Midûrê polîsan ji malbata Dayan re got: Çima hûn bûyerê ber bi cihekî din ve dikişînin

  • rojane
  • 09:23 29 Çile 2022
  • |
img
 
ŞIRNEX - Mehmet Saît Dayan, apê Abdulgaffar Dayan ê wesayîta zirxî lê qelibî û jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku Midûrê Midûriyeta Polîsan a Cizîrê ji wan re gotiye, "Demek berê li ser kolana Nisêbînê heman tişt qewimîbû, kesî tiştek negot. Lê ji ber ku ev maşîneya ewlehiyê ye hûn bûyerê ber bi cihekî din ve dikişînin." 
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê xwendekarê bi navê Abdulgaffar Dayan (23) di 24’ê Çileyê de dema di ser pira kevin (Cadeya Yafesê) re ber bi dersxaneyê ve diçû, wesayîta zirxî ya Ranger lêxistibû û  jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê bi çend rojan, Şaredariya Cizîrê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin duh na pêr daxuyanî da û diyar kir ku wesayîta li Dayan qelibiye aydê wan e. Her wiha şaredariyê îdia kiribû ku wesayît ne ya zirxî ye, pîqabeke xizmetê bûye. 
 
Mehmet Saît Dayan, apê Abdûlgaffar Dayan, têkildarî bûyerê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'DILÊ WÎ SEKINÎ BÛ' 
 
 
Mehmet Saît Dayan, anî ziman ku di roja ewil de xuya bû ku wê biraziyê wî jiyana xwe ji dest bide û got: "Di saet 08:30'an de min agahî wergirt ku maşîneya zirxî li biraziyê min qelibiye û ew rakirine nexweşxaneyê. Beriya min her kes derbasî nexweşxaneyê bûbû. Piştî ku em çûn nexweşxaneyê destûr nedan ku em biraziyê xwe bibînin. Me paşê ew dît. Me çawa ew dît me zanibû ku wê bimre. Ji ber ku ew pir êşandibûn. Ji xwe dilê wî sekinîbû. Bi mudexeleyê hat rizgarkirin. Dema hat rizgarkirin bijîşkan ji me re got, ji sedî 5'ê dilê wî dixebite. Paşê gotin, dê wî emeliyat bikin. Emeliyat baş derbas nebû. Xwîna ketibû nava wî. Tevdîr hatin girtin, lê xwîna nava wî berdewam dikir. Bijîşkan got, xwîn nayê sekinandin. Pişt re derbasî beşa awarte bûn. Hat gotinin, ji ber ku rewşa wî pir giran e sewqkirina wî ya ber bi bajarekî din ve xetere ye. Girêdayî cîhazê bû. 2 rojan di bin çavdêriya giran de ma û dû re jî jiyana xwe ji dest da."
 
MIDÛRÊ EMNIYETÊ: HÛN BÛYERÊ BER BI CIHEKÎ DIN VE DIKIŞÎNIN
 
Dayan, da zanîn ku Midûrê Midûriyeta Polîsan a Cizîrê ji wan re gotiye ji ber ku maşîneya midûriyeta polîsan e bûyer tê mezinkirin û wiha domand: "Midûrê Emnîyeta Cizîrê hat nexweşxaneyê. Me jê re got, 'Wesayîtên we yên zirxî di kolanên ku zarok û kal tê de ne bi lez diçin.' Me jê re got, 'Divê wesayîtên we li kuçeyan bi lez derbas nebin.' Wî jî got, 'Wesayîta zirxî lez derbas nebûye.' Me jê re got, 'Bi lez dihat.' Ji me re got, 'Li ser cadeya  Nisêbînê jî heman tişt qewimî. Welatiyê ku motorê lê xist mir, lê kesî dengê xwe nekir. Lê ji ber ku ev maşîneya ewlehiyê ye, hûn bûyerê dikişînin aliyekî din.' Me jê re got, 'Tiştekî wisa nîn e, em bêbextiyê li tu kesî nakin.'" 
 
'28 METRE EW BI ERDÊ VE KAŞ KIRIYE' 
 
Mehmet Saît Dayan diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina li van bûyeran tevdîr divên û got: “Wesayiteke normal be jî divê bi lez derbas nebe. Li gorî agahiyên ku parêzer dane me, di qeydên polîsên trafîkê de hatiye qeydkirin ku ew 28 metreyan bi erdê ve kaş kirine. Ger mirovek 28 metreyan bi erdê ve bê kaşkirin ji xwe dimire. Ger mirovek ji avahiyeke 10 qatî bikeve erdê, çi dibe? Dimire. Heman tişt qewimî. Di heman demê de ew 40 deqeyan li erdê hiştine û li benda ambulansê mane. Her kes li dora wî kom bûye û gazî kirine, lê 40 deqîqe şûn de ambulans hatiye cihê bûyerê. Baran dibariya. Di bin baranê de j maye. Qezayên wiha li herêma me pir diqewimin. Divê pêşî li ber vê bê girtin, divê tevdîr bên girtin. Heya bûyerek çênebe divê wesayîtên zirxî neyên kuçe û kolanan. Gava diçin cixareyekê dikirin jî bi wesayîtên zirxî diçin. Divê wiha nekin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

29/01/2022
13:47 Li Hesekê operasyonên legerînê berdewam in
13:14 Malpera rojnameya Yenî Yaşamê jî hat astengkirin
13:10 Rojnameger Guven: Denîz Poyraz bi fermana MHP’ê hat kuştin û haya Soylu jê heye!
12:50 Uca: Çi karê çekên NATO’yê di destê DAIŞ’ê de hene?
11:52 Rêveberê Weqfa Belavkirina Ilmê bû serokê ATK’ê
11:47 Esenturk: Divê em bi hev re têkoşînê birêxistin bikin
11:33 Lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 327’emîn de ye
10:57 Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez hat binçavkirin
10:49 Rêxistinên ciwanan: Divê azadiya Ocalan were temînkirin
10:24 Di 13 saliyê de kete girtîgehê û niha jî ji bo azadiya bavê xwe têdikoşe
10:09 Malpera rojnameya Xwebûnê hat astengkirin
09:23 Midûrê polîsan ji malbata Dayan re got: Çima hûn bûyerê ber bi cihekî din ve dikişînin
09:12 Gel nikare biçe nexweşxaneyên bajêr ên veguherîne qadên rantê
09:11 Îstinafê cardin cezayê li Bîlîcî hatibû birîn xera kir û vê carê biryara beraetê da
09:11 Halê bazarê: Destvala vedigerin malê
09:10 ‘Divê hêza gelan tecrîda li Îmraliyê bişikîne'
09:09 Dayika Batû yê 37 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye bifikar e
09:09 Hevserokên HDP’a Amedê: Gotinên Kiliçdaroglu baş in lê têr nakin
09:08 Tevî biryara dadgehê jî girtî nayê berdan
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:05 Wezîrê Dadê Gul îstîfa kir, Bekîr Bozdag tayînî şûna wî hat kirin
28/01/2022
17:43 DBP'ê serdana Bîlgeyê hat berdan kir
17:31 Cezayê hepsê li endamên Komeleya Ciwanan a Şerzan Kûrt hat birîn
16:12 Nobeda Edaletê: Daxwazên me ji bo hemû mirovahiyê ne
16:11 ‘Rêya aştiyê wê di Roboskê de derbas bibe’
15:47 Raportorê PE'yê Amor piştgirî da Gergerlîoglû
15:40 Li gorî dozger dizî na lê aşkerakirina diziyê sûc e!
15:13 Li Îzmîrê ji bo Dayan daxuyanî hat dayîn: Dawî li kuştinên plankirî bînin
15:02 Egitim Senê ji ber qanuna mamostiye li meclîse rê fax şand
14:15 Jina kobanî bi pitika xwe ya 15 rojî re hat binçavkirin
14:14 Çalakiya malbata Doku di roja 28’emîn de ye
13:44 Penaberên afgan ên qaçax dihatin xebitandin hatin binçavkirin
13:42 Başaran: Nexwê deriyan vekin bila Ocalan biaxive
13:18 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
13:17 700 zarokên ku DAIŞ'ê wan ji xwe re kir mertal, li navendên rehabîlîtasyonê hatin bicihkirin
13:01 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Li çar bajaran herî kêm 6 kes kirin binçavan
12:40 Lavrov: Rûsya şer naxwaze
12:10 Xelkê Amedê bi serkeftina Hesekê dilşad bû: Yekitî ferz e
12:02 Li Enqereyê zext û gefên li ciwanan tên kirin didomin
11:49 Li dijî balafirxaneya Bexdayê êrişa bi mûşekan pêk hat
11:44 Haşim Gezer bang li parêzerên Xerîbeyê kir: Xwe bigihînin min
11:10 Newroz Ehmed: Me li dijî ‘şaneyên razayî’ operasyon da destpêkirin
10:49 Abdullah Ocalan: Bila kes li ser navê min neaxive
10:12 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ciwanekî din ji tiryakê xelas kir
10:05 Dê Aysel Tugluk bişînin ATK’ê
09:45 AYM’ê serlêdana rojnamevan Guleş qebûl nekir
09:25 Gunay: Hewceye tecrîd rabe û Ocalan bi xwe biaxive
09:03 Dayika Abdulgaffar Dayan: Bila erebeyên zirxî ji sûkê û cadeyan vekişînin
09:03 Armanca ewil a ciwanan şikandina tecrîdê ye
09:03 Walîtiyê nehişt standa ji bo xebatên kurdî bê vegirtin
09:03 ‘Em bibin dengê girtiyan'
09:03 TGS'ê bang li BBC'yê kir: Daxwazên rojnamevanan qebûl bike
09:03 Dengbêj Hediye: Dengbêjî serîhildana jinê ye
09:03 Dayika girtî: Me zarokên xwe ne ji bo îşkenceyê mezin kirine
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN
27/01/2022
20:33 'Nobeda Spî' didome
20:18 Siyasetmedarên hatin berdan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
19:39 Platforma Tenduristiyê ya Amedê serdana 'Nobeda Edaletê ya Spî' kir
19:26 Azadkirina Kobanê hat pîrozkirin
18:10 Malbata Dokûyê giliyê Cemîle Yucerê kir
17:48 Aydenîz: Em ê bi rêxistinbûyînê bersiva êrişên îqtidarê bidin
17:00 ‘Li girtîgehê tiştên derî mirovahiyê tên serê min'
16:45 Ji bo piştevaniya bi Tugluk re qert hatin şandin
16:38 Piştgiriya ji bo Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan mezin dibe
16:36 Malbata Dayan bertek nîşanî qeyûm Tunç da: We ev cînayet kiriye
16:11 Bi gotina 'xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im' doza êrişê zêde bû
16:02 Malbata Dokû: Bila Zainal Abarakov bê darizandin
15:55 HSD’ê bersiv da UNICEF’ê: Em girêdayî peymanên mafên zarokan in
15:29 Girtiyê 30 salan Sittar Gunduz hat berdan
15:17 Yekemîn danişîna doza kujerê jina êzidî Rasho hat dîtin
15:13 HSD: Derdora 90 çeteyan li bakurê Girtîgeha Sînaayê asê bûne
14:50 Di 14 salan de 20 jê zarok bi giştî 41 kes bi wesayîtên zirxî hatin kuştin
14:40 Velî Keleş ê êrişî malbata Dedeogûllari kir, ji Erdogan alîkarî xwest
14:30 Li Rihayê 4 siyasetmedar hatin tehliyekirin
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:58 Nunerên sendîkayan: Têkoşîn û tifaqa hevpar hêvî dide avakirin
13:40 Li Şirnexê karkerên medenê dev ji kar berdan
13:37 Mehmet Ocalan: Şûna ku li ser navê wî biaxivin bila bihêlin ew bi xwe biaxive
13:18 DBP amadekarî dike ku li Stenbolê bi gel re bê gelhev
13:10 Şaredariya qeyûm li xwe girt ku wesayîta wan li Dayan qelibiye
12:58 Aydenîz: Hewldanên Erdogan berhewa ne, deriyan vekin bila Ocalan biaxive
12:57 Tetikkêşê Komkujiya Konyayê di 2 mehan de 50 hezar TL xerc kiriye
12:33 Li Mêrdînê wesayîta ku jinekê eciqand a Artêşa Tirk derket
12:27 ‘Emîne Şenyaşar 325 roj in li dijî tundiyê li ber xwe dide’
12:11 ‘Xwedî derketina li Ocalan, nikare were cezakirin’
09:58 ‘Girtîgehên tîpa S bi zîhniyeta Serdema Navîn hatine çêkirin’
09:10 KNK'ê ji bo têkbirina DAIŞ'ê bang li hêzên navneteweyî kir
09:10 Baş: Zemîneke çareseriyên rast berpêş dike çêdibe
09:09 Ceyrana malbata ku bi meaşê astengdariyê debara xwe dike birîn
09:08 Bilûrvan Dagdelen: Dengê bilûrê wekî girînê û qîrînê ye
09:06 Dayika di Nobeda Edaletê de: Zarokên me bi tecrîdê dikujin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2022
23:59 Daxuyaniya Erdogan a têkildarî Îmraliyê: Divê meriv wî ji Ocalan bipirse
19:46 Dayanê ku wesayîta zirxî lê qelibî hat definkirin
19:00 Aydenîz bertek nîşanî avêtina ser DBP'ê da: Ên dixwazin birûxînin ew bi xwe dirûxin
18:06 Mazlûm Ebdî: Li Hesekê serketina Kobanê hat dubarekirin
17:58 Newroz Ehmed: Me planeke mezin a DAIŞ'ê têk bir
16:57 Malbatên di Nobeta Edaletê de: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
16:56 Ciwanê ku maşîneya zirxî lêdabû jiyana xwe ji dest da