Dayika berxweder a Şengalê Şemê Remo: Em ê axa xwe nefiroşin dagirkeran

  • rojane
  • 10:46 23 Tebax 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika Şemê Ramo ya li Şengalê di berxwedanê de pêşengiyê dike, got: "Axa ku me bi xwîna şehîdên xwe rizgar kiriye, em ê nedin tirsanokan. Heta ku dilopek xwîn, di laşê me de hebe em ê tebikoşîn."

Di 16'ê tebaxê de balafirên Tirkiyê bombe li Sûka Kevin a navenda Şengalê barandin û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di 17'ê tebaxê de jî, balafirên şer ên Tirkiyê li nexweşxaneyek Şengalê xistin û di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest da bûn. Balkêşe ku êriş di dema serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya ji bo Mûsil û Kerkûkê de pêk hat. Li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Şengalê bertek û nêrazîbûn, zêde ne. 
 
Li Şengalê Dayika Şemê Remo ya ku bi berteka xwe ya li dijî leşkerên Iraqê bûye sembol û di hemû çalakiyan de, pêşengiyê dike derbarê êrişên li dijî Şengalê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
'DI VÊ ÊRIŞÊ DE IRAQ HEVALÊ TIRKIYEYÊ YE' 
 
Dayika Şemê, anî ziman ku êrişa li dijî Şengalê dijminahiya li hemberî Êzidiyan carek din raxist berçavan û wiha axivî: “Di serî de kesên ku di van êrişan de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînim û ji kesên ku bi birîndarî rizgar bûn re jî şîfayê dixwazim. Serokwezîrê Iraqê Mustafa El Kazımi wê bi Şengalê re hevdîtin bikira. Kazimî bi Şengalê re di nava têkiliyê de bû. Di qetilkirina Mam Zekî de jî tiliya Iraqê û Emarîka hebû. Di hefteya salvegera Mam Zekî de êriş kirin û di encama vê êrişê de fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen û braziyê wî qetil kirin. Serokwezîrê Iraqê bi Seîd Hesen re axivî bû û jê re gotibû ji bo tifaqê werin gundê Koço em hevdîtinê pêk bînin. Lê derewîn derket. Ew roja ku digotin em ê hevdîtin bi we re bikin, êriş kirin û fermandarê me Seîd Hesen qetilkirin. Di vê êrişê de jî Iraq hevalê Tirkiyeyê ye. Heger berevajî vê be bila bibêje. Hîna 2 roj bi ser êrişê re derbas nebûn, li nexweşxaneya gundê Sikêniyê xistin. Li nexweşxanê zarokên Êzidiyan hebûn. Ew zarokên ku şeref û namûsa Iraqê parastin hebûn. Di vê êrişê de ala Iraqê perçe perçe kirin. Şerme ji Iraqê re. Wê demê bila êdî ala Iraqê neyê rakirin. Zarokên Êzidî di bin ala Iraqê de şehîd bûn. Fermandarê me Seîd Hesen di bin vê alê de şehîd bû.”
 
'YEK JI ME JINÊN ÊZIDÎ BIMÎNE EM Ê DESTÛR NEDIN' 
 
Şemê Remo, diyar kir ku li dijî her cure êrişan civaka Êzidî bi berxwedaneke bêhempa têdikoşe û wiha bilêv kir: “Em Êzidî bi hezaran qirkirinan re derbas bibin jî em ê xelas nebin. Em ê her li berxwe bidin û li dijî êrişên dijmin bisekinin. Axa ku me bi xwîna şehîdên xwe rizgar kiriye em ê nedin tirsanokan. Heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe, em ê têbikoşîn. Em ê xwîna zarokên xwe nefiroşin van xwe firoş û xwîn xwaran. Li dijî van êrişan kengî Iraqê, Başûrê Kurdistanê, Rusya, Emrîka û hêzên navnetewî dengê xwe derxistiye? Ev 8 salin hê jî cenazeyên zarokên Êzidiyan di gorisitanên komî de wenda ne. Kengî van gotine em van goran vekin û lêkolîn bikin? Penaberên Êzidî di kampa Hol de ne. Kî kengî pirsa wan kiriye? Kengî ji bo vegera wan hewl dane? Em welatiyên Iraqê ne. Em heqê xwe ji wan dixwazin. Tenê yek ji me jinên Êzidî bimîne jî em ê nehêlin ku ew bikevin axa me.”
 
'BI MILYONAN SALIN NIKARIN ME XELAS BIKIN' 
 
Şemê Remo, da zanîn ku wê soz daye jinên Êzidî ku ew ê heta dawiyê têbikoşe û wiha pê de çû: “Em ê tola wan ji dijmin bistînin. Ez ji şehîdên vê axê moral digirim. Em deyndarên zarokên ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dan. Di esasê xwe de, ev êriş tevlîbûna me ya berxwedanê zêdetir dike û em rêxistinbûyîna xwe berfirehtir dikin. Dewleta tirk weke Osmaniyan dibêje ku divê Êzidiyek tenê jî li ser rûyê erdê nemîne. Lê bi milyonan salane dewleta tirk nekariye me xelas bike û nikare me xelas jî bike. Ji îro û pê ve em Êzidî xelas nabin. Di her êrişkirinê de ew têk diçin û em zêde dibin."
 
'HEGER FERMANEK MEZINTIR ÇÊ BE…’
 
Remo, bi bîr xist ku ji dîrokê heta niha dewleta tirk di nav hewledanê de ye ku Êzidiyan tune bike û wiha dewam kir: “Li dijî van êiîşan hemû dewletên navnetewî bêdeng in. Bi vê bêdengiyê êrişan erê dikin û piştgiriyê didin. Lê em xelas nabin. Dibêjin ku di Şengalê de PKK heye. Dema fermana 38'an de PKK li Şengalê hebû? Ji bo ku êriş bikin PKK'ê dikin hincet. Çav û guhên dewletan girtine. Ger dewletek di nav dewletên NATO'yê de hîn jî ev bawerî û civak neqedandibe û dev ji êrişên xwe berneda be, wê demê ev tê wê wateyê ku hêzên navnetewî piştgiriyê didinê. Dibêjin ku agir rabû xerbê, pêl bilindbû li şerqê.  Ev êriş çêdibin guh û çavên van dewletan girtine. Ango fermana mezintir wê ev dewlet bikin. Heger fermana mezintir rabe, wê demê jî yek mirov li ser vê erdê namîne.”
 
'JI ME HÊZ Û MORAL BIGIRIN'
 
Dayîka Şemê Remo, diyar kir ku kes û hêzên xwe li dijî van êrişan bêdeng bike, şirîkên van êrîşane û ev bangawazî li dayikên cîhanê kir: “Bangawaziya me ji dayikên cîhanê re heye, bila li me binêrin rabine ser xwe û ji me hêz û moral bigirin. Bila li Êzdatiyê xwedî derkevin. Mirovên ku axa wan nebe şeref, namus û kerameta wan jî nîne. Ew mirov nikare li derekê serê xwe rake. Bangawaziya min ji dayikan re ew e ku piştgiriyê bidin me û em bi hevre berxwe bidin. Dema ku em wiha tevbigerin, em ê heqê xwe bistînin û pişta dewletan bişkînin.” 
 
MA/ Zeynep Dûrgût 
 

Sernavên din

27/08/2021
09:04 Dozger îtiraz kir: Hevokên kurdî parve kirine
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 274'emîn de dewam dike
09:04 'Ji bo perwerdehiya rûbirû divê kêmasî werin temamkirin'
09:04 ‘Armanca êrîşên li ser Şengalê tunekirina bîra kurdî ye'
09:04 Ji ber ku ferzkirina 'poşmaniyê' qebûl nekir nehat berdan
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2021'AN
07:57 Di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqîn çêbû
26/08/2021
16:59 Zarokê di êrişa çekdarî de birîndar bûbû jiyane xwe ji dest da
15:52 DÎSKÎ’yê cezayê ava ‘qaçax’ li 4 hezar 500 malbatan birî
15:36 KESK’ê ji bo greva ku sibê pêk bîne bang kir
15:30 Ji Mêrdînê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:52 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
14:04 Walîtî bi hinceta ‘çûnehatin tuneye’ mudaxeleyî şewatê nake
13:54 Di encama bombebaranê de li Bestayê şewat derket
13:17 Baroya Şirnexê giliyê Dîdem Arslan kir
13:16 Şanoya Bajêr a Amedê kargehên bêheq li dar dixe
13:09 Dundar: Divê her kes bi hêvî be
13:09 Bûldan: Rojên rohanî bi şikandina tecrîdê pêkane
12:05 Ji bo Malbata Şenyaşar ku dê biçe Enqereyê banga piştevaniyê hat kirin
12:04 Ciwanan banga tevlîbûna tûrnûvaya futbolê ya Denîz Poyraz kirin
11:58 Ligel îşkence û tecawizê jî cezayê girtîgehê yê muebetê dan wan
11:12 Li ser malên Elewiyan ‘Kizilbaş’ nivîsandin
11:02 Hestiyên li derûdorê belav bûbûn bi hêsirên çavê xwe veşart!
10:51 Bavê girtî: Bila daxwazên girtiyan werin qebûlkirin
10:19 'Dilovanîya Tirk' a li ser xaka Sûriyê
10:07 Kulîlkan hişk dike û dike xemla dîwaran
09:08 23 roj in agahî ji endamên RJAK'ê nayê wergirtin: Destûr nadin ku parêzer biçin hevdîtinê
09:07 Ocalan, ji bo Şengalê bal kişandibû ser xweparastinê
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 273'yemîn de dewam dike
09:04 Dixwazin bi darê zorê malbatê bibin ber HDP'ê û 'herêma operasyonê'
09:04 Wê bi dirûşmeya 'li dijî şer aştî' li Bakirkoyê bên cem hev du
09:04 Behsa girtîgehê kir: Tekane armanc serketin e
09:04 Av bi destê gel nakeve, wî xeteke qaçax kişandiye gundê xwe
09:04 Ji ber rê û peyarêyên nayên temamkirin nikarin tu karî bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2021'AN
08:39 Piştî 4 mehan cenaze teslîm kirin
08:15 Li Çiyayê Çelênimêja di rojê de 150 ton dar tên birîn
25/08/2021
19:44 217 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:39 Li Qilêbanê qeza: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
17:14 Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek din jî hat destpêkirin
16:55 Ji bo rakirina konan du roj wext dan karkeran
16:29 ‘Bi mezinbûna HDP'ê re wê tecrîd jî rabe’
16:02 KESK’a Şirnexê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:25 Meclîsa Jinan a HDP’ê wê li 4 bajaran hevdîtinan pêk bîne
15:18 Beştaş: Doza Mehmet Sîncar bi xetereya dem borînê re rûbirû ye
14:51 Melek Çetînkaya serdana Emîne Şenyaşar kir
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:49 Li Stenbol û Enqereyê wê mitîngên aştiyê werin lidarxistin
13:18 Baroya Wanê giliyê Dîdem Arslan kir
13:12 Rêveber û parlamenterên HDP’ê li Dîlokê bi nûnerên rêxistinên sivîl re civiyan
13:06 Malbata Şenyaşar: Dozger dibe hevkarê vî sûcî
11:41 Li Stenbolê dayik û keça xwe hatin kuştin
11:14 Polîsan avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê dorpêç kirin
10:56 Bang li rêxistinên navneteweyî kir: Divê dijminê jinan Talîban neyê naskirin
09:45 Jina nexweşa pênceşêrê ya 73 salî hat binçavkirin
09:11 Li Îmraliyê dîroka 'bêhiqûqîtiyê': Ji hezar û 817 serlêdanan hezar û 375 jê hatin redkirin
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 272'yemîn de dewam dike
09:10 Fîncanci: Divê ATK rêgeza edaletê esas bigire
09:09 Li gorî şaredarê AKP'î krîza aborî tune ye
09:07 'Girtî nayên tedawîkirin'
09:07 Girtiyê nexweş ê 70 salî hefteyê 5 rojan li nexweşxaneyê ye
09:06 Li quntarên Çiyayê Gabarê dema çêkirina dimsê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2021'Ê
24/08/2021
21:52 Li Mereşê hevdîtina bi gel re: Dê gel AKP'ê têk bibin
17:03 HDP: Ziman ne azad be civak tu carî azad nabe
15:18 Ji ber lêgerîna tazî qebûl nekir lêdan
14:26 Li Rihayê jinek hat binçavkirin
14:19 Li Amedê wê ‘Mitînga Aştiyê’ were lidarxistin
13:46 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:37 Profesor Nadir Nadirov koça dawî kir
13:37 Goristana ermenan hat tarûmarkirin
13:29 Li 11 gundên Mêrdînê biryara karantînayê hat ragihandin
13:29 Bavê ku tecawizî keça xwe kir hat girtin
12:54 ‘Ji bo çareseriyê hûn mecbûr in tecrîdê rakin’
12:23 Malbata Şenyaşar: Werin em bêedaletiyê bi hev re ji holê rakin
11:52 Lêpirsîna ji ber stranên kurdî di rojeva Meclîsê de ye
11:24 Balafirên Tirkiyê çoltera Pêncwênê bombebaran kirin
10:35 Hejmara 13'an a Psychology Kurdî derket
09:57 8 girtiyên nexweş li heman qawîşê kom kirin: Dixwazin em birizin
09:00 Di dema nirxandina înfazê de pirsa 'Tu ji Ocalan hez dikî?'
09:00 Wênesazên jin bîrê bi zimanê hunerê bi ruh û can dikin
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 271'emîn de dewam dike
09:00 Ji ber Dadgeha Bilind biryar nedaye, nayê berdan
09:00 Belgefîlma penaberê afxan ên li Amedê çêkir
09:00 'Polîtîkaya bêmirovbûnê bi talankirina xwezayê tê domandin'
09:00 Rojnamevan Îbrahîm Êzidî: Dixwazin bi van êrişan heyfa DAIŞ’ê bistînin
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2021'AN
23/08/2021
22:59 Mîhrîcana Jinan bi dawî bû: Heya tecrîd bê şikandin em ê bitêkoşin
16:18 ÎHD’ê rapora 6 mehan eşkere kir: Binpêkirina mafan û îşkence zêde bûye
16:13 Jin di atolyeya dramê de hatin gelhev
14:37 6 rojin Xozat dişewite
13:57 Akademîsyenên Bogazîçiyê li dijî 'rektorê qeyûm’ meşiyan
13:38 Bi boneya ku ji ber qeyûm ve ranebû pêya sirgûnî Yozgatê hat kirin
13:04 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
12:23 Piştevaniya Bogazîçiyê, bang li pêkhateyên zanîngehê kir
12:07 Malbata Şenyaşar: Her rojek li vir ji bo edaleta Tirkiyê deqek reş e
11:05 Berdevkê YPG'ê: Tirkiye ji bo Rojhilata Navîn xetereyek mezin e
10:46 Dayika berxweder a Şengalê Şemê Remo: Em ê axa xwe nefiroşin dagirkeran
10:09 Hunermend Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 270'yemîn de dewam dike