Ji Stenbolê berê xwe da gundê xwe: Divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne

img

AMED - Cabbar Alp piştî salên dûr û dirêj ên li bajaran, biryar da ku vegere gundê xwe. Alp, piştî salan vegeriya gundê xwe yê girêdayî navçeya Farqînê. Alp anî ziman ku divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne. 

Piştî şewba Covîd-19'ê gelek kes ji bajarên mezin û qelebalix berê xwe dan gundên xwe. Yek ji van kesan jî Cabbar Alp ê 33 salî ye. Alp, piştî salan ji Stenbolê berê xwe da gundê xwe Fêra yê navçeya Farqînê. Alp, 4 meh berê hatiye gundê xwe û niha hewl dide li nav erdê xwe fisteqan biçîne. 
 
DU FÎLMÊN KURT 
 
Alp, heya niha gelek tiştên hunerî jî kirine. Di gelek şanoyan de lîstiye û du fîlmên kurt jî çêkirine. Fîlmê wî yê ewil "Anons" e. Anons, behsa qedexeyên derketina kolanan ên li Sûrê dike. Alp, bi vî fîlmê xwe gelek xelat stendine. Fîlmê wî yê duyem jî "Cî Nema" ye. Di vî fîlmê xwe de jî behsa zarokekî ku piştî qedexeya derketina kolanan û şerê li Cizîrê berê xwe dide Stenbolê dike. 
 
Alp, bilêv kir ku piştî bazirganî pêş ketiye bajar jî çêbûne û niha bi çanda bajarîbûnê çand jî tê texrîbkirin. Alp ku got "Jiyana bajêr, nahêle mirov li ser mirovbûna xwe bifikire" anî ziman ku ev jiyan mirovan diqedîne. Alp, destnîşan kir ku ya diqede tenê ne çavkaniyên maddî ne, pê re ruh û manewiyata civakiyî jî diqede. Alp, diyar kir ku piştî demekê manewiyat di nava qelebalixiya bajêr de nayê dîtin û got: "Ev rastî her diçe zêde dibe. Feraseta, heger tu bisekinî tu yê bikevî, heye. Madem werê, gelo ev lez û bez ber bi ku ve diçe?"
 
JIDÎLΠ
 
Alp, destnîşan kir ku ya ku ev yek ava kiriye kapîtalîzm e û got: "Rastiya, li paş konfor û şatafatê veşarî. Navê modêrnbûyînê li vê qedandinê û tunebûnê dikin. Gava hal mesele wiha be, vê carê mirov dipirse bê çi dikin. Gava li bersivên pirsên bi vî rengiya geriyam, dîtina min dît ez li vê derê me. Tu çi dikî bikî, divê jidilbûyîn hebe. Min ev jidilî û samiyet li vê derê dît." 
 
XEBATÊN HUNERΠ
 
Alp, bilêv kir ku hem projeyên wî yên hunerî hem jî yên di warê çandiniyê de hene û got: "Wisa bawer dikim, divê em berhemên xwe yên civakî, çandî û hunerî li vê erdnîgariyê pêk bînin. Gelek hevalên wekî min hene ku berê hatine van deran karê xwe kirine. Ev cihê kêfxweşiyê ye. Beriya her tiştî gelê herêmê pir xwezayî ye, nexasim jî ên gundan. Her yek jê bîra çîrokan e. Her kevirek xwedî zêmarekê ye. Divê bên guhdarîkirin. Her bihosteke vê axê, şahidê hin tişta ye." 
 
Alp, destnîşan kir ku armanca wî ne ew e ku vegere gund li kêfa xwe binêre. Alp, bilêv kir ku ji bo projeyên xwe deyndarê civakê ye, lewma xwestiye projeyên xwe li nav civaka xwe pêk bîne. Alp, anî ziman ku xeyal divê neyên taloqkirin û got: "Mirovên li hemû qadên jiyanê tevdigerin, divê pêwendiya wan bi civaka xwezayî re hebe. Çendî ku di bin banê pergala kapîtalîst de be jî, lê belê hin taybetmendiyên wê yên zindî hene. Kesên keys û derfeta wan a ji bo vegera jiyana xwezayî hebe, divê vê firsendê ji dest bernedin û jê bêpar nemînin. Nexasim jî mirovên bi hunerê re eleqedar, dê berhemine watedartir biafirînin." 
 
MA / Tolga Guney

Sernavên din

15/12/2020
09:09 'Bajarê ku mafên mirovan lê tune ye: Wan
09:08 Di 4 mehan de 2 caran derp kirin û kirin hucreyê
09:08 Greva birçîbûnê di roja 19'emîn de ye: Banga ‘dengê hevpar’ li muxalefetê hat kirin
09:07 Kiliçaslanê girtî: Armanca greva birçîbûnê azadiya Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2020'AN
08:52 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14/12/2020
20:45 229 kesên din jî ji ber şewbê Covîd-19'ê mirin
16:59 Erdal Eren li ser gora wî bi bîr anîn
15:50 HDP’ê ji bo kongreyê bang kir
15:14 Guven: Çawa Demîrel û Çîller çûn, ew ê jî biçin
15:09 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Tûran rakirin nexweşxaneyê
14:56 Ji ber rabûna ava behrê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan
14:44 Li Êlihê zilamek êrişî jineke ducanî kir
14:41 Derbarê 26 siyasetmedaran de biryara dewama girtinê hat dayîn
14:35 Bavê Aydenîz hat definkirin
14:29 Li Sûrê hilweşîn didome
13:57 Ji bo aktîvîsta TJA’yê Şîmşek ceza hat xwestin
13:36 Di nav salê de ji ber nûçeyên têkildarî pandemiyê 130 rojnameger hatin girtin
13:31 Ji HDP’ê bo salvegera qedexeyan daxuyanî: Gelê kurd li ser piyan e
13:16 Di şerê li ser erd de 4 kes birîndar bûn
13:10 Di êrîşên hewayî yên 2 salan de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest da
12:32 9 sal ceza li Hevşaredara Karazê hat birîn
12:08 Bavê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîzê jiyana xwe ji dest da
12:07 Cenazeyê Erbaş radestî malbata wî hat kirin
10:56 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Wê xewa tacîzkeran bireve
10:50 Vaye çekdarên bipere ku Tirkiyê wan şandiye Lîbya û Qerebaxê
10:08 Li Êlihê polisan tundî li berhevkarê kaxizan kir
09:04 'Em ê rê nedin asayîkirina tecawizê’
09:04 Dede: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê tecrîd rabe
09:04 11 sal cezayê li polîsê faîlê 4 kesan hat birîn, ‘li gorî hiqûqê’ hat dîtin
09:04 Mecîd: Li Başûr qeyrana siyasî û aborî heye
09:04 ‘Mûçeya kêmane ne tu mûçeye ku mirov pê debara xwe bike’
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2020'AN
13/12/2020
19:35 218 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan
17:50 'Gel bila xwedî li daxwazên me derkevin'
15:30 ‘HDP rêya rizgarkirina welat e’
15:05 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê mirovan ji Magna Cartayê paşdetir e
13:59 Li Stenbolê tundiya zilam
13:59 Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altun dest bi greva birçîbûnê kir
13:31 Ji 62 rêxistinên jinan daxuyaniya hevpar: Em ê bêdeng nemînin
13:23 Mamostayên Olî: Çalakiyên gel rewa ne
12:34 Nûçegihanê Rojnews’ê Zusik Hemed 2 roj in di bin çavan de ye
11:40 Bijîjkekî din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
11:39 40 sal borî: Erdal Eren hêj 17 salî ye
09:21 Konûk: Hiqûqa dijminatiyê pêş dixin
09:20 Dayika girtî: Destê xwe bindin hev û rabin
09:19 Bi nasnameya kesekî din tawanbar kirin û ji peywirê girtin!
09:18 Di 27 salan de 200 caran avêtin ser mala wê
09:17 'Ciwan dê ji bo tecrîdê bêdeng nemînin'
09:16 Li Geverê 117 esnafan dikanên xwe girtin
09:15 Baroya Amedê: Esker û polîs, vîtrîna qirêjî ya dewletê ne
09:14 Hunermendên kurd: Dem dema yekîtiya neteweyî û azadiyê ye
09:13 Ji partiyên siyasî banga hevpar: Xwedî li çalakiya grevê derkevin
09:09 135 roj in cenazeyê Acar nadin malbatê
09:08 MEBYA-DER: Divê her kes ji bo greva birçîbûnê gavan biavêjin
09:02 'Cizîrê serê xwe netewand û ji niha pê ve jî wê netewîne'
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2020'AN
12/12/2020
20:11 222 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:01 Koma 4’emîn çalakiya grevê dewr girtin
16:37 Meclîsa Malbatên Şehîdan pilanên li ser Şengalê şermezar kirin
15:56 Şermezarkirina gaza xwezayî ya bi beroş û miqilkan
15:32 Wezîr Endama Meclîsa Giştî ya HDP'ê ji kar dûr xist
15:19 2 cenaze bi şev defin kirin
15:04 Ji 805 Welatiyan bo Bahçelî: Şirîke îqtîdarê welat dabeş dike
14:33 Çakmak ê nexweş daket 35 kîloyan: Tedawî bikin
14:12 Dadgeha Mûşê 5 kes girtin
13:49 Dayika Şemiyê: 25 salin li vê qadê me
13:39 24 sal in kujerên Onerari nehatine dîtin
13:00 Rejîma Îranê berpirsê Kanala Amadnews’ê darve kir
12:55 Kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan li Başûr belav dibe
12:12 Li Girtîgeha Trabzonê 6 girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
12:03 Polîsan li Cizîrê 2 kes binçav kirin
11:37 Li Kolanên Wan û Amedê polîs û maşîneyên zirxî hene
11:15 Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî polîtikayên hikûmetê li qadan in
10:04 Hejmara Zrîngê ya 9’emîn derket
09:40 Peyama nameyên Mehmet Tunç: Bi me serbilind bin
09:31 Mafê dengnekirinê yê Hevberdevkê HDK’ê Şenoglû wek ‘sûc’ hat dîtin
09:30 Bodîtt: Ji sedî 60 jinên li Efrînê hatin revandin aqûbeta wan nediyar e
09:10 42 kes miribûn: Hîn jî li wê rêyê ji bo aşûtê tu tevdîr nehatine girtin
09:10 Ji bo karta 8'ê Adarê gotin 'girtiyan motîve dike' û fezleke amade kirin
09:09 Di dema lêdanê de kamerayên midûriyeta polîsan hatine girtin!
09:08 ‘Heya tecrîd neyê rakirin em ê paş de gav navêjin'
09:08 Nerazîbûna HDP û CHP'ê ya ji bo polîtîkaya asîmlasiyonê ya li Dersimê
09:07 Bozgeyîk: Meaşê kêm li gor telîmatên qesrê tê diyarkirin
09:04 ‘16 hezar ciwan hatin binçavkirin, 5 hezar jê hatin girtin'
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2020'AN
11/12/2020
20:22 Îro 226 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 Federasyona Şoreşgerên 78’an: Heke em bêdeng bibin wê neyarên gel biaxivin
16:01 TJA’yê rapora tundiya li ser jinan a li bakurê Kurdistanê eşkere kir
15:55 Ciwanên Yekbûyî Meclîsa xwe ya Îzmîrê ava kirin
15:32 Paylan: Wezîr Varank morîkan kom dike
15:17 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Zû tecrîdê bi dawî bikin
15:07 Li pêş Wezareta Tenduristiyê bang kirin: Kes qêrîna me na bîhîze
14:53 ‘Berpirsiyarî desthilatdariye’
14:32 ‘Ji bo cîhanek azad û wekhev em ê têbikoşin’
14:01 Saîp: Xebatkarên tenduristiyê bi neheqiyê re rûbirû ne
13:54 3 salin DNA diyar e lê cenaze nadin malbatê
13:28 Berdan Ozturk: Pirsgirika kurd bi çekan çareser nabe
13:10 YE'ê danekirinên li dijî Tirkiyeyê zêde kir
13:09 Aydenîz bi hinceta KHK'ê bi 'endamtiya rêxistinê' hat sûcdarkirin