Piştî teqîna li Geverê malbatek hat derbkirin

  • rojane
  • 12:04 7 Cotmeh 2022
  • |
img
COLEMÊRG - Piştî teqîna li Geverê polîsan bi ser mala malbata Adar de girtin û endamên malbatê derb kirin. Endamên malbatê da zanîn ku di dema serdegirtinê de îşkence li wan hatiye kirin û zarokê biçûk ê malê ji axaftinê bûye.
 
Di şeva 2-3’yê cotmehê saet di navbera 22.00-01.00’an de li nêzî Qereqola Polîsan a 75. Yilê ya li Taxa Kişla ya Gever a Colemêrgê du teqînên mezin pêk hatin. Piştî teqînê, li dijî wesayîteke polîsên tîmên taybet ên ji Taxa Kişlayê ber bi Taxa Ormanê ve diçû êrişeke çekdarî çêbû. Piştî pevçûnan, herêm bi saetan hat dorpêçkirin. Di şeva teqînê de polîsan bêyî ku hincetekê nîşan bidin, bi ser mala malbata Adar de girtin. Di dema serdegirtinê de deriyên malê hatin şikandin, polîsên tîmên taybet 6 saetan li malê lêgerîn kirin û endamên malbatê îşkence kirin. Malbata Adar, dê bi rêya parêzerên xwe li Serdozgeriya Komarê ya Geverê serlêdana sûc bike.
 
‘ÎŞKENCE LI KURÊ MIN KIRIN’
 
Ji endamên malbatê Mehmet Adar ê 87 salî qala bûyerê kir û wiha got: “Êvarê dema me şîv dixwar, polîsan bi ser mala me de girtin. Çawa ku polîs ketin hundir, em ber bi derî ve çûn. Min dît ku kurê min li erdê dirêj kirine, ketine ser kurê min û lê dixin. Kurê min ji piştve hatibû kelemçekirin û lê dixistin. Xwedê vê zilma wan qebûl neke. Kengî li qereqolê pirsgirêkek derbikeve, tên bi ser mala me de digirin. Mala me li kêleka qereqolê ye û 24 saetan bi mobeseyan mala me dişopînin. Tevî vê yekê jî ev yek bi serê me anîn. Em vê neheqî û îşkenceyê qebûl nakin.”
 
NEXWEŞXANEYÊ RAPORA DERBKIRINÊ NEDA
 
Bi domdarî Adar da zanîn ku kur û neviyên wî yên rastî tundiyê hatin çûne Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê lê belê bijîşkan rapora derbkirinê nedane û wiha pê de çû: “Bijîşkên nexweşxaneyê tevî şopên derbkirinê jî rapor nedan. Ji bo derbkirinê em çûn cendirmeya navçeyê lê ji me re gotin; ‘vala vala gilî nekin. Ji ber ku hûn dê sûcdar derkevin.’ Lewma jî giliyên kur û neviyê min qebûl nekirin.” 
 
‘HEQARET KIRIN Û LÊXISTIN’
 
Ji endamên malbatê jina bi navê N.A. jî diyar kir ku polîsan deriyên malê şikandine û wisa ketine hundir. N.A., bi domdarî ev agahî parve kirin: “Hêj li derî nexistin, polîsên tîmên taybet ketin hundir. Nehiştin ku em derî vekin û derî şikandin. Çawa ku ketin hundir ji hevjînê min re gotin; ‘xwe li erdê dirêj bike.’ Ji piştve kelemçe kirin, heqaret lê kirin û lêxistin. Yek ji polîsên ku bi rûpoşê ketî hundir bêyî ku sûceke hevjînê min hebe ew hedef nîşan da û bû sedem ku were derbkirin. Bi solên xwe yên qirêjî ketin hundir, her der serûbin kirin. Bi saetan li malê lêgerîn kirin. Lê tiştek nedîtin. Hevjînê min bi saetan kelemçekirî ma û destên wî reş û şîn bûbûn. Hêj jî şopên îşkenceyê li ser laşê wî ne. Tu ewlehiya canê me li vir nîne. Bêyî ku destûra lêgerînê bigirin bi ser mala me de girtin. Xwestin ji bombeya hatiye teqandin me sûcdar bikin. Lê tiştek nedîtin.” 
 
‘ZAROKÊ MIN JI WÊ ROJÊ HETA NIHA NA AXIVE’ 
 
Bi domdarî N.A. got ku piştî serdegirtinê derûniya zarokên wê xerab bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Bi roja ye kurê min ne radizê û ne jî diaxive. Ji tirsan zimanê wê nagere. Polîsan, zarokê min ê biçûk bi darê zorê xistin odeyekê û tevî hevjînê min derb kirin. Em dixwazin kesên ev bi serê me anîn bên darizandin.” 
 

Sernavên din

12/10/2022
13:36 Doza Denîz Poyraz: Hûn nikarin bi revandina dosyeyê delîlan veşêrin
13:16 Malbatên girtiyan: Mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin
13:15 Li Doza Geziyê piştî 8 salan şahidên nepen û vekirî hatin zêdekirin
13:07 Li Girtîgeha Alanyayê bi awayekî keyfî sewq hate kirin
12:32 Abdullah Oncel bû serokê nû yê Baroya Rihayê
12:32 Bariyerên hesin rakirin, qada nobetê kirin cihê parka wesayîtan
12:12 Doza Denîz Poyraz veguhestin Girtîgeha Şakran a Alîagayê
12:01 Jinan pankarta 'Kujerên Denîz Poyraz ev 5 danişînin tên parastin’ daliqandin
11:34 Kalin: Li gorî berjewendiyan Erdogan û Esad dikarin li hev bicivin
11:26 Di danişîna Denîz Poyraz de şandeya dadgehê eywan terikand
11:12 Rêveberiya girtîgehê bersivê nade daxwaznameyên Semra Guzel
11:11 Dayikên Aştiyê: Ji qetilkirina Akarselê PDK berpirsyar e
11:09 Danişîna Denîz Poyraz: Jin wê hesab ji kujeran bixwazin
10:14 Aktîvîst Mahbûb: Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li Îranê mîna gulekê kulîlk da!
10:03 Seroka Baroya Dêrsimê: Em ê rêjeya temsîliyeta jinan zêdetir bikin
09:49 Konferansa 2'yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû
09:02 Jinên kurd, tirkmen, azerî, fars û ereb ên îranî: Em ê bi ser bikevin
09:01 Berteka li dijî mîhrîcana qeyûmê Cizîrê: Dê bi kîjan wijdanê beşdar bibin?
09:01 'Têkoşîna Hevrînê hedef hat girtin'
09:00 Cinayeta Bagdû: Bila kiryar bên dîtin û darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2022'YAN
11/10/2022
19:22 Li Osmaniyeyê erd hejiya
17:59 Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bibîranîn
17:47 Habîp Eksîk: Êrişeke plankirî bû
17:16 Hejmara xwendekarên li Antalyayê hatin binçavkirin derket 13’an
16:50 Walîtî û midûriyeta perwerdeyê ya Amedê ji bo Erdogan seferber bûn!
16:31 59 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:13 HPG’ê têkildarî ‘operasyona MÎT’ê’ daxuyanî da
15:55 Doza hevserokên HDP’a Esenyurtê hat taloqkirin
15:49 Çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya li ber KE’yê di roja 2’yemîn de ye
15:42 ‘Girtiyên nexweş di hucreyên yekkesî de tên ragirtin’
15:20 Sancar: Sedema êrişên hovane tirsa wan a ji têkoşîna gelê kurd e
14:43 Tevî biryara DMME’yê jî doza parlamentera HDP’ê nehate betalkirin
14:05 Dozger ji bo cerdevanê tecawizkar mutala xwe eşkere kir
13:50 Serokên 6 Baroyan ji bo kampanyaya zarokê nexweşê SMA’yî bang kirin
13:46 Cenazeyên HPG’iyan 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin
13:30 HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin
13:00 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
12:29 Malbatên girtiyan bang kir: Ji destê partî û saziyan çi were divê bikin
12:18 Emîne Şenyaşar: Yê ku ji xwe re dibêje insan li dijî vê zilmê bêdeng namîne
12:17 18 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:14 Li Girtîgeha Kîlîsê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin
12:13 LaWje ji bo Jîna Emînî strî: Keça Kurd serî rake
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:12 Danişîna doza midur û edîtorê Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
11:28 Nagihan da pey şopa ‘reng û dengê jinan’ û hafiziyek ava kir
11:19 Li Antalyayê 6 xwendekar hatin binçavkirin
10:35 Dê cenazeyê Nagihan Akarsel sibe bişînin Enqereyê
10:26 Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin 14 roj in di rojiya mirinê de ne
10:24 ‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’
09:07 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye
09:06 Kesên qetilkirina Poyrazê diparêzin nayên vekolandin
09:03 Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye
09:02 Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:54 Hikûmeta alman bersiva pirsa Îmraliyê da: CPT jê berpirsyar e
10/10/2022
21:36 Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn
20:56 Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî
20:19 Li Amedê 35 kes hatin berdan
20:07 Platforma Ked û Demokrasiyê Komkujîya Enqereyê şermezar kir
17:46 Kesên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:21 Kampanyaya #XwebûnNûbûne tê destpêkirin
17:07 20 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:04 Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket