Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin

  • rojane
  • 13:13 28 Kanûn 2025
  • |
img

WAN - Li bajarên Wan, Colemêrg, Agirî, Mûş û gelek bajarên din ên Herêma Serhedê rêyên zêdetirî 3 hezar û 46 jîngehan ji ber berfê hatin girtin.

Ji duh ve li Wanê û gelek bajarên Herêma Serhedê berfeke zêde dibare û berfê bandoreke neyînî li ser jiyana gel kir. Ji ber barîna berfê, di serî de navenda Wanê, li seranserî bajêr di hatin û çûnê de pirsgirêk derketin.  
 
Li gorî agahiyan; li navçeya Miksê rêyên 70 gundan, li Elbakê rêyên 12 gundan, li navçeya Ebexê rêyên 48 gundan, li Şaxê rêyên 100 gundan, li Artêmêtê rêyên 11 gundan, li Payîzavayê rêyên 126 gundan, li Rêya Armûşê rêyên 20 gundan, li Bêgiriyê rêyên 24 gundan, li Seravê rêyên 3 gundan û li Tûşbayê jî rêyên 33 jîngehan bi giştî rêyên 569 jîngehan li seranserî bajêr hatin girtin. Ji ber ku ber bi danê sibehê ve barîna berfê zêdetir bû, ji vê rewşê veguhestina hewayî jî bi neyînî bandor bû. Gelek seferên balafiran hatin betalkirin û hem şaredarî hem jî rêbej ji bo vekirina rêyên alternatîf xebatên xwe didomînin. 
 
Her wiha li navend, navçe û mezrayên Colemêrgê 301 rê, li Agiriyê 423, li Erziromê hezar û 315,  li Erdexanê 2, li Îdirê 53, li Qersê 50 û bi giştî li herêmê 3 hezar û 46 rê ji hatin û çûnê hatin girtin. 
 
Li bajarên behsa xeberê barîna berfê didome û li hinek bajaran stûrahiya berfê metreyek derbas kir.