Salih Muslim: Ocalan teslîm nebû û komplo pûç kir

  • rojane
  • 09:28 5 Cotmeh 2022
  • |
RIHA- Hevserokê PYD'ê Salih Muslim anî ziman ku Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ji ber ku negihişt armanca xwe îro li Îmraliyê berdewam dike û wiha got: "Serok Apo teslîm nebû lewma komplo pûç bû. Ji ber ku heya îro tawîz nedan, tecrîda Îmraliyê her roj kûrtir dikin."
 
Komploya Navneteweyî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 24 sal li pey xwe hişt. Hêzên komploger nehiştin armanca xwe û hemû hesab û polîtîkayên wan ên tesfiyeyê bi berxwedana gelê kurd û dostên wan hatin pûçkirin. Di pêşengiya Îsraîl û ABD'ê de 40 dewletên navneteweyî di komployê de cih girtin û Ocalan di 9'ê cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hate derxistin. Piştî komployê di 24 salan de li erdnîgariya Rojhilata Navîn, gelek guhertin çêbûn û Sûriyeyê ku gavên ewil ên komploya li ser Ocalan hatibû sepandin rol girtibû, jî ji vê guhertinê para xwe girt. Li cihê ku komplo hatibû destpêkirin bi ramanên Ocalan şoreş çêbû. Gelên ku ji ramanên Ocalan sûd wergirtin, xwe li ser piya girtin, niha bi raman û perpektîfên Ocalan jiyaneke nû li wir tê honandin. 
 
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, armanca komployê, geşedanên piştî komployê û rewşa Ocalan bo ajansa me nirxand. 
'GEŞEDANAN BANDOR LI HEMÛ CÎHANÊ KIR' 
 
Salih Muslim anî ziman ku berî nirxandina komployê divê rewşa herêmê ya pêşiya komployê were nirxandin û wiha got: "Beriya komployê gelek tişt çêbûn. Birêz Ocalan di sala 1973'an de wekî şexsekî derket, hevalên xwe li dora xwe kom kirin. Bi hevalên xwe re di sala 1978'an de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ava kirin. Di sala 1984'an de jî dest bi şerê çekdarî kirin. Ji bo gelekî ku ber bi tinebûnê diçû dendikek çand. Gelê kurd li ser dinê careke din da naskirin.Vê geşedanê bandora xwe li herêmê kir. Hêzên navneteweyî ev şopandin. Guhertin dîtin. Rojhilata Navîn ji bo hemû dinê girîng e. Dilê Rojhilata Navîn jî Kurdistan e. Ji ber wê hesab kirin. Birêz Ocalan piştî ku hat Lubnan û Sûriyeyê, gel perwerde kir. Bi hezaran kes perwerdekirin û wan kesan dest bi şerê çekdarî kirin. Rojhilata Navîn hate guhertin. Kesê berjewendiyên wan hene jî hesabên xwe kûrtir kirin."
 
'TIRKIYE TENÊ GARDIYAN A' 
 
Muslim bal kişand ser hêzên navneteweyî ku tevgera azadiyê ji bo xwe wekî gef dîtin û wiha axivî: "Ji 1990’an û şûnde cîhan hate guhertin. Rojhilata Navîn dikeliya. Ji bo ji nû ve avakirina Rojhilata Navîn a mezin plan hatin çêkirin. Hêzên hegemon di pêşiya planên xwe de tevgera azadiyê weke gef dîtin û li ser wê yekê komplo dan destpêkirin. Birêz Ocalan ji Sûriyeyê derxistin, li dinê dana pey û radestî Tirkiyeyê kirin. Yên kû pêşengtî ji ve planê re kirîn Gladyo ya girêdayî NATO bûn. Heya niha jî ew sîstema Gladyoyê li Îmraliyê dom dike. Tirkiye li Îmraliyê tenê gardiyan e. Tiştên ku li giravê dibin tev bi erêkirina hêzên hegemon pêk tên. Divê em vê heqîqetê zanibin."
 
'PLANÊN XWE LI SER TIRKIYE MEŞANDIN' 
 
Bi domdarî Muslim bi bîr xist ku hêzên hegemon Tirkiye ji bo planên xwe yên Rojhilata Navîn a Mezin hilbijartinê û ev tişt anî ziman: "Bi her awayî fikirîn. Ji bo plana xwe yê herî baş Tirkiyeyê guncav dîtin û kirin hêza sereke. Tirkiyeyê kirin sere rimê. Tirkiye jî vê wekî derfet dît. Dema em dibêjin Tirkiye, di nava wê de dewleta kûr jî heye. Hêza tarî, Tirkiyeyê ji xwe re kirin cih û war û îslamiyeta nerm bi kar anîn. Tirkiye li hemberî planên hêzên hegemon plana xwe jî çêkirin. Plana Mîsak-î Mîllî heye û Tirkiye ji dixwaze xwe mezin bike. Ji bo vê pêşengtîya komployê kir. Wisa kirin ku pisgirek wekî di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ye, dan nîşandan. Lê ne wisa bû, nakokî jê mezintir bû."
 
PEYMANA EDENEYÊ 
 
Di berdewamê de Muslim bal kişand ser Peymana Edeneyê ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hatibû mohrkirin û wiha pê de çû: "Pişti derxistina Serokatiyê, peyman hat îmzekirin. Peymana Edeneyê ne fermî bû, tenê di navbera îstîxbaratên Tirkiye û Sûriyeyê de hatibû îmzekirin. Heqîqeta Peymana Edeneyê teslimiyeta Sûriyeyê bû. Tirkiyeyê got; 'Temam tê wekî me kir lê me bes e.' Tişta ku dixwest li ser Sûriyeyê ferz kir. Îro Tirkiye dixwaze Peymana Edeneyê mezin û berfirehtir bike.”
 
'RAMAN NEMIR IN' 
 
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim anî ziman ku armanca Ocalan avakirina jiyaneke nû û aram e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên herêmê têkoşiya. Di parêznameyê da ev xuya ye. Birêz Ocalan hemû ramanên fîlozofên cîhanê berhev kiriye û tecrubeyên xwe daniye ser û ji bo mirovahiyê bi kar tîne. Niha dema şagirt hebin û ramana tê bi parêzin, wê çaxê ew fikra te namire. Di dîrokê de 12 Hewarîyên Îsa hebûn. Îsa mir lê wê demê fikra wî belav bû. Fikrên meyînde bi zû namirin. Li Qampa Bekayê bi hezaran şagirtên birêz Ocalan hebûn. Her yek lehengek e."
 
'JIN HATIN ASTEKÊ' 
 
Salih Muslim bi bîr xist ku jin di Rojhilata Navîn de hatibûn perçiqandin lê belê bi têkoşîna tevgera azadiyê re dîsa rabûn ser pêyan û ev nirxandin kir: "Jin bi fikir û ramanê Rêber Apo hatine astekê. Ne tenê azadiya xwe, azadiya jinên cîhanê dixwazin. Jîn êdî civaka xwe diparezin. Îro li hemû cihên cîhanê jin bang dikin û dibêjin ‘jin jiyan azadî’. Ev bîr û baweriya Rêber Apo ye. Modernîteya kapîtalîst li dinê gelek kes kirin robot, li derekê din gel ji birçîna dimirin. Kesek naxwaze bibe robot, kesek naxwaze ji bîrçîna bimire. Mirov bi bîr û baweriyên xwe ve hene. Gel xilasiya xwe di felsefeya Rêber Apo de dibîne. Ji ber wê fikrê Rêber Apo ji bo cîhanê girîng in. Divê em wek gelê kurd fikir û ramanên Rêber Apo biparêzin. Divê em wekî şagirtên Rêberê Gelê Kurd, barê wî sivik bikin."
 
BÊDENGIYA DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ
 
Muslim, bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî yên di komployê de xwedî rol ku îro êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava jî erê dikin û ev nirxandin kir: "Ji dema komplo hatiye despêkirin heya îro Şerê 3'yemin ê Cîhanê tê meşandin. Di hesabê kesekî de tiştekî wisa tune bû ku gelê kurd wê bibe xwedî hêz û di Rojhilata Navîn de cih bigire.Wan hesap dikir ku Rêberê Gelê Kurd bigirin wê gelê kurd bimire. Dixwazin gelê kurd li gorî xwestekên wan tevbigere. Naxwazin gel rabe û azad bibe. Lewre dibêjin 'Kurdê baş, kurdê mirî ye.' Kurdan hêzên tarî yên wekî DAIŞ’ê têk birin. Kurdan bi avakirina hêzên xwe hemû hesabên hatibûn kirin serûbin kirin. Kurdê azad ji bo xwe xeter dibînin. Ji bo wê li hemberî erişe Tirkiyeyê bêdeng dimînin. Îro heqîqet xuya ye. Çi dewlet hebe berjewendiyên xwe difikirin. Ji ber wê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Her roj zarok û jin tên qetilkirin, gund tên wêrankirin. Tirkiye dibêje ‘Ez li wir terorîstan dikujim’ lê hêzên li herêmê dimînin dizanin ku rewş ne wisa ye.”
 
'SEROK APO TESLÎM NABE' 
 
Bi domdarî Muslim anî ziman ku Rêberê PKK Abdullah Ocalan ji ber ku teslîm nebûye, komplo negehiştiye armanca xwe û axaftina xwe wiha qedand: "Komplo heya îro berdewam dike. Haya gelê kurd di nav 4 dîwaran de bê wê komplo berdewam bike. CPT kerr û lal e. Dema mijar dibe kurd tiştekî nakin. Tirkiye li wir tenê gardiyan e. Dema Serok birin Îmraliyê jinek ji CPT’yê wî pêşbazî kiribû. Ew jin li ser navê hêzên navnetewî li wir bû. Ne tenê Tirkiye, hemû cîhan ji îşkenceya Îmraliyê sûcdar e. Her roj ji bo ku Ocalan ji nirxên xwe tawîzan bide îşkenceyê dikin lê birêz Ocalan li gel hemû îzolasyonan li ber xwe dide, teslîm nabe. Xwestekê wan bi cih nayîne. Divê gele kurd ji li Serok Apo xwedî derkeve. Ev 18 meh in tu agahî ji Rêberê me nayên girtin. Ku em jêhatî bûna û me erkên xwe bi cih bianiyan, dê rewş ne wisa bûna. Rêber Apo erka xwe pêk anî û rê nîşanî me da û berxwedanê fêrî hemû gelê kurd kir. Îro divê bi qasî birêz Ocalan me diparêze em jî wî biparêzin.”
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

09/10/2022
17:17 Di êrişên polîsan de 4 rojnameger hatin binçavkirin
16:54 Di êrişa polîsan de lingê parlamenterê HDP’ê şikest
16:49 Tevî dorpêça polîsan jî şermezar kirin: Em ê tecrîdê jî faşîzmê jî bişikînin
16:49 Li Amedê komplo hat şermezarkirin: Çareserkirina krîzan bi Ocalan pêkan e
16:12 Bi hezaran kesan li Dêrikê komplo şermezar kir
15:18 Li Geverê polîsan êriş meşê kir: 20 kes hatin binçavkirin
15:15 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
15:01 Cemîl Taşkesen hat berdan
14:54 Komplo li Dîlok û Semsûrê hat şermezarkirin
14:18 Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin
14:08 Li Girtîgeha Alanyayê 5 girtî hatin sewqkirin
14:08 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş: Em soz didin ku heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
13:40 HDP: Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin
13:23 Li Beylîkduzuyê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
13:16 Li Qamişlo û Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê daketin qadan
12:16 Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê komîsyon ava kirin
11:24 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re barîkatan derbas bikin
11:21 Ciwanên Welatparêz Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
11:13 Ji bo nexweşxaneya veguherî ‘projeya hilbijartinê’ îhaleyeke nû hate kirin
10:54 Abdullah Ocalan: Xetereya qirkirinê li ser êzidiyan heye, divê xwedî lê were derketin
09:44 Nivîskar û rewşenbîrên navdar: Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin
09:17 Keça girtiyê nexweş Ozkan îşaret bi biryara Erdogan kir: Edalet divê ji bo her kesî be
09:16 ‘DAIŞ xwe li Serêkaniyê û Girê Spî birêxistin dike'
09:02 'Jin divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê bikin'
09:01 8'emîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike: Va Cûdî û va ye ev ax!
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2022'YAN
08/10/2022
23:45 Ciwanan komploya 9'ê Cotmehê protesto kir
22:25 Li gelek navendên Ewropayê komploya navdewletî hat şermezarkirin
21:23 Mîhrîcana Şanoyê û Zarokan bi dawî bû
20:42 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Di xwepêşandanan de 185 kesî jiyana xwe ji dest daye
18:38 Daristanên Amedê tên qirkirin!
17:31 KESK'iyan li dijî xala 35'an a KHK'ê devê xwe bi banda reş girtin
17:30 Bila girtiyê nexweş Hasan Tahsîn Akgun bê berdan
17:04 Zanîngeha Dîcleyê gefan li xwendekaran dixwe ku tev li ‘mîhrîcanê’ bibin
16:54 Li Îzmîrê dema binçavkirina 13 kesan hate dirêjkirin
16:39 Cenazeyên Şik û Canbeyê hatin veşartin
16:34 Cenazeyê Akarsel li Hewlêrê ber bi Konyayê ve hat oxirkirin
16:20 Nahêlin girtiyê nexweş Demîr biçe nexweşxaneyê
16:10 Olûç: Têkoşîna kurdan ku nekarîn tune bikin bihêztir bû
15:58 Ji bo tevlibûna meşa 9’ê Cotmehê ya Geverê belavok hatin belavkirin
15:44 Li Şirnexê kesên binçavkirî hatin berdan
15:41 Tecrîda li Îmraliyê di rojeva Meclisa Tirkiyeyê de ye
15:26 Gefa Qeymeqamî li Nisêbînê dikan dane girtin
15:04 Lijneya Şêwrê ya HDP’ê civiya
14:57 HDP: Me ne kujerên Komkujiya Bahçelîevlerê û ne jî yên ew parastin ji bîr nekirine
14:50 ‘Paradîgmaya Ocalan rê li ber gelên Rojhilata Navîn vekir’
14:49 28’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Wanê civiya
13:51 Kekê Cemîl Kirbayir: Dê têkoşîna me bidome
13:16 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn
12:58 Hevserokên HDP’ê dê bi Desteya Şêwrê re bicivin
12:40 Çalakiya malbata Şenyaşar didome: Faîl niha di Meclisê de ye
12:27 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê li gelek bajaran gel dadikeve qadan
11:56 ‘Azadiya Ocalan bi têkoşîneke weke berxwedana Îmraliyê dikare pêk were’
11:44 Tirkiye li Serêkaniyê û Girê Spî sûcên li dijî mirovahiyê dike
10:45 Faîlê tacîza zayendî hat girtin
10:42 ‘Rûkeniya Nagihanê dê her tim di têkoşîna me de bijî’
09:51 ‘Tecrîda li Îmraliyê bi têkoşîna civakî dikare were rakirin’
09:45 Jinên ji bo Akarselê rabûne ser piyan: Têkoşîna wê dê mezin bibe
09:11 Rojnameger Ozdemîr: Çapemeniya PDK'ê rola çapemeniya şerê taybet girtiye ser xwe
09:02 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Êzidî li hemberî Peymana Cotmehê li ber xwe didin
09:01 Banga ji bo 'Meşa Azadiyê': Em ê rejîma tecrîdê bişikînin
09:00 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê berdewamiya komployê ye
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2022'YAN
07/10/2022
23:20 Taşkesenê ku gotibû 'Ev der Kurdistan e' dîsa hat binçavkirin
22:46 Parlementera HDP'ê Guzel ji bo jinên hatine qetilkirin porê xwe jê kir
22:14 Welatiyê li Dersimê hatibû binçavkirin hat berdan
21:04 Parêzerê malbata Jîna Amîniyê rapora Tiba Edlî red kir
19:21 Jinan ji Amedê bang kir: Nagîhan Akarsel nemir e
19:08 Cenazeyên 2 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
17:19 ÎHD’ê li Amedê Nobeta Aştiyê da destpêkirin
17:18 Altûnişik ê di 44 saliya xwe de hatibû girtin piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:07 Polîsan dest danî ser pankarta malbata Şenyaşar
16:58 Pencwên û Balekayetî hatin bombebarankirin
16:18 Hiqûqnasan qetilkirina Akarsel şermezar kirin û gilî kirin
15:46 Wasiyê Ocalan, Dînç: Ji bo rakirina tecrîdê hewcehî bi têkoşîneke topyekûn heye
15:24 Nivîskarê 27 sal in girtî ye hate derbkirin
15:09 Jinan bang kir: Em jî weke Nagihanê ber bi heqîqetê ve dimeşin
14:42 Li Hatayê tecrîd hat protestokirin
14:35 Saziyên sivîl, çand û ziman: Beşdarî festîvalên bi vî rengî nebin, xwedî helwest bin
14:34 Dosyaya polîsê bi wesayîtê daye ser parêzer Karakaş dewrî ACM’ê hat kirin
14:07 Li Îzmîr û Manîsayê 13 xwendekar hatin binçavkirin
14:01 Rojnamevanên jin ên kurd li ber girtîgehê bang kirin: Em serî natewînin
14:00 Malbata Nagihan Akarsel çû Silêmaniyeyê
13:54 Tevî êrişa polîsan jî Malbata Şenyaşar nobeta xwe didomîne
13:33 Sancar: Em ê makeqanûneke demokratîk bînin vî welatî
13:30 Derbarê rojnameger Nişmiye Guler de doz hate vekirin
13:19 DFG: Em ê pênûsê Nagîhanê bêxwedî nehêlin
12:32 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 ‘Nagîhan dê bi vîna têkoşîna jina kurd bijî’
12:04 Piştî teqîna li Geverê malbatek hat derbkirin
11:35 Keskîn: Em deyndarên Gurbetellî û hemû rojnamegerên hatine kuştin in
11:11 Komên aligirên Amedsporê: Mîhrîcan îxaneta li Sûrê ye
11:00 ‘Pêwîste gel helwesteke zelal nîşanî Mîhrîcana Sûrê bide’
10:39 Temel: Gelê kurd li dijî komployê bexwedaneke mezin raber dike
10:31 Erdogan kesê ji ber bazirganiya hişbirê dikir girtî bû efû kir
10:16 ‘Girtîgehê dest danîn ser betanî û cilên girtiyê nexweş’
10:00 Beriya Serdana CPT'yê careke din cezayê disiplînê li Abdullah Ocalan hatiye birîn
09:07 Seydaoglû: Jinên kurd ji ber ku mudaxileyê li pergalê dikin dibin hedef
09:03 Di 9'ê Cotmehê de wê daxwaza bingehîn bibe azadiya Abdullah Ocalan
09:03 Îdiayên şahida ku îfade li ser Mizrakli dabû derew derketin