Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a ÎHD’ê: Di salekê de herî kêm 192 binpêkirin

  • rojane
  • 13:43 21 Mijdar 2025
  • |
img

AMED - Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD’a Amedê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên zarokan aşkera kir. Li gorî raporê, di nava salekê de herî kêm 192 binpêkirinên mafan hatin kirin. 

 
Komîsyona Zarokan a Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi minasebeta 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê, rapora xwe ya binpêkirinên mafên zarokan ên di navbera salên 2024-2025’an de li bakurê Kurdistanê hatine kirin, li avahiya xwe aşkera kir. Serokê Şaxa ÎHD’ê Ercan Yilmaz û rêveberên şaxê tev li daxuyaniyê bûn. Rapor ji aliyê endama Komîsyona Zarokan a ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî ve hat xwendin. Pêşî Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz axivî.
 
Ercan Yilmaz diyar kir li cîhanê peymana ku ji aliyê dewletan ve herî zêde hatiye îmzekirin Peymana Mafên Zarokan e û wiha axivî: “Lê em dibînin ku li cîhanê mafên herî zêde tên binpêkirin mafên zarokan in. Li Tirkiyeyê jî ev 40 sal in şer heye, di pêvajoya şer de herî zêde mafên zarokan hatin binpêkirin. Yek ji wan Ugur Kaymaz bû. Cînayeta ku ewqas aşkera bû lê ev bûyer ji aliyê dewletê ve wekî ‘pevçûn’ hat aşkerakirin û ser bûyerê hat girtin. Li Tirkiyeyê îro aştî tê nîqaşkirin, em dibêjin ku divê desthilat lêborînê ji zarokan û malbatên zarokên bûne qurbanî bixwaze.”
 
BANDORA ŞER A LI SER MAFÊN ZAROKAN  
 
Paşê Berfîn Elçî rapor xwend. Berfîn Elçiyê diyar kir ku di Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) de ji bo mafên zarokan tê gotin ku divê di navbera zarokan de tu cihêkarî neyê kirin û mafê zarokan werin parastin. Berfîn Elçiyê wiha domand: “Dewletên ku Peymana Mafên Zarokan îmze kirine ji parastina mafên zarokan berpirsiyar in. Tirkiye jî di peymanê de xalên 17, 29 û 30’yemîn bi cîh kiriye. Di wan xalan de bi taybetî ji aliyê çand, nasname û zimanê zikmakî ve mafên zarokan tên sînordarkirin. Li herêma bakurê Kurdistanê di pêvajoya şer de mafên zarokan tên binpêkirin. Bandora vê binpêkirinê hê jî berdewam dike. Neçarserkirina pirsgirêka Kurd dibe sedema binpêkirina mafên zarokan. Bi deh salan e ku zarokên Kurd nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî bên pêrwerdekirin. Ziman ji bo zarokan ne tenê tê wateya xweîfadekirinê, ziman tevlibûna jiyana civakî ye jî. Em dîsa dibêjin ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane divê were çareserkirin.”
 
MIRIN Û BIRÎNDARBÛN
 
Bi domdarî Berfîn Elçiyê daxuyand ku di binpêkirinên mafan ên li bajarên Bakur diqewimin bi xwe re rîskên cidî tînin û wiha pê de çû: “Di serdema amadekirina vê raporê de herî kêm 4 zarokan jiyana xwe ji dest da û 51 zarok jî birîndar bûne. Ev tevahî bûyer sedema polîtîkayên ewlehiyê ne. Di heman demê de 13 zarok bi awayên guman jiyana xwe ji dest dan. Herî kêm zarokek teşebusî întîxarê hatiye kiriye. Zarok herî zêde bi tundiya di nav malbat û civakê de rû bi rû dimînin. Di nava salekê de herî kêm 4 zarok bi tundiya di nava malbatê de jiyana xwe ji dest dan û zarokek birîndar bûye. 20 zarok bi îstîsmara zayendî re rû bi rû mane, zarokek hatiye revandin. 65 zarok hatine binçavkirin, herî kêm 11 zarok hatine girtin. 5 zarok jî di binçav de tundî li wan hatiye kirin. Zarokek dema dixebitiî birîndar bûye, 5 zarok dema dixebitîn jiyana xwe ji dest dan. Di navbera salên 2024 û 2025’an de 192 bûyer pêk hatine. Ev hejmar yên ku ji aliyê me ve hatine tespîtkirin. Ji bo wê em dizanin rewş hê jî girantir e.”
 
DAXWAZÊN JI SAZIYÊN FERMΠ
 
Di raporê de ev daxwaz ji saziyên fermî hatin kirin; 
 
* Mirinên biguman divê ji nû ve werin lêpirsîn.
 
* Li dijî tundiya li ser zarokan divê biryarên parastinê werin pêşxistin.
 
* Zarokên ku hatine binçavkirin divê lêpirsîna wan bi rêya parêzvananên mafên zarokan were meşandin.
 
* Divê tundiya ku di binçav de pêk tên baş werin lêkolînkirin û ji nû ve lêpirsîn werin destpêkirin.
 
* Divê pêşî li xebitandina zarokan were girtin û makenîzmayên aborî û civakî werin lipêşxistin.
 
* Divê hemû polîtîkayên ji bo zarokan bi berjewendiya zarokan pêk werin.  
 

Sernavên din

13:45 Apê Mele li Pirsûsê hat definkirin
13:43 Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a ÎHD’ê: Di salekê de herî kêm 192 binpêkirin
13:27 Ugur Kaymaz û bavê xwe hatin bibîranîn
12:51 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyan re bicive
12:08 Hevserokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê partiyên sosyalîst girseyên xwe ji pêvajoyê re amade bikin
11:46 Îlham Ehmed ji ajansa me re axivî: Em ji bo çareseriyeke giştî amade ne, berjewendiyên me û Tirkiyeyê yên hevpar hene
10:43 Ugur Kaymaz û bavê wî 21 sal berê hatin qetilkirin: Ji bo edaletê divê mekanîzmayên nû bên afirandin
09:39 Tirkiye planên xwe yên li Sûriyeyê kûr û berfireh dike
09:28 Li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê pêdivî bi 'yekitiya têkoşînê' heye
09:21 3 milyon mirov ji bo vegerin gundên xwe li benda çareseriyê ne
09:17 Çetîn Lodî: Divê nivîskar daxwaza ji bo aştiyê bilind bikin
09:14 Pêkanînan lastîkên zivistanê dest pê kir: Fiyet duqat biha bûne
09:09 Rêxistinên jinan: Aştiyeke bêyî jinan dê kêm be
09:08 Mûşî xwedî li goristanên qurbaniyên Komkujiya Helebceyê derdikevin
09:03 Bendava ku hat gotin 'dixebite' piştî 6 salan hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2025'AN
20/11/2025
21:02 Li Amûdê, Şam û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê
20:56 Zeyneb Celaliyan nayê dermankirin
16:56 AKP’ê ji bo serdana Îmraliyê got: Em erênî nêz dibin
16:45 Berdevka DEM Partiyê: Divê hemû partî erênî nêz bibin
16:17 AKP bi rojeva Îmraliyê civiya
16:04 Ji bo pêşerojeke biewle ya zarokan daxwazên xwe rêz kirin
15:06 CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
14:51 Demîrtaş: Ji bilî hevalên xwe êdî ez ê bi tu kesan re hevdîtinê nekim
14:31 Li dijî faîlê tacîza zayendî bertek: Em ê dev şopandina dozê bernedin
14:29 Di doza rojnamegeran de Aslan dê parastinê bike
14:21 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hat bibîranîn
13:37 Danişîna faîlê tacîza zayendî ya li dijî zarokan bêyî ku were lidarxistin hat taloqkirin
13:30 Ji bo Burak Ercan ê bi dehan xwendekar tacîz kiribû biryara beraetê hat dayin
13:15 Ji bo maça Amedspor-Trabzonsporê bang
13:14 Endamên komîsyonên yên CHP’î: Me hêj biryar nedaye
12:49 DEM Partî: Polîtîkaya necezakirinê îstîsmara li dijî zarokan zêde dike
12:06 CHP’iyên li dijî pêvajoyê derketin bêdeng in!
12:01 Fetî Yildiz xwest biryarên DMME'yê di demekî 'maqûl' de bên lêkolînkirin
12:00 Ji Marcia Inhorn û Mashuq Kurt peyama hevpar: Divê reformên zagonî têkevin meriyetê
11:35 Ji KJK'ê deklarasyona 25’ê Mijdarê
11:12 Şîroveya welatiyan a ji bo budçeyê: Dawiya me ne baş e
11:02 Cezaya ji bo çalakiya Rojîn Kabaîşê: Sîstematîkbûna tundiyê nîşan dide
11:01 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:45 Weşanxaneya Aryenê 15 pirtûkên din çap kir
10:36 ‘Ji bo çareseriyê divê hevdîtinên yekser bi Abdullah Ocalan re bên kirin’
10:08 ‘Astengiya li pêşiya statuya hemwelatiyê rêxistin nîne, dewlet bi xwe ye’
09:38 Binpêkirinên li girtîgehan berdewam in
09:37 Ji droneya hatiye xistin hevkariya DAIŞ-Şamê derket
09:18 Xwendekarên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:14 Sabahat Tuncel: Têkoşîna jinên Kurd hêviya azadiyê dide
09:06 Jin bi perspektîfa 'azadîxwaziyê' rêveberiyên herêmî vediguherînin
09:03 'Divê dewlet astengiyên li pêşiya Kurdî rake'
09:02 Serokê Baroya Rihayê Oncel: Em li benda gavên dewletê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2025'AN
19/11/2025
20:25 Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Mesûd Barzanî re civiyan
20:19 Koordînasyona pêvajoyê ya DEM Partiyê li Meclisê civiya
17:25 Hevşaredarên Amedê bi xwendekaran re civiyan
16:37 Dê xwînê bidin rojnameger Aykol
16:24 AKP û CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ dicivin
16:21 DEM Partiyê li Colemêrgê silha du malbatan kir
16:21 Ode û borsayên Bakurê Kurdistanê piştgirî dan pêvajoyê
16:19 Der barê rojnamevan Aslan de îdianame hat amadekirin
15:58 Li Wanê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:49 Cenazeyê zarokê ku bi îşkenceyê hat qetilkirin hat veşartin
15:48 Ger CHP ji bo serdana Îmraliyê bi erênî tevnegere dê helwesta DEM Partiyê çi be?
15:47 ‘Serkeftina pêvajoyê bi keda jinê pêkan e’
15:35 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin
15:02 Şaredariyên DEM Partiyî rapora xebatên jinan parve kir
14:53 Ji Mamedanî piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
14:43 Wekîlê Partiya Gelecekê Torun: Ez jî dikarim bi Bahçelî re biçim Îmraliyê
14:42 Erdogan ji bo pêvajoyê got ‘erkekî girîng dikeve ser milê hemû partiyan’
13:07 Helîn Umît: Dewlet mecbûr e biryarekê bide
13:04 'Divê komîsyon demildest hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
12:50 Malbata Rojîn Kabaîşê serdana DEM Partiyê kir
12:16 'Aştiya ku jin tê de tune bin dê ne mayînde be'
12:07 Yildiz ê MHP'î: Dê komîsyon biryara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bide
11:59 Raporên lêkolînê yên ji Îmraliyê re hatin şandin hatin îadekirin
11:57 Ebdî: Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn derfeteke nû ye
11:46 Aksoyoglû: Îktîdar pêvajoyê vedihêle
11:34 Bedran Çiya Kurd: Bi devkî nabe, divê hemû maf bi destûra bingehîn bên misogerkirin
11:05 'Çawa ku Kurd gavan diavêjin hewceye dewlet jî biavêje'
10:18 Serokwekîlê Koma Partiya Saadetê got 'Pêdivî bi avêtina gavên pêbawer heye'
09:51 Li Efxanistanê helwesta hebûnê: Têkoşîn
09:33 'ATK’ê di dosyaya Rojîn Kabaîşê de hewl da îşkenceyê veşêre'
09:30 Roja Mafên Zarokan: Binpêkirin bi destê dewletê zêdetir dibin
09:20 Jiyaneke bi têkoşînê hûnandî: Bêrîvana Botanê
09:18 Serokên partiyên siyasî xwestin dewlet tavilê gavan biavêje
09:09 Avakirina bi pêşengiya jinan: 23 navend û 145 proje
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2025'AN
08:59 Li Mêrdînê ji bo komkirina gilêşî rêbazeke nû tê pêşxistin
08:56 Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da
18/11/2025
21:37 Komîsyonê di 21'ê Mijdarê de bi rojeva 'çûyîna Îmraliyê' bicive
17:40 Yucel piştî 31 salan hat berdan: Em ê bi ser bikevin
17:19 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
17:12 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em dikarin bi keda jinê vê pêvajoyê mezin bikin
17:02 Rapora atolyeyên ‘Bîrdoziya Rizgariya Jinê’: Li 25 bajaran me xwe gihand 3 hezar jinan
16:41 ‘Ger hûn bixwazin encamên polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê bibînin, li rewşa Qibrisê binêrin’
16:33 'Em li cem Nîlay Esmerê ne'
16:19 Koker: Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê veguheriye bendewariyeke cidî
16:05 Civîna 17’an a komîsyonê dest pê kir
15:46 Danişîna rojnameger Kaya hate taloqkirin
15:45 ÎHD’ê ji bo Hatîce Oranê bang kir
15:36 Ji DAKAP'ê daxuyaniya 25’ê Mijdarê: Aştî dê bi têkoşîna jinan were
15:31 7'emîn Fuara Gurmeyê ya Mezopotamyayê dest pê kir