Têkoşîna hiqûqnasê rojhilatî ya ji bo Kurdî

WAN - Sabîr Ebdulahîzad ku ji rojhilatê Kurdistanê hatiye Wanê û li wir bicih bûye, hezar û 224 termên hiqûqî di ferhengekê de berhev kiriye. Abdulahîzad, niha jî Peymana Navneteweyî ya Medenî û Siyasî li Kurdî werdigerîne. 

 
Hiqûqnas Sabir Ebdulahîzad, li bajarê Urmiyê yê Kurdistanê ji dayik bûye û bi salan e ji bo xurtkirina zimanê hiqûqê yê bi Kurdî li Wanê dixebite. Hiqûqnas Sabir Ebdulahîzad, Epiştî rêwîtiyek sirgûniyê berê xwe dide bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê.  Ebdulahîzad, bi ferhenga xwe ya çar zimanî têkarî zimanê dayikê dike. Ebdulahîzad di sala 1986'an de li navçeya Mirgevera ya Urmiyê ji dayik buye, xwendina xwe ya seretayî û navîn li wir temam kiriye. Di sala 2009’an de ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Urmiyê mezûn bûye û paşê li zanîngehên Tahran û Hemedanê master û doktoraya xwe di warê hiqûqa navneteweyî dixebitî. Lêbelê, ji ber zextên rejîma Îranê, di 2016'an de neçar ma ku ji welat derbikeve. Ji we demê ve, Ebdulahîzad li Wanê dijî û karê xwe li DADSAZê didomîne.
 
FERHENGA HIQÛQÊ YA BI ÇAR ZIMANAN 
 
Berhema herî girîng a Ebdulahîzad "Ferhenga Têgehên Hiqûqa Navnetewî" ye, ku wî bi zimanên Kurdî, Tirkî, Farisî û Ingilîzî amade kiriye. Xebata ferhengê û komkirina têgehên hiqûqî zêdetirî sê salan berdewam kir. Ev ferhenga ku ji aliyê Ebdulahîzad ve hatiye amadekirin ji hezar û 224 têgehên hiqûqî dihewîne. Ew wekî çavkaniyek referansê ji bo xwendekarên hiqûqê, zimannas û lêkolîneran kar dike. Ebdulahîzad niha jî endamê DADSAZ'ê ye. Ebdulahîzad, ji bo projeyên nû bi komeleyê re amadekariyan dike. Hefteyê rojekê li saziyê maseya nîqaşa hiqûqî tê danîn, ku nîqaşên li ser têgehên hiqûqî bi Kurdî têne kirin. Li ser maseyê, ku parêzer û pisporên hiqûqî cihê xwe digirin, nîqaşên kur têne kirin. Ebdulahîzad, niha jî bi saziya DADSAZ'ê û Weqfa Mezopotamyayê amadekariya wergera peymanên navnetewî dike. Ev xebat jî dê di rojên pêş de bi hevkariya Weqfa Mezopotamyayê bê parvekirin.
 
RÊWÎTIYA HIQÛQÊ 
 
Hiqûqnas Sabîr Ebdulahîzad, bi lêv kir ku xebata ku ew niha dide meşandin xeyala wî ya zarokatiyê bû û wiha behsa xwe kir: “Ez ji zarokatiya xwe de ji ziman hez dikim. Daxwaza min a wêjeyê hebû. Min dixwest ku ez karekî bikim. Piştre min biryar da ku hiqûqê bixwînim. Gelek sedemên vê yê cuda hebûn. Piştî wê her tim min dixwest ku ziman û hiqûqê li hev girê bidim. Min dixwest ku fikrê xwe ramanê xwe û ew tiştê ku ez hîn dibim di cihana hiqûqê de û hiqûqa navnetewî de. Min dixwest ku van bi Kurdî der bibim. Lê mixabin ji ber ku ziman ewqas pêşneketibû ez çiqas çavkaniyan digeriyam min nekarî ku ez ferhengekî bibînim ku ji min rê xweşger be. Lê di keliyekî de weke biryarekî min got heger ku tune be, çima ez bi xwe hewl nedim ku çêbikim? 
 
Ji ber wê jî di perwerdehiya xwe ya asta doktorayê de, ji ber hin sedemên cuda ez neçar mam ku ji Rojhilat derbikevim. Di van heyaman de min dest bi termên (terim) komkirina hiqûqa navnetewî kir. Termên ku zêdetir di teza xwe de pêdiviya min bi wan hebû, termên ku min dixwest ez jiyana xwe ya rojane de jî behs bikim û vebêjim û wan bikar bînim. Her ku diçû ev daxwaza min zêdetirîn bû. Ez pê hesiyam ku girîngiya vê xebatê pir zêde ye ku tenê min ji zimanê serdest xelas nake. Belkû rêxweşger be ji bo gelek lêkolînerên Kurd ê ku dixwazin Kurdî lêkolînê bikin. Lê meteryalek li ber destê wan nîne. Ji ber wê ez pir bextewar im. Ji ber çi? Dema ku ez hatim bakurê welatê xwe ew xewn xewna min tenê nîne. Xewna gelek hiqûqnasên Kurd, parezerên din ê Kurde. Yê ku dixwazin di warê hiqûqê de jî pêşketina ziman çêbibe û lîteratûrê de xebatên baş çêbibin. Ez hatim Bakurê dilê xwe bi cih bûm. Li vir jî bi awayeke reqûpek û bi awayeke zanistî cihê xwe bigirim û hem jî ferhenqa xwe ya hiqûqê jî bigihînim qonaxa weşandinê. Ew hezkirina ziman, hêzkirina pêşxistina ziman di min de hebû, di min de çêbibû. Lê hatina min a bakur ji bo min bû hêz, ji bo min bû derfet."
 
HEZAR Û 200 TERMÊN HIQÛQÎ YÊ BI KURDΠ
 
Hiqûqnas Ebdulahîzad, diyar kir ku piştî ku ew ji Rojhilat derketî wî lez da xebata xwe ya li ser termên hiqûqê û wiha domand:" Hêviya me ya sereke, heke ku li her aliyê welatê me û cîhanê Kurdek bixwaze û daxwaza wî hebe ku bi zimanê Kurdî nîqaşa hiqûqê bike dikare ku ji van berhemên me sûde bigire. Di ferhenga hiqûqa termên navnetewî de hezar û 200'an zêdetir termên taybet ê hiqûqa navnetewî hene. Bi taybet ev yekem xebata min a hiqûqî ye. Piştî wê di çarçoveya Weqfa Mezopotamyayê de me xebat kir. Weke zimanzan û lêkolîner ez di xebatê de cih digirim. Me hewl da ku hezar terman û paşê jî 5 hezar terman em bidin hevdû. Ji hejmara terman zêdetir ji naveroka terman kakilê terman ji me re hewce ye. Dema ku em dibêjin hezar û 200'an zêdetir terim ev hezar û 200'an zêdetir terim her yek ji wan ramanekî digire. Em behsa cîhaneke berfireh a hiqûqî dikin. Tişta girîng ji wan terman sûd girtine."
 
TERMÎLOJIYA HIQÛQÊ 
 
Hiqûqnas Ebdulahîzad da zanîn ku ev xebata wan di pêşerojê de ji hemû hiqûqnas û parezeran re bibe rê û ev tişt got:"Fikra avakirina saziyeke ku di warê lîtaretûra hiqûqê de bixebite ne fikreke nû ye. Lêbelê dema ku derfete wiha çêbû me karî ku di aliyê termolojiya hiqûqê de hinekî pêş bikevin şansek ji bo me çêbû. Êdî destê me de meteryal çêbûn û di destê me terim hebûn. Ev termên ku di nava jiyana rojane de nîqaşên hiqûqî bi awayeke rihet bikar bîne. Beriya ku em hewl bidin saziyê ava bikin bi taybet ferhenga termên hiqûqê ku ji bin destê hiqûqê derket, ji bo hiqûqnas û parezeran bû çavkaniyeke herî girîng. Ji vê berhemê sûd girtin û li ser hiqûqê nîqaşên hiqûqî bikin. Wexta ku meteryal gihişte destê me. Me biryar da ku ne weke komek komxebatan bikin, me xwest ku êdî wisa bibe ku em xebatekî bikin. Yek ji armanca me ew e ku em ji van ferhangan sûd bigirin û ew termên ku biryar li ser hatiye dayin ji pirtûkê de derbixînin. Em dixwazin ku vê xebatê bikin perçeyeke jiyana xwe ya rojane."
 
MASEYA NÎQAŞÊN HIQÛQÊ HATE AVAKIRIN 
 
Ebdulahîzad, anî ziman ku wan xebata xwe ya ferhengê jî bi çar zimana kiriye û armanca wan ew bûye ku parezer û hiqûqnasên çar perçeyên Kurdistanê ji sûd bigirin û wiha pê de çû:" Tu armancên me yên sereke hene; armanca me ya yekemîn di warê hiqûqê de ji dîroka huquqî ya Kurdî bigire heta hiqûqa nûjen, pergalên hiqûqê yên cuda, şaxên hiqûqî yê cuda û babetên ku hiqûqî yê ku di bin her sîwanekî de cih digirin, li ser van lêkolînê bikin û di bin seywana komeleya xwe de perwerdehiya hiqûqê bidin. Ji ber wê hêleke girîng a DADSAZ'ê jî perwerdeye. Ji destpêka avakirinê heta îro jî me gelek projeyên rekûpêk dahiştine. Proje û xebata me ya niha maseya nîqaşên hiqûqî ye ku her çarşem li DADSAZ'ê çi çarçoveyeke hiqûqî de mijarek tê diyarkirin û yek ji parêzer, endameke komeleyê mijarekî hildibijêre û di çarçoveya wê mijarê de hevalên me nîqaşan dikin. 
 
Niha di bin sîwana Weqfa Mezopotamyayê de komxebata xwe kiriye. Ji bo min jî cihê şanaziyê ye ku di vê xebatê de cih digirim. Em li ser termên hiqûqî disekînin. Niha jî yekem care ku ji hezar terman pêk dihat biweşînin. Ev xebate niha li ber destê me ye. Em bi awayeke çalak di vê xebatê de cih digirt. Em hewl didin ku di demeke nêzîk de weke belgeya ferhengê ya duyemîn biweşînin. Di vê komxebata hiqûqê de nêzî hezar terim hatine tespîtkirin. Bergindên van terman ê erebî, ingilîzî, farsî jî hatine amadekirin. Ji bo hiqûqnasên bakur zimanê tirkî, ji bo başûr û Rojava zimanê erebî. Çavkaniya me ya sereke jî ji bo avakirina ferhengê ye,ne ji bo avakirina pergaleke hiqûqî ye. Çavkaniya me ya zêdetir ingilîzî bû û me di ferhengê de ingilîzî bi cih kir. Heke ku me têgeheke hiqûqî di nava ferhenga xwe de bi cihkiribe vê têgeha hiqûqî tenê di nava ferhengê de nahêlin.Hewl didin ku di nava ferhengê de derbixînin û di jiyana xwe ya rojane de bikar bînin."
 
DI ASTA NAVNETEWÎ DE CARA YEKEM XEBATEKE BI KURDÎ
 
Ebdulahîzade diyar kir ku wan Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî wergerandiye û ev cara yekem e ku lêkolînek bi vî rengî tê kirin û got: "Niha tişta ku em li ser disekinîn berfirehkirina komxebata maseya nîqaşên maseya hiqûqê ye. Ji bo ku em bikaribîn nîqaşên hiqûqê bikin û ji aliyê hiqûqî ve asta xwe bilintir bikin. Niha xebata ku em li ser disekînin wergerandina peyman nameyên navnetewiye. Me bi peymannameya bi  netewî ya medenî û siyasî destpêkiriye. Ev jî êdî di asta edîtoryayî de ye. Werger xelas bûye û em ê dest bi edîtoryayî wê kiriye. Demeke nêz de weke yekem belgeya navnetewî a bi Kurdî biweşînin. Ev di bin baneyê Dadsazê de hatiye wergerandin. Ji bilî wê  projeyeke din li ber destê me ye. Niha amadekariya wê hatiye kirin û em ê demeke nêz de ragihînin. Ev jî projeya perwerdehiya termên hiqûqên navnetewî ya mafê mirovane. Bi taybetî em dixwazîn li ser vê xalê bisekînin. Em dixwazin ku qada parezvaniyê bi zêdetir pêşve bikeve. Em dixwazin ku bi zimanê Kurdî parastina mafê mirovan bikin û hem jî bi xalên cuda cuda nîqaşan bikin. Ev jî weke projeyekî  ber bi temambûnê ve ye. Di demeke nêz de qureke bi sertîfîkaya ya rû bi rû ya pererdehiya termên Kurdî ya hiqûqî ya mafên mirovan ragihînin Ji bilî vê çend projeyên me yên din jî hene."
 
MA  / Zeynep Durgut