'Pêngava Mirovî û Ewlehiyê' ya li Kampa Holê bi dawî bû

  • rojane
  • 15:15 17 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê bi dawî bûye.
 
Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê ya li dijî hucreyên DAIŞ'ê daxuyanî da. Fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku qonaxa duyemîn a pêngava ku di 25`ê Tebaxê de hatibû ragihandin, hat bidawîkirin. Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sozdar Xelîl daxuyanî xwend û tê de wiha hat gotin:
 
''Di destpêkê de em hevrêyên xwe yên şehîd Cesûr Xebat û Ûdey Cûneydiyê yên ku di Operasyona Mirovî û Ewlekahî ya kampa Holê de di pevçûnekê li dijî şaneyeke terorîst a çekdar ku girêdayî DAIŞ’ê bû, xwe feda kirin û şehîd bûn, bi bîr tînin.
 
Di 25`ê Tebaxa borî de, hêzên me bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk û Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê, qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî li kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê, da destpêkirin. Armanca operasyênê şopandina şaneyên veşartî yên rêxistina terorîst a DAIŞ`ê zuwa bikin,  jîngeh û şert û mercên ku jê sûdê werdigirin di pêkanîna êrişên terorîstî de li dijî nişteciyên kampê, rêxistinên mirovî û hêzên ewlehiyê yên ser bi parastina kampê ne, operasyon 24 rojan berdewam kir û gelek encamên berbiçav hatin bidestxistin. Encamên operasyonê ev in:
 
ŞANEYÊN DAIŞ'Ê CEZAYÊN ÎDAMÊ DIDIN
 
Operasyon di demên dawî de ji ber gef û êrişên dewleta tirk û mijûlbûna hêzên me bi parastina herêmê û niştecihên wê ji wan êrişan hat paşxistin. Ev yek bû sedema zêdebûna metirsiyên şaneyên DAIŞ`ê. Pêwîstî: Operasyon piştî zêdebûna kuştin û îşkenceyê ku şaneyên terorîst li dijî niştecihên kampê yên ku nexwestin tev li girseya rêxistina terorê bibin, dest pê kir. Ji ber ku van şaneyan cezayê îdamê li şêniyan dabûn û di nav wan de teror û tirs belav kiribûn. Li ser wan dihat ferzkirin, yan ew ê tev li hucreyên wê bibin an jî wê bi îşkenceyên hovane û kuştinê re rû bi rû bimînin, ku digihêje tawanên li dijî mirovahiyê. Her wiha hejmara qurbaniyan tenê di vê salê de gihîştiye 44 kuştî ji niştîcehên bêguneh, karmendên rêxistinan û gelek bûyerên îşkence yê. Şaneyên terorîst û bi taybet jinên rêxistinê di dema dawî de, bêbaweriya hejmareke mezin a nişticeh, jin û zarokên wan, ragihandin ku li lîsteya xwe ya tesfiyekirinê de bicih kiribûn û li ser wan hemû rêbazên zext, gefxwarin û tehdîd dihat meşandi. Bi mebesta an wê hukimê wan qebûl bikin an jî ji kampê derkevin û bê stargeh bimînin.
 
HEVKARIYA DI NAVBERA DAIŞ Û TIRKIYEYÊ AŞKERE DIKE
 
Kampa Holê jî beşek ji plana DAIŞ`ê bû, ku dê wê kontrol bikin. Di heman dema ku êriş li ser zindana Sînaa pêk anî bûn. Şaneyên terorîst di wê demê de hewl didan ku derbasî nav kampê û derdora wê bibin, lê tedbîrên ewlehiyê yên bilez ji aliyê hêzên me ve û bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk, êrişa plankirî ya li hundir û derveyî kampê hat têk birin. Lê şaneyên DAIŞ'ê ji bo bicihkirina planên xwe tevgerandina xwe berdewam kirin, bi taybet di dema  êriş û gefên dawiyê ya dewleta tirk, ev yek hevkariya di navbera her du aliyan de, eşkere dike. Di operasyonê de û li hember vê yekê, hêzên me karîbûn yekser encaman bi dest bixin û gelek kesên ku destê wan di kuştin , îşkence û di belavkirina terorê de hene, hatin girtin. Jiyana gelek kesên ku navê wan di lîsteya tesfiye yê ya DAIŞ'ê de hebûn, ewle kir û ew veguhestin cihên ewletir, ji bilî têkbirina gelek plansazên êrişan, berpirsên danûstandina bi şaneyên terorîst yên li derve re dikirin, hatin girtin.
 
HÊZÊN ME GELEK NOKTEYÊN DAIŞ'Ê RÛXANDIN
 
Rêxistina terorîst bi taybetî xwe dispêre jin û zarokan ku wekî çavkaniyên rasteqîn in ên ku rasterast bi serkirdeyên DAIŞ`ê ve girêdayî ne, ji bo parastin û belavkirina bîrdoziya terorîst a DAIŞ`ê li kampê, ji bo vê yekê û bi rêbazên hovane yên tolhildanê jinên rêxistinê gelek danişîn û kursên qanûnî ji bo perwerdekirinê li dar xistin û îdeolojiya xwe ya terorîst belav dikirin. Rêxistinê rê li ber îstismarkirina zarokan, bi taybetî yên temenê wan jêrî ji heşt salî, di rolên muhtemel ên şer de vedikir û ji bo vê yekê jî gelek hewldan ji bo ji nû ve perwerdekirin û damezrandina rêxistina bi navê "Eşbal El Xilafê" li gel dezgeha bi navê "Hizba Jinan" kir da ku berpirsiyarê gelek kuştin û tirsandinê bû. Her wiha jinên rêxistinê asta peywendiya bi jinên din û zarokên wan re bilind kirin û bi gotinên hestiyar an jî bi gefên devkî hewl dan wan bikişînin nava xwe.
 
Hêzên me gelek nuqteyên ku ji aliyê rêxistinê ve ji bo îdeolojiya terorîzmê hatibûn veqetandin, rûxandin. Gelek jinên herî metirsîdar ên ku di demên dawî de erkên perwerdekirin û kişandina hêmanên li hundir û derveyî kampê girtin ser milên xwe. Her wiha hêzên me jî dezgeha ''Hizba jinan'' û berpirsên ''Eşbal El Xîlafê'' têk birin.
 
Jinên rêxistina terorê çavkanî û berhemên pêşkêşkirî bi awayekî nebaş bi kar anîn, bi taybetî veguhestina pere û veguhestina agahiyan, teşwîqkirina şaneyan û girêdana wan bi hev re li hundir û derveyê kampê, bi taybet herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, wek wergirtina plan û bernameyan ji bo belavkirina kaosê di kampê de û amadekirina êrişên terorîstî û hewildanên revê û wergirtina pereyên ku alîkariya wan dike ji bo kişandina ciwanan. Her wiha di lêkolînên destpêkê de hêzên me navnîşan û navên hin ji hêsankerên operesyonên fînansekirina şaneyên terorîst û veguhestina pereyan di kampê de bi dest xistin. Di operasyonên hevbeş ên Hêzên Sûriya Demokratîk û Hevpeymaniya Navneteweyî de û 3 ji wan li Hesekê û bajarokê Holê hatin girtin
 
GELEK TUNEL Û XENDEK HATIN DÎTIN
 
Çekên ku hatin dîtin: Di operasyonê de hêzên me dest danîn ser gelek çek, di nav wan de bombe, çekên navîn, çekên bê deng û guleyên ku şaneyên rêxistinê di operasyonên xwe yên terorîstî de bi kar anîne. Hêzên me gelek tunel û xendeqên neqediyayî jî dîtin, şaneyên ku çek û tiştan vedişêrin an jî hewl didin ku li kampê birêve bibin, hatin ruxandin. Di lêpirsînan de, sê çavkaniyên çekên ku li kampê di destê şaneyên terorîstî de bûn, hatin piştrastkirin. Çavkaniya yekem ew e ku beşek ji karmendên rêxistinan bi taybet karmendên Rêxistina Bihar, bi anîna çek,  pereyan û qaçaxçîtiya  jin û endamên rêxistina DAIŞ`ê ve mijûl bûne. Çavkaniya duyem jî çek û bombeyên ferdî ne, ku jin û zarokên rêxistinê di dema veguhestina xwe ji Baxozê di nav tiştên xwe û cilên xwe de veşartibûn, weke teknîkên ewlekarî yên berdest, her wiha şert û mercên zehmet ên lojîstîkî û ewlekarî di wê demê de û hejmareke zêde ya jin û zarokan û hewcedariyên wan, di wê demê de alîkarî neda eşkerekirina wan. Her wiha çavkaniya sêyemîn jî, rêxistina terorîst  ji hemû derfetên ku pêşkêşî niştîcehan dihat kirin, sûd werdigirtin da ku niştecihan bitirsînin û teslîmiyetê li wan ferz bikin.
 
200 KESÊN ÊZIDÎ HATIN RIZGARKIRIN
 
Jinên êzidî yên revandî: Di Operasyona Mirovî û Ewlehî de, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) du keçên êzidî ji destê çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û ew veguhestin hawirdoreke ewle, ku hejmareke jin û zarokên êzidî yên hatin rizgarkirin, têde dimînin. Di nava 4 salan de ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin zêdetirî 200 kesên êzidî li kampê, hatine rizgarkirin.
 
YPJ`ê ji bo ku bi lez xwe bigihînin van jinan û wan rizgar bike rastî gelek astengiyan hatin, ya herî girîng tirsa jinan ji eşkerekirina nasnameya xwe û nenaskirina nasnameyên biyanî ye, ku rê li ber asîmîlekirina şêwazê jiyana jinên DAIŞ`ê vekir da ku jiyana xwe biparêzin. Jinên êzidî di bin zexta gefên jinên DAIŞ’ê de ne, nebûna dane, wêneyan û şopa tiliyên van jinan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, nebûna hevkariyeke têr ji aliyê rayedarên iraqî ve di vî warî de, ji ber ku dizanin ku xebatên lêgerînê dê berdewam bin heta ku hemû jinên êzidî bên azadkirin. Di heman demê de, Yekîneyên Parastina Jin çar jinên ku bi zincîran hatibûn girêdan û rastî îşkenceyên hovane yên ji aliyê jinên DAIŞ`ê ve hatibûn kirin, hatin xelaskirin.  
 
OPERASYON BÊ KEMASÎ DERBAS BÛ
 
Aliyê mirovahî:  Hêzên me yên ku di pêvajoya lêgerîn û komkirinê de rastî metirsiyên şaneyên terorîstî hatin, bi hesasiyeteke zêde nêzî aliyên mirovî yên di hundirê kampê de bûn û garantiyên pratîkî dan ku herikîna alîkariyên mirovî ji bo niştîcehan berdewam bike. Bi heman lez û asta berê û alîkariyên zêde jî ji para endamên xwe ji bo hin malbatên hewcedar re şandin.
 
Tevî provokasyonên şaneyên rêxistinê, bi taybetî jinên wê, ku hewl dan hêzên me bi pirsgirêkên alîkî ve mijûl bibin da ku operasyonê tevlihev bikin û alîkariya şaneyên terorîst bikin da ku xwe veşêrin û birevin. Operasyon bê kêmasî derbas bû. Teknolojiya ewlehiyê têra xwe ji bo rûbirûbûna diyardeyên wiha, ji bilî cihê hêmanan, şaneyên terorîst neçar bûn ku cilên jinan li xwe bikin da ku xwe veşêrin, lê ev yek nebû asteng ku hêzên me wan tesbît bikin,  liv û tevgerê felc bike û nehêle ku ew zirarê bidin niştecihan.
 
BANG LI WELATÊN HEMWELATIYÊN WAN HENE HATE KIRIN
 
Erkên navneteweyî: Hêzên me û Hêzên Sûriya Demokratîk di dema dawê de tevî ku li hemberî êrişên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bersivê didin, ji bo pêşîgirtina li teqîna bombeya demkî ya li kampa Holê, berdêlên mezin dan û di başkirina jiyana niştecihan de tevî metirsiyên şaneyên DAIŞ`ê û di dema operasyona mirovî û ewlehî de jî hat rakirin, lê hîna metirsî berdewam e, li ser vî esasî  pêwîst e civaka navdewletî ku asta cidiyeta gefên li kampê di dema dawê de kêm kiriye, di vî warî de em bang li welatên ku hemwelatiyên wan di kampê de hene, ku wan veguhezînin warên xwe û nehêlin  ku ew ji îstismarkirin û leşkerkirina DAIŞ’ê re metirsîdar bin.
 
Her wiha em bang li aliyên pêwendîdar ên navneteweyî dikin ku têkiliya organîk ya di dema dawî de di navbera îstixbarata tirk û şaneyên rêxistina DAIŞ'ê yên li hundir û derveyê kampê de heye, bibînin. Pêkanîna operasyonên terorîstî an jî hewildanên qaçaxcîtiya endam û malbatên wan ji bo herêmên dagirkirî, nûjenkirina  û bicihkirina wan di êrîşên muhtemel ên dewleta tirk de li dijî herêmên me, mîna ya ku di dema êrîşa Tirkiyê li ser kampa Eyn Îsa yê û qaçaxcîtiya malbatên DAIŞ`ê de qewimî.
 
Her wiha em hişyariyê didin ku metirsiya gihandina neplankirî ya dirav û çavkaniyan di bin navê (piştgiriya civakî) de bi rêya karmendên nekêrhatî yên ku di hin rêxistinên ku di kampê de kar dikin, ji jinên rêxistinê re ku ev yek di propaganda de bi kar tînin.
 
OPERASYON BERDEWAM IN
 
Di dawiyê de em di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, pabendbûn û dîsîplîna endamên hêzên xwe û hêzên ku di operasyonê de beşdar bûne û asta bilind a pêkanîna operasyonê bi rêzdarî dinirxînin. Ji bo ewlekarî, parastina mirovatiyê û nehiştina DAIŞ’ê ji kampê sûd werbigire fedakarî  kirin.
 
Em careke din sersaxiyê ji malbatên şehîdên operasyonê û hevrêyên wan re dixwazin û spasiya rêveberiya kampê jî dikin ku kar û xebatên xwe duqat kirine, berdewamiya xizmetguzarî û alîkariyan ji şêniyan re di dema operasyonê de, her wiha ji bo Yekîneyên Parastina Jin, Hêzên Sûriya Demokratîk û Hevpeymaniya Navdewletî ji bo piştgirî û alîkariya wan ya bi bandor.
 
 Em bidawîbûna qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî ya li kampa Holê radigihînin, ku hêzên me li gorî pêwîstiyê bi operasyonên ewlekarî yên demkî li ser şopandina şaneyên potansiyel û rûbirûbûna metirsiyan berdewam in.
 
Li jêr kurteya hejmara girtiyên DAIŞ`ê û çekên desteserkirî di nava kampê de ye:
 
- Girtî: 226 kes ku di nav wan de 36 jinên ku beşdarî sûcên kuştin û tirsandinê bûne.
 
- Tesbîtkirina 25 xendek û tunelan.
 
- Çekên hatin desteserkirin:
 
3 çekên AK-47 .
 
2 Çekên RBG bi 2 rokêtan
 
2 dabançe.
 
25 bombeyên destan
 
25 kg teqemeniya TNT
 
11 çekên bêdeng.
 
388 guleyên AK-47
 
10 jerjorên AK-47
 
9 rextên leşkerî.
 
Parçeyek cilê leşkerî ji bo artêşa Tirk.
 
Gelek çekên tûj (kêr - xencer ) û amûrên îşkenceyê.
 
Gelek amûrên ragihandinê."

Sernavên din

23/09/2022
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye
13:14 Dê forûma ‘Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin’ bê lidarxistin
12:24 PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike
12:21 Ji bo piştgiriya bi jinên îranî re bang: Werin em agirê serhildanê geştir bikin
12:20 Mîhrîcana ŞanoWan îro dest pê dike
12:01 Ferît Şenyaşar: Bila destê siyasî yê li ser dozê bê rakirin
12:01 Erdên gundiyan bi darê zorê jê standin û dan Cengîz Holdîngê
11:47 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:44 Jina ducanî bi awayekî biguman birîndar bû
11:43 Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan
11:29 Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber
11:19 Rewşa girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe
11:10 Dora cîsmê ku leşkeran îmha nekirî bi keviran girtin
10:56 Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne
09:06 Gotibû hemû lazimatiyên wan hatine peydakirin lê derket holê ku tenê 200 lîre daye
09:05 ‘Zarok ji ber tesîsa çopê ya Şaredariya Çewligê nexweş dikevin'
09:05 ‘Meşa Cûdî bû çavkaniya moralê'
09:04 Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye
09:04 Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin
18:22 Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor
16:34 Raportorên NY’ê Îran şermezar kir
15:47 HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin
15:09 Nobeta Edaletê: Dê ev roj jî derbas bibin
14:53 Konsera Îlkay Akkaya ya li Rihayê hate qedexekirin
14:51 Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin
14:46 Eyup Mîlan ê ûrmiyeyî: Kurd li qadan e û li ber xwe didin
14:21 OHD’ê ji bo girtiyên nexweş bang kir
14:19 Rêxistinên hiqûqê ji bo Balaç banga berdanê kirin
13:58 Gilêşê di Çemê Firatê de ziyanê dide tenduristiya gelê herêmê
13:34 Malbatên girtiyan: Kesên xwedî wijdan divê ji bo çareseriyê israr bikin
13:18 Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin
13:15 Li rojnamevan Yalçin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn
13:04 HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
12:43 Nobeta Edaletê di roja 563’yemîn de ye
12:26 RAWA: Destkeftiya li Îranê dê li Efxanistanê jî rê li ber guherînê veke
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin
12:52 Rejîma Îranê çalakvaneke din jî qetil kir
12:46 OHD û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:30 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi 10 hezar kesan ‘Nexşe rê’ aşkere bike
12:22 Xizmên girtiyan: Heta hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin
11:46 Li Geverê îşkence li gundiyan kirin û sîxûrtî lê ferzkirin
11:33 Derhênera fîlmê Kobanê Yaşar: Kesên li ber xwe dan senaryo nivîsandin
11:15 Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê 24 bajar rabûn ser pêyan
11:00 Galaya fîlmê ‘Qet’ hat kirin
10:40 Parêzer Theune: Tirkiye li Îmraliyê sûc dike
10:30 Serdozgeriyê ji bo malbata Dedeogûllari wiha got ‘malbata ku tê îdiakirin kurd in’
10:15 Pûtîn seferberiya leşkerî îlan kir
10:00 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû
09:55 Niştecihên Taxa Fabrîkayê ku qeyûm dabû ber firotinê: Em ê dev ji taxa xwe bernedin
09:08 Mayinê destekî wî jê kir
09:07 Girtiyê ku şarapnel di laşê wî de û 2 caran anjiyo bûye nayê berdan
09:05 Zarokê ku ji ber teqîna cismekî leşkerî birîndar bûbû doza destê xwe dike