Li Cûdî bertek nîşanî tecrîd, talan û şer dan: Rêya me rêya azadiyê ye

  • rojane
  • 16:46 17 Îlon 2022
  • |
ŞIRNEX - Li Şirnexê çalakvanan li dijî êrişa bi ava şid û bombeyên xazê li ber xwe dan û bertek nîşanî tecrîd, talan û şer dan. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk got: “Rêya me rêya azadiyê ye.” 
 
Bi mebesta ku beşdarî Meşa Cûdî ya bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê tê lidarxistin bibin, bi hezaran kes li Şantiyeya Mîlgayê ya Şirnexê kom bûn. Tevî hewayê germ jî bi hezaran kes li qadê kom bûn û demekî dirêj bertek nîşanî texrîbata ekolojîk dan. Girseyê xelekên govendê gerandin û gelen caran li dijî şer û talanê dirûşm berz kirin. 
 
 
BERTEK NÎŞANÎ TECRÎDÊ DAN
 
Hêzên ewlekariyê hemû rê bi wesayîtên zirxî girtin, girse dorpêç kir û diyar kirin ku dê destûra meşê nedin. Lê belê girseyê di meşê de israr kir. Heta demekî dirêj hevdîtin hatin kirin lê encamek jê derneket. Li ser vê yekê leşkeran bi ava şid û bombeyên xazê êrişî girseyê kir. Girseyê jî bertek nîşan da û heta cihekê meşiya û piştre çalakiya rûniştinê li dar xist. Tevî êrişa bi bombeyên xazê û ava şid jî girse belav nebû û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Bê Cûdî jiyan nabe” û “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin. 
 
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bangî girseyê kir. Ozturk, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û wiha got: “Rêya me rêya azadiyê ye.” 
 
 
'XWESTIN KURDAN TUNE BIKIN'
 
Piştre girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist û daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk anî ziman ku dewletê di 2015'an de piştî ku tecrîda li ser Îmraliyê giran kir biryara şer girtiye û got: "Dewletê got 'em ê gelê kurd vê carê xilas bikin.' 7 sal derbas bû. Di vî 7 salî de gelek hevalên me qetil kirin. Ev têr nekir axa ku gelê me li ser dijî tê talankirin û agir bera darên me dan. Xwestin bi vî agirî warê gelê kurd ji holê rakirin."
 
 
'BI NIJADPERESTIYÊ XWE LI SER NIGAN DIGIRIN'
 
Ozturk bal kişand ser meşa ku ki li dar xistin û wiha domand: "Îro çiyayê Cûdî, Dersîm û Çewlîgê dişewitînin. Daristanan dibirin. Armanc xilaskirina gelê kurd bû. Nenaskirina axa gelê kurd bû. Xilaskirin, tunekirina gelê kurd bû. Ji ber vê yekê em îro hatin Botanê. Li dijî kesên ku dixwazin me tune bikim, me jî xwest nîşan bidin ku em hene û li vir in. Wan di dîrokê de me neqedand dê piştî 7 salan jî nikaribin me biqedînin. Bi nijadperestiyê desthilata xwe li ser nigan digirin." 
 
Ozturk di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Li her çar parçeyên Kurdîstanê êrîş û qirkirinek topyekûn heye. Bi van êrîşan armanc dikin ku erdnîgariya 
Kurdîstanê bêmirov bihêlin. Li meşa me ya îro jî ew dewleta faşîst dîsa êrîşên xwe kir. Lê em carek din dibêjin ev êrîşên we encam nagirin. Rêya me rêya azadiyê ye û em di rêya xwe de mafdar in. Darên ku hûn dibirîn em ê li cihê wan darên nû biçînin û çiyayê Cûdî şîn bibe. Çawa gelê kurd tevî êrîşan li ser xaka xwe şûn dibe erdnîgariya Kurdîstanê jî hêşîn bibe. Heya roja îro me paş de gav neavêt em ji wê rojê şûnde jî gav neavêjin. Rêya me rêya serkeftinê ye û dê serkeftin yê gelê Kurd bibe.”
 
TÊKOŞÎNEK HEVPAR
 
Berpirsê Hawirdor û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Nacî Sonmez jî bilêv kir ku Tirkiyê di van demên dawîn de hem ji aliyê sîyaseta demokratîk hem ji aliyê têkoşîna ekolojiyê ve rastî êrişan tê û wiha axivî: "Li dijî jinan, ciwan û hemû gelan re êrîşek mezin heye. Li aliyê Tirkiyê bi armanca bidestxistina rantê qirkirinek ekolojîk heye. Li herênmê jî bi hinceta herêma ewle li dijî erdnigariyê şerekê daye destpê kirin. Di vî çarçoveyê de dar tên birîn û herêm bê mirov tên hiştin. Li dijî vê qirkirinê em hatin gel hevdu lê belê dîsa jî rastî êrîşên desthîlatdariyê hatin. Rixmî van hemûyan em dev ji têkoşîna parastina xwezayê bernadin. Em ê li erdnîgariya Kurdîstanê jî ji bo xwezayê têkoşînek hevpar bidin meşandin.”
 
Piştî daxuyaniyê girse dirûşme berz kirin û belav bû. 
 
 
 
 

Sernavên din

23/09/2022
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye
13:14 Dê forûma ‘Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin’ bê lidarxistin
12:24 PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike
12:21 Ji bo piştgiriya bi jinên îranî re bang: Werin em agirê serhildanê geştir bikin
12:20 Mîhrîcana ŞanoWan îro dest pê dike
12:01 Ferît Şenyaşar: Bila destê siyasî yê li ser dozê bê rakirin
12:01 Erdên gundiyan bi darê zorê jê standin û dan Cengîz Holdîngê
11:47 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:44 Jina ducanî bi awayekî biguman birîndar bû
11:43 Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan
11:29 Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber
11:19 Rewşa girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe
11:10 Dora cîsmê ku leşkeran îmha nekirî bi keviran girtin
10:56 Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne
09:06 Gotibû hemû lazimatiyên wan hatine peydakirin lê derket holê ku tenê 200 lîre daye
09:05 ‘Zarok ji ber tesîsa çopê ya Şaredariya Çewligê nexweş dikevin'
09:05 ‘Meşa Cûdî bû çavkaniya moralê'
09:04 Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye
09:04 Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin
18:22 Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor
16:34 Raportorên NY’ê Îran şermezar kir
15:47 HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin
15:09 Nobeta Edaletê: Dê ev roj jî derbas bibin
14:53 Konsera Îlkay Akkaya ya li Rihayê hate qedexekirin
14:51 Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin
14:46 Eyup Mîlan ê ûrmiyeyî: Kurd li qadan e û li ber xwe didin
14:21 OHD’ê ji bo girtiyên nexweş bang kir
14:19 Rêxistinên hiqûqê ji bo Balaç banga berdanê kirin
13:58 Gilêşê di Çemê Firatê de ziyanê dide tenduristiya gelê herêmê
13:34 Malbatên girtiyan: Kesên xwedî wijdan divê ji bo çareseriyê israr bikin
13:18 Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin
13:15 Li rojnamevan Yalçin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn
13:04 HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
12:43 Nobeta Edaletê di roja 563’yemîn de ye
12:26 RAWA: Destkeftiya li Îranê dê li Efxanistanê jî rê li ber guherînê veke
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin
12:52 Rejîma Îranê çalakvaneke din jî qetil kir
12:46 OHD û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:30 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi 10 hezar kesan ‘Nexşe rê’ aşkere bike
12:22 Xizmên girtiyan: Heta hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin
11:46 Li Geverê îşkence li gundiyan kirin û sîxûrtî lê ferzkirin
11:33 Derhênera fîlmê Kobanê Yaşar: Kesên li ber xwe dan senaryo nivîsandin
11:15 Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê 24 bajar rabûn ser pêyan
11:00 Galaya fîlmê ‘Qet’ hat kirin
10:40 Parêzer Theune: Tirkiye li Îmraliyê sûc dike
10:30 Serdozgeriyê ji bo malbata Dedeogûllari wiha got ‘malbata ku tê îdiakirin kurd in’
10:15 Pûtîn seferberiya leşkerî îlan kir
10:00 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû
09:55 Niştecihên Taxa Fabrîkayê ku qeyûm dabû ber firotinê: Em ê dev ji taxa xwe bernedin
09:08 Mayinê destekî wî jê kir
09:07 Girtiyê ku şarapnel di laşê wî de û 2 caran anjiyo bûye nayê berdan
09:05 Zarokê ku ji ber teqîna cismekî leşkerî birîndar bûbû doza destê xwe dike