‘Mafên demokratîk li Enqereyê bi darbeya sivîl hatine binpêkirin’

img
ENQERE - Endama Lijneya Rêveber a ATO’yê Ayşe Ugurlu da zanîn ku li Enqereyê bi darbeyeke sivîl re peymanên navneteweyî û mafên demokratîk hatine binpêkirin. Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî got ku ew van zextên li ser derdorên muxalîf ên civakî qebûl nakin. 
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê bi mebesta protestokirina astengkirina mafê civîn, xwepêşandan û meşan a ji hêla Walîtiya Enqereyê û Midûriyeta Emniyetê ve, bi banga “Demildest Demokrasî” li Navenda Giştî ya Tum Bel-Senê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta “Em ê dev ji bi kar anîna mafên xwe yên qanûnî bernedin, hûn dev ji kirina sûcan berdin” hatibû daliqandin. Hevserokê Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk, Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Husnu Yildirim û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di civînê de amade bûn. 
 
MAFÊN MAKEQANÛNÎ HATIN XESPKIRIN
 
Di civînê de Endama Lijneya Rêveber a Odeya Bijîşkan a Enqereyê (ATO) Ayşe Ugurlu axivî û got ku peymanên navneteweyî û mafên demokratîk piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê hatine betalkirin û wiha domand: “Ji wê dîrokê ve mafên civîn, xwepêşandan û meşan ji hêla Walîtiya Enqereyê û Midûriyeta Emniyetê ve tên binpêkirin. Mafên me yên zagonî ku bi sepanên OHAL’ê hatibûn sekinandin, bi Pergala Hikûmetê ya Serokkomartiyê ve bi temamî hatin xespkirin. Li Enqereyê hiqûqeteke taybet di meriyetê de ye. Walîtî û Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê hema hema li gorî her kolan û avahiyan sepanên cuda têxe meriyetê. Dadgeha Qanûna Bingehîn û DMME derheqê kesên van binpêkirinan dikin de tiştekî nakin lewma ev derhiqûqiye her ku diçe zêdetir dibin. Bi hinceta ku berê destûr nehatiye xwestin, daxuyaniyan asteng dikin, bi taybet jî li Kizilayê hewl didin bi êrişên xwe daxuyaniyan terorîze bikin û êrişên ku rûmeta mirovan binpê dikink, pêk tînin. Nahêlin em broşuran belav bikin, standan vekin û xebatên sendîkayî li pêşiya kargehên xwe bikin. Ji bo ku beşdarî xebatan nebin, gefan li endamên me dixwin û nahêlin nûnerên sendîkayan ji bo çalakiyan ji avahî derkevin. Amirên polîsan gefan dixwin û qadên sembol li tevgerên demokrasî û kedê tên qedexekirin. 
 
Serlêdanên me yên ji bo mitîngan jî bi awayekî keyfî heta rojek beriya mitîngê nayên diyarkirin. Di ketina qada mitîngê de polîs provakasyonan dikin, saeta ku walîtiyê diyar kiriye tê ferzkirin û polîs fermanên amirên xwe nas nakin. Li deverên kamera lê neyî polîs welatiyan tacîz dike û êrişan dikin. Di heman demê de nahêlin nûçegihan dîmenan bikişînin. Divê neyê ji bîr kirin ku hêzên ked û demokrasiyê ku tarîtiya 12’ê Îlonê çirandibûn, dê niha jî li qadan bin. Em bang li rayedarên ku sepanên hiqûqê ji holê rakirin dikin; em natirsin û dev ji bikaranîna mafên xwe yên zagonî bernadin. Em ê li dijî hemû zordestiyan bikevin hava hewldanên hiqûqî.” 
 
BOZGEYÎK: EM Ê DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNADIN
 
Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî da zanîn ku li Enqereyê ev 5 sal in rewşeke awarte heye û ev tişt anî ziman: “Piştî darbeya sivîl, Tirkiye bi bêzagoniyekê re rû bi rû ye. Gelek çalakiyên sendîka û partiyên siyasî tên astengkirin. Cotstandartiyek heye. Çalakiyên li dijî LGBT’iyan ji hêla dewletê ve tê destekkirin lê çalakiyên herî demokratîk ên rêxistinên pîşeyî û kedê tên astengkirin û rastî êrişan tên. Duh li Cizîrê êrişî meşa ji bo ekolojiyê kirin. Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Heta avakirina Tirkiyeyeke demokratîk jî em ê têbikoşin. Em zexta li ser derdorên muxalîf ên civakê qebûl nakin. Me vê hefteyê serlêdanên sûc kirin lê em baş dizanin ku daraz serbixwe nîne. Em careke din dibêjin, kesên van tiştan dikin sibe dusibe dê bên darizandin û hesabê bidin.” 
 
Daxuyanî bi axaftina Cîgirê Rêxistina Partiya Gel a Komarê (CHP) a Enqereyê Atîlla Iliman û Hevserokê Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Enqereyê Mûstafa Karabudak bi dawî bû. 
 

Sernavên din

23/09/2022
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye
13:14 Dê forûma ‘Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin’ bê lidarxistin
12:24 PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike
12:21 Ji bo piştgiriya bi jinên îranî re bang: Werin em agirê serhildanê geştir bikin
12:20 Mîhrîcana ŞanoWan îro dest pê dike
12:01 Ferît Şenyaşar: Bila destê siyasî yê li ser dozê bê rakirin
12:01 Erdên gundiyan bi darê zorê jê standin û dan Cengîz Holdîngê
11:47 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:44 Jina ducanî bi awayekî biguman birîndar bû
11:43 Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan
11:29 Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber
11:19 Rewşa girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe
11:10 Dora cîsmê ku leşkeran îmha nekirî bi keviran girtin
10:56 Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne
09:06 Gotibû hemû lazimatiyên wan hatine peydakirin lê derket holê ku tenê 200 lîre daye
09:05 ‘Zarok ji ber tesîsa çopê ya Şaredariya Çewligê nexweş dikevin'
09:05 ‘Meşa Cûdî bû çavkaniya moralê'
09:04 Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye
09:04 Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin
18:22 Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor
16:34 Raportorên NY’ê Îran şermezar kir
15:47 HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin
15:09 Nobeta Edaletê: Dê ev roj jî derbas bibin
14:53 Konsera Îlkay Akkaya ya li Rihayê hate qedexekirin
14:51 Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin
14:46 Eyup Mîlan ê ûrmiyeyî: Kurd li qadan e û li ber xwe didin
14:21 OHD’ê ji bo girtiyên nexweş bang kir
14:19 Rêxistinên hiqûqê ji bo Balaç banga berdanê kirin
13:58 Gilêşê di Çemê Firatê de ziyanê dide tenduristiya gelê herêmê
13:34 Malbatên girtiyan: Kesên xwedî wijdan divê ji bo çareseriyê israr bikin
13:18 Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin
13:15 Li rojnamevan Yalçin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn
13:04 HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
12:43 Nobeta Edaletê di roja 563’yemîn de ye
12:26 RAWA: Destkeftiya li Îranê dê li Efxanistanê jî rê li ber guherînê veke
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin
12:52 Rejîma Îranê çalakvaneke din jî qetil kir
12:46 OHD û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:30 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi 10 hezar kesan ‘Nexşe rê’ aşkere bike
12:22 Xizmên girtiyan: Heta hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin
11:46 Li Geverê îşkence li gundiyan kirin û sîxûrtî lê ferzkirin
11:33 Derhênera fîlmê Kobanê Yaşar: Kesên li ber xwe dan senaryo nivîsandin
11:15 Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê 24 bajar rabûn ser pêyan
11:00 Galaya fîlmê ‘Qet’ hat kirin
10:40 Parêzer Theune: Tirkiye li Îmraliyê sûc dike
10:30 Serdozgeriyê ji bo malbata Dedeogûllari wiha got ‘malbata ku tê îdiakirin kurd in’
10:15 Pûtîn seferberiya leşkerî îlan kir
10:00 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû
09:55 Niştecihên Taxa Fabrîkayê ku qeyûm dabû ber firotinê: Em ê dev ji taxa xwe bernedin
09:08 Mayinê destekî wî jê kir
09:07 Girtiyê ku şarapnel di laşê wî de û 2 caran anjiyo bûye nayê berdan
09:05 Zarokê ku ji ber teqîna cismekî leşkerî birîndar bûbû doza destê xwe dike