* Endamê Konseya Rêveberiya Neteweyî ya UNISON’ê Stephen Smellie ku yek ji mezintirîn sendîkaya cemaweriyê ya Ingilistanê ye, diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyê “krîtîk” e.
* Rojnameger Faruk Eren, diyar kir ku medya ezmûneke nebaş dide û wiha got: “Zimanekî ku di pêvajoyê de her kêliyê provokasyon çêbibe bi kar tîne. Divê ev ziman biguhere. Divê aştî û demokrasiyê teşwîq bikin.”
* Di xebatên bi pêşengtiya jinan de daxwaza “azadî ji Ocalan re” kûrewî dibe û ji bo azadiya Ocalan li her çar aliyên cîhanê gelek îmze hatin komkirin.
* Dê serpêhatiya Celadet Elî Bedirxan, Erebê Şemo û Mehmet Uzun a li sirgûnê wek lîstikek şano bi navê “Sirgûn: Rîşa Pûç” di 14’ê Îlonê de bê lîstin. Nivîskar û lîstikvanê lîstikê Ayhan Erkmen got: “Ez ê bi performansa xwe ve qala sê rewşenbîran bikim û deynê xwe yê bo wan bidim” û kesên hunerhez vexwende promiyera lîstikê.
* Di qursên muzîkê yên ji hêla Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariya Cizîrê ve hatine destpêkirin de awazên Botanê bi nifşê ciwan re jinûve zindî dibe.
* Xelkê Mexmûrê ku kelecana peyama Abdullah Ocalan dijîn, gotin: “Bi vê peyama Rêbertiyê re em mîna çîçekekê dîsa zindî bûn.”
* Komeleya Hawirdorê ya Munzurê dê bi dirûşma “Em rê nadin madenan” li pêşiya midûriyeta DSÎ’yê ya Dêrsimê daxuyaniyê bide. (13.00)
* Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê dê Metîn Arslan, Nûreddîn Sofî û Bahtiyar Gabar li avahiya DEM Partiyê ya Pirsûsê bi çalakiyekê bi bîr bîne. (17.00)
* Amedspor dê li sehaya xwe bi Erzurumsporê re bilîze. (21.30)