Rojnameger Ozdemîr: Çapemeniya PDK'ê rola çapemeniya şerê taybet girtiye ser xwe

  • rojane
  • 09:11 8 Cotmeh 2022
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Mervan Ozdemîr diyar kir ku çapemeniya şerê taybet a PDK'ê senaryoyên şerê taybet pêk tîne û wiha got: "Nagihan Akarsel wekî welatiyeke tirk hesibandin. Ji ber ku gelê kurd layiqî vê nasnameyê dibînin. Rola ku jê re hatiye dayîn li ser vê bingehê ye. Ew vê rola xwe jî baş bi cih tînin.”
 
Di encama suîqestên salên dawî yên li Herêma Federal a Kurdistana de 4 siyasetmedarên kurd hatin qetilkirin. Herî dawî jî Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel li Silêmaniyê li ber deriyê mala xwe di êrîşeke çekdarî de hat qetilkirin. Çapemeniya PDK'ê ya Rûdawê, nûçeya kuştina Akarsel bi awayê "Li Silêmaniyê jineke ku welatiya Tirkiyeyê di encama êrişeke çekdarî de hat kuştin" serwîs kir. Rojnameger Mervan Ozdemîr, rol û mîsyona çapemeniya PDK'ê ya li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
 
'SENARYOYA MEDYAYA ŞERÊ TAYBET PÊK TÎNE'
 
Rojnameger Mervan Ozdemîr diyar kir ku çapemeniya PDK'ê rola çapemeniya taybet a şer girtiye ser xwe û wiha got: "Em dibînin ku PDK, rasterast berpirsyarên hemû geşedanên li herêmên Kurdistanê ye. Em şahidiyê dikin ku di vê mijarê de xwedî rol e. Bi taybetî ji nîvê nîsana 2022’yan û vir ve em dibînin ku PDK di êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de her tim li kêleka dewleta tirk rawestiyaye. Di van mijaran de em dibînin ku dewleta tirk ji bo ku xwezaya Kurdistanê tune bike û ji bo ku  rê veke, daran qir dike. Medyaya wê jî yek ji lingên şer ên herî girîng ên vê rolê ne. Em dibînin ku ew her diçe nêzî medyaya şerê taybet dibe û wê telîda dike ku ev bi taybetî ji bo gelê kurd hatiye pêşxistin û nasnameya gelê kurd dixe bin lingan. Wekî ku tê zanîn herî dawî çapemeniya PDK’ê ragihandibû ku gelek maskeyên ji bo gerîla hatine şandin hatine desteserkirin. Em bi awayekî zelal dibînin ku çapemeniya PDK'ê çi ye. Em dizanin ku medyaya PDK'ê çi ye, ji ber ku jina kurd a şoreşger a mezin Nagihan Akarselê wekî hemwelatiya Tirkiyeyê pêşkêş dike. Medyaya PDK'ê jî bi dildarî di êrişên li dijî gelê kurd de bi xîreteke mezin rol girtiye. Û hewl dide vê rola xwe bi cih bîne. Ji ber vê yekê xwedî mîsyoneke ku îro têkoşîna gelê kurd manîpule dike. Hewl dide vê peywira xwe bi cih bîne. Em dibînin ku li dijî tevgera azadiya kurd e, li dijî tevgera jinên kurd e. Çapemeniya PDK'ê rasterast medyaya dewleta tirkî texlîd dike." 
 
'BI LAYIQÎ BI CIH TÎNE'
 
Ozdemîr anî ziman ku çapemeniya PDK'ê li gorî talîmatên polîtîkayên şerê taybet weşanê dike û wiha domand: "Pêşeng û şoreşgera tevgera jinên kurd Nagihan Akarsel, li bajarê Silêmaniyê ku yek ji mezintirîn bajarên Kurdistanê ye hat qetilkirin. Li kolana herî qelebalix a Silêmaniyeyê şehîd ket. Piştî şehadeta wê di peyamên ji çar aliyên cîhanê ve hatine dayin de me fêm kir ku Nagihan Akarsel kî ye û çi ye. Nagihan Akarsel jineke kurd bû û xwedî nasname bû. Lê ya herî girîng jî rojnamevan bû. Em wekî xebatkarên çapemeniya azad soz didin Nagîhan Akarselê ku em ê xebatên wê ji cihê mayî heta dawiyê bidomînin. Nagihan, xwedî nasnameyeke şoreşger bû û ji ber wê nawêrin behsa wê bikin. Nawêrin wê wekî şoreşgerekê bidin der. Ev nasname nasnameya jina kurd a berxwedêr bû, nasnameya jina kurd a şoreşger bû. Ji ber vê yekê ew nasnameyek bû ku PDK ne dikaribû wê bi nasnameya wê bide der ne jî cesaret dikir ku bilêv bike. Ji ber vê yekê dema em rastiya PDK'ê dibînin em fêm dikin ku çima wisa weşandine. PDK bi vî rengî nasnameya kurdayetiyê ji bo gelê kurd pir zêde dibîne. Ji ber vê sedemê Nagihan Akarselê wekî hemwelatiya Tirkiyeyê da nasîn. Ji ber ku gelê kurd layiqî vê nasnameyê dibîne. Rola ku jê re hatiye dayîn li ser vê bingehê ye. Ew jî vê rola xwe bi layiqî bi cih tîne.”
 
'WEŞANA POLÎTÎKAYÊN ÎMHA Û ÎNKARÊ DIKE'
 
Bi domdarî Ozdemîr destnîşan kir ku polîtîkaya weşangeriyê ya ku Kurdistanê tune dihesibîne demeke dirêj e tê meşandin û wiha bi dawî kir: "Ne ji dîrokê şerm dike ne jî ji gelê kurd ditirse. Ji ber vê yekê em matmayî namînin. Em dibînin ku çapemeniya PDK'ê di çarçoveya polîtîkayên îmha û înkara gelê kurd ên ji aliyê dewleta tirk ve hatiye destpêkirin bi awayekî zelal dest bi weşanê kiriye û dewam dike. Şerê ku desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê li dijî gelê kurd daye destpêkirin, çapemeniya şerê taybet e. Îro em dibînin ku ev rol ji aliyê medyaya PDK'ê ve bi dildarî pêk tê. Em bûne şahidê gelek weşanên dewleta tirk ku gelê kurd tune hesibandiye. Em ne tenê di roja îro de, di dîrokê de jî bûne şahidê vê yekê. Di şerê li dijî gelê kurd de, ji Zîlan heta serhildana Agiriyê heta berxwedanên Şêx Seîd, me dît ku têkoşîna rewa, huner û nasnameya gelê kurd ji aliyê çapemeniya şerê taybet a dewleta tirk ve hatiye înkarkirin û manîpulekirin. Îro medyaya kurdî li Herêma Kurdistanê li ser siyaseta dewleta tirk weşanê dike. Nagihan Akarsel ne wekî şoreşgereke kurd, wekî welatiyeke tirk dide nîşandan. Ev êdî ji bo me ne sosret e. Bi vî awayî ew rola ku jê re hatiye dayîn bi cih tîne."
 
 

Sernavên din

12/10/2022
13:36 Doza Denîz Poyraz: Hûn nikarin bi revandina dosyeyê delîlan veşêrin
13:16 Malbatên girtiyan: Mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin
13:15 Li Doza Geziyê piştî 8 salan şahidên nepen û vekirî hatin zêdekirin
13:07 Li Girtîgeha Alanyayê bi awayekî keyfî sewq hate kirin
12:32 Abdullah Oncel bû serokê nû yê Baroya Rihayê
12:32 Bariyerên hesin rakirin, qada nobetê kirin cihê parka wesayîtan
12:12 Doza Denîz Poyraz veguhestin Girtîgeha Şakran a Alîagayê
12:01 Jinan pankarta 'Kujerên Denîz Poyraz ev 5 danişînin tên parastin’ daliqandin
11:34 Kalin: Li gorî berjewendiyan Erdogan û Esad dikarin li hev bicivin
11:26 Di danişîna Denîz Poyraz de şandeya dadgehê eywan terikand
11:12 Rêveberiya girtîgehê bersivê nade daxwaznameyên Semra Guzel
11:11 Dayikên Aştiyê: Ji qetilkirina Akarselê PDK berpirsyar e
11:09 Danişîna Denîz Poyraz: Jin wê hesab ji kujeran bixwazin
10:14 Aktîvîst Mahbûb: Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li Îranê mîna gulekê kulîlk da!
10:03 Seroka Baroya Dêrsimê: Em ê rêjeya temsîliyeta jinan zêdetir bikin
09:49 Konferansa 2'yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû
09:02 Jinên kurd, tirkmen, azerî, fars û ereb ên îranî: Em ê bi ser bikevin
09:01 Berteka li dijî mîhrîcana qeyûmê Cizîrê: Dê bi kîjan wijdanê beşdar bibin?
09:01 'Têkoşîna Hevrînê hedef hat girtin'
09:00 Cinayeta Bagdû: Bila kiryar bên dîtin û darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2022'YAN
11/10/2022
19:22 Li Osmaniyeyê erd hejiya
17:59 Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bibîranîn
17:47 Habîp Eksîk: Êrişeke plankirî bû
17:16 Hejmara xwendekarên li Antalyayê hatin binçavkirin derket 13’an
16:50 Walîtî û midûriyeta perwerdeyê ya Amedê ji bo Erdogan seferber bûn!
16:31 59 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:13 HPG’ê têkildarî ‘operasyona MÎT’ê’ daxuyanî da
15:55 Doza hevserokên HDP’a Esenyurtê hat taloqkirin
15:49 Çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya li ber KE’yê di roja 2’yemîn de ye
15:42 ‘Girtiyên nexweş di hucreyên yekkesî de tên ragirtin’
15:20 Sancar: Sedema êrişên hovane tirsa wan a ji têkoşîna gelê kurd e
14:43 Tevî biryara DMME’yê jî doza parlamentera HDP’ê nehate betalkirin
14:05 Dozger ji bo cerdevanê tecawizkar mutala xwe eşkere kir
13:50 Serokên 6 Baroyan ji bo kampanyaya zarokê nexweşê SMA’yî bang kirin
13:46 Cenazeyên HPG’iyan 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin
13:30 HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin
13:00 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
12:29 Malbatên girtiyan bang kir: Ji destê partî û saziyan çi were divê bikin
12:18 Emîne Şenyaşar: Yê ku ji xwe re dibêje insan li dijî vê zilmê bêdeng namîne
12:17 18 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:14 Li Girtîgeha Kîlîsê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin
12:13 LaWje ji bo Jîna Emînî strî: Keça Kurd serî rake
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:12 Danişîna doza midur û edîtorê Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
11:28 Nagihan da pey şopa ‘reng û dengê jinan’ û hafiziyek ava kir
11:19 Li Antalyayê 6 xwendekar hatin binçavkirin
10:35 Dê cenazeyê Nagihan Akarsel sibe bişînin Enqereyê
10:26 Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin 14 roj in di rojiya mirinê de ne
10:24 ‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’
09:07 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye
09:06 Kesên qetilkirina Poyrazê diparêzin nayên vekolandin
09:03 Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye
09:02 Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:54 Hikûmeta alman bersiva pirsa Îmraliyê da: CPT jê berpirsyar e
10/10/2022
21:36 Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn
20:56 Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî
20:19 Li Amedê 35 kes hatin berdan
20:07 Platforma Ked û Demokrasiyê Komkujîya Enqereyê şermezar kir
17:46 Kesên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:21 Kampanyaya #XwebûnNûbûne tê destpêkirin
17:07 20 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:04 Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket