Ji HDP’ê ‘Hevdîtinên Ekolojiyê’: Bila li şûna betonê dar şîn bibin
- ekolojî
- 14:50 15/4/2021
HDP'ê di roja sêyemîn a “Hevdîtinên Ekolojiyê” de, li navçeya Mezîtlî bi gel re li hev civiyan. Parlementerê HDP’ê Ridvan Tûran, diyar kir ku armanca wan ewe ku çandinî û xwezayê biparêzin û wiha got: “Em dixwazin ku li ser vê axê li şûna betonê darên porteqal û lîmonan şîn bibin.”