‘Bila girtiyên nexweş Ozkan, Yaşar û Durmaz bên berdan’

  • rojane
  • 16:01 17 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên Enqere, Stenbol û Îzmîrê de çalakvanan bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Mehmet Emîn Ozkan, Cîhan Yaşar û Huseyîn Durmaz û xwestin bên berdan. 
 
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbol û Îzmîrê û Înîsiyatîfa Azadî ji Bo Girtiyên Nexweş a Enqereyê bi mebesta balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, çalakî li dar xistin. 
 
STENBOL
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê bi mebesta ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 547’an de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li avahiya komeleyê hat lidarxistin û bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (84) ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatibû daliqandin û dirûşmên “Mirov bi mafên xwe mirov e”, “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” û “Bila Mehmet Emîn Ozkan bê berdan” hatin berzkirin. Li gel xizmên girtiyan, her wiha gelek endamên mafên mirovan jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê parêzer Jiyan Tosun ve hat xwendin. Tosun, da zanîn ku li gorî daneyên ÎHD’ê; 651 jê giran bi giştî herî kêm hezar û 517 girtiyên nexweş hene û ev yek jî rewşa xetere radixe ber çavan.  Bi domdarî Tosun bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan û wiha got: “Ev 26 sal in di girtîgehê de. Dilê wî gelek zeîf bûye, nexweşiyên KOAH, tansiyon û alzheimerê pê re hene. Di encama lêkolînan de hat tespîtkirin ku di mejiyê de Ozkan kîst heye. 10 sal berê stend xistin rihên dilê wî û hestiyên wî di asteke zêde de dihelin. D axaftin û meşê de zehmetiyan dikêşe û ji hêla dîtin û bihîstinê de pirsgirêkên mezin dijî. Bi saya kurê xwe yê girtî xwe li ser pêyan digire.” 
 
NAYÊ BERDAN
 
Bi domdarî Tosun, da zanîn ku Ozkan heta niha 5 caran krîza dil derbas kiriye û wiha pê de çû: “Nexweşxaneya rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ dan lê ji ber raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) nayê berdan. Li gorî agahiyên ji xizmên wî hatiye girtin; di 2’yê îlonê de ji ber nexweşiyekê rakirin nexweşxaneyê û heta demekî di beşa venihêrîna awarte de ma ye. Piştre jî dîsa şandin girtîgehê. Di dema nexweşxaneyê de haya malbatê jê nebû û piştre hatine agahdarkirin. Tevî xetereyên li ser jiyana Ozkan jî nayê berdan. ATK’ê ji bo hemû serlêdanan got ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ û maf binpê kir. Em vê helwestê qebûl nakin. Divê Ozkan bê berdan û li nexweşxaneyeke baş tedaviyeke baş bibîne. Divê Ozkan û hemû girtiyên nexweş bên berdan.”   
 
ÎZMÎR
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî di hefteya 257’an de li pêşiya Sumerbank a Berê ya li Konakê çalakî li dar xist. Di daxuyaniyê de pankartên “Bêdeng nemîne, nebe şirîk, dimirin” û “Bêdeng nemîne, girtiyên nexweş dimirin” vekiribûn. Sekreterê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Huseyîn Durmaz (53) ku li Girtîgeha Kiriklarê tê ragirtin. 
 
Aydin, da zanîn ku Durmaz di sala 1995’an de hate girtin û di sala 1996’an de di nava koma ewil a çalakiya rojiya mirinê de cih girt. Aydin, di berdewamê de ev tişt anî ziman: “Durmaz, di heman salê de hate berdan. Di sala 1998’an de dîsa hate girtin. Di 19’ê Kanûna 2000’î di dema operasyona ‘jiyana li vegerê’ de li Girtîgeha Ûmraniyê bû. Piştre şandin Girtîgeha Hejmar 1 a Kandirayê. Bi sedema ‘rewşa girtî ya demdirêj’ li DMME’yê doz qezenc kir û di sala 2011’an de hate berdan. Durmaz, bi cezayê muebbetê dihat darizandin û Dadgeha Bilind cezayê wî erê kir û di sala 2017’an dîsa hate girtin. 
 
‘TEDAWIYA KEMOTEREPIYÊ DIDÎT’
 
Di berdewamê de Aydin destnîşan kir ku Durmaz di tîrmeha sala 2021’an de girikek bi perasiya wî ya çepê hatiye tespîtkirin û wiha pê de çû: “Ji ber bergiriyên şewba koronayê, karî di 6’ê cotmeha 2021’an de li ber destê pisporekê dahiliyê ve bê tedawîkirin. Piştî tetkîkên Cerrahê Sing û pisporê ortopediyê, di 13’ê hezîranê de PET hat kişandin û gumana malîgn (penceşêr) derket holê. Piştî çendek hatin û çûnên nexweşxaneyê, di 30’ê hezîranê de encam zelal bû û di 9’ê tebaxê de bi teşhîsa pêş a “Multîple Miyelomê’ re biyopsiya mejiyê hestî hat girtin. Bi biyopsiyê re teşhîs hat danîn û derket holê ku Huseyîn Durmaz bi penceşêra Mejiyê Hestî ketiye. Di 30’ê tebaxê de jî dest bi kemoterapiyê kir. Niha pêvajoyeke wî ya 3 hefteyan ma ye. Hefteyê carekê dê li ser pêyan kemoterapiyê bibîne. Piştî tetkîkan jî dê dest bi tedawiyê bê kirin. Divê Durmaz ji ber pirsgirêkên tenduristiyê bi enfeksiyonê nekeve. Bi wesayîtê rîngê dibin û tînin û ev jî xetere ye. Rewşa Durmaz dê piştî ATK’ê diyar bibe. Durmaz tenê dikare mast ji derve bistîne û ev jî dike ku nexweşiya wî pêş bikeve. Ji bo ku Durmaz tedawiya xwe temam bike, divê cezayê wî bê paşdexistin.” 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû. 
 
ENQERE
 
Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş jî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 419’an de li pêşiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e û nayê astengkirin. Girtiyên nexweş berdin” hatibû vekirin. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cîhan Yaşar ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê. 
 
REWŞA TENDURISTIYÊ YA YAŞAR 
 
Turgut, da zanîn ku Yaşar nameyek ji şaxên komeleyê re şandiye û binpêkirinên heyî vegotiye. Tugut, bi domdarî ev agahî dan: “Yaşar, di sala 2012’an de di encama gulebaranê de ji zik û piyê xwe yê çepê birîndar bû. Li girtîgehê jî baş nehat dermankirin. Ji ber guleya li zikê wî ketî, ji nava wî xwîn hat û hat emeliyatkirin. Hefteyek bi ser re derbas nebû ku îcar ji çoka xwe emeliyat bû. Piştî her du emeliyatan, îcar jî ji lingê xwe yê çepê emeliyat bû. Ji ber bandora narkozê, Yaşar di dema emeliyatê de rabû û zindî hat emeliyatkirin. Piştî vê emeliyatê jî astengdar bû. Ji bo tedawiyeke baş 2 salan serî li Wezareta Tenduristiyê da lê bersivek nehat dayîn. Serlêdanên wî yên sûc jî bêbersiv hatin hiştin. Dema li girtîgehê çû cem bijîşk û bijîşk jê re got; ‘diviya bû platîna di lingê te de salek piştre bihata derxistin. Lewma tu astengdar bûyî.’ Ji bo serlêdana sûc 2 caran ji nexweşxaneyê xwest ku rewşa heyî tespît bikin lê rapor nedanê.”
 
‘RAPOR WINDA BÛ’
 
Turgut, diyar kir ku Yaşar di sala 2014’an de li Girtîgeha Mûşê ji ber gazincên xwe çû cem bijîşk û wiha qala bûyerê kir: “Sewqî nexweşxaneya Wanê kirin. Ji ber ku dereng şandin nexweşxaneyê, nexweşxaneyê ji ewil nexwest emeliyat bike. Piştre bijîşkê ku Yaşar kontrol dikir jê re got; ‘Di emeliyata zikê de dema rûvî bicihkirin ên ketine ser hev.’ Dema jê pirsî bê ka dê çawa bên sererastkirin, bijîşkî jê re got; ‘tu bo xwe wê neke derd. Duayan bike ku bi penceşêrê neketibî.’ Dema li benda encamê, dosyaya wî ya tenduristiyê winda bû. Hemû serlêdanên wî yên ji bo rapor û encamên kontrolê jî bêencam man. Hêj jî nexweşiyên dil, çav û piştê yên Yaşar berdewam in. Ji ber dilê xwe du caran bi ser hişê xwe de çû. Ji ber pirsgirêka binpêkirina mafê tenduristiyê yên li girtîgehên Erzîngan û Mûşê, nekarî sedema vê hîn bibe. Di sala 2014-2015’an de dema li Girtîgeha Mûşê, sewqa wî bo ATK’ê hatiye kirin lê li vê derê tenê bi mîtroyê bejna lingên wî hatiye pîvandin û nexweşiyên wî yên din guhdar nekirine. Ji bo teşhîskirina nexweşiyên din, divê Yaşar sewqî nexweşxaneyê bikin. Her wiha divê rapora sererastkirî yên emeliyatên berê jî jê re bê dayîn. Ji bo ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê baştir bên tespîtkirin, divê dîsa bişînin ATK’ê.” 
 

Sernavên din

23/09/2022
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye
13:14 Dê forûma ‘Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin’ bê lidarxistin
12:24 PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike
12:21 Ji bo piştgiriya bi jinên îranî re bang: Werin em agirê serhildanê geştir bikin
12:20 Mîhrîcana ŞanoWan îro dest pê dike
12:01 Ferît Şenyaşar: Bila destê siyasî yê li ser dozê bê rakirin
12:01 Erdên gundiyan bi darê zorê jê standin û dan Cengîz Holdîngê
11:47 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:44 Jina ducanî bi awayekî biguman birîndar bû
11:43 Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan
11:29 Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber
11:19 Rewşa girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe
11:10 Dora cîsmê ku leşkeran îmha nekirî bi keviran girtin
10:56 Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne
09:06 Gotibû hemû lazimatiyên wan hatine peydakirin lê derket holê ku tenê 200 lîre daye
09:05 ‘Zarok ji ber tesîsa çopê ya Şaredariya Çewligê nexweş dikevin'
09:05 ‘Meşa Cûdî bû çavkaniya moralê'
09:04 Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye
09:04 Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin
18:22 Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor
16:34 Raportorên NY’ê Îran şermezar kir
15:47 HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin
15:09 Nobeta Edaletê: Dê ev roj jî derbas bibin
14:53 Konsera Îlkay Akkaya ya li Rihayê hate qedexekirin
14:51 Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin
14:46 Eyup Mîlan ê ûrmiyeyî: Kurd li qadan e û li ber xwe didin
14:21 OHD’ê ji bo girtiyên nexweş bang kir
14:19 Rêxistinên hiqûqê ji bo Balaç banga berdanê kirin
13:58 Gilêşê di Çemê Firatê de ziyanê dide tenduristiya gelê herêmê
13:34 Malbatên girtiyan: Kesên xwedî wijdan divê ji bo çareseriyê israr bikin
13:18 Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin
13:15 Li rojnamevan Yalçin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn
13:04 HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
12:43 Nobeta Edaletê di roja 563’yemîn de ye
12:26 RAWA: Destkeftiya li Îranê dê li Efxanistanê jî rê li ber guherînê veke
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin
12:52 Rejîma Îranê çalakvaneke din jî qetil kir
12:46 OHD û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:30 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi 10 hezar kesan ‘Nexşe rê’ aşkere bike
12:22 Xizmên girtiyan: Heta hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin
11:46 Li Geverê îşkence li gundiyan kirin û sîxûrtî lê ferzkirin
11:33 Derhênera fîlmê Kobanê Yaşar: Kesên li ber xwe dan senaryo nivîsandin
11:15 Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê 24 bajar rabûn ser pêyan
11:00 Galaya fîlmê ‘Qet’ hat kirin
10:40 Parêzer Theune: Tirkiye li Îmraliyê sûc dike
10:30 Serdozgeriyê ji bo malbata Dedeogûllari wiha got ‘malbata ku tê îdiakirin kurd in’
10:15 Pûtîn seferberiya leşkerî îlan kir
10:00 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû
09:55 Niştecihên Taxa Fabrîkayê ku qeyûm dabû ber firotinê: Em ê dev ji taxa xwe bernedin
09:08 Mayinê destekî wî jê kir
09:07 Girtiyê ku şarapnel di laşê wî de û 2 caran anjiyo bûye nayê berdan
09:05 Zarokê ku ji ber teqîna cismekî leşkerî birîndar bûbû doza destê xwe dike
09:01 Keya bi hinceta 'guran' li ber çavê midûriyetê bi hezaran dar birîn!