Jinên afxan: Em Talîbanê qebûl nakin, bila tu welat jî wê qebûl neke

  • rojane
  • 09:07 22 Tebax 2021
  • |
img
ENQERE - Jina afxan Meryam ku li Tirkiyeyê dijî, diyar kir ku jin ji bo kes Talîbanê esas negire û qebûl neke li Afxanistanê têdikoşin û Fatma jî destnîşan kir ku dê jin tu carî dev ji têkoşînê bernedin. 
 
Talîban bi destxstina paytexta Afxanistanê Kabîlê, piştî 20 salan cardin welêt xist bin kontrola xwe. Gava Talîban welêt xist bin kontrola xwe got "em ê welêt ne bi demokrasiyê bi şerîatê bi rê ve bibin, dê alimên dîn biryara kincên jinan bidin." Ev yek, jinên afxan ên welatên din diqilqilîne. Jinên Afxan ên li Tirkiyeyêçendî bi rêyên "qanûnî" hatine Tirkiyeyê jî, di şert û mercên zor û zehmet de dijîn. 
 
Ji van jinan yek jê Fatma ye û 2 sal berê hatiye Tirkiyeyê. Ya din jî Meryam e û 4 sal berê hatiye Tirkiyeyê. Fatma û Meryam ku ji ber ewlehiyê nexwestin paşnavên wan bên aşkerekirin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. 
 
Meryam, bilêv kir ku anî ziman ku 3 sal berê ji bo lîsansa bilind tevî dêya xwe hatiye Tirkiyeyê û li Afxanistanê beşa derûnasiyê kuta kiriye. 
 
DÊ NIKARIBE BIÇE WELATÊ XWE 
 
Meryam, destnîşan kir ku ji roja ku hatiye Tirkiyeyê heya niha tenê carekê çûye Afxanistanê û wer difikirî ku gava lîsansa bilind kuta bike dê vegere, lê belê çûyîn niha pir talûke bûye. Meryam got: "Karê me, mala me, xizmên me, xwişk û birayên min hemû li wir in. Lê niha çûyîna me pir zehmet e. Dê Talîban me bikuje. Mesela ez hîcabê bi kar naynim, lewma ez ji bo Talîbanê ne jineke misilman im. Gava ez li Afxanistanê bûm min hîcab bi kar nedianî, tenê min şerpeyek dida serê xwe. Lê Talîban tiştekî din dixwaze. Lewma dê min bikuje. Hatina min a vira ya ji bo lîsansa bilind jî, ji bo Talîbanê sedemeke kuştina min e. Em tam 20 salan ji bo demokrasî û hiqûqê pir xebitîn. Lê niha her tişt pir xirab bûyye. Talîban ji bo me talûkeyeke mezin e." 
 
LI HEMBERÎ TALÎBAN TÊKOŞIYA 
 
Meryam, ji bo têkoşîna 20 salan ev titş gotin: "Li Afxanistanê Talîbanê car carinan êrîşine xwekujiyê dikirin. Li kargeha ez lê dixebitîm, tevî min gelek jin hebûn. Ji ber ku jin dixebitîn, Talîbanê li nêzî wan kargehan êrîşên xwekujiyê dikirin. Lê dîsa jî em diçûn karê xwe û em dixebitîn. Ji lew re li Afxanistanê şixula jinan têkoşîneke pir girîng e. Ji bo demokrasî û hiqûqê, çendî ev qas êrîş çêdibûn jî, dîsa em diçûn kar. Lê niha kesî li hemberî Talîban şer nekir." 
 
Meryam, diyar kir ku bi qasî xizmên wan ên li wir radigihînin hay ji rewşa welêt çêdibin û got: "Em pir nikarin biaxivin. Ji lew re axaftina zêde, pir talûke ye. Dibe ku telefon tên guhdarîkirin. Lê bi qasî ez dizanim her kes pir ditirse. Niha her der girtiye. Xizmên me jî ji mal dernakevin. Vê sibehê jinek sirf ji ber ku şerpe daye serê xwe û derketiye, Talîban ji bo çavtirsandinê çek teqandiye. Karmendên dewletê malên xwe guherandine. Sibê dê çi biqewime, em jî nizanin." 
 
‘DIVÊ CÎHAN HEMÛ LI BER RABE' 
 
Meryam, diyar kir ku Talîban li bendê ye ku dewlet wê qebûl bikin û got: "Gava bê qebûlkirin, dê dest bi xirabiyên xwe bike. Em afxan in û em Talîban qebûl nakin. Firsend çêbibe, ez ê biçim Afxanistanê. Ez ê şer bikim. Ji lew re ez wan naxwazim. Li nexweşxaneyê jinan ku zarok anî dinê, zaroka wê kuştin. Em qebûl nakin, bila tu welatên cîhanê jî wan qebûl nekin. Talîban, ji bo hemû cîhanê talûkeyek mezin e. Lewma divê hemû cîhan li ber rabe." 
 
‘BILA EŞREF GANÎ HESAB BIDE' 
 
Meryam xwest Serokkomarê Afxanistanê Eşref Ganî jî bê zevtkirin û got: "Her tiştên me hene. Çekên me, ocaxên me, eskerên me. Eskeran dixwest şer bike, lê serokkomar nehişt û çû reviya. Em dixwazin bê dadgehkirin. BIla were, pirsên me bibersivîne. Çima reviya? Çima şer nekir? Çima çek neşixuland? Em dixwazin van pirsan bibersivîne. 3 meh in meaşê karmendan nedabû wan, Rahişt meaşê wan jî û çû reviya. Çima serokkomar destûr aşer neda? Gelê Afxanîstanê amade bû, şer bike." 
 
JIN LI KUÇEYAN E 
 
Meryam, derbarê jinên ku li Afxanistanê daketin kuçeyan de jî axivî û got: "Li Afxanîstanê jin têdikoşin. Em temaşe dikin, dadikevin kuçeyan. Pir talûke ye, lê ji bo kes Talîban esas negire û qebûl neke têdikoşin. Dibêjin, 'destkeftiyên me hene, em xwedî li wan derdikevin.' Bimirin jî dê cîhan zanibe ku jinên afxan li kuçeyan e. Li bajarekî Afxanistanê jin û mêr tevde daketin kuçeyan. Divê ev têkoşîn bidome û cîhan jî bêdeng nemîne. Heger Talîban bimîne, dê Afxanîstan bibe girtîgeh. Belkî şer nebe, lê wê bibe wekî girtîgehan. Ev rewş herî zêde ji bo jinan giran e. Lê em dev jê bernadin, em ê bitêkoşin." 
 
Fatma jî 4 sal berê ji ber zilma Talîbanê tevî malbata xwe bi vîzeyê hatiye Tirkiyeyê. Fatma, bilêv kir ku bi vîzeya turîstiyê li Tirkiyeyê dimîne û destûra wê ya xebatê tune ye. Fatma, diyar kir ku ji bo li Tirkiyeyê bimîne her sal an jî du salan carekê gere vîzeyê nû bike. Fatma, ji bo çûna Afxanistanê ev tişt gotin: "Na, dilê min ê çûyînê tune ye, her kes direve. Ma çima ez ê biçim? Ji roja Talîban hatiye, bi navê Afxanîstanê tiştek nemaye. Ma ez ê biçim di bin alayeke ez wê nas nakim de bijîm? Alaya me daxistin. Car carinan ez bi xizmên xwe yên li wir diaxivim, ew jî nikarin her tiştî bibêjin. Dibêjin sakîn e. A rast ji tirsa nikarin biaxivin, ji lew re dibe ku telefon tên guhdarîkirin." 
 
‘BILA TIRKIYE TALÎBANÊ ESAS NEGIRE' 
 
Fatma, destnîşan kir ku Talîban dixwaze demeke dirêj hebe, lewma peyamên nerm dide û got: "Niha ji bo bên qebûlkirin xwe baş nîşan didin. Bila Tirkiye ew pesend neke, nas neke. Tirkiye niha afxanan dersînor dike. Bila tiştekî wiha neke. Ji lew re gava ew ji vir biçin, dê bên kuştin. Em welatiyên wî welatî ne. Em li wir çêbûn û mezin bûn. Heke em Talîbanê qebûl nekin, dê kî Talîbanê qebûl bike? Talîban ne rêxistinek pir mezin e. Em dikarin li ber wan rabin. Dê jinên afxan bitêkoşin." 
 
MA / Zemo Aggoz 
 

Sernavên din

27/08/2021
09:04 Dozger îtiraz kir: Hevokên kurdî parve kirine
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 274'emîn de dewam dike
09:04 'Ji bo perwerdehiya rûbirû divê kêmasî werin temamkirin'
09:04 ‘Armanca êrîşên li ser Şengalê tunekirina bîra kurdî ye'
09:04 Ji ber ku ferzkirina 'poşmaniyê' qebûl nekir nehat berdan
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2021'AN
07:57 Di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqîn çêbû
26/08/2021
16:59 Zarokê di êrişa çekdarî de birîndar bûbû jiyane xwe ji dest da
15:52 DÎSKÎ’yê cezayê ava ‘qaçax’ li 4 hezar 500 malbatan birî
15:36 KESK’ê ji bo greva ku sibê pêk bîne bang kir
15:30 Ji Mêrdînê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:52 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
14:04 Walîtî bi hinceta ‘çûnehatin tuneye’ mudaxeleyî şewatê nake
13:54 Di encama bombebaranê de li Bestayê şewat derket
13:17 Baroya Şirnexê giliyê Dîdem Arslan kir
13:16 Şanoya Bajêr a Amedê kargehên bêheq li dar dixe
13:09 Dundar: Divê her kes bi hêvî be
13:09 Bûldan: Rojên rohanî bi şikandina tecrîdê pêkane
12:05 Ji bo Malbata Şenyaşar ku dê biçe Enqereyê banga piştevaniyê hat kirin
12:04 Ciwanan banga tevlîbûna tûrnûvaya futbolê ya Denîz Poyraz kirin
11:58 Ligel îşkence û tecawizê jî cezayê girtîgehê yê muebetê dan wan
11:12 Li ser malên Elewiyan ‘Kizilbaş’ nivîsandin
11:02 Hestiyên li derûdorê belav bûbûn bi hêsirên çavê xwe veşart!
10:51 Bavê girtî: Bila daxwazên girtiyan werin qebûlkirin
10:19 'Dilovanîya Tirk' a li ser xaka Sûriyê
10:07 Kulîlkan hişk dike û dike xemla dîwaran
09:08 23 roj in agahî ji endamên RJAK'ê nayê wergirtin: Destûr nadin ku parêzer biçin hevdîtinê
09:07 Ocalan, ji bo Şengalê bal kişandibû ser xweparastinê
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 273'yemîn de dewam dike
09:04 Dixwazin bi darê zorê malbatê bibin ber HDP'ê û 'herêma operasyonê'
09:04 Wê bi dirûşmeya 'li dijî şer aştî' li Bakirkoyê bên cem hev du
09:04 Behsa girtîgehê kir: Tekane armanc serketin e
09:04 Av bi destê gel nakeve, wî xeteke qaçax kişandiye gundê xwe
09:04 Ji ber rê û peyarêyên nayên temamkirin nikarin tu karî bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2021'AN
08:39 Piştî 4 mehan cenaze teslîm kirin
08:15 Li Çiyayê Çelênimêja di rojê de 150 ton dar tên birîn
25/08/2021
19:44 217 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:39 Li Qilêbanê qeza: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
17:14 Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek din jî hat destpêkirin
16:55 Ji bo rakirina konan du roj wext dan karkeran
16:29 ‘Bi mezinbûna HDP'ê re wê tecrîd jî rabe’
16:02 KESK’a Şirnexê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:25 Meclîsa Jinan a HDP’ê wê li 4 bajaran hevdîtinan pêk bîne
15:18 Beştaş: Doza Mehmet Sîncar bi xetereya dem borînê re rûbirû ye
14:51 Melek Çetînkaya serdana Emîne Şenyaşar kir
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:49 Li Stenbol û Enqereyê wê mitîngên aştiyê werin lidarxistin
13:18 Baroya Wanê giliyê Dîdem Arslan kir
13:12 Rêveber û parlamenterên HDP’ê li Dîlokê bi nûnerên rêxistinên sivîl re civiyan
13:06 Malbata Şenyaşar: Dozger dibe hevkarê vî sûcî
11:41 Li Stenbolê dayik û keça xwe hatin kuştin
11:14 Polîsan avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê dorpêç kirin
10:56 Bang li rêxistinên navneteweyî kir: Divê dijminê jinan Talîban neyê naskirin
09:45 Jina nexweşa pênceşêrê ya 73 salî hat binçavkirin
09:11 Li Îmraliyê dîroka 'bêhiqûqîtiyê': Ji hezar û 817 serlêdanan hezar û 375 jê hatin redkirin
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 272'yemîn de dewam dike
09:10 Fîncanci: Divê ATK rêgeza edaletê esas bigire
09:09 Li gorî şaredarê AKP'î krîza aborî tune ye
09:07 'Girtî nayên tedawîkirin'
09:07 Girtiyê nexweş ê 70 salî hefteyê 5 rojan li nexweşxaneyê ye
09:06 Li quntarên Çiyayê Gabarê dema çêkirina dimsê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2021'Ê
24/08/2021
21:52 Li Mereşê hevdîtina bi gel re: Dê gel AKP'ê têk bibin
17:03 HDP: Ziman ne azad be civak tu carî azad nabe
15:18 Ji ber lêgerîna tazî qebûl nekir lêdan
14:26 Li Rihayê jinek hat binçavkirin
14:19 Li Amedê wê ‘Mitînga Aştiyê’ were lidarxistin
13:46 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:37 Profesor Nadir Nadirov koça dawî kir
13:37 Goristana ermenan hat tarûmarkirin
13:29 Li 11 gundên Mêrdînê biryara karantînayê hat ragihandin
13:29 Bavê ku tecawizî keça xwe kir hat girtin
12:54 ‘Ji bo çareseriyê hûn mecbûr in tecrîdê rakin’
12:23 Malbata Şenyaşar: Werin em bêedaletiyê bi hev re ji holê rakin
11:52 Lêpirsîna ji ber stranên kurdî di rojeva Meclîsê de ye
11:24 Balafirên Tirkiyê çoltera Pêncwênê bombebaran kirin
10:35 Hejmara 13'an a Psychology Kurdî derket
09:57 8 girtiyên nexweş li heman qawîşê kom kirin: Dixwazin em birizin
09:00 Di dema nirxandina înfazê de pirsa 'Tu ji Ocalan hez dikî?'
09:00 Wênesazên jin bîrê bi zimanê hunerê bi ruh û can dikin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 271'emîn de dewam dike
09:00 Ji ber Dadgeha Bilind biryar nedaye, nayê berdan
09:00 Belgefîlma penaberê afxan ên li Amedê çêkir
09:00 'Polîtîkaya bêmirovbûnê bi talankirina xwezayê tê domandin'
09:00 Rojnamevan Îbrahîm Êzidî: Dixwazin bi van êrişan heyfa DAIŞ’ê bistînin
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2021'AN
23/08/2021
22:59 Mîhrîcana Jinan bi dawî bû: Heya tecrîd bê şikandin em ê bitêkoşin
16:18 ÎHD’ê rapora 6 mehan eşkere kir: Binpêkirina mafan û îşkence zêde bûye
16:13 Jin di atolyeya dramê de hatin gelhev
14:37 6 rojin Xozat dişewite
13:57 Akademîsyenên Bogazîçiyê li dijî 'rektorê qeyûm’ meşiyan
13:38 Bi boneya ku ji ber qeyûm ve ranebû pêya sirgûnî Yozgatê hat kirin
13:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:23 Piştevaniya Bogazîçiyê, bang li pêkhateyên zanîngehê kir
12:07 Malbata Şenyaşar: Her rojek li vir ji bo edaleta Tirkiyê deqek reş e
11:05 Berdevkê YPG'ê: Tirkiye ji bo Rojhilata Navîn xetereyek mezin e
10:46 Dayika berxweder a Şengalê Şemê Remo: Em ê axa xwe nefiroşin dagirkeran
10:09 Hunermend Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 270'yemîn de dewam dike