Ji bo piştgiriya bi jinên îranî re bang: Werin em agirê serhildanê geştir bikin

  • jin
  • 12:21 23 Îlon 2022
  • |
img
MÊRSÎN - Ji Tora Parastina Jinan Çîgdem Serîn banga piştevaniya bi çalakiyên li Îranê re kir û wiha got: “Ev agirê serhildana ji bo welatekê wekhev û azad e. Têkoşîna jinên îranî veguherî berxwedaneke rasteqîn. Divê em agirê serhildanê yê jinên îranî geştir bikin.”
 
Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî (22) li Tehranê bi hinceta ku “pora wê xuya dike” ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve hat binçavkirin û bi îşkenceyê hat qetilkirin. Bi qetilkirina Amînî re di serî de li rojhilatê Kurdistanê, li seranserî Îranê çalakiyên mezin hatin lidarxistin û ev çalakî hêj berdewam in. Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî jinan piştgirî dan çalakiyên jinên îranî û li dijî rejîmên zextker daketin kolanan. 
 
Yek ji jinên li Mêrsînê daketî kolanan jî Şîrîn Salîhî ye ku 7 sal berê ji ber zextên rejîma Îranê ji welatê xwe koç kir û li Tirkiyeyê bi cih bûye. Salîhî, diyar kir ku li Îranê nedihiştin jin biaxivin jî û bal kişand ser xextên li ser jinan. Salîhî, diyar kir ku li Tirkiyeyê jî heman sepan li dijî jinan di meriyetê de ne û wiha got: “Jin êdî li kolanan li ber xwe didin û hêviyê didin me. Jinên îranî li kolanan serî hil didin û li ber xwe didin. Îro zilam jî li gel jinan li ber xwe didin. Dê ev hikûmet bi saya têkoşîna jinan hilweşe. Kesek vê hikûmetê naxwaze. Em Komara Îslamî naxwazin, azadiyê dixwazin. Mîna li Îranê, li Tirkiyeyê jî jin rastî îşkenceyên dewletê tên û kesên li mafên xwe digerin tên girtin.” 
 
JIN SEMBOLA BERXWEDANÊ NE 
 
Ji Tora Parastina Jinan Çîgdem Serîn jî ji bo jinên îranî daketibû qadan. Serîn, anî ziman ku tevî zextên rejîma Îranê jî jin bi sala ye têdikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî serdestiya zilam ku tehekûma xwe li ser jiyan û bedena jinan ferz dikin, jin bûn sembola têkoşînê. Qetilkirina Jîna Amînî, agirê serhildanê li Îranê dîsa vêxist. Ev, agirê serhildanê yê ji bo welatekî wekhev û azad e. Dê nekarin vî agirê azadiyê vemirînin. Têkoşîna jinan a bi salan êdî veguherî bexwedaneke rasteqîn. Di esasê xwe de vê berxwedanê hemû jinên cîhanê xist nava liv û tevgerê. Di serî de jinên îranî, hemû jin daketin qadan û tev li çalakiyan bûn. Dewleta mêr baş dizane bê ka agirê serhildanê yê jinan desthilatdariya wan çawa dê bihejîne.”
 
BANGA GEŞKIRINA AGIRÊ SERHILDANÊ 
 
Serîn, da zanîn ku heman tiştên bi serê jinên îranî tên kirin, îro li Tirkiyeyê li dijî jinan tên kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Em vê faşîzmê baş nas dikin. Tiştên li wir li dijî kurdan, hunermendan û rewşenbîran tên kirin, îro li Tirkiyeyê jî tên kirin. Weke jinên li Tirkiyeyê divê em jî agirê serhildanê yê jinên îranî geştir bikin. Laçikên reş ên jinên îranî diavêjin, laçikên reş ên li ser jiyana me ne. Banga min li hemû jinên Tirkiyeyê ew e ku vî agirê femînîst geştir bikin, bêhtir piştevaniyê bidin jinên îranî û tev li têkoşîna li dijî van desthilatdariyên faşîst bibin.” 
 
MA / Mukadder Akyol
 

Sernavên din

29/09/2022
09:00 Lêpirsîna der barê avêtina ji helîkopterê de hê jî 'veşarî' ye
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:56 Hevkariya Tifaqa Kurdistanî: Êrişên Îranê dijminahiya Kurdistanê nîşan dide
28/09/2022
23:18 KNK'ê êrişa Îranê şermezar kir: Li dijî êrişan helwesteke neteweyî divê
19:44 Li Çiyayê Efkarê agir bi daran ket
19:05 Artêşa Îranê: Haya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji êrişan hebû
17:17 Li gundê Cibriyê û Kizir jin civiyan: Pêdivî bêtir bi têkoşînê heye
17:08 Bulbulê HDP’î: Dem dema rabûna ser pêyan e
16:53 Nehiştin Komîteya Mafên Mirovan biçe serdana Girtîgeha Hewlêrê
16:48 Hewl didin talana li Şirnexê bi brandayan veşêrin!
16:41 Îstîfaya Halbûsî nehate qebûlkirin
16:34 Li dijî îlankirina ‘Qada Sît a Xwezayî’ ya Gola Wanê doz vekirin
16:33 Li Çiyayê Bagokê li dijî kesên dar dibirîn êriş hat kirin: Kesek mir
16:24 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
16:22 Xizmên girtiyan: Êdî dengê me bibihîsin
16:10 Di doza rojnameger Demîr de dê mutalaa bê amadekirin
15:50 Faîlê Esma Başegmez piştî 3 mehan hat girtin
15:42 ‘Rêya aştiya Tirkiyeyê ji Roboskê derbas dibe’
15:41 Jin beriya hilbijartinê kom dibin: Li 11 bajaran forum wê bê lidarxistin
15:25 Li Bismîlê qeza çêbû: 4 kes birîndar bûn
15:17 Pêşnûmeya Uca ya ji bo Ocalan bi hinceta ‘pirsên divê neyên kirin’ lê hat vegerandin
15:11 Baroya Dîlokê: Jîna Mahsa serhildana me ye
14:56 ÎHD’ê binçavkirina xebatkarên Şaredariya Mêrsînê şermezar kir
14:35 Ji bo Ceylan Onkol bang kirin: Faîlan tespît bikin û lêpirsîneke bibandor bidin destpêkirin
14:26 Di doza Demokratîk Modernîteyê de “perspektîfa dîrokî” hate destnîşankirin
13:50 Îranê êrişî baregehên partiyên kurd kir: 9 mirî, 32 birîndar
13:44 Malbata Şenyaşar: Her roja li ber deriyê edliyeyê tê derbas kirin ji bo rêveberan şermeke
13:33 Bakirhan: Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê berfirehtir bikin
13:02 Malbatên girtiyan: Girtiyên nexweş pirsgirêka hemû civake ne
12:32 ‘Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê xwe weke dadgehê dihesibînin û ceza didin’
12:28 Jinên girtî li dijî hişmendiya mêr banga mezinkirina têkoşînê kirin
12:00 Akdenîz: Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê veguherînin tifaqa gel
11:40 Derheqê bûyera avêtina gundiyan a ji helîkopterê hêj lêpirsîn nehatiye destpêkirin
11:08 Di êrişa Tirkiyeyê de hevserokên Buroya Edaletê hatin qetilkirin
10:48 Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ev 8 sal in tu gav neavêtine
10:38 Jin wê ji bo Jîna çalakiyeke girseyî bikin
09:37 Li Mêrsînê xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin
09:35 Li Silopiyayê Şeva Dengbêjan hat lidarxistin
09:06 'Êdî ne dar ne jî rûbarekî me yê hûn çav berdinê tune ye'
09:05 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Min kêfxweşî û xemgînî bi hev re jiya
09:03 Tenduristiya girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj xirab dibe
09:02 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibistan vebûn
09:01 DSÎ'yê bêyî şêniyên taxê li nava eraziyên wan dest bi çêkirina cihokê kiriye!
09:01 Girtî: Em bi pergaleke înfazê ya li tu derî nayê dîtin re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:42 Li Mêrsînê 22 kes hatin binçavkirin
27/09/2022
23:46 Amedspor: Bûrsaspor rastiyê berovajî dike
23:28 Ozturk: Hindik ma dê feraseta dagirker hesab bide
21:08 Bi hezaran kesî piştgirî da hastaga #ZindandalardaKatliamlaraSon
19:50 Hevşaredarê Kopê yê berê Çelîk hat berdan
19:07 Li Girkê Legê êrişa bi SÎHA'yê: 2 kes hatin qetilkirin
18:11 Li Erdexanê erdhej çêbû
17:20 Pankarta Amînî bi Keleha Wanê ve daliqandin
16:58 Komeke nîjadperest hewl da êrişî çalakiya ji bo Jîna Amînî bike
16:30 Baroya Amedê: Jêvegera biryara guhdarîkirina Davutoglû skandaleke rûreş e
16:24 6 kesên di maçê de al vekiri bûn hatin berdan
16:16 Nobeta Edaletê di roja 117’emîn de ye
15:21 Banka qezenc dikin kedkar winda dikin
15:21 Paylan ji bo Sînagoga li Çêrmûgê bê rizgarkirin bang kir
14:38 Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan Îran hişyar kir
14:13 ÎHD: Li Îranê mafê jiyanê tê binpêkirin
14:12 Bi ser mala malbata Dilşah Ercan de girtin: 4 kes hatin binçavkirin
14:06 Doza rojnameger Çapan dîsa hat taloqkirin
14:05 Li gundê Girêçoliya dest bi birîna daran hate kirin
13:59 HDP çû serdana Malbata Şenyaşar
13:51 Serokê Parlamentoya Iraqê Halbûsî îstîfa kir
13:49 HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e
13:10 Konsera Mem Ararat a Mêrsînê hate betalkirin
12:46 Malbatên girtiyan ev 11 meh in li edaletê digerin
12:46 Daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê 568 roj in didome
12:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:09 Ji 301’ê bo Çaglar Demîrel ceza hat xwestin
12:07 ‘Divê hunermend li dijî zilmê bibin yek’
12:06 Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
11:01 Dîrektorê ÎHR’ê Moghaddam: Îranê nekarî motîvasyona çalakvanan têk bibe
10:59 Li Çinarê qeza çêbû: Kesekî jiyana xwe dest da 5 kes jî birîndar bûn
10:41 Berdevka Maseya Baweriyan a HDP’ê: Desthilat ol weke amûrekê bi kar tînin
09:57 Ceylan bi pelên dara berûyê pêçandin: Dê tu caran neyê jibîrkirin
09:06 Uzmez ê li Sûrê mala wî hatiye hilweşandin: Ez mala xwe ya dîrokî dixwazim
09:06 Endama KJAR'ê Şaho: Ev serhildan serhildana li dijî pergalê ye
09:05 Dixwazin stasyona petrolê bê girtin: Dibe sedema mirinan
09:03 'Radyoyên qaçax' ên dewletê propagandayê dikin
09:02 Parêzer Marcellî: Azadiya Ocalan dê bibe destkeftiyeke global
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'YAN
26/09/2022
23:53 PENa Kurd: Divê li her derê piştevaniya serîhildana gelên Îranê bê kirin
22:14 Li Girtîgeha Şakranê ya Jinan înfaza 2 girtiyan hat şewitandin
21:58 Li Egeyê jin li dijî qetilkirina Amîniyê daketin kolanan
18:10 Bûldan: Em ê Tifaqeke Kurdistanî ya mezin ava bikin
17:04 Mîhrîcana ŞanoWan’ê di roja 4’an de berdewam dike
17:02 Xebatkarê Modernîteya Demokratîk Dîşari hat girtin
17:02 Li pêş konsolosxaneya Îranê şermezar kirin: Jin dê rejîma Îranê hilweşînin
16:25 Onder: Divê aştî weke felsefeya jiyanê bê parastin
15:40 6 kes ji ber ‘ala welatekî xeyalî vekirin’ hatin binçavkirin
15:15 Jinên ku ji Herêma Kurdistanê hatine serdana DBP’ê kirin
15:04 Di doza hevşaredarên Pasûrê de dê mutalaa bê amadekirin
15:03 Parlamenter Semra Guzel di hucreya yek kesî de tê ragirtin
14:49 Buldan li Semsûrê çû serdana esnafan
14:07 Hunermend Ayfer Duzdaş wê li Stenbolê konserekê bide
14:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
14:06 Emîne Şenyaşar ji Soylu pirsî: Hûn çima dîmenên komkujiyê nabînin?