DFG: Em ê pênûsê Nagîhanê bêxwedî nehêlin

  • rojane
  • 13:19 7 Cotmeh 2022
  • |
img
AMED - DFG'ê qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kir û wiha got: “Em soz didin ku em ê têkoşîna heqîqetê ya Nagîhanê û pênûsê wê bêxwedî nehêlin.” 
 
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafên rojnamevanan û binpêkirina mafan li hemberî saziyên çapemeniyê ya meha îlonê bi raya giştî re parve kir. Di rapora ku hat parvekirin de, bal kişand ser qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jînelojiyê û Edîtora Kovara Jînelojiyê Rojnameger Nagihan Akansel ku di 4'ê cotmehê de li bajarê Silêmanî ya Herêma Kurdistanê bi êrişeke çekdarî hate qetilkirin. DFG'ê qetilkirina Akarsel weke "Li ser navê rojnamevanan û mirovahiyê xebereke reş e" nirxand wiha got: "Weke hempîşeyên Akarsel ku şahidê rojnamevantî û têkoşîna wê ne em vê êrişê şermezar dikin."
 
DFG'ê d raporê de anî ziman ku di dawiya meha îlonê ku wan daneyên zext û pêkutiyên li ser rojnamegeran rapor dikirin de bi agahiyeke reş wan dest bi meha cotmehê kiriye û ev tişt gotin: “Em rojnamegerên şahidê rojnamegerî û têkoşîna hevpîşeya xwe Nagîhan Akansel in û em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin. Baş tê zanîn ev êriş jî li dijî vê lêgerîna heqîqetê ya Nagîhanê pêk hat. Rojnamegerên şopdarên heqîqetê jî dê careke din bi xebatên xwe bi êrişkarên Nagihan Akarsel qetil kirin bidin famkirin ku tu hêz dê nikaribe pênûsa heqîqetê bişkîne. Wek soza li kolanan hat dayîn Çapemeniya Azad xwediyê têkoşîn û pênûsa hevpîşeya xwe ye. Nagihan Akarsel jî wek şehîdên Çapemeniya Azad ên din roniya têkoşîna me ya heqîqetê ye.”
 
BI HEVKARIYA HÊZÊN TARÎ CAREKE DIN APÊ MÛSA QETIL KIRIN
 
Rapora DFG'ê ya meha Îlonê wiha ye: “Dadgeha tirk hemu kujerên Feylesof û Zanyarê Kurd Apê Musa di salvegera 30’yemîn qetilkirina wî de ji cezakirinê rizgar kirin. Di danişîna beriya salvegera 30’emîn de jî biryara cezakirinê neda û danişîn di çarçova plana siyasî de hefteyek taloq kir. Ango danişîn ji 16’ê îlonê taloqê roja 21’ê îlonê kir. Ev roj rojek dikeve pişt salvegera 30’emin. Dadgehê di danişînê de hemû daxwazên ji bo doz di çarçoveya sucê li dij mirovahiyê de bê qebûlkirin red kir. Bi hinceta 'dem di ser de derbas bû' dosye ji darizandinê hat xistin. Dadgehê pir aşkera bi vê biryarê xelat da kujer û hevkarên wî yên siyasî. Hevkariya xwe ya bi hêzên tarî yên di salên 1990’î re hevkariya xwe aşkera kir û careke din Apê Musa hat qetilkirin. Em jî wek şopdarên Apê Musa û generalên wî yên biçûk biryarê şermezar dikin û dibêjên ‘em ê heta hetayê dev ji vê dozê bernedin.’
 
DIXWAZIN PLATFORMÊN MEDYAYA DÎJÎTAL KONTROL BIKIN
 
Hikumeta AKP-MHP’ê ‘Qanûna Sansurê’ ya serdema sala qanûn çêkirina dema borî de anîbûn desteya navendî ya Meclisê û ji ber bertekên mezin paşve hatibû xistin careke din anîn rojevê. Bi vê qanûnê ku di roja yekemin vebûna meclîsê de ket rojevê tê xwestin hemu çapemenî bê bêdengkirin. Her çend hikumet dixwaze vê qanûnê wek qanuna ‘dezenformasyonê’ bide nişandan jî em rojnameger zanin ku armanca derxistina vê yaseyê ev e ku di nava hemu aliyên gel de sansurê berfireh bike. Bi vê qanûnê hem dixwazin zext û pêkutiyên li ser çapemenî û azadiya raman kurtir bikin û hem jî dixwazin platformên medya dijital yên wek medyayeke alternatif li pêş dikevin jî bikin bin kontrola xwe.
 
BANGA TÊKOŞÎNÊ
 
Careke din em bi helwesteke bi biryar vê qanûna ku armanca xwe avakirina medyayeke yek denge, kûrkirina atmosfera tirsê ya heyî ye û girantirkirina sansur û otosansurê red dikin û dibêjin li dijî vê têkoşîna herî bihêz û birûmet e. Ev qanûna ku dixwaze civaka muxalefet, çapemenî û azadiya raman dorpêç bike ji her aliyê xwe ve qanûneke sansurê ye. Hêj beriya ku qanûn derkeve em dibin şahidê nîşaneyên zêdebûna zext û sansurê. Her meh li ser navê azadiya raman, azadiya çapameniyê rapor tên amadekirin. Îro ev rapor jî tên astengkirina. Ev jî destnîşan dike ku li Tirkiyê zext, pêkutî û sansura li ser rojnamegiriyê û civakê derketiya kîjan radeyê. Ji bo ev qanûna sansurê ya di Meclisê de du xalên wî hatine qebûlkirin paş ve bê kişandin banga vexwendina têkoşînê dikin.
 
MIJARA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ MIJARA SEREKE YE
 
Li Tirkiyê di nava pirsgirêkên rojnamegeriyê de mijara rojnamegerên girtî mijara sereke ye. Rojnamegerên ji bo nikaribin nûçe çêkin hatine girtin îro di girtîgehê de bi dehan pêkûtiyan re rû bi rû ne. Di girtîgehê de rojnameger jî wek girtiyên din ên siyasî mexdurê hemû tengavkirinê rojane û heta her cure zext û pêkûtiyanin. Rojnameger Safiye Alagaş, Neşe Toprak, Remziye Temel û Elif Ungur ku ji 16 rojnamegerên roja 8 Hezîranê bi serdagirtina malan de hatibûn girtin û di Girtîgeha Jinan a Amedê de tên ragirtin jî tevlî greva birçîbunê ya 5 rojan ku ji ber lêgerîna tazî, astengkirina dermankirina girtiyên nexweş û aktîviteyên navbera girtiyan tên asteng kirin bûn.  
 
ROJNAMEGERÊN JIN ÊN PÊNÛSA GURBETELLÎ HILDANE SILAV DIKIN
 
Li gel vê tabloya giran jî îro salvegera rojnamegerên jinên rojnameger yên hêviyê zindî digirin û ji nav tariyê heqîqetê derdixin holê ye. Di sala 1997’an îro de pêşenga rojnamegeriyê Gurbetellî Ersoz jiyana xwe ji dest da. Bi vê boneyê roja 7’ê Cotmehê wek roja rojnamegerên jin hatiye qebûlkirin. Em jî bi vê rih û rûmetê roja 7’ê cotmehê ya Rojnamegeriya Jinên Kurd pîroz dikin û hemu rojnamegerên jin ên pênûsa Gurbetellî hildane silav dikin.”

Sernavên din

12/10/2022
13:36 Doza Denîz Poyraz: Hûn nikarin bi revandina dosyeyê delîlan veşêrin
13:16 Malbatên girtiyan: Mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin
13:15 Li Doza Geziyê piştî 8 salan şahidên nepen û vekirî hatin zêdekirin
13:07 Li Girtîgeha Alanyayê bi awayekî keyfî sewq hate kirin
12:32 Abdullah Oncel bû serokê nû yê Baroya Rihayê
12:32 Bariyerên hesin rakirin, qada nobetê kirin cihê parka wesayîtan
12:12 Doza Denîz Poyraz veguhestin Girtîgeha Şakran a Alîagayê
12:01 Jinan pankarta 'Kujerên Denîz Poyraz ev 5 danişînin tên parastin’ daliqandin
11:34 Kalin: Li gorî berjewendiyan Erdogan û Esad dikarin li hev bicivin
11:26 Di danişîna Denîz Poyraz de şandeya dadgehê eywan terikand
11:12 Rêveberiya girtîgehê bersivê nade daxwaznameyên Semra Guzel
11:11 Dayikên Aştiyê: Ji qetilkirina Akarselê PDK berpirsyar e
11:09 Danişîna Denîz Poyraz: Jin wê hesab ji kujeran bixwazin
10:14 Aktîvîst Mahbûb: Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li Îranê mîna gulekê kulîlk da!
10:03 Seroka Baroya Dêrsimê: Em ê rêjeya temsîliyeta jinan zêdetir bikin
09:49 Konferansa 2'yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû
09:02 Jinên kurd, tirkmen, azerî, fars û ereb ên îranî: Em ê bi ser bikevin
09:01 Berteka li dijî mîhrîcana qeyûmê Cizîrê: Dê bi kîjan wijdanê beşdar bibin?
09:01 'Têkoşîna Hevrînê hedef hat girtin'
09:00 Cinayeta Bagdû: Bila kiryar bên dîtin û darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2022'YAN
11/10/2022
19:22 Li Osmaniyeyê erd hejiya
17:59 Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bibîranîn
17:47 Habîp Eksîk: Êrişeke plankirî bû
17:16 Hejmara xwendekarên li Antalyayê hatin binçavkirin derket 13’an
16:50 Walîtî û midûriyeta perwerdeyê ya Amedê ji bo Erdogan seferber bûn!
16:31 59 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:13 HPG’ê têkildarî ‘operasyona MÎT’ê’ daxuyanî da
15:55 Doza hevserokên HDP’a Esenyurtê hat taloqkirin
15:49 Çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya li ber KE’yê di roja 2’yemîn de ye
15:42 ‘Girtiyên nexweş di hucreyên yekkesî de tên ragirtin’
15:20 Sancar: Sedema êrişên hovane tirsa wan a ji têkoşîna gelê kurd e
14:43 Tevî biryara DMME’yê jî doza parlamentera HDP’ê nehate betalkirin
14:05 Dozger ji bo cerdevanê tecawizkar mutala xwe eşkere kir
13:50 Serokên 6 Baroyan ji bo kampanyaya zarokê nexweşê SMA’yî bang kirin
13:46 Cenazeyên HPG’iyan 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin
13:30 HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin
13:00 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
12:29 Malbatên girtiyan bang kir: Ji destê partî û saziyan çi were divê bikin
12:18 Emîne Şenyaşar: Yê ku ji xwe re dibêje insan li dijî vê zilmê bêdeng namîne
12:17 18 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:14 Li Girtîgeha Kîlîsê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin
12:13 LaWje ji bo Jîna Emînî strî: Keça Kurd serî rake
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:12 Danişîna doza midur û edîtorê Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
11:28 Nagihan da pey şopa ‘reng û dengê jinan’ û hafiziyek ava kir
11:19 Li Antalyayê 6 xwendekar hatin binçavkirin
10:35 Dê cenazeyê Nagihan Akarsel sibe bişînin Enqereyê
10:26 Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin 14 roj in di rojiya mirinê de ne
10:24 ‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’
09:07 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye
09:06 Kesên qetilkirina Poyrazê diparêzin nayên vekolandin
09:03 Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye
09:02 Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:54 Hikûmeta alman bersiva pirsa Îmraliyê da: CPT jê berpirsyar e
10/10/2022
21:36 Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn
20:56 Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî
20:19 Li Amedê 35 kes hatin berdan
20:07 Platforma Ked û Demokrasiyê Komkujîya Enqereyê şermezar kir
17:46 Kesên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:21 Kampanyaya #XwebûnNûbûne tê destpêkirin
17:07 20 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:04 Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket