‘Bi mehan e em nikarin sebzeyan bikirin'
- aborî-ked
- 09:04 04/3/2019
Şêniyên Wanê bal kişandin ser bihabûna hilberînan û gotin: "Krîzê bandora xwe li ser hemû kesî kiriye. Em ji xwarina xwe kêm dikin. Bi mehan e me sebze nekiriye."
Şêniyên Wanê bal kişandin ser bihabûna hilberînan û gotin: "Krîzê bandora xwe li ser hemû kesî kiriye. Em ji xwarina xwe kêm dikin. Bi mehan e me sebze nekiriye."
Li gorî kamyonvanan sedema buhabûna fêkî û sebzeyan zema mazot, gubre û îlac û krîza aborî ye. Pisporên aboriyê jî xwestin hikûmet û dewlet polîtîkayên çandiniyê ji nûve rast bikin.
Serokê Komîteya Pîşeyî ya Turîzmê ya ŞÛTSO'yê Kamîl Turkmen, diyar kir ku sala 2019'an wekî sala Gobeklîtepeyê hat îlankirin û li Rihayê potansiyela turîzmê heye, lê belê divê ev potansiyel derkeve holê. Turkmen kêmsiyaên di vî warî de rêz kirin û got: "Divê em dîroka xwe, kuçeyên xwe û avahiyên xwe biparêzin."
Pisporê Tum Koy Sen'ê Sedat Başkavak, cinayetên di qada çandiniyê de pêk tên nirxandin. Başkavak, destnîşan kir ku tiştên diqewimin ne qeder e û ger karker xwe birêxistin bikin wê cinayetên bi vî rengî pêk neyên.
Pisporan diyar kir ku di bobelata kana madenê ya Mîlasê de pisporên ewlehiya kar nebûne û gotin: “Karkeran li ber çavan şandine mirinê.”
Li navçeya Erdemlî, mînîbusa karkerên çandiniyê lê sîwar bûn qulibî. Di encama qezayê de kesekê jiyana xwe ji dest da, 2 jê giran 15 kes birîndar bûn.
Li 19 bajaran destûra çandina kinfê (kenewîrê) hat dayîn, lê belê li bajarên herêmê destûra çandina kinfê nehat dayîn. Serokê Şaxa Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Abdûssamed Kocaman, bertek nîşanî vê biryarê da û diyar kir ku eger li bajarên herêmê destûr bê dayîn wê ev yek çandina kinfê ya ji bo narkotîkî tê çandin kêm bike.
Kedkarên hat îxrackirin, diyarkirin ku îxrackirin polîtîkayeke tepisandinê ye û got: "Em ê di hilbijartinê de bersiva vê rewşê bidin."
Li Kana madenê ya navbera taxa Sarikaya ya Mîlasê ya Muglayê û Bajarê Antîk de dimîne ax hilweşiya û karkerekê ku dibin axê de ma jiyana xwe ji dest da.
Prof. Dr. Aziz Konukman, polîtikayên AKP'ê yên şer û gotina Erdogan a “Hûn bihuyê guleyekê dizanin?' nirxand û wiha got: "Erdogan şer tercîh dike. Bi vê gotinê li xwe mukir hat ku nikare şer finanse bike. Ger ku hûn her tim şer bikin hûn dê civaka xizan bêtir mexdûr bikin. Dê xizanî pêş bikeve."
Welatiyan, diyar kirin ku cihên firotina tenzîmê, ji bo zêdebûna buhayê sebze û fêkiyan ne çareseriye û gotin: “Ji bo vê çareseriyek bingehîn pêwîste. Berî hilbijartinê cihê tenzimê xistina rojevê watedare. Wisan xuya dike ku li ser vê hesabên cuda tên kirin.”
AKP'ê, ji bo li hemberî krîza aborî û bihabûna fiyetên zebzeyan, mexazeyên tanzîmê ava kirin. AKP'ê, ji bo avakirina van devaran gotibû wan bê "navbeynkar" ava kiriye. Lê derket holê ku zebze û fêkiyên li mexazeyên tanzîmê ji fîrmayên tidarekker distîne û fatûre jî li Kooperatîfên Krediyê yên Çandiniyê tê birîn. Her wiha gelek firingiyên ku hin fîrmayên nêzî AKP'ê bexşî deverên tanzîmê kiribûn jî bi pereyan hatine firotin.
Cotkarên bi deynan çandiniyê dikin, ji ber zêdebûna lêçûnan zehmetiyê dikişînin. Cotkaran, anî ziman ku bi deynan deynê xwe didin.
Serokê Komîsyonvanên Fekî û Sebze yê Dîlokê Hayrî Sûcû, diyar kir ku ew gotina Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan a "Faizvan" nayê qebûlkirin û wiha got: “Îktîdar dibêjin 'Erzan bifiroşe'. Ger ku em buha bikirin em dê çawa erzan bifiroşin?"
Du ciwanên geverî, bi paqijkirina berfa li ser banan debara xwe dikin. Wexta serbanan paqij dikin ji bo neşemitin jî kindirê li nava xwe girêdidin.