‘Hevdîtina bi Ocalan re daxwaza raya giştî ya demokratîk e’

  • rojane
  • 09:05 19 Îlon 2022
  • |
img
STENBOL - Parêzer Eylem Arzû Kayaoglû, bal kişand ku ji bo hawira şer bi dawî bibe divê ji hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re rê bên vekirin û destnîşan kir ku ev daxwaza raya giştî ya demokratîk e. 
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê piştî ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girava Îmraliyê tên ragirtin 18 meh in agahî jê nayên girtin, di 9’ê îlonê de serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropa (CPT) da. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku şert û mercên “incommunicado” ku tê wateya bêragihandina mutleq û rîska her cure îxlalan dewam dike û qedexeya îşkenceyê li Girava Îmraliyê bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin û der barê geşedanên di navbera nîsan û tebaxa 2022’yan de agahî dan CPT’yê. 
 
Parêzeran her wiha destnîşan kirin ku redkirina hevdîtina Abdûllah Ocalan a bi parêzer, malbat û wasiyê wî re li dijî qedexeyea îşkenceyê ye. Di serlêdanê de hate bibîrxistin ku di 10’ê hezîranê de 775 parêzerên ku di navbera wan de 29 baro hebûn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Îdariya Girtîgeha Îmraliyê dane ku “bi lezgînî hevdîtin bên kirin” û tevî gelek wext derbas bûye jî tu bersiv nehatine dayîn.
 
Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û endama Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Eylem Arzû Kayaoglû, têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din û serlêdana ku kiribûn de nirxandin kirin. 
 
CEZAYÊN ‘DISÎPLÎNÊ’ TÊN VEŞARTIN
 
Kayaoglû, bibîr xist ku di nîsana 2021'an de têkiliya dawî ya bi Abdullah Ocalan re axaftina bi telefoneke qutbûyî bû û anî ziman ku ji wê demê ve tu têkilî nehatiye danîn û şert û mercên tecrîda giran bê navber dewam dikin. Kayaoglû diyar kir ku parêzer her hefte ji bo ku bi Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevdîtinê bikin bi rêk û pêk serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Dadgeriya Înfazê ya Ceza ya Îmraliyê didin lê ev serlêdan bi hinceta 'cezayên disîplînê' tên redkirin û wiha got: “Hinceta biryarên tên redkirin jî li ser îtîrazan tê hînbûn. Pêkanîn û teqezbûna van cezayên dîsîplînê, bi pêkanîneke 'mîna korsanan' ji parêzerên wî re tê veşartin.” 
 
TEVÎ SERLÊDANAN JÎ CPT BÊDENG E
 
Kayaoglû, bi lêv kir ku serlêdanên li CPT’yê tên kirin bê bersiv tên hiştin û wiha berdewam kir: “CPT ne mekanîzmayeke darazê ku weke Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), dadgeha herêmî an jî Dadgeha Destûra Bilind rast e rast biryara binpêkirina mafan bide ye lê ji aliyê navnetewîbûnê re girîng e. Ji bo welatên ku endamên Konseya Ewropayê ne jî xwedî cihekî gelek girîng e. Li gorî me tişta li vir bê kirin divê CPT li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) berpirsyartiya dikeve li ser milê wê pêk bîne.”
 
YEKANE CIHÊ KU QEDEXEYA HEVDÎTINÊ TÊ DAYÎN
 
Kayaoglû, bi lêv kir ku yekane cihê ku qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan tê sepandin Girtîgeha Îmraliyê ye û têkildarî serlêdanên hatin kirin de ev tişt gotin: “Em êdî hejmara serlêdanên bêencam hatine hiştin, redkirinên îtîrazan, serlêdanên di encama bi dawîkirina rêyên hiqûqa navîn ên li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hatine dayîn em nizanin. Dadgeha Destûra Bingehîn heta niha tu serlêdan bi esasî negirt rojeva xwe. Daxwazên bergiriyan bi hincetên bêbingeh red kir. Ji sala 2015’an ve nêzî 7 sal in Dadgeha Destûra Bingehîn tu serlêdanên  ji bo Birêz Ocalan û girtiyên din hatine kirin bi tu awayî nexist rojeva xwe. Di vê navberê de ji ber AYM’ê ev peywîra bi cih neanî serî li DMME’yê tê dayîn. Ji ber ku AYM ji rêya hiqûqa navîn a bi bandor derketiye. 
 
DAXWAZA GELÊ KURD E
 
Kayaoglu diyar kir ku CPT bêyî ku hikûmetê weke salên berê agahdar bike dikare biçe Girava Îmraliyê û bang kir ku weke parêzerên îmze avêtine dixwazin ev daxwaz bi lezgînî were bicihanîn. Kayaoglû, destnîşan kir ku divê rêyên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bên vekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tirkiye di hawireke kaos û şer re derbas dibe. Ji bo ev hawira şer bi dawî bibe divê rê li ber hevdîtina Birêz Abdullah Ocalan a bi parêzer, malbat û wasiyê wî re bê vekirin. Ev yek ne tenê daxwazeke Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ye, di heman demê de daxwazeke gelê kurd e. Daxwaza raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê ye.”
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

23/09/2022
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye
13:14 Dê forûma ‘Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin’ bê lidarxistin
12:24 PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike
12:21 Ji bo piştgiriya bi jinên îranî re bang: Werin em agirê serhildanê geştir bikin
12:20 Mîhrîcana ŞanoWan îro dest pê dike
12:01 Ferît Şenyaşar: Bila destê siyasî yê li ser dozê bê rakirin
12:01 Erdên gundiyan bi darê zorê jê standin û dan Cengîz Holdîngê
11:47 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:44 Jina ducanî bi awayekî biguman birîndar bû
11:43 Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan
11:29 Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber
11:19 Rewşa girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe
11:10 Dora cîsmê ku leşkeran îmha nekirî bi keviran girtin
10:56 Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne
09:06 Gotibû hemû lazimatiyên wan hatine peydakirin lê derket holê ku tenê 200 lîre daye
09:05 ‘Zarok ji ber tesîsa çopê ya Şaredariya Çewligê nexweş dikevin'
09:05 ‘Meşa Cûdî bû çavkaniya moralê'
09:04 Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye
09:04 Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin
18:22 Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor
16:34 Raportorên NY’ê Îran şermezar kir
15:47 HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin
15:09 Nobeta Edaletê: Dê ev roj jî derbas bibin
14:53 Konsera Îlkay Akkaya ya li Rihayê hate qedexekirin
14:51 Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin
14:46 Eyup Mîlan ê ûrmiyeyî: Kurd li qadan e û li ber xwe didin
14:21 OHD’ê ji bo girtiyên nexweş bang kir
14:19 Rêxistinên hiqûqê ji bo Balaç banga berdanê kirin
13:58 Gilêşê di Çemê Firatê de ziyanê dide tenduristiya gelê herêmê
13:34 Malbatên girtiyan: Kesên xwedî wijdan divê ji bo çareseriyê israr bikin
13:18 Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin
13:15 Li rojnamevan Yalçin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn
13:04 HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
12:43 Nobeta Edaletê di roja 563’yemîn de ye
12:26 RAWA: Destkeftiya li Îranê dê li Efxanistanê jî rê li ber guherînê veke
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin
12:52 Rejîma Îranê çalakvaneke din jî qetil kir
12:46 OHD û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:30 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi 10 hezar kesan ‘Nexşe rê’ aşkere bike
12:22 Xizmên girtiyan: Heta hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin
11:46 Li Geverê îşkence li gundiyan kirin û sîxûrtî lê ferzkirin
11:33 Derhênera fîlmê Kobanê Yaşar: Kesên li ber xwe dan senaryo nivîsandin
11:15 Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê 24 bajar rabûn ser pêyan
11:00 Galaya fîlmê ‘Qet’ hat kirin
10:40 Parêzer Theune: Tirkiye li Îmraliyê sûc dike
10:30 Serdozgeriyê ji bo malbata Dedeogûllari wiha got ‘malbata ku tê îdiakirin kurd in’
10:15 Pûtîn seferberiya leşkerî îlan kir
10:00 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû
09:55 Niştecihên Taxa Fabrîkayê ku qeyûm dabû ber firotinê: Em ê dev ji taxa xwe bernedin
09:08 Mayinê destekî wî jê kir
09:07 Girtiyê ku şarapnel di laşê wî de û 2 caran anjiyo bûye nayê berdan
09:05 Zarokê ku ji ber teqîna cismekî leşkerî birîndar bûbû doza destê xwe dike