Bazara Tirkiye ya li ser Idlibê didome
- analîz
- 11:14 23/5/2019
Tirkiye ya ku ewil di milê eskerî û siyasî de piştgirî da komên selefî û bû perçeyek şerê navxweyi yê Sûriye, piştî li Cerablus, Ezaz, Bab û Efrînê tev li şer bû, niha li Idlibê bi destê HTŞ'ê tevlêbûna xwe berdewam dike. Enqere bi polîtîkayên li dijî Kurdan, Idlibê dike mijara bazarê.