Alçîçek li warê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin

img

AMED - Sedat Alçîçek ku piştî 16 salan ji girtîgeha Tekîrdagê tehliye bû, li warê xwe Amedê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. 

 
Sedat Alçîçek ku di sala 2009’an de li navçeya Berwarî ya Sêrtê hate binçavkirin û piştre hate girtin, duh danê sibehê de ji Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Tekîrdagê hate berdan. Alçîçek ku di van 16 salan de li girtîgehên Sêrt, Amed, Xarpêt, Rîze, Şirnex, Kirikkale û Tekîrdagê hate ragirtin, 16 sal piştre hate warê xwe Amedê. Alçîçek, ji hêla malbata xwe, Dayikên Aştiyê, rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a bajar, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAYDER) û gelek kesan ve hate pêşwazîkirin. 
 
Alçîçek, bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate pêwşazîkirin.