Piştî şewbê rewşa aboriyê: Dê betalî derkeve 11,7 milyon kesan
- aborî-ked
- 11:45 04/6/2020
Ji Zanîngeha ODTU Prof. Dr. Ebru Voyvoda û Zanîngeha Bilkentê Prof. Dr. Erinç Yeldan têkildarî bandora virûsa corona ya li ser aboriyê rapor amade kirin. Li gorî rapora wan dê li Tirkiye rewşa betaliyê ji sedî 14’an derkeve ji sedî 33’an. Hêjmara kesên betal jî dê ji 4,7 milyon kesan derkeve 11,7 milyon kesan.