ENQERE - Wekîla DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan bertek nîşanî êrişên li dijî cenazeyên gerîlayan û astengkirinan da û got ku aştî ne tenê bêdengbûna çekan e.
Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Dîlan Kunt Ayan têkildarî êrişên li dijî cenazeyên gerîlayan û astengkirinên polîs û leşkeran, li Meclisê daxuyanî da. Dîlan Kunt Ayanê, wêneyên êrişên li dijî cenaeyê Dilber Bozkurtê ku di pêvajoya xweberêveberiyên bajaran de li Sûr a Amedê jiyana xwe ji dest dabû nîşan da û got: “Ev wêneyê ku di sala 2016’an de di bîra civakê de cih girtibû tê bîra we. Bi ava şid êrişê dibin ser darbestê, bi tomayan êrişî kesên dixwazin şînê deynin dikin. Tişta di vir de tê dîtin ne tenê kêliyek e. Em dibînin ku mafê şîngirtinê, wijdan û parvekirina êşê ya gelekî bi rêxistinkirî tê astengkirin. Aştî ne tenê mafê kesên dijîn e, di heman demê de mafê miriyan jî ye. Di olê de jî heye, dema kes mir, hukmê li ser radibe.”
‘GORISTAN PÎROZ TÊN DÎTIN’
Bi domdarî Dîlan Kunt Ayanê anî ziman ku ji Mezopotamyayê heta Asyaya Navîn, goristan her tim pîroz hatine dîtin û got: “Tişta mirovan dike mirov, têkiliya bi miriyan re hatiye danîn e. Çawa ku dema xizmên kesekî mirin heta êşa xwe baş nejî baş nebe, civak jî wisa ye. Gelê Kurd û gelên din jî heta cenazeyên xwe defin nekin, het duayan nekin û bi girseyî oxir nekin, şîna xwe nagirin. Lê mixabin bi sala ye li vê xakê ev mafê herî însanî jî rastî êrişan tê.”
ÇÎROKA XALÊ BEHÇETÊ
Di berdewama axaftina xwe de Dîlan Kunt Ayanê çîroka Xalê Behçetê ya li navçeya Wêranşar a Rihayê vegot û ev tişt anî ziman: “Xalê Behçet, tevî emrê xwe yê mezin û nexweşiyên xwe jî her serê sibehê diçe deriyê partiyê vedike û çaya xwe dem dike. Dibêje ‘Ev derî deriyê aştiyê ye, divê girtî nemîne.’ Hemû xelkê Wêranşarê jê hez dikir, emrê xwe da aştiyê û bû yek ji sembolên kesên aştîxwaz. Kurê Xalê Behçet, di 11’ê Tebaxa 2020’ê de li herêma Metînayê jiyana xwe ji dest da. Bavekî ku bi salan agahî ji kurê xwe nedigirt, di 31’ê Cotmehê de li ser çapemeniyê hîn bû ku kurê wî di sala 2020’ê de jiyana xwe ji dest daye. Nehiştin vê êşa xwe bijî û parve bike. Di 1’ê Mijdarê de li Rihayê nehiştin xelk biçe serdana şîna kurê wî, berîqet danîn pêşiyê û gelek polîs lê bicih kirin. Sedema vê çi bû? Ma dikarî ji miriyekî tolê hilînî? Şîngirtina bavekî çawa dibe sûc? Ev bav neçar dimîne ku şîna kurê xwe di bin dorpêça polîsan de bigire.”
‘DIVÊ HÛN JI XWE ŞERM BIKIN’
Di berdewamê de Dîlan Kunt Ayanê ev tişt anî ziman: “Kesên ev tişt bi serê Xalê Behçet anîn divê ji xwe şerm bikin. Em ê dev ji xwedîderketina li cenazeyên xwe, ji veguhestina wan bernedin. Divê zîhniyeta ku zilmê li darbestan, cenazeyan, li goran dike, dev ji vê kiryara xwe berde. Ji Rihayê heta Şirnex, Cizîr, Agirî û gelek cihên din ev mînak tên dîtin. Tevlibûna şînan bi fermanên walîtiyan tên astengkirin, dixin dorpêçê, têketin û derketina goristanan ji hêla leşkeran ve tên astengkirin, deriyên malên şînan tên qilfekirin.
Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e. Rêzgirtina li hemberî êşa hev û qebûlkirina hev e. Banga me ji bo kesên tehemûla mafê herî însanî anku mafê şînê jî nakin e; em ê destûrê nedin we. Rêzê ji bo miriyên me bigirin. Rêzê ji bo mafê şînê bigirin. Ji ber ku aştî, rêzgirtina li hemberî şîngirtina aliyê din e. Dem dema aştiyê ye û divê hemû kiryarên zirarê didin aştiyê bên terikandin. Banga me ji bo wezaretê ew e ku tavilê dev ji van sepanan berdin.”
