Kedkar li dijî krîza aborî herikîn qada îstasyonê
- aborî-ked
- 15:46 16/12/2018
Pêkhateyên Platforma Şaxan a KESK’ê li qada Îstasyonê ya Amedê bi hişyariya "Ne kedkar, bila yên krîz ava kirine fatûreya krîzê bidin" mîtîng li dar xistin. Bi hezaran kes herikîn qada îstasyonê û tev li mîtîngê bûn. Kedkarên beşdarî mîtîngê bûn diyar kirin ku ew fatûra krîzê nadin.