STENBOL - Hiqûqnasê cezayê Ercan Kanar, diyar kir ku êdî hincetên Tirkiyeyê ji bo cîbicînekirina “Mafê hêviyê” nîşan dida ji holê rabûne û got: “Divê Ocalan êdî bi temamî azad bibe.”
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de têkildarî “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryara “binpêkirinê” da. Tevî ku bi ser re 11 sal derbasbûn jî heta niha Tirkiyeyê ji bo vê binpêkirinê ji holê rake tu gav neavêtiye. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE), di navbera 17-19’ê Îlona 2024’an de civiya û têkildarî biryara “binpêkirinê” ya DMME’yê ji bo “Mafê hêviyê” dabû, ji Tirkiyeyê xwest ku tevdîrên pêwîst bigire. Komîteya Wezîran, got ku heke tevdîrên pêwîst neyên dayin, dê di civîna Îlona 2025’an de biryara navberê amade bikin. Tevî biryara Komîteya Wezîran jî Tirkiyeyê di mijara “Mafê hêviyê” de tu sererastkirin nekir.
Komîteya Wezîran dê di 15-17’ê Îlonê de dîsa bicive. Yek ji mijarên sereke ya civînê jî “Mafê hêviyê” ye. Komîte, li gel Abdullah Ocalan, her wiha dê têkildarî “Mafê hêviyê” yê girtî Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan jî nîqaş bike û binirxîne ka Tirkiyeyê berpirsyartiya xwe bi cih aniye an na.
‘MAFÊ HÊVIYÊ LI ÎTALYA Û ALMANYAYÊ BÛ QANÛN’
Hiqûqnasê cezayê Ercan Kanar têkildarî mijarê axivî û got ku “Mafê hêviyê”, di hiqûqa mafên mirovan de mafê jiyanê ye. Kanar, bi bîr xist ku “Mafê hêviyê” êdî di qanûnên Îtalya û Almanyayê de cih digire û wiha domand: “Welatên weke Spanya, Portekîz, Norweç, Bosna Hersek û Sirbistanê hêj di sedsala 18’emîn de cezayê muebbeda girankirî ji mewzûatên xwe derxistin. Mayina kesekî ya heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de, binpêkirineke mafê mirovan e û li gorî xala 3’yan a PMME’yê jî binpêkirina qedexeya îşkence û miameleya xerab e.”
‘DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’
Kanar, anî ziman ku hewceye “Mafê hêviyê” di destûra bingehîn de bê misogerkirin û cezayê muebbeta girankirî jî di mewzûata nû ya cezayê de cih negire. Kanar, bal kişand ser biryarên îxtîmal ên di civîna komîteyê de bên dayin û wiha pê de çû: “Dê komîte bixwaze ku cezayê girtîgehê yê heta mirinê, were sererastkirin. Hêvîdarim ji Tirkiyeyê bixwaze ku cezayê li Ocalan hatiye birîn dîsa li ber çavan derbas bike. Divê biryarên bi vî rengî bên dayin. Heta dikare berdana Ocalan jê daxwaza bike. Divê Ocalan êdî bi temamî azad bibe û mîna Mandela bikare bi her kesî re hevdîtinan bike. Divê hevdîtin neyên qedexekirin û pêvajoyeke şefaf hebe.”
'OCALAN NÛNERTIYA GEL DIKE’
Kanar, destnîşan kir ku cîbicîkirina “Mafê hêviyê” dê bandoreke erênî li ser pêvajoyê jî bike û ev tişt anî ziman: “Ocalan ne tenê girtiyeke, her wiha nûnertiya gelekî dike û niha pê re pêvajoyek tê domandin. Li Efrîqeya Başûr Mandela ji girtîgehê hate derxistin û di malekê de hate ragirtin. Her kesî dikariya pê re hevdîtinê bike. Di her qonaxê de raya giştî hat agahdarkirin û pêvajoyeke şefaf meşandin. Lê li Tirkiyeyê pêvajoyeke şefaf tune ye, nediyariyek heye. Lê divê her kom û siyasetmedar bikarin bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Divê bingeha vê ya yasayî were çêkirin. Divê efûya giştî ya bêyî cudahî bê rojevê.”
‘HINCET JI HOLÊ RABÛN’
Kanar, bi bîr xist ku Tirkiye endama Konseya Ewropayê û axaftina xwe wiha qedand: “Heke DMME bixwaze dikare gelek mueyîdeyan li Tirkiyeyê ferz bike. Yek ji wan jî dikare mafê dengdayînê yê Tirkiyeyê rake. Ya din jî dikare endamtiya wê ya Konseya Ewropayê bi dawî bike. Lê ji ber ku li gorî berjewendiyên Ewropayê tevdigere, van mueyîdeyan ferz nake. Tirkiyeyê heta niha bi hinceta ‘ewlehiyê’ gav nediavêt lê di halê hazir de êdî ev hincet ji holê rabûn. PKK’ê xwe fesix kir û hinceta ewlehiyê nema. Ocalan ew hincet ji destê AKP’ê derxist. Divê Tirkiye gaveke cidî biavêje. Bi mafê hêviyê re dê gaveke girîng ji bo aştiyê were avêtin. Ji bo pêvajoyeke aştiyê ya rast, divê mafê hêviyê û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bên naskirin.”
MA / Esra Solîn Dal