Rojanemeger Ezmî: Divê Tirkiye di mijara DAIŞ’ê de bi agir nelîze

  • rojane
  • 11:49 18 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegerê misrî Elaa Ezmî diyar kir ku operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Kampa Holê ya li dijî DAIŞ’ê pêwîstiyek bû û wiha got: “Ne Tirkiye û ne jî hêzên din ên li herêmê çalak divê di mijara DAIŞ’ê de bi agir nelîzin.” 
 
Qonaxa duyemîn a Pêngava Însanî û Ewlekariyê ya Hêzên Ewlekariya Hundir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî Kampa Holê dabû destpêkirin, 24 roj piştre di 17’ê îlonê de bi dawî bû. Pêngav bi alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), YPG û YPJ’ê hat kirin û di encamê de gelek çekên sivik û navîn, bi dehan tunel û qadên perwerdeyê yên ji bo zarokan hatin dîtin. Di heman demê de bi dehan endamên hucreyên veşarî hatin girtin. Rojnamegerê misrî û lêkolînvanê bûyerên terorê Elaa Ezmî têkildarî Pêngava Însanî û Ewlekariyê de bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Ezmî, bal kişand ser rola HSD’ê ya di têkbirina hucreyên DAIŞ’ê de û wiha got: “HSD divê li dijî alîkariya Tirkiye dide DAIŞ’ê hemû tevdîrên navneteweyî bigire.”
 
Rojnameger Elaa Ezmî da zanîn ku Kampa Holê ji ber malbatên DAIŞ’iyan, xeteretirîn kampa li cîhanê ye û wiha got: “Pêngava ewlehiyê ya HSD’ê ku li Kampa Holê li dijî endamên DAIŞ’ê dabû destpêkirin, ji ber têkbirina alîkariya bi rêxistina terorîst re tê kirin, ji bo têkbirina bermahiyên çeteyên tundrew pêwîstiyek bû. Encamên vê pêngavê balkêş bûn. Bi taybet jî gelek tunel hatin dîtin, girtina komên ku di nava zarokan de fikrên tundrew belav dikin, desteserkirina çekan û girtina bi dehan terorîstên DAIŞ’ê gelek girîng bû. Domandina pêngavên bi vî rengî, pêwîstiyek e. Ji bo îstîqrara kampê hewcedariyeke.”
 
DAIŞ’IYAN ÇAWA EWQAS TUNEL KOLANDINE?
 
Bi domdarî Ezmî, destnîşan kir ku divê Rêveberiya Xweser di hundirê kampê de xebateke cuda bide destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mînak; dîtina tunelan bi xwe re pirsên cuda tîne. Li gel ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HSD heye jî DAIŞ’iyan çawa ewqas tunel kolandine? Hewceye HSD hîn bêhtir zextê li Koalîsyona Navneteweyî bike da ku alîkariya ewlehî û teknîkî bide, da ku li kampê pergalekê ferz bike û 24 saetan bi deng û dîmen were şopandin. Divê planeke nû ya ewlehiyê ya xurtir bê danîn da ku DAIŞ nekare metirsiyan belav bike û hêza xwe li kampê komî ser hev bike. Hewceye di navbera vê pêngavê û ya din de gelek dem nebe û derfeta kuştin, revandin û çêkirina tunelan nedin DAIŞ’ê.” 
 
‘DEWLET NAXWAZIN PIRSGIRÊK ÇARESER BIBE’
 
Di berdewamê de Ezmî diyar kir ku rola HSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê girîng e lê tevî vê yekê jî hêzên navneteweyî di hêla siyasî, teknîk, leşkerî û qanûnan de alîkariya pêwîst nade. Ezmî, axaftina xwe wiha domand: “Kampa Holê, xeteretirîn kampa li cîhanê ye. Tevî vê yekê jî tu nîşane nînin ku hêzên koalîsyonê û yên cîhanê çareseriyekê jê re peyda bikin. Balkêş e ku civaka navneteweyî naxwaze pirsgirêkên li Kampa Holê çareser bibin. Weke bombeyeke zindî dihêlin da ku di pêşerojê de bikarin armancên xwe yên siyasî pêk bînin. Li hêla din hebûna Tirkiyeyê ya li bakurê Sûriyeyê û êrişên wê yên li dijî HSD’ê aloziya heyî girantir dike. Ev kirinên wê derfetê dide komên terorîst ku di vê aloziyê de xwe komî ser hev bikin. Armanca wê ya li Sûriyeyê jî gurkirina aloziya heyî ye.” 
 
‘DIVÊ HSD TEVDÎRÊN LEŞKERÎ Û SIYASÎ BIGIRE’
 
Rojnameger Ezmî bi lêv kir ku divê HSD li dijî piştgiriya Tirkiyeyê ya xurt a bi DAIŞ’ê re, hemû tevdîrên navneteweyî bigire û wiha pê de çû: “Divê hem tevdîrên siyasî û hem jî yên leşkerî bigire da ku têk bibe. Ji ber berjewendiyên hevbeş, ji ber van kiryaran hesab ji Tirkiyeyê nayê xwestin. Ne Tirkiye û ne jî hêzên din ên li herêmê çalak, divê di mijara DAIŞ’ê de bi agir nelîzin. Ji ber ku heke komên terorîst ên wezîfedar rojekê bi hêzeke din ê navneteweyî re li hev bike, dê her kesî bidin ber xwe. Tecrûbeya Washingotinê ya bi îslamîstên Efxanistanê re hîn zindî ye. Hêj 11’ê Îloneke din dubare nebûyî, divê her kes tevdîra xwe bigire. Pêşniyara min a bo HSD’ê ew e ku divê civaka navneteweyî li dijî DAIŞ’ê têxe nava hewldanan. Û nîşan bide ku ji bo bidawîbûna karesata DAIŞ’ê tekane berpirsyarî ne tenê li ser milê wan e ku kêmderfet in. Divê hemû dewletên cîhanê hemwelatiyên xwe ji kampê bibin, wan bidarizîne û perwerde bike. Ji bo vê jî pêdivî pê heye ku NY û dewletên din bi çalak tev li kontrolkirina ewlehiyê bibin û bernameyên serkeftî pêş bixin.” 
 

Sernavên din

23/09/2022
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye
13:14 Dê forûma ‘Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin’ bê lidarxistin
12:24 PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike
12:21 Ji bo piştgiriya bi jinên îranî re bang: Werin em agirê serhildanê geştir bikin
12:20 Mîhrîcana ŞanoWan îro dest pê dike
12:01 Ferît Şenyaşar: Bila destê siyasî yê li ser dozê bê rakirin
12:01 Erdên gundiyan bi darê zorê jê standin û dan Cengîz Holdîngê
11:47 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:44 Jina ducanî bi awayekî biguman birîndar bû
11:43 Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan
11:29 Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber
11:19 Rewşa girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe
11:10 Dora cîsmê ku leşkeran îmha nekirî bi keviran girtin
10:56 Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne
09:06 Gotibû hemû lazimatiyên wan hatine peydakirin lê derket holê ku tenê 200 lîre daye
09:05 ‘Zarok ji ber tesîsa çopê ya Şaredariya Çewligê nexweş dikevin'
09:05 ‘Meşa Cûdî bû çavkaniya moralê'
09:04 Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye
09:04 Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin
18:22 Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor
16:34 Raportorên NY’ê Îran şermezar kir
15:47 HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin
15:09 Nobeta Edaletê: Dê ev roj jî derbas bibin
14:53 Konsera Îlkay Akkaya ya li Rihayê hate qedexekirin
14:51 Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin
14:46 Eyup Mîlan ê ûrmiyeyî: Kurd li qadan e û li ber xwe didin
14:21 OHD’ê ji bo girtiyên nexweş bang kir
14:19 Rêxistinên hiqûqê ji bo Balaç banga berdanê kirin
13:58 Gilêşê di Çemê Firatê de ziyanê dide tenduristiya gelê herêmê
13:34 Malbatên girtiyan: Kesên xwedî wijdan divê ji bo çareseriyê israr bikin
13:18 Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin
13:15 Li rojnamevan Yalçin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn
13:04 HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
12:43 Nobeta Edaletê di roja 563’yemîn de ye
12:26 RAWA: Destkeftiya li Îranê dê li Efxanistanê jî rê li ber guherînê veke
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin
12:52 Rejîma Îranê çalakvaneke din jî qetil kir
12:46 OHD û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:30 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi 10 hezar kesan ‘Nexşe rê’ aşkere bike
12:22 Xizmên girtiyan: Heta hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin
11:46 Li Geverê îşkence li gundiyan kirin û sîxûrtî lê ferzkirin
11:33 Derhênera fîlmê Kobanê Yaşar: Kesên li ber xwe dan senaryo nivîsandin
11:15 Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê 24 bajar rabûn ser pêyan
11:00 Galaya fîlmê ‘Qet’ hat kirin
10:40 Parêzer Theune: Tirkiye li Îmraliyê sûc dike
10:30 Serdozgeriyê ji bo malbata Dedeogûllari wiha got ‘malbata ku tê îdiakirin kurd in’
10:15 Pûtîn seferberiya leşkerî îlan kir
10:00 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû
09:55 Niştecihên Taxa Fabrîkayê ku qeyûm dabû ber firotinê: Em ê dev ji taxa xwe bernedin
09:08 Mayinê destekî wî jê kir
09:07 Girtiyê ku şarapnel di laşê wî de û 2 caran anjiyo bûye nayê berdan
09:05 Zarokê ku ji ber teqîna cismekî leşkerî birîndar bûbû doza destê xwe dike