Gezerê ku di çalakiyên 6-8'ê Cotmehê de birîndar bû li dû kiryaran e!

  • rojane
  • 09:02 7 Cotmeh 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Mehmet Emîn Gezer ku di çalakiyên 6-8'ê Cotmehê de polîsan ew birîndar kiribû, hem li kiryarên xwe hem jî li yên ku wê demê birayê wî kuştine digere. 
 
Di ser berxwedana ji bo Kobanê re 8 sal derbas bûn. Di 6-8'ê Cotmeha 2014'an de Amed, Şirnex, Colemêrg, Mûş, Sêrt, Êlih, Wan, Mêrdîn, Agirî û Stenbolê jî di nav de li 36 bajaran bi milyonan kes li dijî êrişên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê daketibûn kuçe û kolanan. Wê demê Midûriyeta Polîsan a Giştî daxuyandibû ku di çalakiyan de 48 sivîl û 2 polîsan jiyana xwe ji dest dane. Lê belê li gor daneyên derketibûn holê 54 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Çalakiyên wê demê bi bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di 8'ê Cotmehê de rawestiyabûn. 
 
Piştî çalakiyan bi 6 salan, ji ber çalakiyên navborî dest bi darizandina siyasetmedarên kurd hatibû kirin. Endamên Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê jî di nav da 108 siyasetmedar bi mirina kesên di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dabûn hatin tawanbarkirin. 
 
8 SAL IN DIDOME
 
Her wiha paşê dewletê ferq xist nava kesên jiyana xwe ji dest dane. Tenê mirina kesên HUDA PAR'î ketin ber lêpirsînê û bi vî awayî kiryarên gelek kesên bi guleyên esker û polîsan hatin qetilkirin jî nehatin eşkerekirin. Di dema çalakiyan de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê Sînan Toprak (16), Bîlal Gezer (29) û Abdulkerîm Seyhan (27) hatibûn qetilkirin. Lêpirsîna der barê mirina wan de 8 sal in didome, lê hê jî "biryara veşarî" li ser dosyeya wan e. Polîsên ku wê demê Mehmet Emîn Gezer felcî kirin û birayê wî Bîlal Gezer jî qetilkirin, hê jî bi zirxê bêcezatiyê tên parastin. 
 
FELCÎ BÛ
 
Mehmet Emîn Gezer ku piştî birayê wî Bîlal Gezer hatiye qetilkirin, ji bo li kiryarên birayê xwe bipirse çûye qereqolê, li wir polîsan li wî dane û ew birîndar kirine. Gezer behsa wan rojan kir. 
 
Gezer bilêv kir ku roja birîndar bûye polîsan ew "hişyar" nekirine û 160-170 gule li wan reşandine û got ku wê kêliyê fikiriye ku dê sax nefilite. Gezer anî ziman ku paşê ambulans hatiye cihê bûyerê, lê polîsan qederekê nehiştiye ambulans bi rê bikeve û got ku li nexweşxaneyê hatiye dermankirin, lê ji ber ku gule li mejîpişta wî ketiye ji navê berjêr felcî bûye. 
 
Gezer diyar kir ku der barê gulebaranê de 14 polîs hatine tespîtkirin û ew polîs jî bi îdiaya "roja bûyerê îxbara wesayîteke barê wê bombe ji wan re hatiye" beraet kirine. Gezer bilêv kir ku bi ser de bi mesrefên dadgehê deyndar bûye û got ku di lêpirsînê de hatiye îdiakirin ku 20 kamerayên li derdora qereqolê nexebitîne. 
 
‘DEWLET NAXWAZE WAN EŞKERE BIKE'
 
Gezer destnîşan kir ku di çalakiyên Kobanê de birayê wî Bîlal hedef hatiye girtin û got ku 8 sal derbas bûne lê hê jî kiryar nehatine eşkerekirin. Gezer wiha domand: "Eger kesek kevirekî biavêje maşîneyekê, di cî de wî kesî an li malê an jî li kargehê digirtin. Yanî wexta bixwazin, ew kes têkeve kîjan qulê jî dê wî bigirin. Lê 8 sal derbas bûne, hê jî biryara veşarî li ser dosyeyê heye. Ez gelek caran çûm cem dozger. Lê her cara ez diçim dibêje 'Ez li ser disekinim. Li dosyeyê mêze dikim.' Herî dawî gava ez çûm, nehiştin ez dozger bibînim. Dewlet naxwaze kiryaran eşkere bike. Ger bixwestana niha ew eşkere kiribûn. 50 mirov di rojekê de tên kuştin, lê dewlet pê nizane. Tiştekî wiha ne pêkan e."
 
Gezer destnîşan kir ku tenê ne kiryarên birayê wî Bîlal, dixwaze hemû kiryar bên eşkerekirin û wiha got: "Kî ev qas mirov qetil kirin? Ev projeyeke plankirî bû. Berê hatibû amadekirin. Me ev yek li Kerboranê dît. Li her derî mirov kuştin. Dewlet jî bi vê dizane. Em dixwazin kiryarên wan bên eşkerekirin. Helbet dê rojekê eşkere bibin." 
 
DAYIK GEZER: EZ Ê DEST JI VÊ DOZÊ BERNEDIM
 
Dayik Halîme Gezerê jî behsa wê roja ku kurê wê hatiye qetilkirin kir. Gezerê bilêv kir ku dewlet kiryaran vedişêre û got ku kurek wê felcî bûye û kurê wê Haşim jî hatiye girtin û keça wê Garîbe jî li girtîgehê hatiye qetilkirin. Dayik Gezerê wiha domand: "Xwedê heqê min ji wan re nehêle. Ez ê dest ji doza zarokên xwe bernedim. Çi dibe bila bibe ez ne poşman im. Ez ê dest ji rêya zarokên xwe bernedim. Me hemûyan qetil bikin jî ez dest jê bernadim. Dinya xera bibe jî ez ê dest ji doza Bîlalê xwe û Garîbeya xwe bernedim. Ez ê li ser rêça wan bim."
 
Dayik Gezerê bang kir ku kiryar bên eşkerekirin. 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

12/10/2022
13:36 Doza Denîz Poyraz: Hûn nikarin bi revandina dosyeyê delîlan veşêrin
13:16 Malbatên girtiyan: Mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin
13:15 Li Doza Geziyê piştî 8 salan şahidên nepen û vekirî hatin zêdekirin
13:07 Li Girtîgeha Alanyayê bi awayekî keyfî sewq hate kirin
12:32 Abdullah Oncel bû serokê nû yê Baroya Rihayê
12:32 Bariyerên hesin rakirin, qada nobetê kirin cihê parka wesayîtan
12:12 Doza Denîz Poyraz veguhestin Girtîgeha Şakran a Alîagayê
12:01 Jinan pankarta 'Kujerên Denîz Poyraz ev 5 danişînin tên parastin’ daliqandin
11:34 Kalin: Li gorî berjewendiyan Erdogan û Esad dikarin li hev bicivin
11:26 Di danişîna Denîz Poyraz de şandeya dadgehê eywan terikand
11:12 Rêveberiya girtîgehê bersivê nade daxwaznameyên Semra Guzel
11:11 Dayikên Aştiyê: Ji qetilkirina Akarselê PDK berpirsyar e
11:09 Danişîna Denîz Poyraz: Jin wê hesab ji kujeran bixwazin
10:14 Aktîvîst Mahbûb: Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li Îranê mîna gulekê kulîlk da!
10:03 Seroka Baroya Dêrsimê: Em ê rêjeya temsîliyeta jinan zêdetir bikin
09:49 Konferansa 2'yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû
09:02 Jinên kurd, tirkmen, azerî, fars û ereb ên îranî: Em ê bi ser bikevin
09:01 Berteka li dijî mîhrîcana qeyûmê Cizîrê: Dê bi kîjan wijdanê beşdar bibin?
09:01 'Têkoşîna Hevrînê hedef hat girtin'
09:00 Cinayeta Bagdû: Bila kiryar bên dîtin û darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2022'YAN
11/10/2022
19:22 Li Osmaniyeyê erd hejiya
17:59 Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bibîranîn
17:47 Habîp Eksîk: Êrişeke plankirî bû
17:16 Hejmara xwendekarên li Antalyayê hatin binçavkirin derket 13’an
16:50 Walîtî û midûriyeta perwerdeyê ya Amedê ji bo Erdogan seferber bûn!
16:31 59 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:13 HPG’ê têkildarî ‘operasyona MÎT’ê’ daxuyanî da
15:55 Doza hevserokên HDP’a Esenyurtê hat taloqkirin
15:49 Çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya li ber KE’yê di roja 2’yemîn de ye
15:42 ‘Girtiyên nexweş di hucreyên yekkesî de tên ragirtin’
15:20 Sancar: Sedema êrişên hovane tirsa wan a ji têkoşîna gelê kurd e
14:43 Tevî biryara DMME’yê jî doza parlamentera HDP’ê nehate betalkirin
14:05 Dozger ji bo cerdevanê tecawizkar mutala xwe eşkere kir
13:50 Serokên 6 Baroyan ji bo kampanyaya zarokê nexweşê SMA’yî bang kirin
13:46 Cenazeyên HPG’iyan 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin
13:30 HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin
13:00 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
12:29 Malbatên girtiyan bang kir: Ji destê partî û saziyan çi were divê bikin
12:18 Emîne Şenyaşar: Yê ku ji xwe re dibêje insan li dijî vê zilmê bêdeng namîne
12:17 18 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:14 Li Girtîgeha Kîlîsê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin
12:13 LaWje ji bo Jîna Emînî strî: Keça Kurd serî rake
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:12 Danişîna doza midur û edîtorê Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
11:28 Nagihan da pey şopa ‘reng û dengê jinan’ û hafiziyek ava kir
11:19 Li Antalyayê 6 xwendekar hatin binçavkirin
10:35 Dê cenazeyê Nagihan Akarsel sibe bişînin Enqereyê
10:26 Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin 14 roj in di rojiya mirinê de ne
10:24 ‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’
09:07 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye
09:06 Kesên qetilkirina Poyrazê diparêzin nayên vekolandin
09:03 Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye
09:02 Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:54 Hikûmeta alman bersiva pirsa Îmraliyê da: CPT jê berpirsyar e
10/10/2022
21:36 Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn
20:56 Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî
20:19 Li Amedê 35 kes hatin berdan
20:07 Platforma Ked û Demokrasiyê Komkujîya Enqereyê şermezar kir
17:46 Kesên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:21 Kampanyaya #XwebûnNûbûne tê destpêkirin
17:07 20 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:04 Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket