Bersiva Wezaretê ya li ser birîna daran: Em daristanê ciwan dikin

img
BEDLÎS - Parlamenterê HDP’ê Mahmût Celadet Gaydali, diyar kir ku wezaretê bi gotina “Em daristanê ciwan dikin” birîna daran a nêzî saleke li Herêma Çiyayê Gerzevel a girêdayî navçeya Hîzanê didome, parast. 
 
Li qadên Bercûm, Dêrik û Reşyan ên girêdayî mezraya Kerna Heso ya li Herêma Çiyayê Gerzevel a girêdayî navçeya Hîzan a Bedlisê, nêzî salekê ye bi hinceta “ewlehiyê” dar tên birîn. Hat diyarkirin ku darên li herêma ku ketin û derketin hatiye qedexekirin hatine birîn, bi rêyên ku makîneyên înşaetê hatine vekirin ji aliyê leşkeran ve hatine veguhestin. 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Bedlisê Mahmût Celadet Gaydali, têkildarî talana li herêmê axivî. 
 
DEVÎ JÎ TÊN BIRÎN
 
Gaydali, diyar kir ku di destê wan de têkildarî birîna daran tu dane nînin û got: “Em dizanin ku birîna daran ji aliyê walî, qeymeqam û leşkeran ve tê kirin. Ev birîn ji par û vir ve dewam dikin. Pêşî daristan dişewitandin. Dema dîtin ku daristana şewitî careke din şîn dibe, dest bi birînê kirin. Dîsa lê nêrîn ku darên berûyan şîn dibin. Vê carê makîneyên kar anîn û ji kokê re jêkirin. Anku hewl dan koka wan zuha bikin. Li vê rêbazê nihêrîn ku bihaye, vê carê dev jê berdan û birîna daran domandin. Ev ne karekî aqilane ye. Li ku dera deviyeke biçûk hebe jî, dikevinê û daran dibirin.”
 
WEZARET: EM DARISTANÊ CIWAN DIKIN
 
Gaydali, bi lêv kir ku têkildarî mijarê bi daxwaza bersivdayînê gelek pêşniyazpirs dane Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê û wiha berdewam kir: “Weke şande em çûn herêmê, me lêkolîn kirin û ev anîn rojeva Meclîsê. Min pêşniyazpirsek pêşkêşî Wezareta pêwendîdar kir. Bersiva wezaretê wiha bû: 'Em daristanê ciwan dikin. Em darên kevn dibirin û nû dikin.’ Hemû daristan birîne, tenê ax maye. Daristanê bi vî rengî ciwan dikin? Darên zirav ên weke zendên mirovan jî dibirin.”
 
POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET
 
Gaydali, diyar kir ku dewletê li bajarên kurdan hawîrdorê texrîb dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birîna daristanan encama polîtîkayên şerê taybet e. Ji bo birîna daran ji der ve mirovan tînin. Ev polîtîkaya dewletê ya şerê taybet e. Divê mirov vê rewşê bi awayekî zelal bibîne. Rojekê di civîna komîsyonê de min ji wezîrê berpirsyar re got ‘Ez qaneh bûm ku hûn ji şînkahiyê re hez dikin’ berê xwe da min û keniya. Dema min jê re got ‘Hûn şînkahiya dolar hez dikin’ hêrs bû û ji min dûr ket. Ji bo pereyan û kurd bên tunekirin her tişt tê kirin. Ji bo ku darên daristanê bibirin li mirovan geriyan. Tu mirovên li vê herêmê dijîn xwe nêzî birîna daran nekirin. Ji ber vê yekê ji navçeya Motkiyê mirovan tînin û didin xebitîn. Li birîna daristanên Çiyayê Cûdî jî heman rêbaz e.”
 
TENDURISTIYA MIROVAN TUNE TÊ HESIBANDIN
 
Gaydali, destnîşan kir ku texrîbata ekolojîk herî zêde di serdema desthilata AKP’ê de pêk hat û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tenduristiya mirovan tune dihesibînin. Li cîhanê hevsengiya ekolojîk û avhewa her ku diçe xera dibe. Li navçeya Hîzanê herî zêde guz şîn dibin. Îsal guz çênebûn. Di berhemên din de jî heman rewş heye. Divê em vê ji gelê xwe re vebêjin.”
 
MA / Hakan Yalçin
 
 

Sernavên din

23/09/2022
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye
13:14 Dê forûma ‘Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin’ bê lidarxistin
12:24 PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike
12:21 Ji bo piştgiriya bi jinên îranî re bang: Werin em agirê serhildanê geştir bikin
12:20 Mîhrîcana ŞanoWan îro dest pê dike
12:01 Ferît Şenyaşar: Bila destê siyasî yê li ser dozê bê rakirin
12:01 Erdên gundiyan bi darê zorê jê standin û dan Cengîz Holdîngê
11:47 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:44 Jina ducanî bi awayekî biguman birîndar bû
11:43 Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan
11:29 Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber
11:19 Rewşa girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe
11:10 Dora cîsmê ku leşkeran îmha nekirî bi keviran girtin
10:56 Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne
09:06 Gotibû hemû lazimatiyên wan hatine peydakirin lê derket holê ku tenê 200 lîre daye
09:05 ‘Zarok ji ber tesîsa çopê ya Şaredariya Çewligê nexweş dikevin'
09:05 ‘Meşa Cûdî bû çavkaniya moralê'
09:04 Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye
09:04 Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin
18:22 Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor
16:34 Raportorên NY’ê Îran şermezar kir
15:47 HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin
15:09 Nobeta Edaletê: Dê ev roj jî derbas bibin
14:53 Konsera Îlkay Akkaya ya li Rihayê hate qedexekirin
14:51 Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin
14:46 Eyup Mîlan ê ûrmiyeyî: Kurd li qadan e û li ber xwe didin
14:21 OHD’ê ji bo girtiyên nexweş bang kir
14:19 Rêxistinên hiqûqê ji bo Balaç banga berdanê kirin
13:58 Gilêşê di Çemê Firatê de ziyanê dide tenduristiya gelê herêmê
13:34 Malbatên girtiyan: Kesên xwedî wijdan divê ji bo çareseriyê israr bikin
13:18 Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin
13:15 Li rojnamevan Yalçin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn
13:04 HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
12:43 Nobeta Edaletê di roja 563’yemîn de ye
12:26 RAWA: Destkeftiya li Îranê dê li Efxanistanê jî rê li ber guherînê veke
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin
12:52 Rejîma Îranê çalakvaneke din jî qetil kir
12:46 OHD û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:30 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi 10 hezar kesan ‘Nexşe rê’ aşkere bike
12:22 Xizmên girtiyan: Heta hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin
11:46 Li Geverê îşkence li gundiyan kirin û sîxûrtî lê ferzkirin
11:33 Derhênera fîlmê Kobanê Yaşar: Kesên li ber xwe dan senaryo nivîsandin
11:15 Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê 24 bajar rabûn ser pêyan
11:00 Galaya fîlmê ‘Qet’ hat kirin
10:40 Parêzer Theune: Tirkiye li Îmraliyê sûc dike
10:30 Serdozgeriyê ji bo malbata Dedeogûllari wiha got ‘malbata ku tê îdiakirin kurd in’
10:15 Pûtîn seferberiya leşkerî îlan kir
10:00 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû
09:55 Niştecihên Taxa Fabrîkayê ku qeyûm dabû ber firotinê: Em ê dev ji taxa xwe bernedin
09:08 Mayinê destekî wî jê kir
09:07 Girtiyê ku şarapnel di laşê wî de û 2 caran anjiyo bûye nayê berdan
09:05 Zarokê ku ji ber teqîna cismekî leşkerî birîndar bûbû doza destê xwe dike
09:01 Keya bi hinceta 'guran' li ber çavê midûriyetê bi hezaran dar birîn!