberên li ser xeta sînor a çolterê Serdeştê ji bo debara xwe dixebitîn, di bin aşûtê de man. Di bûyerê de Kemal Xizir ê ji Pîranşarê ku bavê sê zarokan bû û ji gundê Dolegermê Xusrew Hemzepûr jiyana xwe ji dest dan. 
 
Di heman bûyerê de du kolber jî bi giranî birîndar bûn û hat zanîn ku rewşa wan giran e. Nasnameyên kolberên birîndar nehatin zanîn. 
 
Di şeş mehên ewil ên îsal de, di encama êrişên yekser ên rejîma Îranê û di encama qezayan de li seranserî rojhilatê Kurdistanê 17 kolberan jiyana xwe ji dest dan û 20 jî birîndar bûn.