Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava dest pê dike

img

RIHA - “Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava” ya bi temayên “Çîrokên Hevpar û Sînemaya Azad” ku diyariyê 283 zarokên Kurd ên di Komkujiya Sînamaya Amûdê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatibû kirin dest pê dike. 

Bi ser komkujiya bajarê Amûdê yê li Qamişloyê ku 283 zarokên Kurd hatibûn qetilkirin re 65 sal derbas bûn. Komkujiya ku wek “Komkujiya Sînemaya Amûdê” derbasî dîrokê bû, di 13’yê Mijdara 1960’an de hate kirin. Bi biryara rêveberiya Baasê, ji bo piştgiriya têkoşîna serxwebûna gelê Cezayîrê xwendekarên dibistana seratayî birin fîlmê Misrî yê bi navê Cerîmet Nisf el-Leyl (Sûcê Nîvê Şevê), birin hêwana Sînemaya Şehrezad a Amûdê. 500 zarok xistin hêwana ku bi kapasîteya 120 kesan. Piştî destpêkirina filmê, şewata ku bi perdeyê ket, li hemû hêwanê belav bû. Li gorî îfadeya şahidan, deriyê hêwanê ji aliyê leşkeran ve ji derve de hatiye qilfekirin, midaxileyên tefandinê hatine astengkirin û komkujiyeke mezin pêk hatiye. 283 zarokên ku temenên wan di nabera 8-14 salî jiyana xwe ji dest dane. Rexmê derbasbûna 65 salan hêj komkujî nehatiye zelalkirin û berpisiyar nehatiye cezakirin. Rejîma Baasê bi salan bibîranîn qedexe kir û hewl da ku komkujiyê bi gel bide jibîrkirin. Lêbelê gelê Amûdê her sal di 13’yê Mijdarê de zarokên xwe yên di nava şewatê de hatibûn qetilkirin, bibîr anîn.
 
MIHRÎCANA KU DIYARIYÊ ZAROKAN HATIYE KIRIN
 
Li Bakur û Rojavayê Sûriyeyê Mihrîcana fîlman diyariyê zarokên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûni hat kirin. Îsal dê 5’emîn “Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava” bi temayên ““Çîrokên Hevpar û Sînemaya Azad” bê lidarxistin. Mihrîcana ku dê 7 rojan bidome, li Navenda Huner û Çandê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişlo û Hêwana Sînemayê ya Mezopotamya TEV-ÇAND’ê dê bê lidarxistin. Dê di festîvalê de 81 fîlm bên nîşandan û ji van fîlman jê 21 belgefîlm, 7 heb jê bimetraja dirêj ên Kurdî, 8 jê fîlmên Sûriyeyê hatine kişandin, 8 jê fîlmên metrajdirêj ên navneteweyî û 37 fîlm jî fîlmên kurt in. Temayên fîlman ji têkoşîn, lêgerîna azadiyê, koçberî û têkoşîna civakî pêk tê.
 
Mihrîcan dê di 20’ê Kanûnê de bi nîşandana belgefîlma li ser jiyana rojnamevan Nazim Daştan a bi navê “Heval Birako” ve dest pê bike. Herwiha di mihrîcanê de dê belgefîlma “Hemo” yekemcar bê nîşandan. Her du belgefîlm ji aliyê Komuna Fîlman a Rojava ve hatine amadekirin.
 
Di beşa sînemaya Sûriyeyê de fîlmên demeke dirêj qedexe man û nehatin nîşandan yekemcar wê bêne nîşandan. Hin ji wan jî ev fîlm in: The Immortal Sergeant, The Translator, Ajnabi. Di dawiya festîvalê de wê merasîma xelatdayinê di 5 kategoriyê de pêk were. Bi navê Sirri Sureyya Onder Xelata Mafê Mirovan û Demokrasî, Xelata Sînemaya Kedê ya Mazdek Ararat, Xelata Wêrekiya Jinê ya Azad a Menîce Haco û Xelata Sînemaya Azad a Halîl Dag wê li festîvalê bêne belavkirin.