Daxwaza ji bo dadger û dozgerên ‘bi awayekî nehiqûqî’ delîl kom kirin nehat qebûlkirin

  • rojane
  • 13:17 5 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Di doza parêzerên OHD’î de parêzeran xwest ku dosyayên derheqê dadger û dozgerên ji ber “bi awayekî derhiqûqî delîl kom kirine” tên darizandin li dosyayê bên zêdekirin. Lê belê dadgehê ev daxwaz red kir. 
 
31’emîn danişîna doza endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAYDER), li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Di danişînê de ji parêzerên tên darizandin Raziya Ozturk û Ramazan Demîr û parêzerên wan amade bûn. 
 
Di danişînê de dadgehê diyar kir ku îfadeyên Hakan Îlhan û Kader Bakir ên derheqê endamên OHD’ê Ayşe Acînîklî û Huseyîn Bogatekîn de li dosyayê hatine zêdekirin. 
 
Parêzer Serhat Çakmak di danişînê de mafê axaftinê girt û wiha got: “Divê qîmet bi îfadeyên Îlhan ên derheqê miwekîlê min Bogatekîn de neyê dayîn. Derheqê dadgerên ku di dema lêpirsînê de cih girtin de lêpirsîn û teqîbat hatiye kirin. Derheqê gelek ji van dadgeran de biryar hatiye dayîn. Ez dixwazim ku doz û biryarên derheqê van dadgeran de li dosyayê bên zêdekirin. Heke delîlek ji hêla kesekî ve hatibe qebûlkirin, divê ev delîl jêbawer be û ji hêla kesekê jêbawer ve hatibe qebûlkirin. Me dixwest li Seyfettîn Akin ku derheqê miwekîlê min Sînan Zîncîr de bê guhdarkirin. Lê nehat guhdarîkirin. Ez vê daxwaza careke din dubare dikim.” 
 
DELÎLÊN DERHIQÛQÎ
 
Piştre jî parêzer Nagehan Avçîl axivî û got ku hempîşeyên wê ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên darizandin. Avçîl, wiha domand: “Gelo heke van parêzeran karê xwe nekirana dê bihatina darizandin? Li ser destûra wezareta dadê hevdîtin kirine. Derheqê gelemperiya dozger û dadgerên lêpirsîn dabûn destpêkirin de doz hatine vekirin. Her wiha ji ber ku bi awayekî derhiqûqî delîl kom kirine, derheqê wan de doz hatiye vekirin. Her wiha em dixwaza bangnameya dosyayê ya 16’emîn Daîreya Dadgeha Bilind a derheqê rewşê de dixwazin. Têkildarî delîlên derhiqûqî de biryareke berfireh heye. Hevdîtinên miwekîlên me yên bi miwekîlên xwe re bi awayekî derhiqûqî hatine guhdarîkirin.” 
 
NEKIRINA HEVDÎTINÊ JÎ SÛC E! 
 
Parêzer Mahmût Taşçi jî anî ziman ku têkildarî xisûsên dema karên pîşeyî de derheqê parêzeran de lêpirsîn hatine destpêkirin û wiha pê de çû: “Ev lêpirsîn veguherîn dozan. Endamên TUHAYDER’ê jî ji ber xebatên komeleyê û daxuyaniyan tên darizandin. Îdiayên bêbingeh di îdianameyê de hene. Neaxaftina miwekîlan a bi hev re weke ‘veşartina nepeniyê’ hatiye nirxandin. Anku neaxaftina wan ali ser telefonê weke sûc hatiye nîşandan.” 
 
DAXWAZÊN JI BO DADGER Û DOZGERAN HATIN REDKIRIN 
 
Dozger, xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. Dadgehê jî biryara xwe ya navberê da û xwest ku biryara girtinê ya 7 kesan bê sekinandin. Ji bo daxwaza guhdarîkirina Seyfettîn Akin jî dadgehê biryar da ku biryara guhdarîkirinê jê re bê şandin û bi zorê bînin dadgehê. 
 
Şandeya dadgehê biryar da ku ji bo guhdarîkirina Hakan Îlhan û Kader Bakir muzekkere bê nivîsandin. Ji bo daxwaza “bila dosyayên derheqê dadger û dozgerên de ku bi awayekê derhiqûqî delîl kom kirin li dosyayê bên zêdekirin” jî red kir. 
 
Danişîna dozê taloqî 18’ê çileya 2023’yan hat kirin. 
 

Sernavên din

09/10/2022
17:17 Di êrişên polîsan de 4 rojnameger hatin binçavkirin
16:54 Di êrişa polîsan de lingê parlamenterê HDP’ê şikest
16:49 Tevî dorpêça polîsan jî şermezar kirin: Em ê tecrîdê jî faşîzmê jî bişikînin
16:49 Li Amedê komplo hat şermezarkirin: Çareserkirina krîzan bi Ocalan pêkan e
16:12 Bi hezaran kesan li Dêrikê komplo şermezar kir
15:18 Li Geverê polîsan êriş meşê kir: 20 kes hatin binçavkirin
15:15 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
15:01 Cemîl Taşkesen hat berdan
14:54 Komplo li Dîlok û Semsûrê hat şermezarkirin
14:18 Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin
14:08 Li Girtîgeha Alanyayê 5 girtî hatin sewqkirin
14:08 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş: Em soz didin ku heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
13:40 HDP: Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin
13:23 Li Beylîkduzuyê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
13:16 Li Qamişlo û Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê daketin qadan
12:16 Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê komîsyon ava kirin
11:24 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re barîkatan derbas bikin
11:21 Ciwanên Welatparêz Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
11:13 Ji bo nexweşxaneya veguherî ‘projeya hilbijartinê’ îhaleyeke nû hate kirin
10:54 Abdullah Ocalan: Xetereya qirkirinê li ser êzidiyan heye, divê xwedî lê were derketin
09:44 Nivîskar û rewşenbîrên navdar: Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin
09:17 Keça girtiyê nexweş Ozkan îşaret bi biryara Erdogan kir: Edalet divê ji bo her kesî be
09:16 ‘DAIŞ xwe li Serêkaniyê û Girê Spî birêxistin dike'
09:02 'Jin divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê bikin'
09:01 8'emîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike: Va Cûdî û va ye ev ax!
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2022'YAN
08/10/2022
23:45 Ciwanan komploya 9'ê Cotmehê protesto kir
22:25 Li gelek navendên Ewropayê komploya navdewletî hat şermezarkirin
21:23 Mîhrîcana Şanoyê û Zarokan bi dawî bû
20:42 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Di xwepêşandanan de 185 kesî jiyana xwe ji dest daye
18:38 Daristanên Amedê tên qirkirin!
17:31 KESK'iyan li dijî xala 35'an a KHK'ê devê xwe bi banda reş girtin
17:30 Bila girtiyê nexweş Hasan Tahsîn Akgun bê berdan
17:04 Zanîngeha Dîcleyê gefan li xwendekaran dixwe ku tev li ‘mîhrîcanê’ bibin
16:54 Li Îzmîrê dema binçavkirina 13 kesan hate dirêjkirin
16:39 Cenazeyên Şik û Canbeyê hatin veşartin
16:34 Cenazeyê Akarsel li Hewlêrê ber bi Konyayê ve hat oxirkirin
16:20 Nahêlin girtiyê nexweş Demîr biçe nexweşxaneyê
16:10 Olûç: Têkoşîna kurdan ku nekarîn tune bikin bihêztir bû
15:58 Ji bo tevlibûna meşa 9’ê Cotmehê ya Geverê belavok hatin belavkirin
15:44 Li Şirnexê kesên binçavkirî hatin berdan
15:41 Tecrîda li Îmraliyê di rojeva Meclisa Tirkiyeyê de ye
15:26 Gefa Qeymeqamî li Nisêbînê dikan dane girtin
15:04 Lijneya Şêwrê ya HDP’ê civiya
14:57 HDP: Me ne kujerên Komkujiya Bahçelîevlerê û ne jî yên ew parastin ji bîr nekirine
14:50 ‘Paradîgmaya Ocalan rê li ber gelên Rojhilata Navîn vekir’
14:49 28’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Wanê civiya
13:51 Kekê Cemîl Kirbayir: Dê têkoşîna me bidome
13:16 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn
12:58 Hevserokên HDP’ê dê bi Desteya Şêwrê re bicivin
12:40 Çalakiya malbata Şenyaşar didome: Faîl niha di Meclisê de ye
12:27 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê li gelek bajaran gel dadikeve qadan
11:56 ‘Azadiya Ocalan bi têkoşîneke weke berxwedana Îmraliyê dikare pêk were’
11:44 Tirkiye li Serêkaniyê û Girê Spî sûcên li dijî mirovahiyê dike
10:45 Faîlê tacîza zayendî hat girtin
10:42 ‘Rûkeniya Nagihanê dê her tim di têkoşîna me de bijî’
09:51 ‘Tecrîda li Îmraliyê bi têkoşîna civakî dikare were rakirin’
09:45 Jinên ji bo Akarselê rabûne ser piyan: Têkoşîna wê dê mezin bibe
09:11 Rojnameger Ozdemîr: Çapemeniya PDK'ê rola çapemeniya şerê taybet girtiye ser xwe
09:02 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Êzidî li hemberî Peymana Cotmehê li ber xwe didin
09:01 Banga ji bo 'Meşa Azadiyê': Em ê rejîma tecrîdê bişikînin
09:00 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê berdewamiya komployê ye
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2022'YAN
07/10/2022
23:20 Taşkesenê ku gotibû 'Ev der Kurdistan e' dîsa hat binçavkirin
22:46 Parlementera HDP'ê Guzel ji bo jinên hatine qetilkirin porê xwe jê kir
22:14 Welatiyê li Dersimê hatibû binçavkirin hat berdan
21:04 Parêzerê malbata Jîna Amîniyê rapora Tiba Edlî red kir
19:21 Jinan ji Amedê bang kir: Nagîhan Akarsel nemir e
19:08 Cenazeyên 2 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
17:19 ÎHD’ê li Amedê Nobeta Aştiyê da destpêkirin
17:18 Altûnişik ê di 44 saliya xwe de hatibû girtin piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:07 Polîsan dest danî ser pankarta malbata Şenyaşar
16:58 Pencwên û Balekayetî hatin bombebarankirin
16:18 Hiqûqnasan qetilkirina Akarsel şermezar kirin û gilî kirin
15:46 Wasiyê Ocalan, Dînç: Ji bo rakirina tecrîdê hewcehî bi têkoşîneke topyekûn heye
15:24 Nivîskarê 27 sal in girtî ye hate derbkirin
15:09 Jinan bang kir: Em jî weke Nagihanê ber bi heqîqetê ve dimeşin
14:42 Li Hatayê tecrîd hat protestokirin
14:35 Saziyên sivîl, çand û ziman: Beşdarî festîvalên bi vî rengî nebin, xwedî helwest bin
14:34 Dosyaya polîsê bi wesayîtê daye ser parêzer Karakaş dewrî ACM’ê hat kirin
14:07 Li Îzmîr û Manîsayê 13 xwendekar hatin binçavkirin
14:01 Rojnamevanên jin ên kurd li ber girtîgehê bang kirin: Em serî natewînin
14:00 Malbata Nagihan Akarsel çû Silêmaniyeyê
13:54 Tevî êrişa polîsan jî Malbata Şenyaşar nobeta xwe didomîne
13:33 Sancar: Em ê makeqanûneke demokratîk bînin vî welatî
13:30 Derbarê rojnameger Nişmiye Guler de doz hate vekirin
13:19 DFG: Em ê pênûsê Nagîhanê bêxwedî nehêlin
12:32 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 ‘Nagîhan dê bi vîna têkoşîna jina kurd bijî’
12:04 Piştî teqîna li Geverê malbatek hat derbkirin
11:35 Keskîn: Em deyndarên Gurbetellî û hemû rojnamegerên hatine kuştin in
11:11 Komên aligirên Amedsporê: Mîhrîcan îxaneta li Sûrê ye
11:00 ‘Pêwîste gel helwesteke zelal nîşanî Mîhrîcana Sûrê bide’
10:39 Temel: Gelê kurd li dijî komployê bexwedaneke mezin raber dike
10:31 Erdogan kesê ji ber bazirganiya hişbirê dikir girtî bû efû kir
10:16 ‘Girtîgehê dest danîn ser betanî û cilên girtiyê nexweş’
10:00 Beriya Serdana CPT'yê careke din cezayê disiplînê li Abdullah Ocalan hatiye birîn
09:07 Seydaoglû: Jinên kurd ji ber ku mudaxileyê li pergalê dikin dibin hedef
09:03 Di 9'ê Cotmehê de wê daxwaza bingehîn bibe azadiya Abdullah Ocalan
09:03 Îdiayên şahida ku îfade li ser Mizrakli dabû derew derketin