Wasiyê Ocalan, Dînç: Ji bo rakirina tecrîdê hewcehî bi têkoşîneke topyekûn heye

  • rojane
  • 15:46 7 Cotmeh 2022
  • |
img
ÇEWLIK - Wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlum Dînç, bal kişand ser tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê û wiha got: “Ji bo rakirina tecrîdê, hewcehî bi têkoşîneke topyekûn heye.” 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çewlikê, bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, panelek li dar xist. Wasiyê Abdullah Ocalan û yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlum Dînç jî beşdarî panelê bû û komploya navneteweyî şermezar kir. 
 
Parêzer Mazlum Dînç diyar kir ku pêvajoya komployî piralî û bi piraktorî pêş ketiye û wiha got: “Gelek lingên komployê hene. Di serî de jî DYA heye. Ev hêzên hegemon, di nava amadekariyên destwerdaneke mezin de bûn. Mebesta wan ew bû ku li Rojhilata Navîn şer kûrtir bikin. Lewma jî birêz Ocalan bû hedefa wan. Bi vê sedemê jî polîtîkaya tesfiyekirinê xistin meriyetê. Birêz Ocalan û tevger, xwedî nêrîneke serbixwebûnê û azadîxwaziyê bûn lewma hedef hatin girtin. Ji ber vê sedemê neçar ma ku ji Sûriyeyê derkeve.” 
 
‘WELATAN BI HIQÛQA XWE NEKIRIN’
 
Mazlum Dînç, bal kişand ser hewldanên Ocalan ên li dijî vê pêvajoyê û ev nirxandin kir: “Birêz Ocalan dixwest pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bike û çû Ewropayê. Lê çawa ku gihişt Ewropayê, komplo ferq kir. Van welatan bi hiqûqa xwe nekirin, daxwaza îltîcayê ya Ocalan qebûl nekirin û Rûsya jî di vê mijarê de bi heman awayî tevgeriya. 298 wekîlan ji bo mafê îltîcayê yê birêz Ocalan serlêdan kir lê ev welat li gorî berjewendiyên xwe tevgeriyan û destûr nedan. Li Yewnanistanê li balafirê hat siwarkirin û şandin Kenyayê. Piştre jî di 15’ê Sibatê de bi komployeke navneteweyî hat girtin.” 
 
LI ÎMRALIYÊ PERGALA ÎŞKENCEYÊ HAT AVAKIRIN
 
Dînç, qala pêvajoya anîna Ocalan a Tirkiyeyê kir û wiha domand: “Li Girava Îmraliyê pergalek ava kirin. Beriya wê, ew girav girtîgeheke servekirî bû. Lê hate valakirin û tenê ji bo ku birêz Ocalan bikare tê de bimîne hat sererastkirin. Bi vê yekê re pergala îşkenceyê hat avakirin. Darizandineke formalîte hat kirin. Li gel ku dosyaya wî ji 17 hezar rûpelan pêk dihat, tenê di mehekê de hat bidawîkirin. Xuya bû ku bi tu awayî li gorî hiqûqê tevnegeriyan û biryarekî siyasî bû. Piştre jî di 29’ê hezîranê de biryara îdamê dan. Hilbijartina vê dîrokî tiştekî ji rêzê nebû. Ji ber ku di heman rojê de Şêx Seîd hatibû bidarvekirin. Xwestin peyamekî bidin kurdan.”
 
‘CPT BI BERPIRSYARIYA XWE RANABE’
 
Bi domdarî Dînç bal kişand ser astengkirina hevdîtinên parêzer û malbatê ya bi Ocalan re û ev tişt anî ziman: “Ev 12 sal in parêzer nikarin hevdîtinan bikin. Hevdîtinên bi malbatê re jî bi heman awayî tên astengkirin. Di bin tecrîdeke giran de ye. Ne tenê birêz Ocalan, her wiha girtiyên din jî di bin tecrîdeke giran de ne. Bi têkbirina pêvajoya çareseriyê re, piştî sala 2015’an tecrîda heyî hêj girantir kirin. Niha di bin şert û mercên giran ên tecrîdê tê ragirtin. Ne nameyan didin û ne jî destûra hevdîtina bi malbatê re didin. Di qanûnên wan de aşkera tê gotin ku nikarin pêşî li ber hevdîtinên parêzeran bigirin. Me ji bo CPT’yê gelek serlêdan kirin. Lê belê xwe li bêdengiyê didin. Demekî nêz berê CPT çû Îmraliyê. Berpirsyariya wê heye ku şert û mercên wê derê kontrol bike. Lê belê ev berpirsyarî bi çûyîna Îmraliyê re ranabe. Di vê mijarê de berpirsyariya xwe bi cih nayîne. Tecîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin û ew jî vê qebûl dikin. Girtiyek herî zêde dikare 15 rojan di hucreyê de bê ragirtin lê birêz Ocalan ev 24 sal in di tecrîdê de ye. CPT’yê jî ev tespît kirin. Lê ne CPT’yê û ne jî dewlet di vê mijarê de li berpirsyariya xwe ranabe.” 
 
‘OCALAN KOMPLO PÛÇ KIR’
 
Di berdewamê de Dînç got ku piştî ku Ocala anîn Tirkiyeyê, komploya navneteweyî hatiye pûçkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan, bi têkoşîna xwe ev komplo pûç kir. Bi paradîgmaya xwe rê nîşan da. Tevî derfetên bisînor jî, tevî ku peywendiyên wî yên bi derve kêm bûn jî, fikrên xwe bi raya giştî re parve kirin. Qanûna ku mirovekî heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de dihêle, tenê ji bo birêz Ocalan xistin meriyetê. Ev ceza, ji cezayê îdamê xerabtir e. Ev yek îşkence ye. Binpêkirina rûmeta mirovahiyê ye. Ji bo ku Tirkiye di vê mijarê de paşvegav biavêje, DMME’yê Tirkiye hişyar kir lê Tirkiye li gorî van biryaran tevnagere. Berpirsyariyeke DMME’yê heye lê zextê li Tirkiyeyê nake. Dema mijara behsa xeberê dibe birêz Ocalan, komplogerên navneteweyî jî bêdeng dimînin.” 
 
TÊKOŞÎNA TOPYEKÛN 
 
Dînç, bertek nîşanî saziyên navneteweyî ya li hemberî tecrîdê da û axaftina xwe wiha qedand: “Ji vê helwestê em vê fêm dikin; ji ber berjewendiyên xwe naaxivin. Ev bêdengiya li hemberî tecrîd3e, helwestekî siyasî ye. Mijara birêz Ocalan ne tenê mijareke hiqûqî ye. Me beriya niha jî dît ku hevdîtinên bi birêz Ocalan re, di nava civakê de hêviyê çêdike. Heke birêz Ocalan bikariya nêrînên xwe parve bike, di halê hazir de dê hevsengiyên Rojhilata Navîn biguheranda. Nahêlin yek gotin jî ji wir derkeve. Ewqas ji nêrînên birêz Ocalan ditirsin. Heke pêşiya birêz Ocalan vekin, dê çareseriya pirsgirêka kurd pêş bikeve û ji bo aştiyê gav bên avêtin. Lewma divê hemû kes ji bo rakirina tecrîdê têbikoşe. Ne tenê kurd, divê hemû gelên cîhanê bi awayekî topyekûn têbikoşin. Ji bo ku azad û di nava aştî û demokrasiyê de bijîn, divê em bi têkoşîneke topyekûn dawî li tecrîdê bînin.” 
 
Piştî axaftina Dînç jî panel bi pirs û bersivan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

12/10/2022
13:36 Doza Denîz Poyraz: Hûn nikarin bi revandina dosyeyê delîlan veşêrin
13:16 Malbatên girtiyan: Mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin
13:15 Li Doza Geziyê piştî 8 salan şahidên nepen û vekirî hatin zêdekirin
13:07 Li Girtîgeha Alanyayê bi awayekî keyfî sewq hate kirin
12:32 Abdullah Oncel bû serokê nû yê Baroya Rihayê
12:32 Bariyerên hesin rakirin, qada nobetê kirin cihê parka wesayîtan
12:12 Doza Denîz Poyraz veguhestin Girtîgeha Şakran a Alîagayê
12:01 Jinan pankarta 'Kujerên Denîz Poyraz ev 5 danişînin tên parastin’ daliqandin
11:34 Kalin: Li gorî berjewendiyan Erdogan û Esad dikarin li hev bicivin
11:26 Di danişîna Denîz Poyraz de şandeya dadgehê eywan terikand
11:12 Rêveberiya girtîgehê bersivê nade daxwaznameyên Semra Guzel
11:11 Dayikên Aştiyê: Ji qetilkirina Akarselê PDK berpirsyar e
11:09 Danişîna Denîz Poyraz: Jin wê hesab ji kujeran bixwazin
10:14 Aktîvîst Mahbûb: Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li Îranê mîna gulekê kulîlk da!
10:03 Seroka Baroya Dêrsimê: Em ê rêjeya temsîliyeta jinan zêdetir bikin
09:49 Konferansa 2'yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû
09:02 Jinên kurd, tirkmen, azerî, fars û ereb ên îranî: Em ê bi ser bikevin
09:01 Berteka li dijî mîhrîcana qeyûmê Cizîrê: Dê bi kîjan wijdanê beşdar bibin?
09:01 'Têkoşîna Hevrînê hedef hat girtin'
09:00 Cinayeta Bagdû: Bila kiryar bên dîtin û darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2022'YAN
11/10/2022
19:22 Li Osmaniyeyê erd hejiya
17:59 Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bibîranîn
17:47 Habîp Eksîk: Êrişeke plankirî bû
17:16 Hejmara xwendekarên li Antalyayê hatin binçavkirin derket 13’an
16:50 Walîtî û midûriyeta perwerdeyê ya Amedê ji bo Erdogan seferber bûn!
16:31 59 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:13 HPG’ê têkildarî ‘operasyona MÎT’ê’ daxuyanî da
15:55 Doza hevserokên HDP’a Esenyurtê hat taloqkirin
15:49 Çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya li ber KE’yê di roja 2’yemîn de ye
15:42 ‘Girtiyên nexweş di hucreyên yekkesî de tên ragirtin’
15:20 Sancar: Sedema êrişên hovane tirsa wan a ji têkoşîna gelê kurd e
14:43 Tevî biryara DMME’yê jî doza parlamentera HDP’ê nehate betalkirin
14:05 Dozger ji bo cerdevanê tecawizkar mutala xwe eşkere kir
13:50 Serokên 6 Baroyan ji bo kampanyaya zarokê nexweşê SMA’yî bang kirin
13:46 Cenazeyên HPG’iyan 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin
13:30 HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin
13:00 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
12:29 Malbatên girtiyan bang kir: Ji destê partî û saziyan çi were divê bikin
12:18 Emîne Şenyaşar: Yê ku ji xwe re dibêje insan li dijî vê zilmê bêdeng namîne
12:17 18 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:14 Li Girtîgeha Kîlîsê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin
12:13 LaWje ji bo Jîna Emînî strî: Keça Kurd serî rake
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:12 Danişîna doza midur û edîtorê Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
11:28 Nagihan da pey şopa ‘reng û dengê jinan’ û hafiziyek ava kir
11:19 Li Antalyayê 6 xwendekar hatin binçavkirin
10:35 Dê cenazeyê Nagihan Akarsel sibe bişînin Enqereyê
10:26 Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin 14 roj in di rojiya mirinê de ne
10:24 ‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’
09:07 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye
09:06 Kesên qetilkirina Poyrazê diparêzin nayên vekolandin
09:03 Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye
09:02 Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:54 Hikûmeta alman bersiva pirsa Îmraliyê da: CPT jê berpirsyar e
10/10/2022
21:36 Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn
20:56 Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî
20:19 Li Amedê 35 kes hatin berdan
20:07 Platforma Ked û Demokrasiyê Komkujîya Enqereyê şermezar kir
17:46 Kesên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:21 Kampanyaya #XwebûnNûbûne tê destpêkirin
17:07 20 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:04 Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket