Di 13 saliyê de kete girtîgehê û niha jî ji bo azadiya bavê xwe têdikoşe

img

AMED - Herdem Merwanî ya helbestvan di 13 saliya xwe de hate girtin. Ji ber êrişên dewlet û Hîzbûllahê nan nediçû mala malbata Merwanî lewma jî xwîşkeka wê ji birçan jiyana xwe ji dest da. Merwanî niha jî hem beşdarî çalakiya Nobeda Edaletê dibe û hem jî bi wêjeyê berxwedana xwe didomîne.

Herdem Merwanî (43) hem helbestvaneka kurd û hem jî perçeyeke têkoşîna azadiyê ya gelê xwe ye. Tevî keça xwe, beşdarî Nobeda Edaletê ya li Baroya Amedê hatiye destpêkirin dibe. Tiştên bi serê wê û malbata wê hatîn, yek ji mînakên zilma li Kurdan hatiye kirin û berxwedana li dijî vê zilmê ye. Herdem Merwanî ji gundê Cûmatê yê paytexta Merwaniyan Farqînê ye ku navê xwe jî ji Merwaniyan digire. Yek ji wan kurdan e ku bi awazên Radyoya Erîwanê û dilsojiya kilamên şevbiherkan mezin bûye. Di wan serdemên ku televîzyon hêj zêde belav nebûbûn de fikra neteweyî ya Merwanî jî li dora van çalakiyên çandî teşe digire. 
 
 
Zarokatiya Merwanî li gund derbas dibe. Wê demê televîzyon zêde berbelav nebûbûn lewma jî têkiliya Radyoya Erîwanê di navbera wan û cîhana derve de pirek bû. Merwanî wan rojan wiha vedibêje: “Di dema me de derfetên ku em nûçe, geşedan û bûyeran bişopînin nîn bûn. Tenê radyoya Erîvanê hebû û me hemû agahiyên çanda kurdî, bûyeran û stranên kurdî ji wir guhdar dikirin. Her êvarê derdora 15 deqe-nîv saetê bername û stran hebûn. Temenê min biçûk bû, min ev radyo guhdar dikir û jê pir bandor dibûm. Malbata min malbatekî kurdewar bû, çanda kurdî lê hatibû rûniştin. Hevalên bavê min ên dengbêj hebûn, ji derdorên rêxistinên kurd hevalên wî hebûn. Ji aliyê siyasî û çandê hevalên wî hebûn. Gelek ji wan bandor bûm. Em wek malbatekî bi van kesan re diman.” 
 
‘KURDBÛNA XWE JI BÎR NEKE’
 
Merwanî hêj di temenekî biçûk de bi fikra neteweyî mezin dibe. Merwanî da zanîn ku dapîra wê ermen bû û wiha qal dike: “Rojekî pîra min got, ‘bizanin ku hûn kurd in. Divê ev her tim di bîra te de be. Her tiştekî ji bîr bike lê vê ji bîr neke. du hun.’ Ev gotin tim ji min re gotinekî germ dihat û min dikişande nav xwe. Ji ber vê yekê her tiştê ku kurd û kurdî bala min dikişand. Mînak Leyla Qasim zêde behsa wê dihat kirin. Her behsekî kesekî yan jî bûyerekê bandoreke cuda li ser min dida avakirin. Di nava wan derfet, der û doran de mezin bûm. Mînak, wek zarokeke 11 salî di nava mesele û pirsgirêkên mezinan de dimam. Mînak, qala nefta Êlihê dihat kirin. Min xwe bi xwe digot; ‘Gelo çima em jî ji petrola Êlihê sûdeke baş nagirin.”
 
‘GELO KURDEK ÇAWA DIBE CERDEWAN?’
 
Di serdema zarokatiya Merwanî de Tevgera Azadiyê her ku diçe bihêztir dibe û kasedên Koma Berxwedan û Şivan Perwer li her deverê belav dibin. Merwanî dibêje çawa ku dema filmek dihat sînemayê gel ji bo temaşekirinê diçû, dema malbatekî kasetek bi dest bixista jî gazî heval û hogirên xwe dikir. Merwanî got ku bavê wê kesekî dewlemend bû û wiha didomîne: “Bavê min kesekî naskirî û jê dihat heskirin bû. Mala me carnan dibû hedefa êrişan. Lewma malbata me banga cerdewaniyê qebûl nekir. Berteka min jî mezin dibû û min digot; gelo Kurdek çawa dibe cerdewan? Di wî emrê xwe de diketim nava meseleyên mezinan.”
 
DI ZAROKATIYÊ DE HAT GIRTIN
 
Merwanî di sala 1992’yan de hêj di 13 saliya xwe de li ser îfadeya kesekî tê girtin. Tevî temenê wê yê biçûk jî sê mehan di bin çavan de dimîne. Merwanî anî ziman ku saziyeke wê demê bikare wan biparêze nebû yan jî haya wan jê nebû. Merwanî derheqê pêvajoya girtina xwe de wiha got: “Dema hatim girtin, berf hebû. Dema hatim berdan jî daran kûlîlk vekiribûn. Lewma tu carî ji bîra min naçe. Pora min jî kin bû lê 3 meh piştre dema derketîm, min cara yekem neynik dît. Wê demê min ferq kir ku pora min dirêj bûye.”
 
BANDORA KOMUNÊ
 
Merwanî di berdewamê de jî qala serpêhatiya xwe ya li girtîgehê kir û ev tişt anî ziman: “Li girtîgehê di nava girtiyên edlî de mam. Ji ber ku malbat nedihat, pere nebûn. Girtiyên edlî di navbera xwe de ji bo min û hevala min a ji min mezintir cil, pere, sabûn û hwd. kom kirin. Wê komûnê bandoreke mezin li min kir. Demek piştre em ji Mûşê veguhestin Xarpêtê. Sebra min bêhtir li Mûşê dihat. Ji ber ku ew neyartî nebû. Hem girtî û hem jî gardiyan baştir bûn. Piştî em çûyîn Xarpêtê, wê demê min hîs kir ku ketime destê dijmin. Cihekî pir xerab bû. Li wir girtî dibirin nexweşxaneyê û kontrola bekaretê dikirin. Ez û hevala min jî birin. Ez zêde di ferqê de nebûm lê hevala min gelek aciz dibû. Dema em çûyîn nexweşxaneyê, girseyek li deriyê wê bû. Dixwestin me lînç bikin û leşkeran bi zorê em xelas kirin. Ji bo me digotin terorîst û nedixwestin em biçin wir.” 
 
ZAROKATIYA LI GIRTÎGEHÊ 
 
Bi domdarî Merwanî got ku êdî li girtîgeha Xarpêtê dimîne û li girtîgehê carnan çalakî çêdibûn. Merwanî destnîşan kir ku wê demê kovara Govendê bo wan dihat û ev tişt anî ziman: “Di kîjan rûpelê de çi heye, min tevek ji ber kiribûn. Di dawiyê de teybek dabûn me, kasetên dihatin girtîgehê li hemû qawîşan digerî û dihat guhdarkirin. Ger gotin bala min dikişand û min wateya wan mereq dikir. Girtîgeh ne tenê cihekî girtî ye, divê tu li dijî neyar li ber xwe bidî. Li wir zarokatiya min, hevalên min ên zarokatiyê û ciwantiya min tê bîra min. Li kîjan girtîgehê bûyerek biqewime, ez dikim rojeva xwe. Ji ber ku bûyerên herî zêde min diêşînin girtîgeh in. Te dît kes behsa zarokatî, dibistan an jî taxa xwe dikin lê ez qala bîranînên li girtîgehê dikim. Hevalên min ên li wir bêhtir di bîra min de ne. Kurdan her tim zindan veguherandine kelehên berxwedanê. Zindan di warê xeta polîtîk û çandî de cihên girîng in. Ji berê heta niha li dijî vê zilma ewqas mezin, berxwedaneke bêhempa tê kirin.” 
 
‘AXAFTINA BI TIRKÎ ŞERM BÛ’
 
Merwanî dibêje ku dema diçû dibistanê dapîra wê jê re digot; ‘biçe dibistanê lê tirkiya xwe li wir bihêle û neyîne malê.’ Merwanî got ku axaftina bi tirkî wek şermek bû û wiha domand: “Hêj jî wisa ye. Dema cara ewil hatibûm girtin, li Mûşê polîsek bi zimanê min dikeniya. Ev ji bo min bû rikeke mezin. Min di temenek biçûk de dest bi nivîsandin û nivîsandina helbestan kir. Her ku helbestekî dinivîsim, ew polîs tê bîra min. Wî polîsî bandoreke mezin li min kir. Li zindanê zêdetir li ser wêjeya kurdî xebitîm û ez pêş xistim.” 
Helbestvan Merwanî da zanîn ku li mala wan her gav dengbêj rûdiniştin, şevbihêrk li dar dixistin û wiha qala wê demê kir: “Çîrokên Mem û Zînê, Xecê û Siyabend cara ewil ji wan dengbêjan guhdar kir. Min Şakiro pir guhdar kir. Hêj di 7 saliya xwe de min bi dengbêjiya digot. Cara ewil jî min strana ‘Diyarbekir bişewite 7 şibak e’ gotibû. Bi ketina zindanê re min êdî dest bi nivîsandina helbestan kir. 
 
‘ÎŞKENCEYA LI ZINDANAN QED NEQEDIYA YE’
 
Merwanî destnîşan kir ku ji destpêka komarê heta niha li zindanan her tim pirsgirêk hene û wiha axivî: “Em bi bîranînên îşkenceyên salên 80’î mezin bûn û di salên 90’î de jî em bi xwe di nav de bûn. Zindan, her tim ketine nava jiyana kurdan. Pirsgirêk û îşkenceya li zindanan tu carî ji rojevê derneketiye. Girtî, berê pêkve diman lê niha her yek xistiye hucreyekî. Wek malbata girtiyan, em tu sûdekî ji mafên girtiyan nagirin. Polîtîkayeke zirav dimeşînin û dixwazin civakê hêdî hêdî hîn bikin. Heta mafê xwendina pirtûkan jî binpê kirine. Mehê carekî pirtûkekê didin girtiyan û nameyên bi kurdî qedexe ne.” 
 
ZILMA DEWLET Û HÎZBÛLLAHÊ
 
Di berdewamê de jî Merwanî bal kişand ser bûyerên salên 90’î û ev agahî parve kirin: “Di salên 90’î de li Farqînê bûyerên giran qewimîn. Bavê min wê demê hat girtin. 50 rojan binçavkirî ma û me tu agahî jê negirt. Îşkence lê hatibû kirin. Wê çaxê ez di zindana Xarpêtê de bûm. Piştre jî hat girtin û êdî nehat berdan. Li hêlekê dewletê û li hêla din Hîzbûllahê êrişên mezin li Farqînê dikirin. Endamên malbatê di malê de asê mabûn û nedikariyan biçin tiştên hewce bo xwe bînin. Xwîşka min wê demê ji birçan mir. Lê ev nebû rojev. Dewlet û Hîzbûllah bi şev û roj li dora mala me bûn. Kesekî nedikariya derkeve. Sê mehan xwarin bi malê neket. Bi rojan cenazeyê wê li erdê ma. Min ew xwîşka xwe qet nedîtibû û min navê Zinarîn lê kiribû. Biçûka malê bû. Piştre bavê min hat girtin û demek piştre ez hatim berdan. Min bavê xwe nedît. Dema cara duyemîn hatîm girtin, ez û bavê xwe pêkve li Girtîgeha Êlihê man.” 
 
‘DIVÊ MIRINA KURDAN EWQAS HÊSAN NEBE’
 
Herdem Merwanî herî dawî jî wiha got: “Min û bavê xwe li zindanê hevrêtî kir. Hefteyê carekê me hef didît û sihbetên me gelemperî polîtîk bûn. Bavê min ev 30 sal in girtî ye. Niha 70 saliya xwe derbas kiriye. Li Girtîgeha Tekîrdagê nexweş bû û ji bo tedawiyê birin Girtîgeha Şakran a Îzmîrê. Lê nehat berdan lewma jî nexweşiya wî lê giran bû. Gelek nexweşiyên wî hene. Zindan her tim di rojeva me de ne. Girtî, jiyana xwe ji dest didin. Divê mirina me kurdan ewqas hêsan nebe. Destpêkirina çalakiya Nobeda Edaletê bo min û civakê bû moral. Girtiyên azadiyê bi tenê nînin. Ji bo kurdan bedelên giran didin. Em ji dewletê hêrs in û hêrsa me mezin e. Bi ya min ev çalakî gihişt armanca xwe lê bes nake. Hêviya me ew e ku çalakiya me serkeftinên baş bi xwe re bîne.” 
 
MA / Dîcle Muftuoglu - Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

29/01/2022
13:47 Li Hesekê operasyonên legerînê berdewam in
13:14 Malpera rojnameya Yenî Yaşamê jî hat astengkirin
13:10 Rojnameger Guven: Denîz Poyraz bi fermana MHP’ê hat kuştin û haya Soylu jê heye!
12:50 Uca: Çi karê çekên NATO’yê di destê DAIŞ’ê de hene?
11:52 Rêveberê Weqfa Belavkirina Ilmê bû serokê ATK’ê
11:47 Esenturk: Divê em bi hev re têkoşînê birêxistin bikin
11:33 Lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 327’emîn de ye
10:57 Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez hat binçavkirin
10:49 Rêxistinên ciwanan: Divê azadiya Ocalan were temînkirin
10:24 Di 13 saliyê de kete girtîgehê û niha jî ji bo azadiya bavê xwe têdikoşe
10:09 Malpera rojnameya Xwebûnê hat astengkirin
09:23 Midûrê polîsan ji malbata Dayan re got: Çima hûn bûyerê ber bi cihekî din ve dikişînin
09:12 Gel nikare biçe nexweşxaneyên bajêr ên veguherîne qadên rantê
09:11 Îstinafê cardin cezayê li Bîlîcî hatibû birîn xera kir û vê carê biryara beraetê da
09:11 Halê bazarê: Destvala vedigerin malê
09:10 ‘Divê hêza gelan tecrîda li Îmraliyê bişikîne'
09:09 Dayika Batû yê 37 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye bifikar e
09:09 Hevserokên HDP’a Amedê: Gotinên Kiliçdaroglu baş in lê têr nakin
09:08 Tevî biryara dadgehê jî girtî nayê berdan
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:05 Wezîrê Dadê Gul îstîfa kir, Bekîr Bozdag tayînî şûna wî hat kirin
28/01/2022
17:43 DBP'ê serdana Bîlgeyê hat berdan kir
17:31 Cezayê hepsê li endamên Komeleya Ciwanan a Şerzan Kûrt hat birîn
16:12 Nobeda Edaletê: Daxwazên me ji bo hemû mirovahiyê ne
16:11 ‘Rêya aştiyê wê di Roboskê de derbas bibe’
15:47 Raportorê PE'yê Amor piştgirî da Gergerlîoglû
15:40 Li gorî dozger dizî na lê aşkerakirina diziyê sûc e!
15:13 Li Îzmîrê ji bo Dayan daxuyanî hat dayîn: Dawî li kuştinên plankirî bînin
15:02 Egitim Senê ji ber qanuna mamostiye li meclîse rê fax şand
14:15 Jina kobanî bi pitika xwe ya 15 rojî re hat binçavkirin
14:14 Çalakiya malbata Doku di roja 28’emîn de ye
13:44 Penaberên afgan ên qaçax dihatin xebitandin hatin binçavkirin
13:42 Başaran: Nexwê deriyan vekin bila Ocalan biaxive
13:18 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
13:17 700 zarokên ku DAIŞ'ê wan ji xwe re kir mertal, li navendên rehabîlîtasyonê hatin bicihkirin
13:01 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Li çar bajaran herî kêm 6 kes kirin binçavan
12:40 Lavrov: Rûsya şer naxwaze
12:10 Xelkê Amedê bi serkeftina Hesekê dilşad bû: Yekitî ferz e
12:02 Li Enqereyê zext û gefên li ciwanan tên kirin didomin
11:49 Li dijî balafirxaneya Bexdayê êrişa bi mûşekan pêk hat
11:44 Haşim Gezer bang li parêzerên Xerîbeyê kir: Xwe bigihînin min
11:10 Newroz Ehmed: Me li dijî ‘şaneyên razayî’ operasyon da destpêkirin
10:49 Abdullah Ocalan: Bila kes li ser navê min neaxive
10:12 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ciwanekî din ji tiryakê xelas kir
10:05 Dê Aysel Tugluk bişînin ATK’ê
09:45 AYM’ê serlêdana rojnamevan Guleş qebûl nekir
09:25 Gunay: Hewceye tecrîd rabe û Ocalan bi xwe biaxive
09:03 Dayika Abdulgaffar Dayan: Bila erebeyên zirxî ji sûkê û cadeyan vekişînin
09:03 Armanca ewil a ciwanan şikandina tecrîdê ye
09:03 Walîtiyê nehişt standa ji bo xebatên kurdî bê vegirtin
09:03 ‘Em bibin dengê girtiyan'
09:03 TGS'ê bang li BBC'yê kir: Daxwazên rojnamevanan qebûl bike
09:03 Dengbêj Hediye: Dengbêjî serîhildana jinê ye
09:03 Dayika girtî: Me zarokên xwe ne ji bo îşkenceyê mezin kirine
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN
27/01/2022
20:33 'Nobeda Spî' didome
20:18 Siyasetmedarên hatin berdan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
19:39 Platforma Tenduristiyê ya Amedê serdana 'Nobeda Edaletê ya Spî' kir
19:26 Azadkirina Kobanê hat pîrozkirin
18:10 Malbata Dokûyê giliyê Cemîle Yucerê kir
17:48 Aydenîz: Em ê bi rêxistinbûyînê bersiva êrişên îqtidarê bidin
17:00 ‘Li girtîgehê tiştên derî mirovahiyê tên serê min'
16:45 Ji bo piştevaniya bi Tugluk re qert hatin şandin
16:38 Piştgiriya ji bo Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan mezin dibe
16:36 Malbata Dayan bertek nîşanî qeyûm Tunç da: We ev cînayet kiriye
16:11 Bi gotina 'xwezî bi kesê ku dibêje ez kurd im' doza êrişê zêde bû
16:02 Malbata Dokû: Bila Zainal Abarakov bê darizandin
15:55 HSD’ê bersiv da UNICEF’ê: Em girêdayî peymanên mafên zarokan in
15:29 Girtiyê 30 salan Sittar Gunduz hat berdan
15:17 Yekemîn danişîna doza kujerê jina êzidî Rasho hat dîtin
15:13 HSD: Derdora 90 çeteyan li bakurê Girtîgeha Sînaayê asê bûne
14:50 Di 14 salan de 20 jê zarok bi giştî 41 kes bi wesayîtên zirxî hatin kuştin
14:40 Velî Keleş ê êrişî malbata Dedeogûllari kir, ji Erdogan alîkarî xwest
14:30 Li Rihayê 4 siyasetmedar hatin tehliyekirin
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:58 Nunerên sendîkayan: Têkoşîn û tifaqa hevpar hêvî dide avakirin
13:40 Li Şirnexê karkerên medenê dev ji kar berdan
13:37 Mehmet Ocalan: Şûna ku li ser navê wî biaxivin bila bihêlin ew bi xwe biaxive
13:18 DBP amadekarî dike ku li Stenbolê bi gel re bê gelhev
13:10 Şaredariya qeyûm li xwe girt ku wesayîta wan li Dayan qelibiye
12:58 Aydenîz: Hewldanên Erdogan berhewa ne, deriyan vekin bila Ocalan biaxive
12:57 Tetikkêşê Komkujiya Konyayê di 2 mehan de 50 hezar TL xerc kiriye
12:33 Li Mêrdînê wesayîta ku jinekê eciqand a Artêşa Tirk derket
12:27 ‘Emîne Şenyaşar 325 roj in li dijî tundiyê li ber xwe dide’
12:11 ‘Xwedî derketina li Ocalan, nikare were cezakirin’
09:58 ‘Girtîgehên tîpa S bi zîhniyeta Serdema Navîn hatine çêkirin’
09:10 KNK'ê ji bo têkbirina DAIŞ'ê bang li hêzên navneteweyî kir
09:10 Baş: Zemîneke çareseriyên rast berpêş dike çêdibe
09:09 Ceyrana malbata ku bi meaşê astengdariyê debara xwe dike birîn
09:08 Bilûrvan Dagdelen: Dengê bilûrê wekî girînê û qîrînê ye
09:06 Dayika di Nobeda Edaletê de: Zarokên me bi tecrîdê dikujin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2022
23:59 Daxuyaniya Erdogan a têkildarî Îmraliyê: Divê meriv wî ji Ocalan bipirse
19:46 Dayanê ku wesayîta zirxî lê qelibî hat definkirin
19:00 Aydenîz bertek nîşanî avêtina ser DBP'ê da: Ên dixwazin birûxînin ew bi xwe dirûxin
18:06 Mazlûm Ebdî: Li Hesekê serketina Kobanê hat dubarekirin
17:58 Newroz Ehmed: Me planeke mezin a DAIŞ'ê têk bir
16:57 Malbatên di Nobeta Edaletê de: Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
16:56 Ciwanê ku maşîneya zirxî lêdabû jiyana xwe ji dest da