Meşa Mirovahiyê: Ji bilî berxwedanê tu çare nînin

  • rojane
  • 10:21 7 Mijdar 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Welatiyên beşdarî “Meşa Mirovahiyê” ya li dijî çekên kîmyewî li navçeya Silopiyayê hate lidarxistin bûn wiha gotin: “Em dibêjin ‘aştî’ ew dibêjin ‘şer’. Ji bilî berxwedanê tu çare nînin.”
 
Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê ya li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe duh li bajaroka Tilqebîn a girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê “Meşa Mirovahiyê” hate lidarxistin. Bi hezaran kes tev li meşa ku di pêşengtiya Kongerya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên girseyî yên demokratîk pêşengtî dikir de hate lidarxistin bûn.  Bi hezaran kesên li dijî astengkirina leşker û polîsan bi gir û çeman re derbas bûn û gihiştin hev, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên zêde daxwazên xwe anîn ziman. 
 
‘EM Ê ÇALAKIYÊN XWE BIDOMÎNIN’
 
Hanîfe Umît (44) ku ji Mêrsînê tev li meşê bû, diyar kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî tev li meşê bûne û bertek nîşanî êrişa leşkeran da. Umît, anî ziman ku bikaranîna çekên kîmyewî şermezar dikin û wiha got: “Me xwest bimeşin lê bi gaza îsotê êriş kirin. Nehiştin ku em bimeşin. Ji bo ku em mafê zarokên xwe biparêzin li vir in. Em ji bo ziman û nasnameya xwe li vir in. Em ji vir bang li hemû dayikan dikin; em xwedî li zarokên xwe derkevin.”
 
BANGA YEKITIYÊ 
 
Cemîle Akbay a ji navçeya Qosera Mêrdînê tev li meşê bû, bi lêv kir ku ji bo aştiyê biqîrin û şer bisekînin tev li meşê bûye û wiha got: “Em ji bo zarokên xwe hatin vê derê. Zarokên me bi çekên kîmyewî qetil dikin. Em weke Dayikên Aştiyê aştiyê dixwazin. Em mirinê naxwazin. Em dixwazin zarokên me yên di girtîgehan de bên berdan. Dixwazin Birêz Ocalan bê berdan. Bila aştî pêk were zarokên me vegerin mala xwe.” Akbay, li dijî êrişan banga “yekitiyê” li kurdan kir û wiha berdewam kir: “Dema em bûn yek wê tiştên xweş çêbibin. Em xwedî, li doz, ziman, nasname û welatê xwe derkevin.”
 
‘EM Ê ZAROKÊN XWE BIPARÊZIN’
 
Nafiye Çoban (45) a ji Edeneyê beşdarî meşê bûyî jî bal kişand ser zextên li ser gelê kurd û wiha got: “Em ji bo aştiyê hatin. Em ji bo mafê xwe bixwazin li vir in. Bila ev zilma li ser zarokên me bi dawî bibe, çekên kîmyewî neyên avêtin. Êdî bes e; bila dar û daristanên me neyên birîn. Em vê qebûl nakin. Em dest bidin hev du û ji vê zilma li zarokên me tê kirin re bêjin bes e.”
 
Sureyya Yilmaz a 72 salî ku ji navçeya Qoserê hatibû jî endamên HPG’ê yên di bikaranîna çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan vegotin û wiha got: “Bi bikaranîna çekên kîmyewî 17 hevalên me qetilkirin. Em ji bo vê yekê şermezar bikin hatin vir. Bila ev xwîn bisekine. Bila êdî zarokên me qetil nekin.”
 
PEYAMA BERXWEDANÊ
 
Abdullah Gijalî (70) yê ji navçeya Cizîrê hate Silopiyayê (70), bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da û wiha axivî: “Her kî çekên kîmyewî bi kar bîne bêîman e. Daxwaza me aştî ye. Divê pêşî li bikaranîna çekên kîmyewî bê girtin. Bêdengiya li dijî vê bêîmanî ye. Di navbera kesên li dijî vê yekê bêdeng dimînin û Barzanî de tu ferq nîne. Kesên bêdeng dimînin hevkarên Barzanî ne. Êdî bibin yek. Bes e ku hûn îxanetê dikin.” 
 
Mehmet Karavîş (65) ê ji navçeya Hezexê tev li meşê bû, destnîşan kir ku li dijî mirinê ne û got: “Bila aştî pêk were êdî zilm bisekine. Kurd aştiyê dixwazin, şer naxwazin. Bila kurd jî bibin yek.”
 
Ahmet Dûrak (57) ê ji bajaroka Dêrgul a girêdayî navenda Şirnexê beşdarî meşê bû jî, destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî sûc e û wiha got: “Ez ji bo bikaranîna çekên kîmyewî şermezar bikim li vir im. Em dixwazin bikevin pêşiya vê yekê. Em bêdengiya li dijî vê şermezar dikin. Em hevkarên bikaranîna çekên kîmyewî jî şermezar dikin. Em dibêjin ‘aştî’ ew dibêjin ‘şer’. Ji bilî berxwedanê tu çareya me nîne.”
 
 
 

Sernavên din

10/11/2022
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe
17:26 Komîsyonê bi yekdengî biryara betalkirina parêzbendiya Guzelê da
17:20 Xwestin 'Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê' bê betalkirin
16:44 Danişîna mamosteyên nîjadperest ên ku heqaret li kurdî kiribûn hat taloqkirin
16:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hat taloqkirin
16:20 Pirsa çekên kîmyewî ji Çavûşoglû hate pirsîn: Hûn ê lêkolîn bikin?
16:19 Dayika girtiyê nexweş: Bila her kes dengê xwe bilind bike
15:39 Prz. Gungordu: Biryar îspat dike ku muwekîlên me dîlgirtiyên siyasî ne
15:02 ÎHD li 27 bajaran daxuyanî da: Divê demildest dawî li binpêkirina mafên girtiyan were anîn
14:42 Şahidê qezaya li Agiriyê pêk hat: Îhmal heye
14:29 Li Wanê 137 sal û 6 meh cezayê hefsê dan 22 kesan
14:07 Sancar: Ji bo nixûmandina kedxwariya xwe serî li polîtîkaya şer didin
13:55 Li Nîjeryayê gelemperî jê jin 80 kes hatin revandin
13:04 Rêxistinên elewiyan meşiyan Meclisê: Em ne komeqanûnê lê hemwelatiya wekhev dixwazin
13:01 ELDH: Tecrîd ji aliyê gelên cîhanê ve tê zanîn
12:38 Malbatên girtiyan: Sedema zilma li ser zarokên me kurdbûn e
12:29 Partiya Çep a Kesk ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
12:16 Xizmên girtiyan di danişîna ewil de beraet kir
11:59 'Heke daraz nikaribe mazlûman biparêze, kes nikare behsa edaletê bike’
11:37 Mîhrîcan bû bingeha nîqaşên şanoya serbixwe
11:28 Li Wanê 6 penaber ji zinar ketin xwarê
11:23 Elmanya ji bo Fîncanci name ji Erdogan re şand: Bila bê berdan
10:49 Serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
09:17 Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînan de hatin qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin
09:07 Sîbel Balaç: Me li dijî bêedaletiyê mafê xwe yê rêxistinbûyînê parast
09:05 Îdianameya kujerê Berîvan Alturkê hat amadekirin
09:04 17 sal di ser bombekirina Pirtûkxaneya Ûmûtê re derbas bûn
09:01 Tevî hemû delîlan jî kujerên Evgun nehatine zevtkirin!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2022'YAN
07/11/2022
20:09 50 kesên di meşa li dijî çekên kîmyewî de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:30 Şandeyeke amerîkî hat Enqereyê
16:29 Li Agiriyê qeza pêk hat: 7 kes mirin 11 kes birîndar bûn
16:24 Di êrişa dewleta tirk de şervanekî HSD’ê jiyana xwe ji dest da
16:17 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Ev der Amed e û em ê li ber xwe bidin
14:10 Tirkiye dibe sedem ku kolera li Sûriyeyê belav bibe
14:02 Seroka Giştî yê DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Ev têkoşîn Tirkiyeyê vedibêje
14:02 Dîmenên dema artêşa tirk cenazeyên leşkeran dişewitîne hatin weşandin
13:42 Bihayê zêran di nava hefteyekê de ji sedî 2 zêde bû
13:32 Pirtûkên ku bi îdiaya ‘delîlên sûc’ desteser kiribûn dîsa li rojnamegeran vegerandin
12:01 Bavê aktîvîstê îranî Ronaghî li pêşiya girtîgehê krîza dil derbas kir
11:57 Li Belucistanê 15 girtî hatin bidarvekirin
11:44 Berê xwe bidin çiyayan hûn ê xweşikbûna payîzê bibînin
11:37 Piştî NATO’yê vê carê jî Swêd serdana Tirkiyeyê dike
11:31 Konferansa Jinan a Navneteweyî bi dawî bû: Tora têkoşîna hevpar hat ragihandin
11:11 Jin wê di 25’ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê bin
10:33 Li Baselê Dîwana Dengbêjiyê hate lidarxistin
10:22 Ji JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya cotmehê
10:21 Meşa Mirovahiyê: Ji bilî berxwedanê tu çare nînin
10:16 Li Sengawê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
10:15 Chomsky xwest ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin