Ji karkeran peyama 1’ê Gulanê: Azadî wê bi rêxistinbûnê were
- aborî-ked
- 10:41 30/4/2020
Karker û kedkarn bi wesîleya Cejna Karkeran 1’ê Gulanê bal kişandin ser grîngiya têkoşîna rêxistinkirî û gotin azadî bi rêxistinbûnê dikare were.
Karker û kedkarn bi wesîleya Cejna Karkeran 1’ê Gulanê bal kişandin ser grîngiya têkoşîna rêxistinkirî û gotin azadî bi rêxistinbûnê dikare were.
Piştî şewba virûsa corona (Covît-19) li Amedê 8 hezar û 684 kargerî hatin girtin. Ji ber girtina kargeriyan û betalî zêde bû welatî nikarin debara xwe bikin.
Seroka Giştî ya Sendîkaya Karkerên Tekstîlê yên Şoreşger Fatma Alokmen, destnîşan kir ku şewb heye lê belê hê jî fabrîke dişixulin û ji bo 1'ê Gulanê bang li karkerên tekstîlê kir ku xwe birêxistin bikin.
Li Silopiyayê cotkarên fisteqa diçînin, nizanin wê ji ber berazên ku êvarî li nav erdê wan dixin çi bikin. Cotkaran, anî ziman ku esker nahêlin bi şev nobeta erdn xwe bigirin.
Li gundê Biyadir ê Çelê dema çeltûkê dest pê kir. Ji ber ku îsal dema çeltûkê ketiye meha Remezanê welatî bêtir zehemtiyê dikişînin. Welatiyan hem bal kişand ser vê zehemtiyê hem jî şewba vîrûsa coronayê û gotin, berên li gundê wan şîn tên têra herêmê gişî dikin.
Meclîsa SKM’ê ya Amedê ji bo 1'ê Gulanê Cejna Kedkaran bang kir û xwest di pêvajoya vîrusa coronayê de karker û jinên kedkar yên karên mala dikin destûra biheq bigirin.
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê rewşa vîrusa korona parve kir û 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê pîroz kir. Platforma KESK, bertek nîşanî pergala EBA ya navê Jiyan qedexe kir dan û got: “Gelo yên nav qedexe kirin dê der barê wan de lêpirsîn bê vekirin ya na?"
Rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî ji bo qurbaniyên di 1’ê Gulana 1977’an de li Meydana Takîsmê jiyana xwe ji dest dan çalakiya bîranînê li dar xistin û diyar kirin ku heta ji kiryaran hesab bibipirsin dê ne dest ji têkoşîna û Meydana Taksîmê bernedin.
Meclîsa Kedê ya HDK’ê ji bo 1’ê Gulanê peyamek belav kir û got: “Em her kes bibin yek wê ev pergal hilweşe û em ê jiyana nû ava bikin.”
Karkerên li şantiyeyeke înşeatê ya li navçeya Rêya Armûşê dişixulin, piraniya wan bêmaske dişixulin. Karkeran, diyar kir ku ji ber şewbê barê wan girantir bûye û gotin, maskeyên wan di bêrîka wan de ne, lê belê ji ber ku dibe sedema xwêdanê nikarin bi kar bînin.
Şaredariya Qersê, piştî şewba coronayê ji bo piştgiriya hilberîna xwecihî zend û bend badane. Şaredarî, di vê çarçoveyê de pêşî piştgiriya ji bo heywanên koxan û tuxum dike û ji bo hilberînerên hemû navçeyan daxilî nav vê yekê bibin dest bi xebatên xwe yên kooperatîfbûyînê kiriye.
Odeya Avahîsazan a Amedê, diyar kir ku ji bo karkerên înşaetê tu tedbîr nayên girtin û xwest ji bo ewlehiya civakê û bajar xebata şantiyeyan bê rawestandin.
Xebatkarên tenduristiyê yên astengdar û nexweşînên kronîk tevî divê ku “li destûra îdarî” bin jî hatine xebitandin. Derket holê ku xebatkar mirin e. Rêveberiyên nexweşxaneyan giştînameyê tune dihesibînin û jiyana xebatkaran hem jî ya nexweşan dixin bin talûkeyê.
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê bernameya cejna karkeran 1’ê Gulanê aşkere kir.
DÎSK-AR’ê rapora vîrûsa corona aşkere kir. Li gorî raporê testa 535 endamên DÎSK'ê posîtif derketiye û 60 hez hezar endamên wan ketine bin bandora şewbê.