Banga ji bo girtiyên nexweş: Em bibin dengê girtiyên nexweş

  • rojane
  • 09:01 30 Îlon 2022
  • |
img

AMED - Erhan Topdaş ku 2 salan di girtîgehê de ma û hat berdan bang li her kesî kir ku bibin dengê girtiyên nexweş. Rêveberê ÎHD’ê Ercan Yilmaz jî bang li partiyên muxalefetê kir ku xwedî li girtiyên nexweş derkevin. 

Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bi sedan girtiyên nexweş li girtîgehan tên ragirtin û bi sepanên dijmirovî re rûbirû mane û tedawiya wan nayê kirin. Tevî banga rêxistinên mafên mirovan, partiyên siyasî û malbatên girtiyan jî girtiyên nexweş nayên berdan. Ji ber xemsariya rayedaran roj nîne ku ji girtîgehan cenaze dernekevin. Sepanên girtîgehê û rewşa girtiyên nexweş di rojevê de ne. 
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin. Girtiyên nexweş ên nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin nayên berdan û girtiyên ku înfaza wan temam bûye jî bi hincetên kêfî înfazên wan tên şewitandin û nayên berdan. 
 
Erhan Topdaş jî yek ji girtiyên nexweş bû. Topdaş, di 23'yê îlona 2018'an de hate girtin û di 28'ê îlona 2020'ê de hate berdan û dosyeya wî li Dadgeha Bilind e. Topdaş, têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û girtiyên nexweş axivî. 
 
Topdaş ê nexweşa KOAH'ê û 2 salan di Girtîgeha Tîpa D a Amedê  de ma, bi lêv kir ku dema hatiye girtin nexweşiya KOAH'ê pê re hebû lê di girtîgehê de 8 mehan dermanên wî nehatine dayin û wiha got: “Dermanên min ên bêhnê nedan min. Ez çûm revîra girtîgehê, wan jî ez dam sekinandin. Dema em dibirin nexweşxaneyê jî destê me kelemçe dikirin, me jî ew yek qebûl nedikir. Bijîşk jî li dijî wan radibû û digot, bi vî awayî em nikarin tedawî bikin. Dema em dibirin nexweşxaneyê 4-5 caran ser me kontrol dikirin. Heman tişt di vegerê de jî dikirin. Hemû jî pêkanînên keyfî bûn. Dermanên ku bijîşk ji me re dinivîsandin an nedidan an jî dereng didan."
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Bi domdarî Topdaş bal kişand ser girtiyên nexweş ên rewşa wan giran û wiha domand: "Gelek girtiyên nexweş tevî ku rapora wan a 'nikare di girtîgehê de bimîne' ya nexweşxaneyê dabû wan hebû jî nedihatin berdan. Girtîgehê ew rapora nexweşxaneyê qebûl nedikir. Ji Wezîrê Dadê re dişandin wî jî qebûl nedikir. Di qawîşa me de hevalên ku dest, ling û çavê wan tune bûn hebûn. Nikaribûn bi tena serê xwe nan bixwin. Lê dîsa jî nedihatin berdan. Me nan dida wan, me cilên wan dişûştin. Anku bi vî awayî jî ne rapor didan wan, ne jî ew berdidan."
 
‘GIRTIYÊN NEXWEŞ DIVÊ LI DERVE BÊN DERMANKIRIN'
 
Di berdewamê de Topdaş destnîşan kir ku girtiyên nexweş ên rewşa wan giran e nikarin di girtîgehê de tedawî bibin û wiha domand: “Tedawî ya ku li girtîghê tê kirin formalîte ye. Anku dibejin bila laşê wê/î zû pûç bibe. Tedawiya tê kirin ev e. Her roja ku girtiyên nexweş neyên berdan, nexweşiya wan girantir dibe. Girtiyên nexweş divê li derve, li nexweşxaneyeke baş bên dermankirin. Gelek hevalên me ji ber ku li derve nehatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan.”
 
BANGAWAZÎ
 
Topdaş, ji bo xwedîderketina li girtiyan bang kir û ev tişt anî ziman: "Li vî welatî nediyar e wê sibe çi bibe. Dibe ku ez jî bêm girtin, tu jî bê girtin an jî bên qetilkirin. Anku sibe wê çi bibe nediyar e. Ji ber wê divê em xwedî li girtiyên xwe derkevin. Bila tu kes jî nebêje ez ji pergalê re dixebitim tiştek nayê serê min. Tu temînata gelê kurd tune ye. Ji ber vê yekê jî divê em xwedî li hev derkevin. Sibê dora min e û du sibe jî ya te ye. Heke em bixwazin gelek tiştên em bikin hene. Em dikarin ji bo girtiyan serî li Wezareta Dadê bidin, an jî em dikarin daxuyaniyan bidin, çalakiyan li darbixin an jî em dikarin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin. Anku bi her awayî em dikarin dinyayê pê bihesînin.” 
 
ÎHD: JIYANA GIRTIYAN NE BI EWLE YE 
 
Têkildarî mijarê Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê parêzer Ercan Yilmaz jî da zanîn ku 2008’an de li tevahiya bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 18 girtiyên nexweş hebûn lê di halê hazir de ev hejmar bûye hezar û 600 kes. Yilmaz anî ziman ku zêdetirî 600 girtiyên ku nexweşiya wan giran hene û wiha pê de çû: "Ew jî bi awayekî eşkere tê xuyakirin ku şert û mercên girtîgehan ji bo girtiyên nexweş ne ewle ye.”
 
‘ATK BI BIRYARÊN SIYASÎ BERDANA GIRTIYAN TALOQ DIKE’
 
Yilmaz diyar kir ku li gorî peymanên navneteweyî ku Tirkiye jî îmze kiriye, ji parastina tenduristiya girtiyan dewlet berpirsyar e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Berpirsyarê binpêkirinên mafên ku di girtîgehan de diqewimin dewlet e. Her heftê agahiya binpêkirinên mafê jiyanê û mirinan ji girtîgehan tên. Îro di girtîgehan de girtiyên ku nexweşiya wan giran e û êdî nikarin bi xwe pediviyên xwe dabîn bikin hene, birina wan a nexweşxane jî bi tena serê xwe îşkence ye. Mînaka van girtiyên nexweş jî Mehmed Emîn Ozkan e û li girtîgehê heta niha 5 caran krîza dil derbas kiriye. Tevî ku nexweşxaneyan rapora berdana wî daye jî Saziya Tiba Edlî (ATK) bi sedemên siyasî berdana wî taloq dike. Daxwaza me jî ew e ku ew sepanên cihêkariyê bi dawî bibin û pirsgirêk di çerçoveya mafê mirovan de bên çareserkirin. Her wiha Aysel Tugluk jî ji ber nexweşiya demansê êdî nikare di girtîgehê de pediviyên xwe dabîn bike. Lê ew jî nayê berdan. Helbet ev giredayî konjektora siyasî ye. Biryarên ATK’ê ne li gor zanistê lê li gorî biryarên siyasî ne. ATK bi biryarên xwe bi awayekî eşkere cihêkariyê dixe di navbera girtiyan. Taybetî jî girtiyên polîtîk.”
 
DÊ RAPOREK JI BO PARTIYAN Û WEZÎRÊ DADÊ BIŞÎNIN 
 
Di berdewamê de Yilmaz anî ziman ku ji ber binpêkirina mafan gelek girtî serî li saziya wan didin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Girtî ji bo mafên xwe di greva birçîbûnê de ne. Divê Wezareta Dadê, partiyên siyasî, sazî û sendikayên civakî ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin di nav liv û tevgerê de bin. Em ê raporek têkildarî binpêkirinên mafên girtiyan amade bikin û ji bo partiyên siyasî û Wezîrê Dadê bişînin. Xwezî bêyî ku girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin gavek biavêta. Her wiha hewcehî pê heye ku partiyên muxalefetê jî li dijî sepanên dimirovî yên li girtîgehan dengê xwe derxin û binpêkiranan qebûl nekin. Divê her kes ji bo girtiyan bi rola xwe rabe û xwedî li girtiyan derkeve.” 
 
MA / Mahmût Altintaş 
 

Sernavên din

04/10/2022
15:42 Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin ji bo vekirina Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê dixebitî
15:13 Di teqîna Geverê de herî kêm 3 polîs birîndar bûn
15:01 Buldan: Tevahiya welêt di tecrîdê de ye
14:30 Girtiyên li Girtigeha Eregliyê tên ragirtin dest bi greva birçîbûnê kirin
14:22 Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn
14:11 Temel, Saymaz derewand: Tu HDP’î û rayedar nasnameya xwe venaşêrin
13:58 Li Kadikoyê bo meşa ‘azadiyê’ banga hevpar
13:45 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xerab dibe
13:30 Li dijî qetilkirina Nagihan Akarsel bertek: Em vê zîhniyetê nas dikin
13:23 Li Êlihê 9 kes hatin binçavkirin
12:48 Jinan Înîsiyatîfa Avakirina Aştiyê damezrand
12:47 Di doza rojnameger Demîr de dadgehê tehemûla navê Ferhat Tepe nekir!
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:11 Dozger ji bo hevşaredar Toprak heta 15 salan ceza xwest
12:10 Aktîvîsta Jineolojiyê Nagîhan Akarsel hate qetilkirin
11:59 Cezayê li xwendekarên şahiya ecînê lidarxistin hatibû birîn hate pejirandin
11:42 Parêzer Enmek: Dixwazin bi lêpirsînan re malbata Şenyaşar bêdeng bikin
10:49 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê CPT di zûtirin demê de daxuyanî bide
10:30 Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: Kesek mir 5 kes birîndar bûn
10:27 Di dosyaya Haci Lokman Bîrlîk de ev 7 sal in tu pêşketin nîne
09:44 CPT’yê derheqê Abdullah Ocalan de agahî nedan: Dê rapor 6 meh piştre bê şandin!
09:27 Li Geverê nêzî qereqolê têqînek çêbû
09:16 Li Şemzînanê amadekariyên zivistanê
09:04 'Em ê li dijî bêcezatiya ji bo kesên biunîforma têbikoşin'
09:03 Îstinafê cezayê li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekînê hatibû birîn xera kir
09:03 Amed: Kesên xwenas dê beşdarî 'mîhrîcana' li Sûrê nebin
09:01 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:19 Cenazeyê Mazlûm Bahadir hate veşartin
03/10/2022
20:40 Li Erzirom û Wanê 7 siyasetmedar hatin binçavkirin
20:14 Fezlekeyên der barê 34 parlementeran de berpêşî Meclîsê hatin kirin
19:52 2 nûçegehanên Çira TV'yê hatin binçavkirin
18:55 CPT'yê serdana Girtîgeha Îmraliyê kir
16:29 Sê kujerên muzîkjen Oner Şener kuştin hatin girtin
16:25 Qurbaniyên Komkujiya Vartînîsê hatin bibîranîn
16:24 Sancar: Em ê li dijî hewldana tesfiyekirina HDP’ê, têkoşîna xwe hîn mezintir bikin
16:04 Li dehan zanîngehên Îranê çalakî tên lidarxistin
15:26 TGS: Qanûna sansûrê li dijî Qanûna Bingehîn e
15:08 Rojnamevan Parlak: Îfadeya şahidên nepen ne rast e
14:52 Cenazeyê endamê HPG’ê Bahadir hat girtin
14:38 Li Girtîgeha Sîncanê 20 girtiyên jin ji bo Jîna Amînî pora xwe jê kirin
14:28 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê ber bi wezareta dadê ve meşiyan
14:10 Li Qoserê meşek dê were lidarxistin
13:40 Tevî daxwaznameya wezareta dadê jî Polat nayê tedawîkirin
13:25 Doza ‘heqaretê’ ya Emîne Şenyaşar dê sibe bê dîtin
13:03 Doza SES’ê dest pê kir: Em ê têkoşînê mezin bikin
12:42 'Faîlên Haci Lokman Bîrlîk ji hêla kîjan hêzan ve tên parastin?’
12:23 Li 3 bajaran 3 jin hatin qetilkirin
12:00 Qeydên atolyeya muzîkê dê di 15’ê cotmehê de bi dawî dibin
11:36 Jin bi dirûşma ‘Şoreşa me: Azadkirina jiyanê ye’ konferansê li dar dixin
11:36 Rojiya mirinê ya Er û Dag di roja 6'emîn de ye: Gef didomin
11:30 HDP: Em qetlîama Vartînîsê ji bîr nakin, nadin jibîrkirin
11:19 Demîr: Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê di hilbijartinê de ji sedî 20’ê dengan bigire
11:07 Enflasyona ku ENAG'ê weke 186 aşkere kir li gorî TUÎK'ê ji sedî 83,45 e
10:37 Aksoyoglû: Tifaqa Ked û Azadiyê dikare di jinûve avakirinê de rolê bigire
10:33 Ercan a HPG’î: Rejîma faşîst derfetên têkoşîna demokratîk tune kirin lewma derketim çiyê
10:15 Pirtûka Mehmet Serhat Polatsoy a ‘Ez dînêberedayî nînim’ derçû
09:56 Abdullah Ocalan: Bi saxmayîna min re komplo pûç bû
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2022'YAN
02/10/2022
23:23 Ji jinên li Enqereyê hatin binçavkirin 5 jê hatin berdan
21:59 ‘Çi bibe bila bibe jin dê xwedî li azadiya xwe derkevin’
20:29 Baroya Mêrdînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
18:28 Jinan li Colemêrgê kuştina jîna Emînî şermezar kir
18:14 Kaya careke din bû serokê DTSO'yê
16:27 'Em ê têkoşîna 'Jin, jiyan, azadî' bigihînin serkeftinê'
15:47 Polisan li nûçegîhanê me Yalçin dan
14:49 HPG'ê navê gerîllayên li Dola Balîsanê êrîş li wan hatibû kirin aşkera kir
14:32 Li Rojhilat tevî tundiya rejîmê jî serhildan didome
13:41 Di hevdîtina vekirî de li girtiyan dan û piştre îşkence li wan kirin
13:24 Dayikên Aşitiyê hatin berdan
12:30 Li Endonezyayê di maça Fûtbolê de hêwirze çêbû: 174 kes jiyana xwe ji dest dan
10:49 18 meh in Malbata Şenyaşar li edaletê digere
10:28 Çalakiya rojiya mirinê ya Dag û Er di roja 5’emîn de ye
10:18 Ûgûrlû: Azadiya Ocalan dê nefesek rehet bide Tirkiyeyê
09:10 Li Mêrsînê 7 kes hatin girtin
09:07 Girtî di karên paqijiya malan de tên xebitandin
09:03 ‘Em ji gotinên Wezîrê Dadê bawer nakin’
09:01 ‘Tifaqa Ked û Azadiyê çareserkirina pirsgirêkên lareşî ye'
09:00 Krîza aborî giran dibe: Di 8 mehan de li Colemêrgê 182 kargehan top avêt
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2022'YAN
01/10/2022
23:59 Dîlsîz cardin bû Serokê Baroya Şirnexê
23:55 Li Zapê eskerek mir
22:08 Amedsporê li deplasmana Afyonsporê puanek wergirt
20:24 'Gotina me ya li dijî dewletên otokratîk: Jin jiyan azadî'
17:58 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em xwedî li Sûrê derkevin
16:22 Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Meclisê dest pê kir
16:14 Li gel ku cezayê girtiyê nexweş Karakaş qediyaye jî nayê berdan
16:03 MED-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
15:27 Aqûbeta Tekîn ê JÎTEM'ê ew kuştibû hat pirsîn
15:04 Ji Soylû daxuyaniya nû: Bi pereşûtê hatine
14:57 Ji bo girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn banga berdanê kirin
14:35 Li Pîranşarê kolberek hat kuştin
14:13 Li dijî komploya navneteweyî banga 'Meşa Azadiyê' hat kirin
13:32 Xizmên windayan aqûbeta Narîn û Ozeken pirsîn
12:48 Partî û rêxistinên Rojhilat ji bo greva giştî bang kirin
12:37 Li Iraqê xwepêşandanan dest pê kir
12:30 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
12:18 Malbata Şenyaşar bertek nîşanî bêdengiya medyayê da
12:13 Li Cizîrê du Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin
11:32 Cerdevanê ku du kes kuştibûn hat girtin
11:19 Rejîma Îranê herêma Biradost û Balekayetî topbaran dike