Sancar: Kujerên Jînayê û yên Nagihanê xwedî heman zîhniyetê ne

QERS - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku zîhniyeta Jîna Amînî qetilkirî û ya Nagihan Akarsel qetil kirî heman zîhniyetin û wiha got: “Ji têkoşîna jinan ditirsin lê belê dê ev tirs nekare pêşî li dawiya wan bigire.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û şandeya pê re, li Qersê bi gel re civiya. Şande, li balafirgehê bi def û zirneyê hat pêşwazîkirin. Şande bi konvoyekê ber bi navenda ve kete rê û di rê de welatiyên li ser rê hatin silavkirin. Sancar û şandeya pê re li pêşiya avahiya HDP’ê ya bajar ji hêla bi hezaran kesan ve hatin pêşwazîkirin. Sancar, ji bo pêşwazîkirina germ spasiya xelkê Qersê kir. 
 
Mîthat Sancar diyar kir ku Qers, bajarekî qedîm û baxçeyê gel û baweriyan e û wiha got: “Li Qersê hemû derdorên cuda bi awayekî aştiyane bi hev re dijîn û yek ji bajarên mînak e. HDP, encama vê feraseta pêkvejiyanê û têkoşîna birûmet a xelkê bajar e. Em baş bi pirsgirêkên qersê dizanin. Gelê me neçarî tunebûn û xizaniyê hatiye kirin. Li pêşberî me desthilatdariyeke xespkar heye ku ked û berhema gel xesp dike. Azadî û vîna gel tê xespkirin. Keda gel xesp dikin û didin komeke biçûk a alîgir û dewlemendan. Ev bajar, li Rojhilata Navîn mezintirîn navenda sewalkariyê ye. Lê belê em dibînin ku sewalkariya li bajêr li ber tunebûnê ye. Sedema vê jî pergala kedxwar, talanker û qesrê ye. Gel ji birçan dimire lê ew li qesra xwe çavkaniyên gel dixwin. Ev pergal wiha nadome û em ê teqez hilweşînin.” 
 
‘VÎNA GEL HAT XESPKIRIN’
 
Bi domdarî Sancar anî ziman ku desthilatdarî vîna gel xesp dike û ev tişt anî ziman: 
 
“Mînaka vê ya herî şênber jî rejîma qeyûman e. Vê desthilatdariyê tehemûla îradeya we nekir. Ji ber ku ne gel û ne jî vîna wan nas nakin. HDP li her çar aliyên welêt mezin dibû û ji vê yekê tirsiyan. Lewma jî rejîma qeyûman xistin meriyetê. Beriya qeyûm, hevşaredarên me yên Qersê û endamên meclisê xizmeta gel dikirin û yek ji mînakên herî xweşik ên şaredariya civakparêziyê bûn. Lê rejîm ji vê tirsiya. Mîna li Qersê, dema dibînin ku îradeyên gelên kurd, terekeme, azarî û hwd. dibin yek, pir ditirsin û dikevin nava fikaran. Lê çi dikin bila bikin em ê dev ji anîna ba hev a gelan bernedin. Dê nekarin bi girtin, binçavkirin û sepanên keyfî rê li ber vê bigirin. 
 
EM Ê TIFAQÊ MEZINTIR BIKIN
 
Em dixwazin li vî welatî rêya destpêkeke nû û veguherîneke demokratîk vekin. Em dixwazin bingeha aştiyê ava bikin û pergaleke wisa ava bikikn ku kedkar heqê keda xwe wergirin. Me bi vê sedemê jî Tifaqa Ked û Azadiyê ava kir. Em niha jî hewl didin vê tifaqê mezintir bikin. Yek ji bajarên herî zêde dê qedr û qîmetê vê tifaqê fêm bike, Qers e. Qers, yek ji çavkaniyên herî girîng ên têkoşîna şoreşgerî ya Tirkiyeyê, çanda têkoşîna çep û sosyaslîzmê ye. Em dixwazin hemû çavkaniyan bînin ba hev. Bi Tifaqa Ked û Azadiyê em vê tifaqê mezintir dikin û dê bi Tifaqa Demokrasiyê re bibin alternatîf. Gel neçarî du vebijêrkan nîne. 
 
REJÎMÊN DESPOT JI TÊKOŞÎNA JINAN DITIRSIN 
 
Berpirsyariya me ji bo we, hemû gelan, kedkaran, jinan, ciwanan, baweriyan û vî welatî bi xwe heye ku aştiyê pêk bînin. Tirsa desthilatdariyên zalim a herî mezin, têkoşîna jinan e. Desthilatdarên yekperest, despot û dîktator ji têkoşîna jinan pir ditirsin. Bûyera li Îranê yek ji mînakên vê rastiyê ne. Jîna Mahsa Amînî bi hovane qetilkirin. Lê vê zîhniyetê li hemberî xwe berxwedaneke mezin a jinan û têkoşîna gel dît. Mafdarin ku bitirsin ji ber ku dema jin rabûn ser pêyan, tu zordest nikarin xwe li pêşiya wan bigirin. HDP partiya jinan e. Dê nekarin xwe li pêşiya HDP’ê bigirin û em ê nîşanî wan bidin ku nikarin xwe bigirin. Akademîsyen, nivîskar, lêkolîner û yek ji pêşengên tevgera jinan Nagihan Akarsel li Silêmaniyeyê hat qetilkirin. Zîhniyeta ku Jîna Mahsa qetil kirî û ya Nagihan Akarsel qetil kirî, heman zîhniyet e. Ji jinan û têkoşîna wan ditirsin. Lê ev tirs dê nekare rê li ber têkçûna wan bigire. 
 
CIWAN NEÇARÎ BÊKARIYÊ KIRIN 
 
Her wiha ji ciwanan ditirsin. Rejîmeke wisa heye ku ciwan neçarî bêkarî, bêhêvîtî û bêpêşerojiyê kirine. Gelemperiya ciwanên Qersê koç dikin. Ji ber ku kar û xizmet tune ye. Bo xwe li welat û bajarên cuda li pêşeroj û kar digerin. Lê em ê pêşî li ber vê bigirin. HDP di heman demê de partiya ciwanan e û dê pergaleke wisa ava bike ku ciwan bi destên xwe teşe bidin pêşeroja xwe. 
 
EM Ê DEV JI ARMANCA AŞTIYÊ BERNEDIN
 
Ev rejîma heyî, hewl dide nefretê têxe navbera gelan û hebûna xwe bidomîne. Lê em ê vê nefretê tune bikin. Em ê welatekî wisa ava bikin ku gel azad û bawerî wekhev bin. Em xwedî wê hêz û îradeyê ne. Aştî jî yek ji armancên me yên jênevegere. Tekane rêyeke çareserkirina pirsgirêka kurd heye ku ew jî muzakere, guftûgo û siyaseta demokratîk e. Ji bo amadekirina vê bingehê jî ya ku ji destê me tê dê bikin. Em ê dawî li polîtîkayên şer bînin. Ev polîtîka, hem li hundir û hem jî li derve ziyaneke mezin dide gel. Herî zêde jî ziyanê digihîne kedkar, ciwan û xizanan. Ji ber ku her wesayîta leşkerî û gule, bi pereyê gel tên kirîn. Lewma em ê tifaqa herî mezin a li dijî şer ava bikin. 
 
LI VÎ WELATÎ HEWCEHÎ BI BERNAMEYÊN ŞÊNBER HEYE
 
Em ji vir bang li partiyên din ên muxalefetê jî dikin. Têkildarî pirsgirêka kurd diaxivin. Lê belê hewcehî planên şênber ên aştî û çareseriyê heye. Heta ev pêdivî neyê bicihanîn, bi gotinên xweş nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Heta çareserî nebe jî dê tu carî edalet, azadî û demokrasî neyê vî welatî. Bawer bikin heke me mil da milê hev, em ê çareseriyê hîn bêhtir derxînin. Çareserî em in. Yên ku dixwazin li rejîmên berê vegerin, dê têk biçin. Rêyek heye; ew rê jî HDP û Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Em ê teqez bi ser kevin.”

Sernavên din

12/10/2022
13:36 Doza Denîz Poyraz: Hûn nikarin bi revandina dosyeyê delîlan veşêrin
13:16 Malbatên girtiyan: Mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin
13:15 Li Doza Geziyê piştî 8 salan şahidên nepen û vekirî hatin zêdekirin
13:07 Li Girtîgeha Alanyayê bi awayekî keyfî sewq hate kirin
12:32 Abdullah Oncel bû serokê nû yê Baroya Rihayê
12:32 Bariyerên hesin rakirin, qada nobetê kirin cihê parka wesayîtan
12:12 Doza Denîz Poyraz veguhestin Girtîgeha Şakran a Alîagayê
12:01 Jinan pankarta 'Kujerên Denîz Poyraz ev 5 danişînin tên parastin’ daliqandin
11:34 Kalin: Li gorî berjewendiyan Erdogan û Esad dikarin li hev bicivin
11:26 Di danişîna Denîz Poyraz de şandeya dadgehê eywan terikand
11:12 Rêveberiya girtîgehê bersivê nade daxwaznameyên Semra Guzel
11:11 Dayikên Aştiyê: Ji qetilkirina Akarselê PDK berpirsyar e
11:09 Danişîna Denîz Poyraz: Jin wê hesab ji kujeran bixwazin
10:14 Aktîvîst Mahbûb: Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li Îranê mîna gulekê kulîlk da!
10:03 Seroka Baroya Dêrsimê: Em ê rêjeya temsîliyeta jinan zêdetir bikin
09:49 Konferansa 2'yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû
09:02 Jinên kurd, tirkmen, azerî, fars û ereb ên îranî: Em ê bi ser bikevin
09:01 Berteka li dijî mîhrîcana qeyûmê Cizîrê: Dê bi kîjan wijdanê beşdar bibin?
09:01 'Têkoşîna Hevrînê hedef hat girtin'
09:00 Cinayeta Bagdû: Bila kiryar bên dîtin û darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2022'YAN
11/10/2022
19:22 Li Osmaniyeyê erd hejiya
17:59 Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bibîranîn
17:47 Habîp Eksîk: Êrişeke plankirî bû
17:16 Hejmara xwendekarên li Antalyayê hatin binçavkirin derket 13’an
16:50 Walîtî û midûriyeta perwerdeyê ya Amedê ji bo Erdogan seferber bûn!
16:31 59 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:13 HPG’ê têkildarî ‘operasyona MÎT’ê’ daxuyanî da
15:55 Doza hevserokên HDP’a Esenyurtê hat taloqkirin
15:49 Çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya li ber KE’yê di roja 2’yemîn de ye
15:42 ‘Girtiyên nexweş di hucreyên yekkesî de tên ragirtin’
15:20 Sancar: Sedema êrişên hovane tirsa wan a ji têkoşîna gelê kurd e
14:43 Tevî biryara DMME’yê jî doza parlamentera HDP’ê nehate betalkirin
14:05 Dozger ji bo cerdevanê tecawizkar mutala xwe eşkere kir
13:50 Serokên 6 Baroyan ji bo kampanyaya zarokê nexweşê SMA’yî bang kirin
13:46 Cenazeyên HPG’iyan 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin
13:30 HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin
13:00 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
12:29 Malbatên girtiyan bang kir: Ji destê partî û saziyan çi were divê bikin
12:18 Emîne Şenyaşar: Yê ku ji xwe re dibêje insan li dijî vê zilmê bêdeng namîne
12:17 18 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:14 Li Girtîgeha Kîlîsê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin
12:13 LaWje ji bo Jîna Emînî strî: Keça Kurd serî rake
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:12 Danişîna doza midur û edîtorê Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
11:28 Nagihan da pey şopa ‘reng û dengê jinan’ û hafiziyek ava kir
11:19 Li Antalyayê 6 xwendekar hatin binçavkirin
10:35 Dê cenazeyê Nagihan Akarsel sibe bişînin Enqereyê
10:26 Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin 14 roj in di rojiya mirinê de ne
10:24 ‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’
09:07 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye
09:06 Kesên qetilkirina Poyrazê diparêzin nayên vekolandin
09:03 Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye
09:02 Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:54 Hikûmeta alman bersiva pirsa Îmraliyê da: CPT jê berpirsyar e
10/10/2022
21:36 Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn
20:56 Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî
20:19 Li Amedê 35 kes hatin berdan
20:07 Platforma Ked û Demokrasiyê Komkujîya Enqereyê şermezar kir
17:46 Kesên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:21 Kampanyaya #XwebûnNûbûne tê destpêkirin
17:07 20 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:04 Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket