Li Kapazê protestoya bendavê
- ekolojî
- 14:05 08/3/2024
Li Taxa Kapazê ya Meletiyê bendava ku dixwaze were çêkirin hate şermezarkirin.
Li Taxa Kapazê ya Meletiyê bendava ku dixwaze were çêkirin hate şermezarkirin.
Endamê Kolektîfa Polen Ekolojiyê Umut Şener ji ber karesata Licikê hişyarî kir û anî ziman ku siyanûra li Licikê belav bûyî dibe ku mîna li Çernobîlê, rê li ber gelek bûyerên penceşêrê veke.
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li dijî çêkirina Bendava Farqînê bang li her kesî kirin ku biçin Geliyê Godernê.
Serokwekîlên DEM Partiyê pêşniyarqanûn dan Meclisê û destnaşan kirin ku lêgerîna zêr a bi siyanüre xetereyeke mezin li ser ekolojiyê û tendurstiya gel çê dike û xwest ku li Tirkiyeyê lêgerîna zêr a bi siyanurê were qedexekirin.
Hevserokê Şaxa Odeya Endezyaran a Kanzayê Nûrî Alpaslan anî ziman ku li qada madenê ya li Licikê ku karesat lê çêbû li dijî projeyê hilberîn hatiye kirin û anî ziman ku divê maden bên îstîmlaqkirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordû destnîşan kir ku berpirsê karesata kana madenê ya Licikê desthilat e û wiha got: “Gelo çima çûna rêxistinên ekolojiyê tê astengkirin?”
Rêveberên Komeleya Hawirdorê ya Munzurê ku destûr nehat dayîn biçin qada hezazê ya li Licikê diyar kirin ku divê li dijî karesata çêbûyî her kes xwe birêxistin bike.
Ekolojîst Koray Turkay diyar kir ku fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ekolojiyê esas digirin, li gelek deverên cîhanê belav bûne û got: "Ocalan yek ji girîngtirîn analîstê wwan fikran e ku modernîteya kapîtalîst parçeparçe dikin."
Serokê ÇEVDER’ê Alî Kaçik destnîşan kir ku ekolojiya erdnîgariya Kurdistanê ev 40 sal in bi awayekî sîstematik tê qirkirin û anî ziman ku qeyûmê Wanê li ser 8 qadên avî “Bexçeyên Milet” da çêkirin.
Hatîce Înal ku bi salan e bi çêkirin û firotina qehweya kezwanê debara xwe dike, anî ziman ku ji ber darbirîna li herêmê îsal kezwan kêm bûne û got: "Kezwan nebateke bi şîfa ye. Bi salan e ez vê şîfayê li gel belav dikim."
Masîvanê cizîrî Mehmet Ulku ku Masiyê Piling ê ku nifşê wî bi tunebûnê re rû bi rû ye dîtiye, destnîşan kir ku gelek cûreyên masiyan ji ber bendavan ji holê radibin û got: “Dê axa me di bin avê de bîmîne, gundên me werin valakirin. Em bendavê naxwazin.”
TKÎ li bajaroka Bêspinê û gundê Bêşêrê yên navçeya Silopiyayê dê bi awayekî lezgîn 51 parsel erd îstîmlaq bike. Qadên hêşîn ên ku dê bên îstîmlaqkirin, dê bi temamî bên tunekirin.
Di dema xebatên viyadûkê yên li navçeya Pasûsê re de dînamît hatin teqandin. Ji ber teqandina dînamîtan, zirar gihişt Pira Geliyê Goderneyê ya dîrokî.
Yek ji dildarên Înîsiyatîfa Avê Gongor Erçîl jî diyar kir ku yek ji sedemên sereke yên pirsgirêka tîbûnê ya li Mûglayê tehsîskirina çavkaniyên avê ya ji bo santralên termîk e û got ku ger dest ji vê rewşê bê berdan, dê pirsgirêka ava vexwarinê ya bajêr çareser bibe.
Hevserokê ÇEV-DER’ê Alî Kalçik bal kişand ser texrîbata ekolojiyê ya li Kurdistanê û got ku çareseriya pêşîlêgirtina vê texrîbatê, xwedîderketina li paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Abdullah Ocaln e.