Ezîzê Cewo: Dîroka zerdeştî dirêjî Medan dibe
- çand û huner
- 10:34 06/1/2022
Kurdolog Ezîzê Cewo destnîşan kir ku derheqê zerdeştiyê de gelek guhertin ango tehrîfat hatine kirin û dîroka vê baweriyê girê dide Medan.
Kurdolog Ezîzê Cewo destnîşan kir ku derheqê zerdeştiyê de gelek guhertin ango tehrîfat hatine kirin û dîroka vê baweriyê girê dide Medan.
Platforma Zimanê Kurdî, ji bo dersên kurdî yên bijarte daxuyaniyeke nivîskî da û bang kir ku malbat ji bo zarokên xwe dersên kurdî yên bijarte hilbijêrin û li zimanê kurdî xwedî derkevin.
Yenîsahneya Êlihê bernameya xwe ya meha Rêbendanê aşkere kir.
Şanoya Bajar a Amedê, di meha Çileyê de wê bi lîstikên “Hinek Henek”, “Tenê Ez”, “Mem û Zîn” û “Tartuffe” derkeve pêşberî şanohezan.
Orkestra ma klîbek nû çêkir. Dê klîb îşev saet di 10'an de li ser hesabê youtubê yê "ma music center"ê bê weşandin.
Komeleya Lêkolînên Kurdî, berhema çîrokî ya bi navê “Momo” ya ku di nava wêjeya klasîkên cîhanê de cih digire, wergerand kurdî.
Leyîstika pêkenok a “Serbaz” ku ji aliyê koma Yenîsahneya Êlihê ve hatiye amadekirin, li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê mêvanê amediyan bû. Lîstik ji destpêkê heta dawiyê temaşevanan dide kenandin.
Hunermend Rewşan Çelîker li Wêjegeh Amed gotûbêjek li dar xist û diyar kir ku ew dixwaze di navbera stran ango helbestên klasîk û nûjen de pirekê ava bike.
Ji bo bîranîn û yadkirina Arjen Arî yê yek ji pêşengê helbesta kurdî ya nûjen, ku di 30'yê cotmehê çû ser dilovaniya xwe, dê îsal pêşbirka 9'emîn a helbestê bê lidarxistin.
Hunergeha Welat ku li Rojavayê Kurdistanê xebatên girîng ên hunerî dike, bi beşdariya 125 stranbêjan klîba “Awazên Windayî” bi 6 zimanan amade kir.
MED-DER, PEN'a Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstîtûya Amedê û MED TUHAD-FED wê derbarê girtiyên jin de xebata çîrokan bidin destpêkirin. Di çarçoveya bernameyê de divê çîrok heta dawiya 8'ê Adara 2022'an ji MED TUHAD-FED re bên şandin.
Di çarçoveya projeyekê de 20 jinan 20 çîrok nivîsandin û weke pirtûk çap kirin.
Komuna Fîlm a Rojava, ragihand ji ber filmê "Ji Bo Azadiyê" ji 5’emîn Festîvala Filman a Navneteweyî ya Silêmaniyê hatiye rakirin fîlmê "Dema Dirîreşkan" ji festîvalê hatiye vekişandin.
Ji berdevkên Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, diyar kir ku wê li Rihayê nûnertî vebikin û ev tişt got: "Divê kes ji fermîbûna kurdî netirse."
Anadolu Quartet ku bi pirzimanî kemanê dijenîne li hemamek dîrokî ya Sûra Amedê konserek li dar xist û dengê stran û awazên pirzimanî olan dan.