Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin

  • rojane
  • 14:51 22 Îlon 2022
  • |
img
AMED - Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd têkildarî çalakiyên rojhilatê Kurdistan û Îranê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin ku ew serhildana jinan û gelê Rojhilat silav dikin. 
 
Xebata Tifaqa Kurdistanî ku ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Azadî, Komeleya Şoreşger Demokrat a Kurd (DDKD), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) pêk tê û Platforma Jinên Kurd têkildarî qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî û çalakiyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê tên lidarxistin, li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat daxuyaniyeke hevpar dan. 
 
Di daxuyaniyê de ji ewil Hevserokê Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî û wiha got: “Li kîjan deverê dibe bila bibe, rejîmên faşîst û dîktator ji ewil jinan qetil dikin. Ev qetil kirin tevek jî polîtîk in. Hişmendiya mêr-dewletê ya li dijî jinan li Kurdistanê hîn bêhtir xwe dide der. Ji ber ku bi daxwaza azadiyê radibin, rejîmên faşîst û dîktator wan bi zanebûn hedef digire. Hem bûyera Mahsa Amînî û hem jî bûyera jina ermen ku ji hêla leşkerên Azerbaycanê ve hat qetilkirin, nîşan dide bê ka pergala dewletê çawa êrişî jinan dike. Em, van êrişan şermezar dikin. Em hêrsa ku li dijî vê faşîzmê veguherî serhildanê jî silav dikin. Em ê tu carî li hemberî pergala mêr serî netewînin. Çi dibe bila bibe em ê li her devera cîhanê azadiya xwe birêxistin bikin û bersiva xwe bi xweparastinê bidin.”
 
‘EM HOVÎTIYA ÎRANÊ ŞERMEZAR DIKIN’
 
Piştî axaftina Aydenîz, daxuyaniya hevpar hat xwendin. Daxuyaniya hevpar wiha ye: 
 
“Jina kurd Mahsa Amînî li Tehranê hat binçavkirin û ji hêla ‘polîsên exlaqê’ ve bi îşkenceyê hat qetilkirin. Em weke Xebata Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd, vê hovîtiyê şermezar dikin. Em rejîma Îranê ya ku êrişî protesto û berxwedana demokratîk dike jî şermezar dikin. Em ji êrişa li dijî vîna jinan re dibêjin; ‘Na.’ Em berxwedana gelê kurd û gelên faris, azerî, belûcî û yên din ku bi pêşengtiya jinan dest pê kir û veguherî serhildanê silav dikin. 
 
EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN VÊ SERHILDANÊ
 
Li her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê çav û guhê gelê me li berxwedana rojhilatê Kurdistanê ye û dilê me bi gelê me yê Rojhilat re lê dide. Ligel êrişên giran ên rejîma ‘polîsên exlaqê’ jî têkoşîna azadiyê ya jinan coş û kelecaneke mezin diafirîne. Ev berxwedana ku li dijî polîtîkayên desthilatdariya mêr ên ku vîna jinê nas nake pêk tê, di heman demê de bandoreke girîng li têkoşîna azadiya neteweyî jî dike. Ev serhildan di heman demê de pêngaveke rizgariya neteweyî ye ku jin li dijî rejîma nîjadperest a Îranê bi awayekî çalak cih digirin. Weke Xebata Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd, em piştgiriyê didin vê serhildanê û bang li hemû hêzên neteweyî yên demokratîk dikin ku piştgiriyê bidin vê serhildanê. Bêdengiya li hemberî van êrîşan dê bibe sedema kuştina zêdetir jin û şervanên azadiya neteweyî û dê rejîma Îranê teşwîq bike ku êrişên xwe bidomîne.
 
BANG LI CÎHANÊ KIRIN
 
Çalakiyên ku bi qetilkirina Mahsa Emînî dest pê kir, di demekî kurt de li gelek bajarên Îranê yên wek Tehran, Kereç, Tebrîz, Reşt û Îsfehanê belav bûn û berxwedan didome. Berxwedana gelên Îranê ya ku li dijî polîtîkayên dijminatiya jin, gelê kurd û demokrasiyê pêk tên, girîng e. Ev berxwedana hevpar dê hem ji bo pêşxistina demokrasiyê ya li Tehranê hem jî ji bo nefesdayîna gelê Kurdistanê bibe xwedî encam. Ji ber vê yekê em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna hevpar a li ser armanca azadiya Kurdistanê û demokrasiya Îranê pêk tê, dê di her du qadan de rê li ber destkeftiyên mayînde veke. Wer in em piştgiriyê bidin têkoşîna hevpar a dînamîkên azadî û demokrasiyê yên neteweyî û em ji rejîma ‘polîsên exlaqê’ ya Îranê re bibêjin ‘raweste.’ Em bang li saziyên navneteweyî û bi taybet Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê dikin ku ji ber zagon û siyasetên wê yên nîjadperest, zayendperest, ‘exlaqgirî’ ku dijminatiya jinan û gelan dike, li dijî rejîma Îranê sepandina cezayan pêk bîne û em bang li gelên cîhanê dikin ku li dijî zextên rejîma Îranê yên li ser jin, gelê kurd û gelan helwestê nîşan bidin.” 
 

Sernavên din

26/09/2022
11:05 Baskin Oran: Tifaqa Ked û Azadiyê mifteya rizgariya welat e
10:55 Dolar bilind bû
10:47 Dozgeriyê ji bo endamê Koma Aştiyê Tûnç 15 sal cezayê hefsê xwest
10:14 Zehra Mohammedî li Girtîgeha Sanandajê dest bi greva birçîbûnê kir
10:03 Ji konferansa TJA’yê: Em ê xerabiyê bi hêza jinan têk bibin
09:52 'Werzeba' 212 çîrok, xebroşk û destanên kurdî ji mirinê rizgar kirin!
09:28 Artêşa tirk êrişî navenda Kobanê kir
09:02 'Keça Manewî' ya Erdogan neguhêzbara ku desteser kiribû kir mêvanxane
09:01 Akin Bîrdal: Divê em her qadê veguherînin Tifaqa Ked û Azadiyê
09:01 Karmêndên Pîşesaziya Colemêrgê: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2022'YAN
25/09/2022
21:11 Encamnameya Konferansa Jinan a TJA'yê: Hedef azadiya Abdullah Ocalan e
20:55 Balaç careke din şandin girtîgehê
16:55 Buroya Hiqûqê ya Gel: Em nizanin ku Balaç li kuder e
16:50 Sancar: Em hêvî û alternatîf in
16:44 ‘Amûra herî xurt a xweparastinê rêxistinbûn e’
16:32 Konferansa TJA’yê di roja 2’yemîn de ye: Em hêza xwe ji dîroka xwe digirin
15:57 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn şîna malbata Ay
15:24 Li Tekîrdagê eleqeyeke zêde nîşanî HDP’ê dan
15:09 Xwepêşandanên li Îranê di roja 9’an de ne
14:11 Aydenîz: Em ji bo azadiya Ocalan têkoşînê mezin bikin
13:52 Bûldan: Dilê me bi kesên ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin re ye
13:25 Lijneya OHD’ê ji girtiyên nexweş re hate bexşandin
12:49 Konferansa Jinan a TJA’yê: Em ê pergala we serûbin bikin
12:19 Malbata Şenyaşar: Erdogan çima zilma li Rihayê nabîne?
12:19 Balafiran êrişî Akre û Amediyeyê kirin
12:01 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Heta tecrîd were şikandin em ê li ber xwe bidin
11:40 Înfaza girtiyê nexweş Yapici hate şewitandin
10:44 ‘Jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeya jinan’
10:06 Jin di azadiya Abdullah Ocalan de bi israr in
10:01 Li Girtîgeha Bedlîsê dermanên xerabûyî hatine tespîtkirin
09:14 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min 27 sal in li ber xwe dide
09:13 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê gefa kuştinê li girtî xwarin
09:06 TJA 4’emîn Konferansa xwe ya Jinan li dar dixe
09:05 Rojnamevena îranî Mehbûb: Ji Rojavayê heta Îranê bilindbûna têkoşîna 'Jin jiyan azadî'yê ne tesaduf e
09:04 Îlkay Akkaya: Em vegeriyane salên 90'î
09:01 Rapora pêzaniyê ya qezaya Dêrikê derpêş kiriye ku tu 'qisûra' Cengîz Holdîngê tune ye
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2022'YAN
24/09/2022
23:21 Li Amedê konsera Rûken Yilmazê
22:51 Mîhrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê didome
21:47 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
20:17 Keça xwe bi kilaman bi rê kir
19:13 Hewlêriyan qetilkirina Jîna Amîniyê şermezar kir
19:09 Cenazeyê Hacîn Sûcînê hat veşartin
19:05 Îranê Biradostê bombebaran kir
17:18 MKGP’ê û DFG’ê ji rejîma Îranê re got: Rojnamevanan demildest berdin
17:13 Rûniştina F: Divê Huseyîn Durmaz di zûtirin demê de bê berdan
16:58 Dayikên Şemiyê: Heta ku windakiriyên dawî bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:49 Anter: Yên vê pirtûkê dixwînin dê gelek aliyên Apê Mûsa yên nayên zanîn hîn bibin
16:34 Aktîvîstê îranî Hosseîn Ronaghî û parêzerên wî hatin girtin
16:32 Girtiyê nexweş Yûsûfoglû sewqî nexweşxaneyê nayê kirin
16:18 Tifaqa Ked û Azadiyê 'Nexşerê'ya xwe aşkere kir: Têkoşîna hevpar dê bibe meşa ber bi demokratîkbûnê ve
15:55 Tifaqa Ked û Azadiyê Nexşerêya xwe aşkera kir: Em ji bo çareseriyê tên
15:52 Akkaya bertek nîşanî qedexeya konserê da: Ez ê gotina stranan bidomînim
15:38 ‘Mirinên li girtîgehan cînayetên siyasî ne’
15:34 Jinan li Dîlokê bang kir: Em ê bi hev re cîhaneke azad ava bikin
15:23 Ev 25 sal in agahî ji Zozan û Orhan Eren nayên girtin
15:21 Polîsê ku hevjîna xwe qetil kir, mir
15:11 Hêzên rejîmê aktîvîsta îranî Ronaghî derb kir
15:10 Xebatkarên Rojnameya Xwebûnê: Çi dibe bila bibe rojanamegeriya kurdî wê bidomê
14:21 Ermenîstanê teslîm kirin, MÎT’ê got ‘Me bi operasyonê girtin’
13:47 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bililnd a Eregliyê girtî xistine hucreyên yekkesî
13:19 KNK, PJAK û KODAR’ê geşedanên li Îranê nirxandin
12:55 Zilamê ku Zelîha Dûrmûş qetil kir hate girtin
12:42 Polîsekî li Cizîrê hevjîna xwe kuşt
12:19 Malbata Şenyaşar: Yên li dijî vê hêzê disekinin dê winda bikin
12:05 Li Îranê berxwedan belav dibe: Li bajarê Şîno yê kurdan polîs ji kolanan vekişiyan
12:03 Cenazeyên Sûcîn û Kiye radestî malbatên wan hatin kirin
11:54 Ji protestoyên Îranê: Tekane daxwaza me guhertina rejîmê ye
10:38 Rojnameger Porgham: Li Îranê qonaxeke psîkolojîk a girîng hat derbaskirin
10:09 Demîr jî weke Amînî bi heman hincetê hatiye qetilkirin: Dersoka wê vebû!
10:05 Mirineke biguman: Xwe nekuşt, hat kuştin
09:49 ‘Heke li gorî hiqûqê nêzî Doza Anter bûbûna dê têkiliya dewlet û çeteyan derketa holê’
09:36 Li dijî şerê taybet di tûrnûvayê de bûn yek
09:19 Mazlum Ebdî piştgirî da protestoyên li Îranê
09:11 Girtîgehê amûrên paqijiyê desteser kir, nexweşî belav bû
09:11 Li Edliyeya Êlihê mudaxileyî biryara serbestberdanê hat kirin!
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:21 Cenazeyê Hatîce Ay bi girseyî li gundê xwe hat veşartin
23/09/2022
23:19 ŞanoWanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê diyarî Jîna Amîniyê kir
22:46 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter hatin dayîn
21:54 Li Loristanê jî xwepêşandan dest pê kirin
21:03 Piştî hat gotin dê cenaze bê dayîn, malbatê navber da nobeda xwe ya edaletê
20:41 Wêneyê Amîniyê bi sûran ve daliqandin
20:18 Nobeda Edaletê: Ên xwe li bêdengiyê datînin şirîkên vî sûcî ne
19:12 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
18:53 Di operasyonê de pêşefserek mir
18:39 Li MED-DER'ê ji bo nivîskaran roja îmzeyê
18:25 Sal û 6 meh ceza li nûçegihana Jinnewsê Onverê hat birîn
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê