Banga ji bo 'Meşa Azadiyê': Em ê rejîma tecrîdê bişikînin

  • rojane
  • 09:01 8 Cotmeh 2022
  • |
img
STENBOL - HDK, HDP û NÇM ku dê di salvegera komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bi dirûşmeya "Em ber bi azadiyê ve dimeşin" meşeke girseyî li dar bixin, ji bo beşdarbûnê bang kirin. 
 
Komploya navneteweyî ya ku bi hevkariya hêzên globalî di 9'ê Cotmeha 1998'an de li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat çêkirin, dê salvegera xwe ya 24'an de li gelek bajaran bi meşan bê protestokirin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Xizmên Windayan ên Anatolyayê (ANYAKAY-DER), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER), Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD), Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD), Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û Komeleya Lêkolînên Kurdî (Enstîtûya Kurdî) dê di 9'ê Cotmehê de bi dirûşmeya "Em ber bi azadiyê ve dimeşin" li Kadikoyê meşeke girseyî li dar bixin. 
 
Hevberdevkê HDK'ê yê Stenbolê Erkan Tepelî, Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu û perwerdekarê NÇM'ê Engîn Cengîz li ser armanc û amadekariyên meşa girseyî axivîn û ji bo beşdarbûnê bang kirin.
 
BANDORA MEŞÊ
 
Tepelî diyar kir ku fetloneka herî dijwar a ku kurd û hêzên demokrasiyê bi modernîteya kapîtalîst re rû bi rû mane, komploya navneteweyî ye û got ku divê hemû bertek bertek nîşanî komployê bidin. Tepelî bal kişand ser girîngiya bertekên li dijî komploya navdewletî û wiha got: “Meşên ku wê bi dirûşmeya 'Em ber bi azadiyê ve dimeşin' girîng in. Ji lew re yeqîn dikim ku dê ev meş bibin cihê bandoreke civakî." 
 
REJÎMA TECRÎDÊ
 
Tepelî destnîşan kir ku li ser komploya navneteweyî li Tirkiyeyê rejîmeke tecrîdê hatiye avakirin û ev yek ji aliyê civakê ve nayê qebûlkirin. Tepelî wiha got: “9’ê Cotmehê wê bibe rojeke girîng ji bo şikandina tecrîda ku dewlet bixwe jî di domandina wê de zehmetiyê dikişîne û civak wê bi tu awayî qebûl nake. Îsrara ji bo vê meşê, hem ji bo bidawîkirina tecrîdê hem jî ji bo birêz Ocalan şert û mercên ku karibe fikrên xwe bigihîne hemû civakê bi dest bixe, girîng e."
 
Tepelî anî ziman ku tecrîd bi xwe re rejîmeke nû ava kiriye û axaftina xwe wiha domand: “Ev tecrîd ne tenê li ser kurdan an jî birêz Ocalan, li ser hemû derdorên civakê tê pêkanîn. Tecrîd navê mekanîzmayekê ye ku tevahiya civakê diyar dike û bi rê ve dibe. Ji ber vê yekê divê hemû pêkhate û hêzên civakî yên xwedî îdiaya pêşeroja Tirkiyeyê ne, li dijî vê rabin."
 
‘SÎNORÊN HATINE DANÎN BÊWATE BÛN'
 
Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu jî komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Ocalan şermezar kir û diyar kir ku ev komplo li dijî hebûna gelê kurd hatiye kirin. Encu wiha got: “Dema rastiya gel a li ser esasê mafên mirovan derket holê, sînorên ku di Peymana Lozanê de li ser maseyê hatin xêzkirin, gav bi gav bêwate bûn. Dema ku hêzên navdewletî dîtin rastiya civakî derket holê, rabûn ev komplo xistin dewrê. Ên pêşengiya vê kirin jî Gladio û NATO bûn. Ev komplo, di heman demê de wekî darbeyeke li Tevgera Azadiyê ya Kurdî û têkoşna heqiyê ya gelê kurd hatin kirin." 
 
‘KOMPLO PÛÇ BÛ'
 
Encu bal kişand ser pêvajoya komployê jî û wiha got: “Di van 24 salan de bi pûçkirina komployê re, paradîgmaya ku Ocalan li Girava Îmraliyê pêş xist, bû sedema guhertineke mezin. Mînak Bihara Ereban, geşedanên li Rojavayê. Li Rojavayê fikrên birêz Ocalan bi ruh û can bûn. A rast, ev hemû jî nîşan didin ku komplo pûç bûye."
 
‘BÛ ÎLHAM JI GELAN RE'
 
Encu destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn gelek guhertin û veguhertin rû didin û got ku Abdullah Ocalan felsefe û paradîgmayeke nû derxistiye holê. Encu got: “Ocalan, ji bo jiyaneke bi hev re ya li erdnîgariyeke hevpar perspektîfa neteweya demokratîk danî holê. Çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi wî re ye. Ji bo gelek gel û baweriyan bû îlham. Hem di warê ekolojiyê hem di warê jin û ciwanan û hem jî di warê sosyalîstên çep de bû cihê pêşketinên mezin.”
 
VEXWANDIN
 
Encu bal kişand ser armanca meşa ku dê li Kadikoyê li dar bixin jî û destnîşan kir ku ew dixwazin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, ji lew re Ocalan dikare pêşî li ber aştiyê veke. Encu wiha domand: "Bi vê meşê re em armanc dikin ku di şexsê gelê kurd de hemû girtiyên siyasî û nexweş azad bibin û pirsgirêk çareser bibin. Em her kesî vedixwînin meşa xwe.”
 
BERDEWAMA PÊVAJOYA KOMPLOYÊ
 
Perwerdekarê NÇM'ê Engîn Cengîz jî destnîşan kir ku pêvajoya ku bi komployê dest pê kiriye niha jî didome û wiha got: "Em ji kîjan aliyî ve lê mêze bikin jî, em dibînin ku pêvajoya ku bi komployê dest pê kir hê jî didome. Û niha ji wir ber bi Yemen, Sûriye û Îranê ve çûye. Êdî ne ev pergal ne jî mirovahî nikarin bi rê ve biçin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Cengîz bang li hemû derdorên demokratîk kir ku nerazîbûnên xwe bînin ziman û wiha got: "Em li dijî komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî maêfn mirovan û tecrîda li ser Ocalan bang li her kesî dikin ku tevlî meş û daxuyaniyên bi vî rengî bibin." 

Sernavên din

12/10/2022
13:36 Doza Denîz Poyraz: Hûn nikarin bi revandina dosyeyê delîlan veşêrin
13:16 Malbatên girtiyan: Mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin
13:15 Li Doza Geziyê piştî 8 salan şahidên nepen û vekirî hatin zêdekirin
13:07 Li Girtîgeha Alanyayê bi awayekî keyfî sewq hate kirin
12:32 Abdullah Oncel bû serokê nû yê Baroya Rihayê
12:32 Bariyerên hesin rakirin, qada nobetê kirin cihê parka wesayîtan
12:12 Doza Denîz Poyraz veguhestin Girtîgeha Şakran a Alîagayê
12:01 Jinan pankarta 'Kujerên Denîz Poyraz ev 5 danişînin tên parastin’ daliqandin
11:34 Kalin: Li gorî berjewendiyan Erdogan û Esad dikarin li hev bicivin
11:26 Di danişîna Denîz Poyraz de şandeya dadgehê eywan terikand
11:12 Rêveberiya girtîgehê bersivê nade daxwaznameyên Semra Guzel
11:11 Dayikên Aştiyê: Ji qetilkirina Akarselê PDK berpirsyar e
11:09 Danişîna Denîz Poyraz: Jin wê hesab ji kujeran bixwazin
10:14 Aktîvîst Mahbûb: Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li Îranê mîna gulekê kulîlk da!
10:03 Seroka Baroya Dêrsimê: Em ê rêjeya temsîliyeta jinan zêdetir bikin
09:49 Konferansa 2'yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû
09:02 Jinên kurd, tirkmen, azerî, fars û ereb ên îranî: Em ê bi ser bikevin
09:01 Berteka li dijî mîhrîcana qeyûmê Cizîrê: Dê bi kîjan wijdanê beşdar bibin?
09:01 'Têkoşîna Hevrînê hedef hat girtin'
09:00 Cinayeta Bagdû: Bila kiryar bên dîtin û darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2022'YAN
11/10/2022
19:22 Li Osmaniyeyê erd hejiya
17:59 Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bibîranîn
17:47 Habîp Eksîk: Êrişeke plankirî bû
17:16 Hejmara xwendekarên li Antalyayê hatin binçavkirin derket 13’an
16:50 Walîtî û midûriyeta perwerdeyê ya Amedê ji bo Erdogan seferber bûn!
16:31 59 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:13 HPG’ê têkildarî ‘operasyona MÎT’ê’ daxuyanî da
15:55 Doza hevserokên HDP’a Esenyurtê hat taloqkirin
15:49 Çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya li ber KE’yê di roja 2’yemîn de ye
15:42 ‘Girtiyên nexweş di hucreyên yekkesî de tên ragirtin’
15:20 Sancar: Sedema êrişên hovane tirsa wan a ji têkoşîna gelê kurd e
14:43 Tevî biryara DMME’yê jî doza parlamentera HDP’ê nehate betalkirin
14:05 Dozger ji bo cerdevanê tecawizkar mutala xwe eşkere kir
13:50 Serokên 6 Baroyan ji bo kampanyaya zarokê nexweşê SMA’yî bang kirin
13:46 Cenazeyên HPG’iyan 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin
13:30 HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin
13:00 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
12:29 Malbatên girtiyan bang kir: Ji destê partî û saziyan çi were divê bikin
12:18 Emîne Şenyaşar: Yê ku ji xwe re dibêje insan li dijî vê zilmê bêdeng namîne
12:17 18 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:14 Li Girtîgeha Kîlîsê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin
12:13 LaWje ji bo Jîna Emînî strî: Keça Kurd serî rake
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:12 Danişîna doza midur û edîtorê Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
11:28 Nagihan da pey şopa ‘reng û dengê jinan’ û hafiziyek ava kir
11:19 Li Antalyayê 6 xwendekar hatin binçavkirin
10:35 Dê cenazeyê Nagihan Akarsel sibe bişînin Enqereyê
10:26 Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin 14 roj in di rojiya mirinê de ne
10:24 ‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’
09:07 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye
09:06 Kesên qetilkirina Poyrazê diparêzin nayên vekolandin
09:03 Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye
09:02 Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:54 Hikûmeta alman bersiva pirsa Îmraliyê da: CPT jê berpirsyar e
10/10/2022
21:36 Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn
20:56 Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî
20:19 Li Amedê 35 kes hatin berdan
20:07 Platforma Ked û Demokrasiyê Komkujîya Enqereyê şermezar kir
17:46 Kesên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:21 Kampanyaya #XwebûnNûbûne tê destpêkirin
17:07 20 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:04 Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket