Sancar: Em ê makeqanûneke demokratîk bînin vî welatî

QERS – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku partiya wan ji bo nîqaşên makeqanûnê vekiriye û wiha got: “Desthilatdar li pey rojevên cuda ketiye. Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê makeqanûneke demokratîk bîne vî welatî.” 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîtha Sancar, di roja duyemîn a serdana xwe ya li Qersê de bi rojnamegeran re hate ba hev. Sancar, diyar kir ku ev du roj in li Qersê hem pirsgirêkên bajar û hem jî yên welêt nîqaş dikin. Sancar, têkildarî “Qanûna sansûrê” ku niha li Meclisê tê nîqaşkirin axivî û wiha got: “Pirsgirêka herî girîng a me tevan, azadî ye. Çapemenî tenê dikare di şert û mercên azad de karê xwe bike. Nexwe kesek nikare karê xwe bike û mafê xwe yê agahîgirtinê bi kar bîne. Di rewşên wiha de rêbaza zextê pir bi hêsanî dikeve meriyetê ku desthilatdarî jî bi vê rêbazê welêt birêve dibe. Dixwazin tirsê serwer bikin û cihên ku dîwarê tirsê tê hilweşandin jî hewl didin bi tevdîrên qedexeyê pêşî li ber bigirin. Armanca ji qanûna sansûrê jî ev e.” 
 
Di berdewamê de Sancar anî ziman ku zextên li ser çapemeniyê besî desthilatdariyê nekir û wiha domand: “Lewma niha dixwazin çapemeniya înternetê jî bi tevahî têxin bin kontrola xwe. Dixwazin bi vê operasyonê, çapemeniyê bi tevahî dorpêç bikin. Bingeha belavkirina agahiyên xelet, dezenformasyonê jixwe ev desthilatdarî ye. Wezareta Ragihandinê jî navenda vê dezenformasyonê ye. Ev jî besî wan nake ku dixwazin bi tevahî kontrol bikin. Hemû desthilatdariyên ji gelê xwe bawer nakin, serî li vê rêbazê didin. Dixwazin bi tirsandin û bêdengkirina gel re desthilatdariya xwe bidomînin. Tirsa wan a herî mezin ew e ku rastî belav bibe. Li dijî Qanûna Sansûrê, ya ku ji destê tê em dikin. Lê ev bes nake û divê em li gel hemû hêzên demokratîk, li dijî vê qanûnê derkevin.” 
 
‘SEDEMA PIRSGIRÊKAN NEBÛNA DEMOKRASIYÊ YE’
 
Sancar, di berdewamê de got “her ku hilbijartin nêz dibe, dê desthilatdarî serî li rêbazên vî rengî bide” û ev tişt anî ziman: “Sedema pirsgirêkên gavek berê min rêz kirin jî, nebûna demokrasiyê ye. Ji ber ku yên ji demokrasiyê nebawer, her tim tirsê belav dikin û dixwazin bi darê zextê civakê kontrol bikin. Lê dê gel nehêle ev hesab bi ser keve. Lewma hilbijartinê bo xwe weke mijara hebûn û tunebûnê dibînin. 
 
ÇANDINÎ BER TUNEBÛNÊ YE 
 
Li hêla din di aboriyê de têkçûneke mezin heye. Bedela wê jî xelkê hejar dide. Bêguman yên ku ji vê têkçûnê sûd digirin hene ku ew jî komeke biçûk a sermayedaran û alîgirên wan in. Tirkiye di qada çandiniyê de li ber tunebûnê ye. Sewalkarî tune dibe. Qers, yek ji mînakên herî şênber e. Çavkaniya wan a debarê ya herî sereke sewalkarî ye. Lê ji ber polîtîkayên aboriyê, sewalkarî anîn ber tunebûnê. 
 
Xizaniya li Qersê roj bi roj zêdetir dibe. Di dahata millî ya Tirkiyeyê de yek ji bajarên para herî biçûk digire, Qers e. Her wiha bêkarî pir zêde ye. Tevî xaka xwe ya berhemdar jî, ev bajar di vê rewşê de ye. Ev rewş ji ber xwe ve çênebûye. Encama polîtîkayên rant, kedxwarî û înşaetê ya desthilatdariyê ye. 
 
PIRSGIRÊKÊN DI QADA TENDURISTIYÊ DE
 
Li gorî daneyên fermî, yek ji bajarên herî zêde gelê wê jê koç dike, Qers e. Ev yek ne tenê girêdayî rewşa xerab a çandiniyê ye. Sedema wê ya esasî ew e ku derfetên debarê nehatine hiştin. Ya din jî xelkê bajar ji xizmetê bêpar e. Li vir nexweşxaneya zanîngehê heye lê bijîşk nînin. Di gelek beşan de bijîşkên pispor nînin. Xelk, neçar dimîne ku biçe nexweşxaneyên bajarên din. Weke ku hûn jî dizanin kedkarên tenduristiyê bi mehan e li ber xwe didin. Serokkomar jî digot; ‘ku derê dixwazin bila biçin wê derê.’ Em ê vê gotinê jibîr nekin. Tenduristî pêwistiyeke herî bingehîn e. Divê xizmeteke bêpere be lê mixabin ku desthilatdariyê veguherandiye qada bazirganiyê. Encamên vê yên giran jî gel dide.
 
EM Ê NEHÊLIN PERGALA KEDXWARIYÊ BIDOME
 
Heman pirsgirêk di qada perwerdeyê de jî hene. Li gelek dibistanan mamoste tune ne. Polîtîkayên wan xizmetê ji gel û kedkaran re nakin. Di bin navê mezinbûnê de sermayedaran dewlemendtir dikin û xwehê keda karkeran têxin berîka sermayedaran. Xelk xizan dibe û sermayedar û qesr mezin dibe. Divê ev pergala aboriyê ya neadilane biguhere. Zehmetiyên ku esnaf dikişînin jixwe tên zanîn. Ji bo guherandina vê pergalê jî di nava lêgerînê de ne û li hêviyekê digerin. Em jî ji wan re dibêjin ku alternatîf, em in. HDP û tifaqa wê dê nehêle ev pergala kedxwariyê bidome.  
 
EM SEFERBERIYA EDALETÊ DIDIN DESTPÊKIRIN
 
Niha li Tirkiyeyê di her qadê de zext û zilm heye. Yek ji têgehên bingehîn ên li Tirkiyeyê, bêedaletî ye. Di her qadê de bêedaletî heye. Li dijî seferberiya bêedaletiyê ya desthilatdariyê, divê em jî seferberiya edaletê bidin destpêkirin û mezin bikin. Tifaqa me seferberiya edaletê da destpêkirin û em hewl didin hîn mezintir bikin. Em dibêjin ku di serî de pirsgirêka kurd, hemû pirsgirêkên vî welatî bi rêyên aştiyane bên çareserkirin. Tundî, ne tenê di qadekî xwe dide der. Ev desthilatdarî, di mijara pirsgirêka kurd de di rêbaza şer û ewlekariyê de israr dike. 
 
TEŞWÎQÎ NELIRÊTIYÊ DIKIN 
 
Nelirêtiyên heyî êdî rewa tên dîtin û hewl didin veşêrin. Êdî kesên nêzî desthilatdariyê di her qadê de talanê dikin û ji bo vê tên teşwîqkirin. Nelirêtî û dizî êdî yên bûne parçeyeke jiyana rojane. Li şûna ku bi ser van nelirêtiyan de biçin, îdiayên heyî tên veşartin û nelirêtî û diziyê teşwîq dikin. 
 
TAYÎNKIRINA QEYÛMAN BÊRÊZIYA LI DIJÎ VÎNA GEL E 
 
Divê ez dîsa bibêjim ku pirsgirêkên em li vir dijîn, li seranserî welêt tên kûrkirin. Divê zirxê parêzbendiyê ji bo azadiya xweîfadekirinê hebe, ji bo nûnerên siyasî yên gel û ji bo vîna gel hebe. Lê belê ev desthilatdarî vîna gel xesp dike. Yek ji mînaka vê jî rejîma qeyûm a li vê derê ye. Rejîma qeyûm, bêrêziyeke mezin a li dijî vîna gel e. Xespkirina vîna gel e. Bi destê rejîma qeyûm, nelirêtî û kedxwariyê bi destê herêman têxin nava parçeyên herî biçûk ên gel. Mînakên vê gelek in. 
 
NAVÊ VÊ DESTHILATDARIYA TÊKÇÛNÊ YE
 
Belavbûna bêedaletiyê, bi xwe re çetebûnê jî tîne. Hemû çete û mafya weke ku parçeyeke rêveberiyê yên rewa bin tên dîtin. Ev zîhniyeta mafya û çeteyan li her qada jiyanê pêş xistine. Navê vê desthilatdariya têkçûnê ne. Divê em li dijî vê hêzên xwe bikin yek. Ji bo ku guh bidin dengê gel, weke HDP’ê me jî Tifaqa Ked û Demokrasiyê ava kir. Em rêya xwe li ser maseyan û li navendên giştî diyar nakin. Bi gel re dişêwirin, wan gundar dikin û her tim bi wan re di nava peywendiyan de ne. Dê Tifaqa Ked û Demokrasiyê mezintir bibe. Ji bo azadî, demokrasî, ked û guherînê, em ê bibin hêza sereke. Em dixwazin li dijî hemû bêedaletiyan, têkoşîneke herî berfireh birêxistin bikin. Heke em bikarin vê bi ser bixin, wê demê dê bikarin rê li ber vê rejîmê jî bigirin û biguherînin. Hêvî û alternatîf, tifaqa me ye. Em neçarî du qutban nînin. 
 
Li gorî me rêya çareseriyê herî guncav, aştî, wekhevî û azadî ye. Makeqanûn jî di nav de, em ji bo nîqaşên li ser her mijarê amade ne. Heke li ser bingeha hemwelatiya wekhev çareseriyek bê peydakirin ku li herêman belav bibe, em amade ne ku pêşengtiya vê bikin. Em baş dizanin ku desthilatdarî bi nîqaşên makeqanûnê dixwaze rojevên cuda biafirîne. Lê çi dibe bila bibe, heke îro nebe jî sibe teqez dê makeqanûneke azadîxwaz û demokratîk bê vî welatî. Ya ku dê vê pêk bîne jî, Tifaqa Ked û Demokrasiyê ye.” 

Sernavên din

12/10/2022
13:36 Doza Denîz Poyraz: Hûn nikarin bi revandina dosyeyê delîlan veşêrin
13:16 Malbatên girtiyan: Mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin
13:15 Li Doza Geziyê piştî 8 salan şahidên nepen û vekirî hatin zêdekirin
13:07 Li Girtîgeha Alanyayê bi awayekî keyfî sewq hate kirin
12:32 Abdullah Oncel bû serokê nû yê Baroya Rihayê
12:32 Bariyerên hesin rakirin, qada nobetê kirin cihê parka wesayîtan
12:12 Doza Denîz Poyraz veguhestin Girtîgeha Şakran a Alîagayê
12:01 Jinan pankarta 'Kujerên Denîz Poyraz ev 5 danişînin tên parastin’ daliqandin
11:34 Kalin: Li gorî berjewendiyan Erdogan û Esad dikarin li hev bicivin
11:26 Di danişîna Denîz Poyraz de şandeya dadgehê eywan terikand
11:12 Rêveberiya girtîgehê bersivê nade daxwaznameyên Semra Guzel
11:11 Dayikên Aştiyê: Ji qetilkirina Akarselê PDK berpirsyar e
11:09 Danişîna Denîz Poyraz: Jin wê hesab ji kujeran bixwazin
10:14 Aktîvîst Mahbûb: Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li Îranê mîna gulekê kulîlk da!
10:03 Seroka Baroya Dêrsimê: Em ê rêjeya temsîliyeta jinan zêdetir bikin
09:49 Konferansa 2'yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû
09:02 Jinên kurd, tirkmen, azerî, fars û ereb ên îranî: Em ê bi ser bikevin
09:01 Berteka li dijî mîhrîcana qeyûmê Cizîrê: Dê bi kîjan wijdanê beşdar bibin?
09:01 'Têkoşîna Hevrînê hedef hat girtin'
09:00 Cinayeta Bagdû: Bila kiryar bên dîtin û darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2022'YAN
11/10/2022
19:22 Li Osmaniyeyê erd hejiya
17:59 Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bibîranîn
17:47 Habîp Eksîk: Êrişeke plankirî bû
17:16 Hejmara xwendekarên li Antalyayê hatin binçavkirin derket 13’an
16:50 Walîtî û midûriyeta perwerdeyê ya Amedê ji bo Erdogan seferber bûn!
16:31 59 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:13 HPG’ê têkildarî ‘operasyona MÎT’ê’ daxuyanî da
15:55 Doza hevserokên HDP’a Esenyurtê hat taloqkirin
15:49 Çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya li ber KE’yê di roja 2’yemîn de ye
15:42 ‘Girtiyên nexweş di hucreyên yekkesî de tên ragirtin’
15:20 Sancar: Sedema êrişên hovane tirsa wan a ji têkoşîna gelê kurd e
14:43 Tevî biryara DMME’yê jî doza parlamentera HDP’ê nehate betalkirin
14:05 Dozger ji bo cerdevanê tecawizkar mutala xwe eşkere kir
13:50 Serokên 6 Baroyan ji bo kampanyaya zarokê nexweşê SMA’yî bang kirin
13:46 Cenazeyên HPG’iyan 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin
13:30 HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin
13:00 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
12:29 Malbatên girtiyan bang kir: Ji destê partî û saziyan çi were divê bikin
12:18 Emîne Şenyaşar: Yê ku ji xwe re dibêje insan li dijî vê zilmê bêdeng namîne
12:17 18 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:14 Li Girtîgeha Kîlîsê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin
12:13 LaWje ji bo Jîna Emînî strî: Keça Kurd serî rake
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:12 Danişîna doza midur û edîtorê Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
11:28 Nagihan da pey şopa ‘reng û dengê jinan’ û hafiziyek ava kir
11:19 Li Antalyayê 6 xwendekar hatin binçavkirin
10:35 Dê cenazeyê Nagihan Akarsel sibe bişînin Enqereyê
10:26 Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin 14 roj in di rojiya mirinê de ne
10:24 ‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’
09:07 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye
09:06 Kesên qetilkirina Poyrazê diparêzin nayên vekolandin
09:03 Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye
09:02 Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:54 Hikûmeta alman bersiva pirsa Îmraliyê da: CPT jê berpirsyar e
10/10/2022
21:36 Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn
20:56 Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî
20:19 Li Amedê 35 kes hatin berdan
20:07 Platforma Ked û Demokrasiyê Komkujîya Enqereyê şermezar kir
17:46 Kesên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:21 Kampanyaya #XwebûnNûbûne tê destpêkirin
17:07 20 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:04 Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket