WAN – Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk, bi boneya salvegera komkujiya Êzidiyan daxuyanî da û bang kir ku bila hemû dewlet komkujiya Êzidiyan nas bikin.
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk, di salvegera 11’emîn a komkujiya Êzidiyan ku DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an pêk anîbû, daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya ku ji aliyê hevserokên însiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç ve hat dayîn de hat xwestin ku komkujiya Êzidiyan bê naskirin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku gelek komên etnîkî, olî û çandî yên cuda li Rojhilata Navîn demek dirêj e bi hev re dijîn û hate destnîşankirin ku hinek gel bi dehan salan hatine paşguhkirin û hinek komên olî û çandî rastî êrişên hovane hatine. Daxuyaniya Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk wiha ye:
"Em Jenosîda Êzidiyan ji bîr nakin!
Ji mêj ve li Rojhilata Navîn gelek pêkhateyên cûrbicûr ên etnîkî, bawerî û çandî li rex hev dijîn. Lê bi dehan salan hebûna hin gelan tune hat hesibandin, hin bawerî û komên çandî rastî êrîşên hovane hatin. Di encama van polîtîkayan da bi mîlyonan mirov ji war û barê xwe koçber û sirgûn bûn û bi sed hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Yek ji gelê ku herî zêde rastî êrîşan hatiye, bêguman gelê Êzidî ye.
Herî dawî, di 3'ê Tebaxa 2014'an de jin û mêr, zarok û keç û xort ji 5 hezaran zêdetîr Kurdên Êzidî li Şengalê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin. Herwiha bi hezaran mirov hatin revandin, jinên Êzidî wek kole li bazaran hatin firotin, bi hezaran kes hatin koçberkirin, bi neçarî ji welatê xwe hatin bidûrxistin. Li ber çavên hemû cîhanê zilm û zordariyeke bêhempa qewimî, lê di serî de dewletên deverê gelek dewlet û sazî bêdeng man. Di nava bêdengiya mirovahiyê de cardin li dîroka Êzidiyan rûpeleke tarî hat zêdekirin. Lewra gelê me yê Êzidî piştî 73 fermanan vê carê bi fermana 74an bi jenosîdeke nû rastî keraseteke mezin hat.
‘BILA KOMKUJÎ BÊ NASKIRIN’
Ligel Êzidiyan, ji ber êrîşên DAÎŞ'ê li derdora Mûsilê gelê Suryan û yên din jî bi zilm û zordariyeke mezin re rûbirû man. Bi van êrîşan li ser hemû gelan xisareke mezin pêk hat û li Rojhilata Navîn keraseteke mirovî qewimî. Her çiqas di ser Jenosîda Êzidiyan re 11 sal jî derbas bin, êrîşên hovanê yên DAÎŞ'ê û hevkariya hin dewletan îro jî di hişûbîra mirovahiyê de wek rûpeleke tarî cihê xwe girtiye.
Êrîşa 3'ê Tebaxa 2014'an di serî de Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ji aliyên bi dehan dewletan ve wek “jenosîd” hat qebûlkirin. Lê mixabin ku helwest û nêzikatiya dewletên li Rojhilata Navîn hê jî mîsogeriya mafên polîtîk û çandî ya gelê Êzidî û pêkhateyên din nakin, tewdîrên yasayî nagirin. Wek gaveke niyetpakî, divê Jenosîda Êzidiyan ji aliyê hemû dewletên ku Êzidî lê dijîn, teqez were naskirin û ragihandin. Tirkiye jî êdî ne mimkune ku rastiya gelê Êzidî ya li Şengalê paşguh bixe, hewcedariya destpêkeke jinûve nebîne. Mifteya destpêka jinûve bêguman naskirina Jenosîda Êzidiyan e.
Her wiha divê rêz li gelê Êzidî ku tenê dixwaze li Şengalê nasname û baweriya xwe bi awayekî azad biparêze, were girtin. Heta roja îro jî Êzidiyan li hemberî bi dehan fermanan bi têkoşîneke bênavber çand û zimanê xwe parast, mohra xwe ya mayînde li dîroka mirovahiyê xist. Êdî erka jiyanî ya hemû dewlet û saziyan ew e ku divê zarok u jinên Ezidî yên wenda û dîlgirtî di demekî kurt de werin rizgarkirin.
Em di 11emîn salvegera Jenosîda Êzidiyan de cardin hovîtiya li Şengalê bi hezar caran lanet dikin. Komkujiya li dijî xwişk û birayên me yên Êzidî çawa ku heta niha nehat jibîrkirin, em ê tu car nedin jibîrkirin. Lewra fermana 74’an jî nîşanî me da ku siberojeke ewladar û xweştir ancax bi yekîtiyeke neteweyî pêkan e. Bi hêvî û banga yekîtî û piştevaniyê, em em jin û mêr, keç û xort û zarok, pîrejin û kalemêr hemû qurbaniyan bi rêzdarî bi bîr tînin."