'Hêzên demokrasiyê divê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan rêyekê peyda bikin'

  • rojane
  • 09:02 18 Îlon 2022
  • |
img
STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek diyar kir ku divê hêzên demokrasî û azadiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan rê û rêbazekê deynin pêşiya xwe û wiha got: "Divê em hinekî para xwe ya di tecrîdê de nîqaş bikin."
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku wekî muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd tê nîşandan û ji bo çareserkirina krîzên li Rojhilata Navîn alternatîfên çareseriyê pêşkêş dike, nêzî 18 meh in tu xeber nayê girtin. Hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê yên malbatê û parêzeran an bêbersiv tên hiştin an jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" yên cur bi cur tên redkirin.
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek polîtîkaya tecrîdê û bandorên wê nirxandin.
 
SÎNOR DERBAS KIRINE
 
Cengîz Çîçek diyar kir ku piştî bûyerên di salên dawî de li Rojhilata Navîn diqewimin, pirsgirêka kurd ji pirsgirêkeke ku di nava sînorên netewe-dewleta Tirkiyeyê de "hatiye hepskirin" derketiye û bûye pirsgirêkeke piralî ya global a demokrasiyê. Çîçek destnîşan kir ku ev pirsgirêk êdî bûye pirsgirêkeke ku bi her awayî xwe ferz dike û sedema bingehîn a vê ferzkirinê jî têkoşîna bi salan a gelê kurd e. Çîçek wiha got: "Heke hûn bala xwe bidinê Amerîka, Rûsya, Îraq, Sûriye û welatên Yekitiya Ewropayê, êdî guhnedêriyê nakin.”
 
TECRÛBEYA DÎROKÎ NÎŞAN DA!
 
Çîçek da zanîn ku ew bi hişmendiyeke ku li dijî nasname û çandên cuda yên vê erdnîgariyê şer dike û hewl dide netew-dewletê li dora van polîtîkayên şer xurt bike re rû bi rû ne û wiha dom kir: "Jixwe du aliyên vê hişmendiyê hene. Yek, hişmendiya ku wekî Tîfaqa Miletê derketiye holê û ya din jî hişmendiya ku wekî Tifaqa Cumhûrê derketiye holê. Em difikirîn ku sedemeke sereke ya pêvajoya demokratîkbûnê ku li Tirkiyeyê wekî lawaziyekê xuya dike, ev e. Tecrûbeyên me yên dîrokî nîşanî me dane ku ev nêzîkatiya rêvebiriyê ya dijminatiya civak, kedkar û xwezayê û gel û çandan e dike, tenê ne di meseleya kurdî de de, dê xwe nede ber çareserkirina meseleyên din jî." 
 
RASTIYA PKK'Ê
 
Bi domdarî Çîçek destnîşan kir ku piraniya gelê kurd çareseriya pirsgirêkê di demokratîkbûna Tirkiyeyê de dibîne û got ku divê desthilatdariya siyasî ya li Tirkiyeyê vê rastiyê bizanibe. Çîçek diyar kir ku divê pirsgirêka kurd jî di ser rastiya PKK'ê re were pênasekirin û ev tişt anî ziman: "Bi rastî jî heta pirsgirêka kurd di ser rastiya PKK'ê re neyê pênasekirin, wê her kes di vê hewza înkarê de avjeniyê bike."
 
PIRSGIRÊKA KURD Û TECRÎD
 
Di berdewamê de Çîçek bal kişand ser têkiliya di navbera çareseriya pirsgirêka kurd û tecrîda li ser Ocalan jî û ev nirxandin kir: "Tifaqa Cumhûrê û Tifaqa Miletê ku xwe wekî rêvebirên netew-dewleta tirk dibînin, vê yekê çawa dinirxînin? Bi rastî li ber çavên min şanoyek tê lîstin. Yanî bi pêvajoya çareseriyê ya dawîn re me dît ku birêz Ocalan ji bo pirsgirka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin, helwesteke pir rasteqîn û aqilane da der. Di heman demê de me dît ku birêz Ocalan 24 sal in di pêvajoya Îmraliyê de ji hemû aktorên siyasî zêdetir li ser aştiya civakî û demokratîkbûna Tirkiyeyê hûr dibe. Tecrîd û îşkencekirina aktorekî ev qasî tije, nîşan dide ku pirsgirêka kurd di çarçoveya înkarê de kûr bûye. Gava em di vê çarçoveyê de lê mêze dikin, heta pirsgirêk li ser esasê rastiyê neyê pênasekirin, çareseriya dê her tim bê taloqkirin."
 
‘HEWL DIDIN HÊVIYÊ JI HOLÊ RAKIN'
 
Çîçek, got ku tecrîda li ser Ocalan a ji aliyê desthilatdariya siyasî ve tê meşandin û helwesta ji bo statuya gelê kurd heman tişt e û got ku her ku têkoşîna azadiya gelê kurd mezin dibe êriş jî zêde dibin. Çîçek, diyar kir ku bi polîtîkaya “desteserkirinê" armanc jiholêraklirina hêviya azadî û demokrasiyê ya hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn e. Çîçek armanca sereke ya vê polîtîkayê jî wiha anî ziman: "Hepskirin, sernixumandin û jiholêrakirina vê hêviyê ye."
 
AZADIYA OCALAN
 
Çîçek krîza li cîhanê û Tirkiyeyê bibîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Aktor û nûnerên muxalefeta civakî yên di van pêvajoyên krîzê de ku çareseriyên herî rasteqîne pêşniyaz dikin, her tim tên dorpêçkirin û her tim bi tasfiyekirinê re rû bi rû dimînin. Her wiha divê bê dîtin ku bi taybetî sedema ku 18 meh in birêz Ocalan hatiye desteserkirin jî ev bi xwe ye. Asta rastiya hiqûqî, mirovî û siyasî ya birêz Ocalan ji me re dibêje ku divê tecrîd êdî bê rakirin. Ger em dixwazin vê pirsgirêkê bi rêyên demokratîk çareser bikin, divê em rêyek ku armanca wê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e peyda bikin. A rast, divê em hinekî para xwe ya di tecrîdê de nîqaş bikin. Niha netew-dewlet, yên ku dewletê bi rê ve dibin wek çînekê karê xwe dikin. Baş e, lê em bi wê bêhêziya xwe çi qasî xizmeta vê tecrîdê dikin? Di heyama nû de divê em vê yekê nîqaş bikin. Divê em meseleya azadiyê jî di vî warî de binirxînin. Divê em ferqa xwe ya li hember siyaseta înkarker, bi siyaseta damezrîner ava bikin. Yanî avakeriyeke civakî û siyaseta civakî wê çawa bê kirin? Em, gava nikaribin bi vî aliyî re rû bi rû bibin, dê tiliya me jî di tecrîdê de hebe."
 
Çîçek di dawiyê de destnîşan kir ku pergal dixwaze Ocalan ji civakê qut bike û bi vî awayî bide jibîrkirin û got ku, divê her kes li dijî van polîtîkayan rave. Çîçek bilêv kir ku îtirazên li hemberî polîtîkaya tecrîdê girêdayî têkoşîna rêxistinbûyî ya gelê kurd e. 
 
MA / Ergîn Çaglar
 
 

Sernavên din

23/09/2022
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye
13:14 Dê forûma ‘Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin’ bê lidarxistin
12:24 PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike
12:21 Ji bo piştgiriya bi jinên îranî re bang: Werin em agirê serhildanê geştir bikin
12:20 Mîhrîcana ŞanoWan îro dest pê dike
12:01 Ferît Şenyaşar: Bila destê siyasî yê li ser dozê bê rakirin
12:01 Erdên gundiyan bi darê zorê jê standin û dan Cengîz Holdîngê
11:47 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:44 Jina ducanî bi awayekî biguman birîndar bû
11:43 Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan
11:29 Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber
11:19 Rewşa girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe
11:10 Dora cîsmê ku leşkeran îmha nekirî bi keviran girtin
10:56 Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne
09:06 Gotibû hemû lazimatiyên wan hatine peydakirin lê derket holê ku tenê 200 lîre daye
09:05 ‘Zarok ji ber tesîsa çopê ya Şaredariya Çewligê nexweş dikevin'
09:05 ‘Meşa Cûdî bû çavkaniya moralê'
09:04 Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye
09:04 Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin
18:22 Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor
16:34 Raportorên NY’ê Îran şermezar kir
15:47 HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin
15:09 Nobeta Edaletê: Dê ev roj jî derbas bibin
14:53 Konsera Îlkay Akkaya ya li Rihayê hate qedexekirin
14:51 Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin
14:46 Eyup Mîlan ê ûrmiyeyî: Kurd li qadan e û li ber xwe didin
14:21 OHD’ê ji bo girtiyên nexweş bang kir
14:19 Rêxistinên hiqûqê ji bo Balaç banga berdanê kirin
13:58 Gilêşê di Çemê Firatê de ziyanê dide tenduristiya gelê herêmê
13:34 Malbatên girtiyan: Kesên xwedî wijdan divê ji bo çareseriyê israr bikin
13:18 Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin
13:15 Li rojnamevan Yalçin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn
13:04 HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
12:43 Nobeta Edaletê di roja 563’yemîn de ye
12:26 RAWA: Destkeftiya li Îranê dê li Efxanistanê jî rê li ber guherînê veke
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin
12:52 Rejîma Îranê çalakvaneke din jî qetil kir
12:46 OHD û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:30 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi 10 hezar kesan ‘Nexşe rê’ aşkere bike
12:22 Xizmên girtiyan: Heta hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin
11:46 Li Geverê îşkence li gundiyan kirin û sîxûrtî lê ferzkirin
11:33 Derhênera fîlmê Kobanê Yaşar: Kesên li ber xwe dan senaryo nivîsandin
11:15 Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê 24 bajar rabûn ser pêyan
11:00 Galaya fîlmê ‘Qet’ hat kirin
10:40 Parêzer Theune: Tirkiye li Îmraliyê sûc dike
10:30 Serdozgeriyê ji bo malbata Dedeogûllari wiha got ‘malbata ku tê îdiakirin kurd in’
10:15 Pûtîn seferberiya leşkerî îlan kir
10:00 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû
09:55 Niştecihên Taxa Fabrîkayê ku qeyûm dabû ber firotinê: Em ê dev ji taxa xwe bernedin
09:08 Mayinê destekî wî jê kir
09:07 Girtiyê ku şarapnel di laşê wî de û 2 caran anjiyo bûye nayê berdan
09:05 Zarokê ku ji ber teqîna cismekî leşkerî birîndar bûbû doza destê xwe dike