Tirkiye li Serêkaniyê û Girê Spî sûcên li dijî mirovahiyê dike

  • rojane
  • 11:44 8 Cotmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Di nava 3 salên dagirkeriyê yên li Serêkaniyê û Girê Spî de Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê gelek sûcên li dijî mirovahiyê yên weke girtin, revandin, tecawizkirin, koçberkirin, guherandina demografyayê û hwd. kirin. Ji ber bêdengiya qada navneteweyî, êdî ev sûcên li dijî mirovahiyê bûne bûyerên jirêzê. 
 
Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê 3 sal berê bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kirin. Bi dagirkirina bajaran re li her du bajaran sûcên li dijî mirovahiyê yên weke revandin, girtin, qetilkirin, tecawiz, guherandina demografyayê û dizî derketin lûtkeyê. Tirkiyeyê, herêmên navborî veguherand baregehên hêzên paramîlîter û vê jî bi xwe re rûxandin, bêewlehî û krîz anî. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, di encama êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de heta niha 429 welatî hatin qetilkirin û birîndarkirin. 
 
SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ
 
Ji ber bêdengiya qada navneteweyî, sûcên li dijî mirovahiyê yên li herêmên navborî tên kirin êdî bûne bûyerên ji rêzê. Her wiha xelkê herêmê bi darê zorê tê koçberkirin û DAIŞ’î li şûna wan tên bicihkirin. Di encama zext û êrişan de zêdetirî 100 hezar malbatên ji Girê Spî neçar man ku koç bikin û niha li Reqa û Tebqayê di nava krîza aborî de dijîn. Ji bo hewandina penaberan, Rêveberiya Xweser li nêzî gundê Til El Sîmen ê li çoltarê Reqayê Kampa Penaberan a Girê Spî ava kir û niha li kampê 6 hezar û 450 kes dimînin. 
 
GUHERANDINA DEMOGRAFYAYA HERÊMÊ
 
Li Serêkaniyê jî zêdetirî 200 hezar kes bi darê zorê hatin koçberkirin. Ji koçberên Serêkaniyê hinek jê li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê yên li Hesekê hatin bicihkirin û yên din jî çûn cem xizmên xwe yên li Herêma Cizîrê. Genimê li depoyên Dehlîz, Sexrat û Şergirak ên Girê Spî, hat talankirin. Tirkiye ya ku li dijî xelkê herêmê polîtîkaya birçîkirinê dimeşîne, bi dehan dibistan girtin û veguherandin baregehên leşkerî. Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) beriya niha belge kiribû ku Tirkiyeyê 6 hezar penaberên sûriyeyî şandine Kantona Girê Spî. Armanca ji vê jî ew e ku van penaberan li kampên ku bi alîkariya komeleyên Qeter û Çeçenan li rojavayê kantonê tên avakirin bi cih bikin. Zêdetirî 400 malbatên DAIŞ’î û 400 DAIŞ’iyên ıraqî li Serêkaniyê hatin bicihkirin. 
 
TABLOYA SÛC 
 
Li gorî rapora Weqfa Teazir a di navbera 9’ê cotmeh û tîrmeha 2022’yan; li Girê Spî 36 jê zarok û 64 jê jin, bi giştî 478 kes hatin revandin. Di heman raporê de tê gotin ku 293 bûyerên îşkenceyê li girtîgehan çêbûn û ji van 5 kes bi îşkenceyê hatin qetilkirin. 
 
Li bajarokê Elî Bacliye yê li çoltarê Girê Spî, 9 rûspiyên eşîra Elbû Esafê hatin revandin. Yek ji kesên hatiye revandin jî nexweşê penceşêrê bû. Her wiha di dîrokên cuda de 15 jin hatin revandin. Li gorî agahiyan, ji jinên hatine revandin 9 jê ji gundê Hemam Tirkmen, 4 jê ji bajarokê Elî Bacliye û yek jî ji gundê Heweyceyê bû. Jinên hatine revandin, ji eşîrên Teyî, Elbû Esaf, El Meşhûr, Tobal û Bakîratê bûn. 
 
Jin di qonaxên cuda de hatin revandin. 3 ji wan di 7'ê cotmeha 2021'an de ji bajarokê Hemam Tirkmenê hatin revandin ku navên wiha ne: “Şama Feysel El Ebdullah, Teyma Îbrahîm El Eswed û Xewla Yasîn El Mela.” Her wiha 2 jin jî di 25’ê tîrmeha heman salê de hatin revandin û ew jî Emîna El Hebîb a ji eşîra Teyî ya Ereb û ji bajarokê Silokê û ya din jî Ebîr Hisên El Îsa ya ji eşîra Elbû Esaf a ji bajarokê Tirkmenê bû. 
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê, çende sûcên din ên li herêmê hatine kirin wiha ne: 
 
“*Di 10’ê tebaxa heman salê de, MÎT'ê û çeteyên wê Maya Xelef El Xelîl tevî zaroka wê ya 40 rojî ya ji eşîra El Bakîrat û Rewda Ebid El Ehmed a ji eşîra El Tobal revandin. Piştî wê jî di îlonê de artêşa tirk û hêzên wê yên paramîlîter 4 jinên ji bajarokê Elî Baceliye yên bi navên Zelxa El Hisên a ji eşîra El Ehwes, Fatme El Kiûd a ji eşîra Cês û Ewş Ehmed El Iwêd a ji eşîra Elbû Esaf.
 
* Di îlona par de li bajarokê Silokê 3 jinên ku li benda dora xwe ya derbasbûna klînîka bijîşkekî ji bajarokê, bi wesayîtekê hatin revandin. Ji wan jinan Seher Mihemed El Xelûf a ji eşîra El Mûradat a Hemam Tirkmen a kantona dagirkirî hate naskirin.
 
* Di 1'ê cotmeha heman salê de MÎT'ê jina bi navê Kefa El Erîf a ji gundê Hewêceyê tevî zarokê wê, hevjîn û bavê wê revandin. Ev bûyera duyemîn e ku jinek tevî pitika xwe tê revandin.
 
* Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê jî di bîlançoyekê de ku dawiya par amade kiribû, hezar û 614 gilî li ser desteserkirina xaniyên herêmên Serêkaniyê û Girê Spî tomar kiribûn. Her wiha hezar û 243 gilî li ser dizîna kel û pelên xaniyan, 18 gilî li ser desteserkirina kargehên pîşesazî, 190 gilî li ser talankirina dikanan, 99 gilî li ser desteserkirina zeviyan û cihên mirîşkan, 326 gilî li ser desteserkirina amûrên veguhestinê û giliyên li ser desteserkirina rûberek ji 51 hezar û 463 donim erdê çandiniyê tomar kiribûn.
 
* Li herêmên dagirkirî dem bi dem di navbera hêzên paramîlîter de teqîn, şer û pevçûnên navxweyî çêdibin. Di encamê de sivîl jiyana xwe ji dest didin û ziyanên madî digihêjin malên wan.
 
* Her wiha hêzên paramîlîter di 3’yê cotmeha sala 2021’an de li pêşiya Firneya El Humsî ya Girê Spî gule reşandin û di encamê de 3 welatiyên di dora kirîna nan de birîndar bûn. 
 
* Di 30’ê hezîrana îsal de 2 endamên hêzên paramîlîter dema bi motorsîklêtê diçûn Taxa El Ebra ya Serêkaniyê, zêringirê bi navê Hemade El Berhawî li ber deriyê mala wî kuştin û çenteyeke tije û pereyên di destên wî de dizîn û çûn. 
 
* Her wiha di 2’yê tîrmeha îsal de koma paramîlîter a ‘Firqeya El Hemze’ li Serêkaniyê bi hinceta ku ciwanê bi navê Hemîd Hamid El Xilêf qebûl nekir ku ‘qeşaşîrê’ bêpere bide, gulebaran kirin. Vê jî rê li ber bertekên mezin vekir.
 
* Li bajarê Serêkaniyê jî bûyera qetilkirina zarokê iraqî Yasîn Reed El Mehmûd rastî bertekên tund hat. Zarokê navborî ji hêla endamên hêzên paramîlîter ên ‘Siqûr El Şemal’ ve hatibû revandin. Zarok, rastî îşkenceyê hatibû, destdirêjî lê hatibû kirin û di 15’ê îlonê de hatibû qetilkirin. 
 
* Hêzên paramîlîter di 5’ê cotmehê de zarokekê ji bajarê Derayê ku ber bi Serêkaniyê ve hatibû sirgûnkirin revandin û ji bo berdanê 20 hezar dolar ji malbata wî xwestin. 
 
* Di encama êrişên dewleta tirk ê li dijî Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî, 27 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 77 welatî birîndar bûn. Di êrişan de ji heman malbatê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Hinek gundên rastî komkujiyê hatin ev bûn; ‘El Sefawiye, El Hedriyat, Dibis, Siweyd û mezreya Qirtac ên gundewarê navçeya Eyn Îsayê.’
 
* Her wiha li Girê Spî 113 malên wêranbûyî hatin belgekirin. Piştî hedefgirtina yekser, wêrankirina malan û şewitandina zeviyên çandiniyê, şêniyên gundên Seyda, Mielek, Hoşan, Sewan û Erîda koçber bûn. 
 
* Li herêmên navborî her çend ku gelek sûcên din ên li dijî mirovahiyê hatibin kirin jî, piraniya wan nehatine belgekirin. Sedema vê ya herî mezin jî bêdengiya hêzên navneteweyî ye.” 
 

Sernavên din

12/10/2022
13:36 Doza Denîz Poyraz: Hûn nikarin bi revandina dosyeyê delîlan veşêrin
13:16 Malbatên girtiyan: Mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin
13:15 Li Doza Geziyê piştî 8 salan şahidên nepen û vekirî hatin zêdekirin
13:07 Li Girtîgeha Alanyayê bi awayekî keyfî sewq hate kirin
12:32 Abdullah Oncel bû serokê nû yê Baroya Rihayê
12:32 Bariyerên hesin rakirin, qada nobetê kirin cihê parka wesayîtan
12:12 Doza Denîz Poyraz veguhestin Girtîgeha Şakran a Alîagayê
12:01 Jinan pankarta 'Kujerên Denîz Poyraz ev 5 danişînin tên parastin’ daliqandin
11:34 Kalin: Li gorî berjewendiyan Erdogan û Esad dikarin li hev bicivin
11:26 Di danişîna Denîz Poyraz de şandeya dadgehê eywan terikand
11:12 Rêveberiya girtîgehê bersivê nade daxwaznameyên Semra Guzel
11:11 Dayikên Aştiyê: Ji qetilkirina Akarselê PDK berpirsyar e
11:09 Danişîna Denîz Poyraz: Jin wê hesab ji kujeran bixwazin
10:14 Aktîvîst Mahbûb: Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li Îranê mîna gulekê kulîlk da!
10:03 Seroka Baroya Dêrsimê: Em ê rêjeya temsîliyeta jinan zêdetir bikin
09:49 Konferansa 2'yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû
09:02 Jinên kurd, tirkmen, azerî, fars û ereb ên îranî: Em ê bi ser bikevin
09:01 Berteka li dijî mîhrîcana qeyûmê Cizîrê: Dê bi kîjan wijdanê beşdar bibin?
09:01 'Têkoşîna Hevrînê hedef hat girtin'
09:00 Cinayeta Bagdû: Bila kiryar bên dîtin û darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2022'YAN
11/10/2022
19:22 Li Osmaniyeyê erd hejiya
17:59 Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hat bibîranîn
17:47 Habîp Eksîk: Êrişeke plankirî bû
17:16 Hejmara xwendekarên li Antalyayê hatin binçavkirin derket 13’an
16:50 Walîtî û midûriyeta perwerdeyê ya Amedê ji bo Erdogan seferber bûn!
16:31 59 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:13 HPG’ê têkildarî ‘operasyona MÎT’ê’ daxuyanî da
15:55 Doza hevserokên HDP’a Esenyurtê hat taloqkirin
15:49 Çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya li ber KE’yê di roja 2’yemîn de ye
15:42 ‘Girtiyên nexweş di hucreyên yekkesî de tên ragirtin’
15:20 Sancar: Sedema êrişên hovane tirsa wan a ji têkoşîna gelê kurd e
14:43 Tevî biryara DMME’yê jî doza parlamentera HDP’ê nehate betalkirin
14:05 Dozger ji bo cerdevanê tecawizkar mutala xwe eşkere kir
13:50 Serokên 6 Baroyan ji bo kampanyaya zarokê nexweşê SMA’yî bang kirin
13:46 Cenazeyên HPG’iyan 16 roj in li ATK’ê tên rawestandin
13:30 HDP ber bi Serokatiya Meclisê ve meşiya: Li dijî êrişan xwedî sekin bin
13:00 Dag û Er çalakiya xwe ya rojiya mirinê bi dawî kirin
12:29 Malbatên girtiyan bang kir: Ji destê partî û saziyan çi were divê bikin
12:18 Emîne Şenyaşar: Yê ku ji xwe re dibêje insan li dijî vê zilmê bêdeng namîne
12:17 18 kesên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:14 Li Girtîgeha Kîlîsê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin
12:13 LaWje ji bo Jîna Emînî strî: Keça Kurd serî rake
12:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:12 Danişîna doza midur û edîtorê Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
11:28 Nagihan da pey şopa ‘reng û dengê jinan’ û hafiziyek ava kir
11:19 Li Antalyayê 6 xwendekar hatin binçavkirin
10:35 Dê cenazeyê Nagihan Akarsel sibe bişînin Enqereyê
10:26 Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin 14 roj in di rojiya mirinê de ne
10:24 ‘CPT’yê fikarên civakê ji holê ranekirin’
09:07 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Xwedîderketina li berxwedana Rojhilatê erkeke neteweyî ye
09:06 Kesên qetilkirina Poyrazê diparêzin nayên vekolandin
09:03 Kûlû: Gotinên Erdogan projeya tunekirina elewîtiyê ye
09:02 Prof. Abbas Valî: Çalakiyên li Îranê hîmê rejîmê hejandin
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:54 Hikûmeta alman bersiva pirsa Îmraliyê da: CPT jê berpirsyar e
10/10/2022
21:36 Li Kadikoyê bîranîna 10'ê Cotmehê: Dê hesab ji kujeran bê pirsîn
20:56 Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî
20:19 Li Amedê 35 kes hatin berdan
20:07 Platforma Ked û Demokrasiyê Komkujîya Enqereyê şermezar kir
17:46 Kesên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:21 Kampanyaya #XwebûnNûbûne tê destpêkirin
17:07 20 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:04 Rojnamevan Tûray: Di wesayîta rîngê de li me dan
16:33 Endamê Meclisa HDP’ê Kaçar jiyana xwe ji dest da
16:25 ‘Êrişa li Eksîk ê HDP’î hatiye kirin binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
15:52 Xwendekarê lîseyê ku kete qenala avê jiyana xwe ji dest da
15:43 Ji bo Okmen mewlîd hate dayîn
15:38 104 kes li gelek navendan hatin bibîranîn: Bila Davûtoglû vebêje û hesab bide
14:18 Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
14:13 Du kesên di doza Şenyaşar de hatibûn girtin hatin berdan
13:46 Cangoriyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn
13:00 Ji bo endamê HPG’ê Kûrtûlûş mewlîd hate dayîn
12:52 Malbatên girtiyan ên cara duyemîn hatin Enqereyê: Bila partiyên siyasî gavan biavêjin
12:10 Bavê Tedîk: Teqez em ê bîrdariyekê li Qada Garê çêbikin
11:39 Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîranîn
11:22 Eksîk ê HDP’î ku di êrişa polîsan de linge wî şikestibû emeliyat bû
11:14 Erol ê di komkujiya 10'e Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat bibîranîn
10:49 Li Nîjeryayê keştî noq bû: 76 kes jiyana xwe ji dest dan
10:44 Tevî serlêdanan jî cismên leşkerî nayê îmhakirin
10:36 Li Kîevê li ser hev teqîn pêk hatin
10:19 Ji çar aliyên cîhanê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin
09:54 Oremar: Şoreşa jinê ya bi pêşengtiya Ocalan rêya serkeftinê ye
09:30 20 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:00 Di doza Denîz Poyraz de kujer hat parastin, jêpirsîn nehat kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:39 Walitiyê tundiya polîsan parast: Xwe avêtin erdê
09/10/2022
23:55 Li Stenbol û Wanê kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:08 Li Qoserê mamosteyek li xwendekarê xwe da
21:43 Amedspor di deplasmana Çorûmsporê de 2-0 bi ser ket
21:19 Li avahiyek Kadikoyê teqîn: 3 kes mirin
21:00 Nûçegihanên me Dal û Îbrahîmoglû hatin berdan
20:36 Yilmaz Atlig piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:25 Li hin bajarên bakurê Kurdistanê baroyan kongreyên xwe li dar xistin
19:43 Li Stenbolê 42 kes hatine binçavkirin
19:30 Nûnerên partî û saziyan çûn serdana şîna Şik û Kûrtûlûş
18:26 Li Stenbolê ‘Meşa Azadiyê’: Silav li Îmraliyê be
17:44 Di çalakiyên 9’ê Cotmehê de herî kêm 139 kes hatin binçavkirin
17:40 'Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşînê ve dibêje aştî’
17:35 Panoya ‘Mîhrîcana Sûrê’ bi serê parêzerekê ket