NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR'ê daxuyand ku hejmara qurbaniyên pevçûnên li Siwêdayê bûye 516 û ji van, 86 kes hatine daliqandin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka şerên li Siwêdayê ve yên ji 13'ê Tîrmehê ve 516 kes hatine kuştin û ji wan 86 sivîl hatine daliqandin.
Li gorî SOHR'ê, rewşa bi vî rengî ye: 150 ji şêniyên Siwêdayê hatine kuştin, ji wan 71 sivîl in. Ji endamên Wezareta Berevaniyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 261 hatine kuştin, ji wan 18 ji eşîrên koçer in û 15 jî di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin. Di êrişên Îsraîlê de jî rojnamevanek û 3 kes hatine kuştin. Her wiha 83 kes ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatine daliqandin û çekdarên durzî jî 3 kes ji eşîrên koçer daliqandine, ji wan yek jê jin û yek jî zarok e.
SOHR'ê eşkere kir ku malbatên koçer ji gelek taxan koçber bûne û tirs li herêmê serwer e, nexasim ku taxên koçeran ji aliyê çekdarên durzî ve hatine dorpêçkirin.
Girêdayî wê, hat diyarkirin ku li gundên Teara û Eldara yên li rojavayê Siwêdayê, di navbera eşîrên koçer û komên xwecihî yên Siwêdayê de pevçûn rû daye.