AYM’ê ji bo Guven biryara binpêkirinê da

  • rojane
  • 14:37 5 Cotmeh 2022
  • |
img
AMED – Lijneya Giştî ya Dadgeha Makeqanûnê ji bo cara duyemîn girtina Leyla Guven biryara binpêkirinê da. Lijneyê ji ber xala 83’yan a ku parêzbendiya qanûnî sererast dike lê ji bo xala “mafê azadî û ewlehiyê” biryara binpêkirinê da. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê rexne kiribû û ji ber van rexneyan jî hatibû girtin. Piştî ku Guven di girtîgehê de weke parlamenter hat hilbijartin, biryara girtinê betal bûbû û hatibû berdan. Lê belê li dijî biryara berdanê îtîraz hatibûn kirin û Guven dîsa hatibû girtin. Lijneya Giştî ya Dadgeha Makeqanûnê ji bo dîsa girtina Guven biryara binpêkirinê da. Lijneya Giştî ya Dadgeha Makeqanûnê ku ji 15 kesan pêk tê, têkildarî serlêdana parêzerên Guven, Reyhan Yalçindag Baydemîr û Serdar Çelebî ku bi sedema binçavkirin û girtina miwekîla wan derhiqûqî ye, mafê azadî û ewlehiyê hatiye binpêkirin û mafên azadiya raman, xebatên siyasî û parêzbendiyê hatine binpêkirin kiribûn, biryar da. Lijneyê, biryar da ku bi girtina cara duyemîn re xala 19’emîn a Makeqanûnê hatiye binpêkirin. 
 
Lijneya Giştî bal kişand ser xala 83’yan a derheqê parêzbendiyê de û wiha got: “Parlamentereke ku tê îdiakirin beriya hilbijartinê yan jî piştre sûcek kiriye, heta ku biryareke meclisê nebe nayê girtin, lêpirsîn jê nayê kirin, nayê girtin û nayê darizandin. Heke dema sûcekî giran dike were girtin an jî beriya hilbijartinê lêpirsîn hatibe kirin, rewşên di xala 14’emîn a Makeqanûnê de li derveyî vê hukmê dimînin. Lê belê di rewşeke wiha de saziya têkildar mecbûre ku rewşa heyî raste rast bi TBMM’ê re parve bike.” AYM’ê bi vê sedemê jî biryar da ku girtina parlamenter binpêkirina vê xalê ye. Tevî vê yekê jî lijneyê ne ji xala 83’yan lê ji bo xala 19’emîn a “binpêkirina mafê azadî û ewlehiyê” biryara binpêkirinê da. 
 
BIRYARA TAZMÎNATÊ
 
Lijneya Giştî, ji bo îdiaya “girtin û binçavkirina Guven li dijî hiqûqê ye” got “nayê qebûlkirin” û biryar da ku biryara ewil a girtinê nakeve ber çarçoveya xala “binpêkirina mafê azadî û ewlehiyê.” Lê belê lijneyê ji bo girtina cara duyemîn got ku “mafê ewlehî û azadiyê yê Guven hatiye binpêkirin.” Lijneya Giştî, ji ber binpêkirinê jî biryar da ku 67 hezar û 500 TL tazmînat ji Guven re bê dayîn û biryar da ku mînakeke biryarê ji bo 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ku Guven lê tê darizandin û yek jî bo Wezareta Dadê were şandin.
 
DÊ SERÎ LI DMME’YÊ BIDIN
 
Parêzera Guven, Reyhan Yalçindag Baydemîr biryar kêm dît. Baydemîr, got ku biryara derheqê Guven de biryareke derengmayî ye û wiha got: “Agahdarkirina biryarê di meha nîsanê de hat kirin û hinceta biryarê jî 6 meh piştre hat ragihandin. Vê rewşê rê li ber 2 binpêkirinên din vekir. Di mijarên weke azadiya raman û xweîfadekirinê û xebatên siyasî de bi awayekî cuda nêzî siyasetmedarên kurd dibin. Hem îçtîhadên xwe û hem jî yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) paşguh dikin. Bi vê biryarê re mafê azadiya xweîfadekirinê yê siyasetmedarên kurd tune hatiye hesibandin. Li gorî xala 83’emîn a Makeqanûnê dema kesek weke parlamenter hat hilbijartin, divê darizandin bisekine lê nehat sekinandin. Lewma jî biryara Dadgeha Makeqanûnê biryareke kêm e. Diviya bû derheqê mafê parêzbendî û hilbijartinê de raste rast biryara binpêkirinê dabûya. Lijneya Giştî ya Dadgeha Makeqanûnê ji bo mafê hilbijartinê û di mijara parêzbendiyê de biryara binpêkirinê neda. Em jî dê ji bo vê mijarê serî li DMME’yê bidin.” 
 

Sernavên din

09/10/2022
17:17 Di êrişên polîsan de 4 rojnameger hatin binçavkirin
16:54 Di êrişa polîsan de lingê parlamenterê HDP’ê şikest
16:49 Tevî dorpêça polîsan jî şermezar kirin: Em ê tecrîdê jî faşîzmê jî bişikînin
16:49 Li Amedê komplo hat şermezarkirin: Çareserkirina krîzan bi Ocalan pêkan e
16:12 Bi hezaran kesan li Dêrikê komplo şermezar kir
15:18 Li Geverê polîsan êriş meşê kir: 20 kes hatin binçavkirin
15:15 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
15:01 Cemîl Taşkesen hat berdan
14:54 Komplo li Dîlok û Semsûrê hat şermezarkirin
14:18 Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin
14:08 Li Girtîgeha Alanyayê 5 girtî hatin sewqkirin
14:08 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê meş: Em soz didin ku heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
13:40 HDP: Bi tecrîda li Îmraliyê re dengê aştî û çareseriyê tê qutkirin
13:23 Li Beylîkduzuyê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
13:16 Li Qamişlo û Hesekê bi hezaran kes li dijî komployê daketin qadan
12:16 Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên Tirkiye û Îranê komîsyon ava kirin
11:24 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re barîkatan derbas bikin
11:21 Ciwanên Welatparêz Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin
11:13 Ji bo nexweşxaneya veguherî ‘projeya hilbijartinê’ îhaleyeke nû hate kirin
10:54 Abdullah Ocalan: Xetereya qirkirinê li ser êzidiyan heye, divê xwedî lê were derketin
09:44 Nivîskar û rewşenbîrên navdar: Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin
09:17 Keça girtiyê nexweş Ozkan îşaret bi biryara Erdogan kir: Edalet divê ji bo her kesî be
09:16 ‘DAIŞ xwe li Serêkaniyê û Girê Spî birêxistin dike'
09:02 'Jin divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê bikin'
09:01 8'emîn Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike: Va Cûdî û va ye ev ax!
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2022'YAN
08/10/2022
23:45 Ciwanan komploya 9'ê Cotmehê protesto kir
22:25 Li gelek navendên Ewropayê komploya navdewletî hat şermezarkirin
21:23 Mîhrîcana Şanoyê û Zarokan bi dawî bû
20:42 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Di xwepêşandanan de 185 kesî jiyana xwe ji dest daye
18:38 Daristanên Amedê tên qirkirin!
17:31 KESK'iyan li dijî xala 35'an a KHK'ê devê xwe bi banda reş girtin
17:30 Bila girtiyê nexweş Hasan Tahsîn Akgun bê berdan
17:04 Zanîngeha Dîcleyê gefan li xwendekaran dixwe ku tev li ‘mîhrîcanê’ bibin
16:54 Li Îzmîrê dema binçavkirina 13 kesan hate dirêjkirin
16:39 Cenazeyên Şik û Canbeyê hatin veşartin
16:34 Cenazeyê Akarsel li Hewlêrê ber bi Konyayê ve hat oxirkirin
16:20 Nahêlin girtiyê nexweş Demîr biçe nexweşxaneyê
16:10 Olûç: Têkoşîna kurdan ku nekarîn tune bikin bihêztir bû
15:58 Ji bo tevlibûna meşa 9’ê Cotmehê ya Geverê belavok hatin belavkirin
15:44 Li Şirnexê kesên binçavkirî hatin berdan
15:41 Tecrîda li Îmraliyê di rojeva Meclisa Tirkiyeyê de ye
15:26 Gefa Qeymeqamî li Nisêbînê dikan dane girtin
15:04 Lijneya Şêwrê ya HDP’ê civiya
14:57 HDP: Me ne kujerên Komkujiya Bahçelîevlerê û ne jî yên ew parastin ji bîr nekirine
14:50 ‘Paradîgmaya Ocalan rê li ber gelên Rojhilata Navîn vekir’
14:49 28’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Wanê civiya
13:51 Kekê Cemîl Kirbayir: Dê têkoşîna me bidome
13:16 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn
12:58 Hevserokên HDP’ê dê bi Desteya Şêwrê re bicivin
12:40 Çalakiya malbata Şenyaşar didome: Faîl niha di Meclisê de ye
12:27 Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê li gelek bajaran gel dadikeve qadan
11:56 ‘Azadiya Ocalan bi têkoşîneke weke berxwedana Îmraliyê dikare pêk were’
11:44 Tirkiye li Serêkaniyê û Girê Spî sûcên li dijî mirovahiyê dike
10:45 Faîlê tacîza zayendî hat girtin
10:42 ‘Rûkeniya Nagihanê dê her tim di têkoşîna me de bijî’
09:51 ‘Tecrîda li Îmraliyê bi têkoşîna civakî dikare were rakirin’
09:45 Jinên ji bo Akarselê rabûne ser piyan: Têkoşîna wê dê mezin bibe
09:11 Rojnameger Ozdemîr: Çapemeniya PDK'ê rola çapemeniya şerê taybet girtiye ser xwe
09:02 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Êzidî li hemberî Peymana Cotmehê li ber xwe didin
09:01 Banga ji bo 'Meşa Azadiyê': Em ê rejîma tecrîdê bişikînin
09:00 Parêzer Demîr: Tecrîda li Îmraliyê berdewamiya komployê ye
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2022'YAN
07/10/2022
23:20 Taşkesenê ku gotibû 'Ev der Kurdistan e' dîsa hat binçavkirin
22:46 Parlementera HDP'ê Guzel ji bo jinên hatine qetilkirin porê xwe jê kir
22:14 Welatiyê li Dersimê hatibû binçavkirin hat berdan
21:04 Parêzerê malbata Jîna Amîniyê rapora Tiba Edlî red kir
19:21 Jinan ji Amedê bang kir: Nagîhan Akarsel nemir e
19:08 Cenazeyên 2 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
17:19 ÎHD’ê li Amedê Nobeta Aştiyê da destpêkirin
17:18 Altûnişik ê di 44 saliya xwe de hatibû girtin piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:07 Polîsan dest danî ser pankarta malbata Şenyaşar
16:58 Pencwên û Balekayetî hatin bombebarankirin
16:18 Hiqûqnasan qetilkirina Akarsel şermezar kirin û gilî kirin
15:46 Wasiyê Ocalan, Dînç: Ji bo rakirina tecrîdê hewcehî bi têkoşîneke topyekûn heye
15:24 Nivîskarê 27 sal in girtî ye hate derbkirin
15:09 Jinan bang kir: Em jî weke Nagihanê ber bi heqîqetê ve dimeşin
14:42 Li Hatayê tecrîd hat protestokirin
14:35 Saziyên sivîl, çand û ziman: Beşdarî festîvalên bi vî rengî nebin, xwedî helwest bin
14:34 Dosyaya polîsê bi wesayîtê daye ser parêzer Karakaş dewrî ACM’ê hat kirin
14:07 Li Îzmîr û Manîsayê 13 xwendekar hatin binçavkirin
14:01 Rojnamevanên jin ên kurd li ber girtîgehê bang kirin: Em serî natewînin
14:00 Malbata Nagihan Akarsel çû Silêmaniyeyê
13:54 Tevî êrişa polîsan jî Malbata Şenyaşar nobeta xwe didomîne
13:33 Sancar: Em ê makeqanûneke demokratîk bînin vî welatî
13:30 Derbarê rojnameger Nişmiye Guler de doz hate vekirin
13:19 DFG: Em ê pênûsê Nagîhanê bêxwedî nehêlin
12:32 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 ‘Nagîhan dê bi vîna têkoşîna jina kurd bijî’
12:04 Piştî teqîna li Geverê malbatek hat derbkirin
11:35 Keskîn: Em deyndarên Gurbetellî û hemû rojnamegerên hatine kuştin in
11:11 Komên aligirên Amedsporê: Mîhrîcan îxaneta li Sûrê ye
11:00 ‘Pêwîste gel helwesteke zelal nîşanî Mîhrîcana Sûrê bide’
10:39 Temel: Gelê kurd li dijî komployê bexwedaneke mezin raber dike
10:31 Erdogan kesê ji ber bazirganiya hişbirê dikir girtî bû efû kir
10:16 ‘Girtîgehê dest danîn ser betanî û cilên girtiyê nexweş’
10:00 Beriya Serdana CPT'yê careke din cezayê disiplînê li Abdullah Ocalan hatiye birîn
09:07 Seydaoglû: Jinên kurd ji ber ku mudaxileyê li pergalê dikin dibin hedef
09:03 Di 9'ê Cotmehê de wê daxwaza bingehîn bibe azadiya Abdullah Ocalan
09:03 Îdiayên şahida ku îfade li ser Mizrakli dabû derew derketin